Gola Kurikiyê

Li cîhê gola kurikiyê xwe me, li gola kurikiya xwe digerim, lê nabînim.
Va çend roj in li golê digerim, na, nabînim.
Niha van ristan li tala golê dinivîsim.
Gol li van deran, li derekê bû, lê li ku derê bû?
Nizanim.
Yanî gelek hatine guherandin cîh û warên kurikiyê min.
Niha kurik li ber çem dilêyzin, lê haya wan ji tiştekî nîn e.
Nizanin ku zemanekî ez jî kurik bûm li van deran.
Haya van li çi heye?
Ewan niha tenê roja diçe avê dizanin, dibînin.

Nizanim çend havînên min li vê golê derbas bûn.
Ji salên 1980an bigire heta destpêka salên 1990an ez li vira bûm, kurik bûm.
Belkî pênc havîn, belkî deh havîn, em tim dihatin ser golê, em diketin avê, me avjenî dikir.
Çi rojên xweş bûn.
Di navbera gol û bihûştê de tu cudahî an jî asteng tunebûn.
Dema ku em diketin avê, heman em derbase alîyê din dibûn.
Alîyê din, yanî bihûşt, cennet, bê dawîbûn, bê zeman bûn.
Çi navî lê dikî bike, ferq nake, lê belê dineyên me dihatin guherandin.

Dîsa bi dilê Schubert digerim, li bihûşta xwe yî windayî.
Bi hêsirên Ave Maria li zemanê çûyî digerim, li demên bihûrî lêborîne dixwazim.
Lê veger tune.
Pirsgirêk tenê, dilê min e.
Dilê min, wê qebûl nake.
Dilê min gurra min nake.
Dilê min dixwaze gora kurikiya min, li ber golê bikole.
Lê golê tê dernexim.
Li ku ye gol?
Şiklê golê tenê di xeyalê min de maye.

Di navberê de sî û çil sal derbas bûne.
Kes nemayê ji wan rojan de.
Ne gol maye di şûna xwe de ne jî hevalên min man ji wan rojan de.
Her kes çûye.
Her kes bûye çîrokek.
Her kes bûye çîroka yekî din.
Dilê min ji min re di ber xwe de dike pistapist.
Eger ku tu gola kurikiyê xwe bibînî, tuyê hingê hemû hevalên xwe yî kurikiyê jî bibînî.
Dilê min, bes e, min mexapîne.
Dilê min, hele li xwe mêze ke, kesî din mîna te heye.
Kesî din mîna te li gola kurikiyê digere heye.
We zemanekî bi hev re avjenî kir li vê golê û her kes çû ser qedera xwe,
her kes çû ser îş û kare xwe, her kes çû ser mal û halê xwe.
Dilê min, here nanê xwe bixwe.
Eger ku nanê te jî tuneye, li ber golê ji xwe re gorekê bikole
û piştre bi sitranekê kurikiyê li ser xwe bigîre.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply