MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe

Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên vekolîn û berawirdkirin. Bi kurtasî mirovnasiya giştî ji nimûne, bermayî û belgeyên mirovan daneyan berhev dike; hem laşên cureyên mirovan disenifîne hem tevgera wan a li ser erdê dişopîne hem serpêhatî û dîroka wan eşkere dike hem jî çavdêriyê li ser pêvajoya pergalên wan ên zimanî, çandî, teknîkî, civakî, dînî û siyasî dike. Diyar e ku mebesta mirovnasiyê têgihiştina mirovan, li gorî jîngehên wan eşkerekirina cihêrengî û hevpariyên wan e.1 Wisan e, ji bo lêkolîneke piralî ya têkuz divê “mirov” ji aliyê ziman, çand, civak û zindînasiya (biology) wî ve were lêkolîn û pîvandin; bêguman ji bo bidestxistina encamên nêzikî rastiyê divê dîroka mirovan û arkeolojiya wan jî were vepincirandin, bêjingkirin û zelalkirin.

 

Ji vê pênaseyê diyar e ku biyolojî (her wiha anatomî jî), ziman, çand, civak, tevger, dîn û pergala rêveberiyê ya mirovî qada xebatên mirovnasiyê ne; lewre divê di çarçoveyeke gelekî berfireh de li hebûna mirovî bê nihêrîn ku rastiya wî derkeve holê.2

 

Zanyarên mirovnas di lêkolînên xwe de rêbaz, teknîk, agehiyên berhevkirî û xebatên meydanî yên cihêreng bi kar tînin ku du armancên wan ên sereke hene: 1. taybetmendî û cihêrengiya reftarên mirovan fêm bikin û civakên mirovan ên li seranserî cîhanê li gorî van zanyariyên destkeftî binirxînin 2. hevparî û wekheviyên bingehîn ên ku li seranserê cîhanê mirovan bi hev ve girêdidin derxine ber ronahiyê û hinek pîvanan jê wergirin. Ji bo pêkanîna van armancan, mirovnas hem li çaraliya cîhanê mijaran radixin ber lêkolînên rêkxistî hem jî derfet û rêjeya gelheyê di çarçoveya demên bihurtî û dema niha de berawird dikin ku bi dîmeneke berfireh mirovahiyê fêm bikin.

 

Bêguman dîroknas, giyannas, aborînas, civaknas û zanyarên gelek warên din li gorî pergaleke diyarkirî û rêbazên pîvandî xebatên zanistî li ser mirovahiyê dimeşînin; lê belê mirovnas piçekê cuda ne û bi nihêrîneke cihêreng li babetê dinihêrin; bi rastî ew hem rola pireyeke berk û pirdîmenî dilîzin hem jî di navbera zanistên xwezayî, civakî û mirovî de riyên pêwendiyan saz dikin û wan digihînin hev. Lewre mirovnas qada xebata xwe li ser çar beşan leva dikin: mirovnasiya biyolojîk, arkeolojî, mirovnasiya zimanî û mirovnasiya çandî; piştre agehî û zanyariyên xwe yên bidestxistî vediguhêzin mirovnasiya ceribandî/sepandî, ango dadikevin meydana ceribandin û pîvandina zanyariyan. Bi vî awayî ji qadeke biçûk a xebatê dest bi lêkolînan dikin; piştre di ber ronahiya karê biçûk ê ceribandî de xebatên xwe li devereke firehtir belav dikin, di dawiyê de li seranserî cîhanê derbarê tevahiya mirovahiyê de xebatên kûrtir dimeşînin.3

 

  1. Mirovnasiya biyolojîk:

Li gorî pênaseyên bihurtî mirovnasiya biyolojîk (biological anthroplogy) li ser aliyên laşnasî -zindînasiyê (anatomîk-biyolojîk) yên mirovî lêkolînan dike; hem geşedana cendek

 

  • tevgerên mirovên îroyîn hem yên bav û kalên wan ên bihurtî û nenas hem jî yên heyberên zindî yên ku serdemekê ketine jiyana mirovahiyê derdixe ber ronahiyê.4

 

2 https://en.wikipedia.org/wiki/Anthropology; dema gihiştinê: 03.12.2023; 11:20.

 

3 Sage Publishing (2021), “Introduction to anthroplogy”; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://us.sagepub.com/sites/default/files/upm-assets/110568_book_item_110568.pdf; dema gihiştinê: 06.12.2023; 02:12.

 

4 https://en.wikipedia.org/wiki/Biological_anthropology; dema gihiştinê: 03.12.2023; 11:21.

 

Divê bê gotin ku mirovnasiya biyolojîk bi alîkariya hinek zanistên din zanyariyan berhev dike û encamên xwe yên alîkar radestî mirovnasiya giştî dike; di vê çarçoveyê de ji mirovnasiya fîzîkî, mirovnasiya dadweriyê (edlî), mirovnasiya pêşiyan, laşnasiya mirovan, curebijêriya mirovan, kulnasî, meymûnnasî, reftarnasiya ajelan, genetîknasiya gelheyê, jîngehnasiya mirovan, arkeolojiya biyolojîk, laşpîvana mirovî û gelek zanistên din sûd werdigire.5

 

Mirovnasiya fîzîkî (physical anthropology) lêkolîna laşê mirovan e. Di vê pêvajoyê de lêkolîneke genetîk û anatomîk tê meşandin, cendek û îskeleta mirovî tê teselekirin, ahenga laşê mirovî ya bi nexweşiyan û jîngehê tê pîvandin, geşedana mirovî û xwarin-vexwarina wî tê şopandin, binaşeya mirovî û pêşkeftina wî tê çavdêrîkirin, nifşê mirovî û nifşên ku dişibihin wî tên berawirdkirin.6

 

Mirovnasiya dadweriyê (forensic anthropology) qadeke taybet a mirovnasiya laşî ye ku li ser paşmaye û bermayiyên mirovan lêkolînan dimeşîne; piranî ji bo çareserkirina dozên tawanan/krîmînal tê bikaranîn û di vê pêvajoyê de bi rêbaz û teknîkên curecureyî pergala hestiyan, paşmaye û bermayiyên din tên ezmûnkirin, digel nirxandinên pizîşkî rewşa zindî ya laşê mirî yan jî kuştiyî tê texmînkirin.7

 

Mirovnasiya pêşiyan (paleoanthroplogy) şaxeke mirovnasiyê ya navdîsîplînî ye ku li ser binaşe, peydabûn û geşedana mirovên destpêkî xebatan dimeşîne; di vê çarçoveyê de rêbazên mirovnasiya fîzîkî, anatomiya berawirdkirî û teoriya peresînê (evolution) bi kar tîne û digihêje encamên texmînî. Wekî mînak: amûrên ji hestî û keviran çêkirî pênase dike, girîngiya van amûran a ji bo geşedana laşî û derûnî ya mirovên pêşîn bi teknîkên mirovnasî û nijadnasiyê şirove dike; bi vî awayî dîroka fosîlan bi riya tebeqeyên jeolojîk, ceribandinên kîmyayî û rêjeya rizîna radyoaktîf rave dike.8

 

Laşnasiya mirovan (human anatomy) bi awayekî gelemperî li ser beş û endamên laşê mirovan dixebite; di vê çarçoveyê de balê dikşîne ser şêwazê xuyabûna endaman, her wisan beş û endamên laşê mirovî ast bi ast û beş bi beş rave dike.9 Îcar laşnasiya girdeyan (gross anatomy) beş û endamên bi çavan dîtî (makroskopîk) lêkolînan dike; laş, endamên laşî û pergalên endaman şirove dike. Lê xane, endamokên xaneyê û şane endamên biçûk in û bêyî dûrbînên mîkroskopîk nayên dîtin; lewre laşnasiya hûrdeyan (micro anatomy) û şanenasî (histology) li ser van pêkhateyên gelekî hûrik dixebitin.10 Curebijêriya mirovan (human taxonomy) şaxeke zanistê ya dabeşkirina cureyên mirovan e ku nifşa “homo sapiens”î (mirovê hişmend) di nava hemû zindiyan de dişopîne; bi vî awayî hem li ser laşnasiya mirovê îroyîn hem jî cureyên windabûyî yên mirovê berê xebatan dimeşîne.11

 

Kulnasiya pêşiyan (paleopathology) şaxeke zanistê ya lêkolîna nexweşiyên mirovî û nemirovî yên pêşiyan e; ji bo bidestxistina encaman rêbaz û çavkaniyên cihêreng bi kar tîne. Bi vê mebestê bermayiyên mûmyayî û hestiyên mirovî, belgeyên kevnare, nîgareyên pirtûkên dîrokî, peykerên dewra berê û paşmayeyên kevirîn ên ajelên berî hezar salan jiyayî tên ezmûnkirin.12

 

Meymûnnasî (primatology) li ser zindînasiya (biyolojî) ruhberên nemirovî yên ku dişibihin mirovan lêkolînan dike; derbarê biyolojî, tevger, geşedan û curebijêriya (taksonomiya)

 

 

 

5 Sage Publishing (2021), “Introduction to anthroplogy”; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://us.sagepub.com/sites/default/files/upm-assets/110568_book_item_110568.pdf; dema gihiştinê: 06.12.2023; 10:40.

 

8 https://www.britannica.com/science/paleoanthropology; dema gihiştinê: 07.12.2023; 20:20.

 

9 https://www.dundee.ac.uk/postgraduate/human-anatomy: dema gihiştinê: 07.12.2023; 20:36.

10 https://en.wikipedia.org/wiki/Histology; dema gihiştinê: 04.01.2024; 23:00.

 

11 https://en.wikipedia.org/wiki/Human_taxonomy; dema gihiştinê: 07.12.2023; 20:49.

12 https://www.sciencedirect.com/topics/medicine-and-dentistry/paleopathology; dema gihiştinê: 07.12.2023; 21:47.

 

van candarên nemirovî de zanyariyan berhev dike, bi taybetî jî bi riya dûrbînên gelekî hesas li ser mêjiyên van giyaneweran dixebite.13

 

Reftarnasiya ajelan (ethology) tevgera ajelan di jîngeha wan a xwezayî de dişopîne û bi vê mebestê lêkolînên zanistî dimeşîne.14

 

Genetîknasiya gelheyê (population genetics) li ser pêkhateya genetîkî ya nifûsê xebatan dike; guherîna xwezayî ya candaran dişopîne, teşe û genên wan raçav dike, teşeguhertin û herka genan tomar dike.15

 

Jîngehnasiya mirovan (human ecology) li ser gelheya mirovan dixebite; şêwaz û geşedana civakê di nava vê nifûsê de dişopîne. Ev zanist jiyana mirovekî li gorî şert û mercên jîngeh û zindînasiyê, demografya û teknolojiya bikarhatî ya dema bûyerê dinirxîne; çanda mirovî û teşegirtina kesayet û pergala wî raçav dike, tevgera wî ya civakî li gorî qabiliyet, hest, bawerî û çavkaniyên jiyana wî şirove dike.16

 

Arkeolojiya biyolojîk (bioarchaeology/osteoarchaeology) di çarçoveyeke arkeolojîk de li ser bermayiyên mirovan dixebite; her wiha lbermayiyên biyolojîkî yên rehek û ajelan ên ku ji şûnwarekî arkeolojiyê derxistî jî vedikole. Biyoarkeolog bermayiyên organîk ên ji cihên arkeolojîk derxistî ezmûn dikin; geşedan, çalakî, jîngeh, tenduristî, xwarin-vexwarinên mirovê berê dişopînin, bi vî awayî derbarê pêwendiyên mirovî yên digel jîngeha xwezayî re derdixin holê.17

 

Laşpîvana mirovî (anthropometri) li ser pîvanên laşê mirovan lêkolînan dimeşîne; ji aliyê mezinahî, teşe, kapasîte û fonksiyonên endaman ve cendekê mirovî dinirxîne. Bi kurtasî ev zanist derbarê geşedana hestî, masûlke û bezê cendêk de zanyariyan berhev dike; hem ji bo kêmkirina ziyanên pîşeyî hem jî ji bo zelalkirina pêwendiya mirovî ya bi peywir, amûr, makîne, navgînên guhastinê û alavên parastinê tê bikaranîn.18

 

  1. Arkeolojî

Arkeolojî lêkolîna paşeroja mirovî ye ku li ser paşmaye û bermayiyên madî xebatan dimeşîne. Ev paşmaye û bermayî hemû tiştên ku mirovan afirandine, guherandine yan jî bi kar anîne dihewîne. Bermayiyên guhêzbar ên wekî amûr û cil û bergan bi gelemperî wekî berhem an jî huner tên binavkirin. Ji bermayiyên neguhêzbar ên wekî pîramîd û stûnan re jî şûnwar tê gotin.19 Divê bê gotin ku arkeolojiya mirovnas bi alîkariya hinek zanistên din zanyariyan berhev dike û encamên xwe yên alîkar radestî mirovnasiya giştî dike; di vê çarçoveyê de:

 

Arkeolojiya pêşdîrokî (prehistoric archaeology) lêkolîna paşeroja mirovî ya berî dîroka tomarkirî ye; ango li ser serdema kevnare ya mirovahiyê xebatan dimeşîne ku wan çaxan mirovan nêçîrvanî û berhevkariya berhemên xwezayî dikir û derbasî akincihiyê nebûbûn. Dibe ku ev pênase pir berfireh be, ji ber ku di hin rewşan de çandên mirovan geş bûne û bêyî pergaleke nivîsandinê avahiyên siyasî, aborî û îdeolojîk ên têkel jî afirandine.20 Arkeolojiya dîrokî (historical archaeology) ya ku îro li çaraliyê cîhanê tê bikaranîn, li ser riyên karwanan, gundên xwecihî, keleh, bajarên wêrane, kanên madenan û deverên hîn jî dagirkirî lêkolînan dike; bi vî awayî nasnameya xwediyên pêşîn ên van şûnwaran diyar dike û pêwendiya şêniyên berê û akincihên dawîn derdixe holê.21Hêjayî gotinê ye ku ev şaxa zanistê pireyekê di navbera pêşdîrok û dîrokê de ava dike û qadên gewr ên nezelal eşkere dike; ji ber ku mebesta arkeolojiya dîrokî ew e ku derbarê civakên li pey xwe

 

13 https://www.britannica.com/science/primatology; dema gihiştinê: 07.12.2023; 22:03.

 

14 https://dictionary.cambridge.org/dictionary/english/ethology; dema gihiştinê: 07.12.2023; 22:17.

15 https://www.nature.com/subjects/population-genetics; dema gihiştinê: 07.12.2023; 23:03.

 

 

 

 

qeydên dîrokî hiştî de zanyariyan berhev bike. Ev qeyd bi awayekî gelemperî materyalên nivîskî ne, lê dîroka devkî jî dikare were bikaranîn.22

 

Arkeolojiya grekoromayî (classical archaeology) lêkolîna çanda madî ya cîhana kevnare ya Deryaya Navîn e ku li ser berhem, şûnwar, bîrdarî û dîmenên vê deverê xebatan dimeşîne; bi giranî li ser şaristaniyên yûnanî û romayî zanyariyan berhev dike, deverên din ên ku serdemekê ketine bin serweriya van şaristaniyan jî vedikole û di vê çarçoveyê de şaristaniyên Mezopotamya, Misir û Rojhilata Nêzîk beşek girîng a vê şaxa zanistê ne.23 Arkeolojiya gelhenas (demographic archaeology) li ser sazûman û dînamîkên nifûsa mirovên berê lêkolînan dike; çalakiyên mirovan û bermayiyên çanda wan a madî li ber ronahiya destkeftiyên arkeolojîk şirove dike. Ev zanist hem kereste û berhemên ku li qadeke diyarkirî hatine bikaranîn dişopîne hem jî şêwazê bikaranîn, mezaxtin û avêtinê raçav dike ku bigihêje hinek texmînên derbarê gelheya şûnwarekî niştecihan de.24 Arkeolojiya pirtûkên pîroz (archaeology of sacred books) wekî lêkolîna bermayiyên arkeolojîk ên dever, çand û serdemên ku tê de metnên pirtûkên pîroz hatine nivîsandin tê pênasekirin; lê belê armanca bingehîn a lêkolînan pêwendiya van dever, serdem û çandan a bi pirtûkên pîroz re ye.25

 

Arkeolojiya deryayî (maritime archaeology) lêkolîna çandên mirovî yên berê ye ku derbarê pêwendî û pergalên mirovan ên bi derya, gol û çemên cîhanê de zanyariyan berhev dike; her wiha bermayiyên madî yên wekî keştî û kelek, deryavan û kelekvan, barên hilgirtî û rawestgehên wan ên li peravan şirove dike. Ji aliyekî din ve ne ku tenê ji bo keştî-kelekên noqavbûyî lêgerînan pêk tîne; lê her wiha hemî aliyên teknolojîk, civakî, aborî, siyasî û dînî yên çanda deryayî vedikole.26

 

Arkeolojiya binê avê (underwater archaeology) li ser şûnwarên binavbûyî, keştî-kelekên

 

li  okyanûs,  derya,  gol,  çeman  noqavbûyî  lêkolînan  dimeşîne;  her  wiha  derbarê

bermayiyên li binê avahiyên çêkirî yên wekî bendav, lîç, hewz û bîran jî zanyariyan berhev

dike. Ev zanist piranî li ser mîrateya çandî ya li binê avan xebatê dimeşîne.27

 

Arkeolojiya bajarvaniyê (urban archaeology) li ser dîroka bajar, bajarok û qadên

mirovnişîn de lêkolînan dike; derbarê xwezaya van waran û jiyana niştecihên wan de hem

zanyariyên tomarkirî berhev dike hem jî agehiyên vedîtî yên netomarkirî li zanyariyên

kevn zêde dike.28

 

Arkeolojiya gelêrî (ethnoarchaeology) derbarê têkiliyên di navbera guherbariya hunerî, tevger û rêxistina mirovan de xebatan dimeşîne; bi riya xebatên li ser zevînê niştecihan pêwendiya mirovên heyî bi niştecihên berê re vedikole û encamên arkeolojîk xurt dike.29 Arkeolojiya pîşesaziyê (industrial archaeology) derbarê dîroka karên pîşesaziyê, karsaz-karkerên pîşesaz û çalakiyên wan de lêkolînan dike; zanyariyên nivîskî, devkî, dîtbarî û şûnwarî berhev dike. Bi vî awayî hem dîroka karekî pîşesaziyê derdixe holê hem jî teknîkên pîşesaziyê, tevger û zanyariyên endazyar-pîşesaz-karsaz-karkerên pîşesaziyê şirove dike.30

 

Arkeolojiya hişmendiyan (cognitive archaeology) derbarê hişmendiya mirovên berê de lêkolînan dike; teorî û têgihiştinên zanistî yên kevn-teze li ser paşmaye û bermayiyên

 

 

08.12.2023; 22:57.

 

 

 

 

 

arkeolojîk disepîne, paşperdeya bîr û baweriyên pêşdîrokî ronî dike, pêvajoya pêşkeftina bawerî û hişmendiyan rave dike.31

 

Rêveberiya çavkaniyên çandî (Cultural Resource Management/CRM) parastin û rêvebirina hêmanên neteweyî ye; di vê çarçoveyê de dîmenên çandî, şûnwarên arkeolojîk, belgeyên dîrokî, dezgehên çandî, avahiyên kevnare, bawerî û ayînên kevnare, mîrateya pîşesaziyê, çanda gelêrî, huner, şûnwarên dînî wekî mîrateya çandî tomar dike, sexbêriyê lê dike û dide nasandin; ev saziya pêwendîdar li gorî biryarên plansaziyê hemû çavkaniyên çandî di şert û mercên heyî de diparêze û bi rê ve dibe.32

 

Arkeolojiya civakî (public archaeology) cureyekî arkeolojiyê ye ku bi destî kesên nepispor ve û ji bo berjewendiya civakê tê meşandin; di vê çarçoveyê de civaka sivîl bi hestên parastin û eşkerekirina hêmanên çandî-dîrokî xwedî li samana arkeolojîk derdikeve, ji bo vê mebestê çalakiyên rewşenbîrî li dar dixe û di nava gel de hişmendiyekê çêdike ku mîrateya çandî biparêze.33

 

  1. Mirovnasiya zimanî

Mirovnasiya zimanî (linguistic anthroplogy) li ser xwezaya zimanên mirovan dixebite û di çarçoveya çandên ku wan pêşxistî de lêkolînan dike; her wisan hewl dide ku bingehên civakî û çandî yên zimên fêm bike, hilberîna mirovî ya axaftin û metnê binirxîne, kapasîteya hizirînê ya mirovî û mekanîzmaya civaka wî şirove bike.34 Ev şaxa zanistê bersivê dide pirsa “ziman çawa bandorê li jiyana mirovî, civak-pergal-xwezaya wî dike?”; lewre li ser rola zimên a di girêdana pêwendiyan, teşegirtina nasnameya civakî û endamtiya komê, rêxistina bawerî û îdeolojiyên çandî, pêşxistina nûnertiya çandî ya hevpar lêkolînan dimeşîne.35 Divê bê gotin ku mirovnasiya zimanî şaxeke piralî ye û di bin sîwana xwe de gelek beşên zanistê yên din jî dihewîne; di vê çarçoveyê de:

 

Zimannasiya sazûmanî (structural linguistics) zimên wekî pergal û avahiyeke têkel dihesibîne; li gorî vê nirxandinê, nasname û berdewamiya zimên bi hevahengiya hemû hêmanên pergalê tên dabînkirin, lewre rêzimana têkuz awêneya xwezayî ya axivgerê wî zimanî ye û divê tenê nûneriya kom û deverekê neke.36

 

Dengnasî (phonology) peydabûna şêweyên dengî yên zimanan vedikole; hin zimanzan dengsaziyê (ango derxistin û ravekirina dengên axaftinê) jî di bin banê dengnasiyê de dinirxînin. Dengnasiya dîrokî (diachronic/historical phonology) guherîna dengan a li dirêjahiya dîrokê vedikole; lê dengnasiya şayesekirî (synchronic/descriptive phonology) pêvajoya pêşveçûna zimên vedikole û qalibên dengan diyar dike.37

 

Peyvnasî (morphology) beşên herî biçûk û watedar ên zimên vedikole; di vê çarçoveyê de morfem yekeyên herî biçûk û watedar ên zimên in ku bêtir nayên dabeşkirin. Du cureyên sereke yên morfeman hene: girêdayî û serbixwe. Ji bo afirandina peyvekê divê morfemên girêdayî bigihêjin morfemeke din; lê morfemên serbixwe dikarin bi serî xwe jî peyvekê pêk bînin.38

 

Hevoksaziya berawirdkirî (comparative syntax) lêkolînan li ser pergalên rêzkirina peyvên hevokên du zimanan (an jî çend zimanan) dike; bi vî awayî wekhevî û cudahiyên zimanên berawirdkirî derdixe holê.39

 

 

31 https://psycnet.apa.org/record/2016-59400-003; dema gihiştinê: 10.12.2023; 11:56.

 

 

 

 

 

 

Watenasiya gelêrî (ethnosemantics a ku carinan jê re “zanyariya gelêrî” jî tê gotin) derbarê şêwazên watedayîna mirovan xebatan dimeşîne; li ser awayên binavkirin û dabeşkirina diyardeyên civakî, çandî û jîngeha mirovî zanyariyan berhev dike.40 Zimannasiya hişmendiyan (cognitive linguistics) li ser pêwendiya ziman, hiş û ezmûna çandî-civakî ya mirovan lêkolînan dike41; li gorî vê zanistê wate û şêwazê peyvê ji hev nayên cudakirin û ziman di nava bikaranînê de tê fêmkirin.

