Ne darek
An berxek bûm
Lê piçekê bi hev re kuripisîn
Û di pey re serê min
Bi kêreke kor jêkirin
Dûr tol bûm
Û li derê han
Min xwe li ser çokan dît
Destên min li paş min in
Piştî çend çirkan
Averşînka xwîna min rawestiya
Ji min bi dûr ketin
Bêyî ku li paş xwe binhêrin
Piştî çend katijmêran kûçkên birçî hatin
Bihînkirin
Min bi wan re got:
pişka xwe bibin
Û tiştekî ji govdê min nehêlin
Lêbelê min hêvî ji wan kir
Da ku serê min
li vir
di binê helbestê de
bimîne.
————————
Helbest ya helbestvanê Ereb: Sînan Enton e.
Wergerandin ji zimanê Erebî: Majêd A Mihemed.