Dara Selwayê

Darekê din li ber çavên min hilweşiya.

Darekê 90 salî.

Vê carê navê darê Selwa bû.

Rûyê min ber bi roja diçe ava, pişta min li dara gewijê ye.

Li alîyê min a rastê de dara Selwa yê hildiweşe,

li alîyê min a çepê riya gundên bêmahr dimînin.

Guh didim gundîyan.

Li ser kavil û mohra Ermeniyan Gûrcî tiştekî dibêjin,

Tetar tiştekî dibêjin, Ereb tiştekî dibêjin,

Macir tiştekî dibêjin û Kurd tiştekî din dibêjin.

Her kes tiştekî dibêje.

Dinê min bêdeng e.

Pîro benda Selwaya xwe ye.

Pîro di navbera herdu aleman de asê mabûye,

bi hilweşindina Selwaya xwe ve ew rizgar bû, azad bû, şad bû.

 

Roj mîna ûmrê min diçe ava.

Roj guh nede kesî, tu tiştî.

Nizanim haya rojê, ji hilweşindina Selwayê re heye.

Lê mişkên spî û reş, dilê min dikojin.

Niha bêhtir denga kirtandina mişkên spî û reş dibihîzim.

Piştre min ji dilê xwe re got: Kurikîya min dişibe bihuştê; bihuşt dişibe kurikîya min.

Ez bawer dikim: Eger ku rojekê çûyina bihuştê bibe nesîbê min,

ez ê kurikîya xwe a li vira windabûyî, li wira dîsa bibînim, bijîm.

Yanî dilê min, min di kurikîya xwe de bihûşt ditîbû,

bi omid im ez ê di bihuştê de dîsa kurikîya xwe bibînim, bijîm.

 

Lê rêwiyên ji xwe bêhay diçin û tên, diherin û com dibin.

Diçin ku ew rêwî?

Çi dibêjin? 

Yan jî bi rastî dixwazin tiştekî bibêjin?

Rêwîyên berê, rêwîyên riya xwe windakirî, rêwiyên hesreta Pîro û Selwa ji bîr kirî.

Nizanim ez ê ji wan re çi bibêjim.

Ez disa xwe bêdeng dikim bi roja diçe avê re.

Bêveger, bêavil û bêhawil dinimînim.

 

Dara Selwayê!

Tu jî çûyî, mîna hevalên xwe, mîna yên din.

Her însan çawa diçe, tu jî wisa çûyî.

Tu jî bigehîje rêhevalê xwe, Pîro.

Di navbera de bîst zivistan bihûrîne.

Pîro bê dil çûbû.

Niha mirazê wî bû, gehîşta dilê xwe di zivistanekê din de.

Her ku min Selwa didît, min di çavên we yî kesk de

êş û hesreta te, evîn û eşqa te, çîrok û hîkayeta te didît.

Niha hilweşiya dara Selwayê.

Niha li ba te ye, rêhevala te.

Du çîrok li vira dawî bûbûn.

Du dinê di hevdu de dawî bûbûn.

Du dil di hevdu de ebedî bêdeng bûbûn.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply