Mîrzayê Min

Ez şahbanûya te

Û tu mîrzayê min

Li pişta kihêleke sipîçîl

Minê xeyalên xwe

Bi hêdîka

Bisparta ser navmila te

Di binê kofîya min de

Xêliya dendika hinarê

Wê wergirta

Ruyê minê bextewarî

Meyê rê û dirb

Gund û bajar

Axên mêrgên derizî

Pelên kesk ên qedîfeyî 

Bêhna nêrgizan

Karxezalên bizdonek

Gurîna çiravên şeyda

 

Li pey xwe bihîşta

Em du rêwiyên kelecanî

Di bin heyva gerdûnê de

Biçûna û biçûna…

 

II

Ez şahbanûya te

Û tu mîrzayê min

Meyê kelehek bihonanda

Ji dîwarên hezkirinên xwe

Ber bi asûmanan ve

Û teyê stêrkek biqetanda

Ji porên şevê

Yadîgarî dilşadiya min bikira

Û minê çemek çêbikira

Ji lehiya eşqê ya ebedî

Biherikiya ser singê te yê aliyê çepê

 

III

Ez şahbanûya te

Û tu mîrzayê min

Meyê parzemîneke nû vedîta

Ji okyanusan wêdetir

 

Di nav çiyayên rêz bi rêz

Belek bi belek

Tu erdnîgariya hêstên min

Ez di wê erdnîgariyê de

Bibûma gulek

Li ber daristana dilê te

 

IV

Ez şahbanûya te

Û tu mîrzayê min

Meyê keştiyek çêbikira

Bi libên mircanan ve

Û em ê daketana

Nav xaleyên deryayê

Wê şewq veda

Bi çirûskên me

Rûyê pêlên zirav

Û meyê di bin tarîgewrê de

Ji sorahiya hêyvê re

Kilamên dildariyê

Bigota û bigota…

 

Muqades Agirî

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply