Tag Archives: Helbest

Nîsan, 2024

  • 25 Nîsan

    Qêrîna Xeyalên Pûç

    bextewariya min mîna avhewaya demsalan e carna diqefilim û dicirifim germ û dişewitim nerm û hişk dibim sar û dicemidim carna şîrîn û tehl dibim ciwan û kal dibim bi hêrs û sakîn dibim dilteng û bêhnfireh dibim carna wek stêrkên asîmana sayî diçirisim wek fenera bêfîtîl û perpitî vedimirim di hestên pûç de têm guvaştin ez wek talaz û …

  • 24 Nîsan

    Mirina Çîrokê

    piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û bêderdor binivîsim lê xirxira gelê min ji devê min derdiket. Ku min jiyan ecibandiba min çîrok nedinivîsand Min çi dikir û ez mirim, tu bahsa wê bike ez mirîyê kê me, hûn wê bibêjin. berî muxrib ji qolincan, xwêdan di min re avêtin min jî …

  • 5 Nîsan

    Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

    “Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem de xesaret kir” Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî alimekê pir zane û şareze bû. Ew rewşenbîrekê zemanê xwe bû. Hem di ‘ilmên dîn de hem jî ê fennî de xwey ma’lûmat bû. Ev rasteqîn di helbestên wî de jî ya xwe dide nîşan. Di helbestên xwe …

  • 2 Nîsan

    Kurmanc Tenê Di Bêhesêb in – Yusuf Agah

    “Da xelq nebêjitin ku Ekrad Bême’rîfet in, bê’esl û bunyad Enwa’ê milet xwedankitêb in Kurmanc tenê di bêhesêb in” Ehmedê Xanî, di destpêka berhema xwe yê meşhûr “Mem û Zîn”ê de, sebebê ku wî bi Kurdî nivîsandiye bi vî aweyî aniye ziman. Seyda gotiye; Belê min vî berhemî, vî pirtûkî bi Kurdî nivîsand, ji bo ku xelqên din nebêjin “Ekrad” …

Adar, 2024

  • 24 Adar

    Demsala Pirpirînkên Azadiyê

    Bûm pirpirînk digerim li azadiya xwe Ne şeva min wek şevê ye Ne roja min wek rojê ye Bi hêvî û xebatê digerim Di nav tariyan de li ronahiyê Ji reşayiyan ber bi ronahiyê ve Mîna pirpirînkekê difirim ber bi azadiyê ve Dilazad im di demsalên hêvîşikestî de Hêviyan avadikim yek bi yek Ji têkçûyinan ber bi serfiraziyan ve Êdî …

  • 21 Adar

    Cejna Newrozê ye. Destpêka Nû Salê ye

    Cejnê Cejnê Cejnê Xanê rok hat bejnê Cejna Newrozê ye Serê nû salê ye Va dar dipişkivin Çiya dixemilin Bi zer û kesk û sor Bi riçinê wek por Çûk çivîk dixwînin Hêlîna datînin Dil lêdide bijen Xwerist dibe bi ken Mirov dibe rûgeş Jiyan şêrîn û xweş. * * * Cejnê Cejnê Cejnê Xello rok hat bejnê Cejna Newrozê …

  • 21 Adar

    Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

    Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê adarê, şev û roj têne qedarê’’ ango vê rojê dirêjahiya şev û rojê dibine wek hev; ne şev ji rojê dixwe, ne roj jî şevê. Dîsa weke tê zanîn ev roj, roja ewil a ekînoksa biharî ye. Gel vê rojê weke ‘sersal’, ‘nûroj’, ‘rojanû’ ango …

  • 21 Adar

    Strana Newrozê

    Bîst û yekê adarê Destpêkirina buharê Şaxên daran bişkivîn Ji kulîlkên sor û şîn Newroze cejna salê Şev û roj hat qirarê Rojên kevin hilatin Rojên nû taze hatin Rengê zemîn guherî Şa bû, şivan û kerî Newroze cejna salê Şev û roj hat qirarê Xwîna mirov dijene Pêre dil jî dikene Keç û kurên me kurdan Bi şahî dikin …

  • 21 Adar

    Helbestvanên Kurd berî hezar salan behsa Newrozê kirine

    Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Helbestvanên kurd berî sedan salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirine. Berî zêdetirî 300 salî, Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa Newrozê kiribû. Wê demê, di destana xwe de Newroz weke cejneke niştimanî dabû naskirin. Yek ji helbestvanên Kurd ên pêşî Baba Tahirê Uryanî berî hezar salî …

  • 21 Adar

    Newroz Cejn e – Mustafa Rêzan

    Wa hilate roja newe Yek xelat e li min û we Wek bihûşt e newroz cejn e Cejn e li te kurê Kawe Sala teze bi behar e Dest bi rez e şixl û kar e Berx û pez e newroz cejn e Kêf terez e dîn û har e Wayê vebûn gulê rengîn Dê bidin bîn ji xweştirîn Avzêmên …