Dilop, Dilopên çavan dijwar in. Dilopên şîrê jî bi tahm in. Dilopên şîrê dilopên jiyanê nin, Şîr axx şîr Jidayikbûna mirovahiyê ye şîr, Çav, Hêstirên çavan… Mirina mirovahîyê bi hestîran destpêkir, Hêstirên dayikên ku bi dilopên şîrê tahmê didin jîyînê, Bi hêstirên zarokan mir mirovahî, Zarokên ku ji bo pêsirên mirî digirîn, Bi dilopên çavên wan mir mirovahî. Şîr destpêka …
Nîsan, 2022
-
8 Nîsan
Şehrû Remezan
Der(i)yê xêr û bereketê Meha pîroz mehremezan Ji Quranê bi sûretê Beqere, şehrû remezan Di wê de nazil bû Quran Bo me hemî bawermendan Bi van eşkere delîlan Hîdayet e ji bal Yezdan Vediqetîn rast û betal Kî de îja li ser ev hal Bighêj meha çêtir ji sal Bila rojî ferz ke li can Kî jî rêwî li seferê …
Adar, 2022
-
7 Adar
Menzûma Dilbirîn
Ev menzûma li ser îlmê ûsûl ul hedîsê hatîye nivîsîn. Di zimanê kurdî de nivîsa herî ewil e di derbarê ûsûl ul hedîsê de hatîye nivîsîn. Hemd û senayê pir cuda Ji bo Ellahê yek xweda Selat û selam û hem silav Ser Muhemmedê bê dirav Ev ‘ilmê hedîs e bizan Guh nede wanên nezan Ewil sehîh e ey bira …
-
6 Adar
Dor Bi Dor
Rojekê di bin lehîya baranê derewîn de Min derî li xwe vekir û bûma mêvanê xwe Dêrî hat daran û em tenê man Ne meyzênin ku ez bêjim em Mehvan jî ez bûm û Malvan jî ez Em rûniştin Serê civatê de, me biryar li ser dinyayê da Nîvê civatê de me pesnê hev da Dawiya civatê de me hevdû …
-
6 Adar
Kozika Min
Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim. Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im. Ev mala me yê berê ye. Niha bûye xirabê; kes tê de nejî. Xencî kavil e; nema pêjna kesî Me koçê perî gund kir. Lê dilê me gîşkan hîna jî li vir e. Dilê …
-
4 Adar
Çemê Xemê (Helbest)
Agirê dilê min geş bû îşev Tariyek rûnişt li rexê min Ez nabim mirov dizanim Rebenekî bin baran im Êşek heye li ser serê min Tu hekîm, tu derman nas nake Caran jiyanek nêzikê destê min Tarî piştê tavê şev li pey rojê Cilê’m çirikî dil û ziman jî Zehf caran min ditirsîne bi qestî Bi rûyê xwe …
Sibat, 2022
-
27 Sibat
Êdî Çi Ma?
Guh nebihîse, ziman di dev de negere êdî çi ma? Dema hêvîya me hat birrîn êdî çi ma? Xwendin tune, nivîs tune, ne jî axaftin Ji xewn û xeyalan pêvtir ji we re çi ma? Însan divê huner û zanatîya xwe bi pêş bixe Berhemên baş li pey xwe nehêle, êdî çi ma? Em urf û edetan, …
-
26 Sibat
Dil an kevir
Dilên xwe yên kevirî Bibin bazarekê li bazarê Ji bo balkeşkirana wê Bi derûwên xwe Ji derve nerm nîşan bidin, bixemilînin Ku rastî fehm kir, kiryarên dilên me Gelo wê hîn xwe xwedî dilekî nerm bibînin Na na wê xwe, xwedî kevirekî bibînin Di wê bîrê de bi xeml Bi firotina wî kevirî Û kiryara wî kevirî Dibin xulam li …
-
19 Sibat
Hemû Berhemên Şikoyê Hesen Çap bûn
Hemû helbestên Şikoyê Hesen bi Latînî ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin. Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha nin: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten. Qalçîçek di sala 1961an de tê çapkirin. Di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha …
-
19 Sibat
Helbest Çi Ye ?
Helbest çi ye û ew kî ye? Tu nê bivî dildarê yarekê Pê serbilind bimînî Bi rengê bilbilekê dil dikeve kulîlkekê Stranek tê gotin li ber awaza sazekî Çemeke diherike li ser axa kevnar Helbestek ji ez ezîtîyê pê ve tiştek nayê gotin An yek hez bike ji welatekê Helbest çi ye û ew kî ye? Divê ku tu çi …