Ba ye vê şevê gayekî gergîn di birînan de digevize di hemû kolanan re dibeze asîman bi êş li ser digrî hemû derî li pêşiyê girtî ne xelk razayî ye tenê ez bendewarê wî me bi dilê xwe jê re liba dikim û deng lê dikim: qoçên xwe li vir vehesîne da ku xwîna me bi hev re birije. …
Hezîran, 2021
-
21 Hezîran
WERE (Helbest)
Şevek tarî carekta ketî bîramin Dilê min bû bi kul û şewat Çavên min bû bi hêsîr Rihê min bû bi hesret Û min bêrya te kirîye Biranîyên te min têr nake Û vêca dilê min naşkîne Were şûşek av bide vî dilê Bila zuha nebe Bê biryar bûn Bê te bûn Û bê hêvî bûn Roj bi …
-
12 Hezîran
Ji Bo Te
Li kovarek rastî te hatim Bûm evîndarê te Piştî çûyîna te Mirin difûrîya ji hevokên te Tîp yek bi yek dibûn kevokên te Difirîyan ji devê te Lîs digirtin li ser dilê min Qûş li demê hatîye qetandin Ziman lal Awir westandî Helbest li ber sekeratê Tu li dar î Wek kitêbek pîroz dibişirî Şerab ji îskanê dirije ser lingan …
-
11 Hezîran
Xwefiroş
Destên bi qirêj Kesên guhdirêj Pîsin nola şêj Bê ol û dozin Bar û serbarin Dûpişk û marin Dostê neyarin Bê sênc û sozin Hevalin bi dev Roj jî kirin şev Qad berdan bi rev Kerîyê kozin Kewên regehan Dizên rûgehan Segên dergehan Bi xwe nandozin Warê kurdane Cenga girane Dizker têdane Pîsên dilsozin Mihemed Hesko (birasoz) Almanya, 09.12.2021
-
10 Hezîran
WA HATİME DELALÊ MİN
ji nav guleyan nav baranên kîmyewî ji kozikên agiran derketime ji dûrrr hatime, dilopên xwînê rijiyaye di ser xeyalên min de wa hatime delalê min li ber derê te me wekî dîrokekê jibîrkirî nexşeyekê rêya xwe şaş kirî evdalekê ezmûnkirî û stranekê qedexekirî wa hatime delalê min li ber derê te me teniya evînê dirije ji bijangên …
-
8 Hezîran
Zivistan e
Roj baş ew kesên ku bi çavê notayan li xuşîna pelên daran dinêre Roj baş Pelên salnameyan Berfanbarê nîşan dide Berf di derzan re tê Roj baş Ew betlên berê Betlên berê ku li ber devê deriyan rûniştine Bi rengê genim ji çûn û hatinan re di’a dikin Çûk xwe disipêrin şibakeyan Roj nema Rojname zingilên xelayê lê didin ji …
Sermawêz, 2021
-
24 Sermawêz
Bêrîkirin û Xem
tu qet zanî vê hestê kesê ku herî zehf tu jê hez dikî winda dikî di nav okyanûsên dilê xwe de nizanî li ku bigerî tu qet zanî vê hestê ew kesê ku gurpegurpe dilê te ji bo wî zehf nêzî te ye jî lê bi milyon kîlometreyan dûrtir e êdî yan jî qet dorpêç kiriye tirsa êşa ku tu …
-
6 Sermawêz
Tu Ku Ve Çû Yî ? (Helbest)
Qet te germahîya dilê min hez nekir Tu wusa jê revît Te kulîlka dilê min çilmisand Bi çûyîna xwe. Te kanîya nava rihê min zuwa kir Êdî jê hêvî narije erd û ezman Ka çi bû bi wan sozên te yê te da bû min Qey ew jî wek te pûç û vala bûn Te ez helandim bi bêdengî ya …
Cotmeh, 2021
-
26 Cotmeh
Li Metropolên Xerîb Rojek Ji Rojan
Li metropolên xerîb rojek ji rojan, Em hatin cîhanê. Em xerîb bûn yan yên dora me? Belê destên me jî hebûn yên wan jî, Çavên me jî hebûn yên wan jî, Guhên me jî hebûn yên wan jî, Lê em ne wek hev bûn. Li metropolên xerîb rojek ji rojan, Ez dîsa ketim nav ramanên giran. Kîbûn em? Kîbûn …
-
21 Cotmeh
Rovî û Mar
Ji caran carek rovî û marek Rastê hev hatin li binê darek Her çi hikmet be her du bûn heval Li wir bi hev ra man bi meh û sal Dem hat bêhnteng bûn ji evî warî Sibehek rabûn hêj dinya tarî Ji bo wargehek xweşiktir û nû Ketine di rê ev wisa bi zû Di seferê da dît mamê …