 

Rewanbêjî (pragmatics a ku carinan wekî “watenasiya zimên” jî tê pênasekirin) bikaranîna zimanê xwezayî di nava axaftinên ragihandî de vedikole; têkiliyên di navbera ziman û bikarhênerên wan de derdixe holê.42

 

Zimannasiya civakî (sociolinguistics) derbarê aliyên civakî yên zimên de xebatan dimeşîne; hem pêwendiya di navbera ziman û civakê de şirove dike hem jî awayê bikaranîna zimên di rewşên cuda yên civakî de vedikole. Bi kurtî ev zanist jî bersivê dide pirsa “ziman bandoreke çawan li xwezaya civakî ya mirovan dike û têkiliya civakî çawan teşe dide zimên?”.43

 

  1. Mirovnasiya çandî (gelnasiya çandî)

Mirovnasiya çandî (=gelnasiya çandî/ecological=environmental anthropology) rola çandê û pêwendiyên mirovî yên bi jîngehê e vedikole; li gorî vê teoriyê, mirov hem jîngeha xwe durist dikin hem jî teşeyê didin çanda niştecihên wê jîngehê, her çiqas tevahiya gelheyê bi jîngehê re pêwendiyan girênede jî dever bi xwe bandorê li ser teşegirtina pêwendiyan dike. Ev zanist bi rê û rêbazên gelnasî, gelhenasî, zimannasî, civaknasî û giyannasiyê çanda mirovan dinirxîne; her wiha bersivê dide pirsa “mirov kîjan pergala çandî li hev pareve dikin, çawan cîhana fîzîkî û civakî ya li dora xwe birêxistin dikin û di vê pêvajoyê de kîjan raman, tevger û jîngehan bi kar tînin?”.44 Bi awayekî giştî mirovnasiya çandî derbarê cihêrengiya çandî ya li nava mirovan de xebatan dimeşîne û cihêrengiya çandî wekî guhertoyeke berdewamiya diyarkirî dihesibîne; ji ber ku bi riya çandê, mirov dikare bi şêwazên ne-genetîk hînî pêkvejiyana ligel hawirdora xwe be, xwe ji şert û mercên dorhêlê re biguncîne, her wiha li jîngehên cuda taybetmendiyên xwe yên çandî biparêze, li hemberî çanda gerdûnî (yan jî çanda sepandî) qalikekî mertalî ji xwe re çêke û kakilê çanda xwe ya taybet biparêze.45 Diyar e ku mirovnasiya çandî zanisteke pirşaxî ye û bi gelek zanistên din re jî danûstandinan dike; di vê çarçoveyê de:

 

Têgihîna mirovnasiya civakî bi kurtasî şêwazên tevgera mirovî ya li nava civak û çandê pênase dike; civak û çanda mirovî bi çavekî berawirdkirî şirove dike, bersivê dide pirsên wekî “mirov çawan di nava civakan de dijîn û jiyanên xwe watedar dikin?”, “mirov çima bi van karên xwe re mijûl in?”, “mirov çawan xwe û civakên xwe birêxistin dikin?”, “gelo kîjan çîrokên venegotî yên mirovan hene?”46

 

Mirovnasiya civakî-çandî hem kevneşopiyên mirovnasiya çandî û hem jî ya civakî dihewîne ku derheqa hinek mijarên wekî “jîngeha mirovan”, “têkiliyên zayendî”, “çand, bîr

 

  • bawerî”, “pergalên akincihiyê û malbatê”, “neyeksaniya nijad, çîn û zayendan”, “tevgerên berxwedêr”, mêtingeriya dîrokî û mêtingeriya nûjen”, “pêşveçûn û siyaseta çandî” de lêkolîn

 

  • lêgerînên zanistî pêk tîne.47

 

Mirovnasiya gelheyê (demographic anthropology) bi riya nifûsê li ser çand, zayend û aboriya siyasî ya civakekê xebatên zanistî li dar dixe; derbarê rêjeya gelheyê, kalîte û

 

40 https://anthropology.iresearchnet.com/ethnosemantics/; dema gihiştinê: 12.12.2023; 21:34.

 

 

 

pêkhateyên wê de zanyariyan berhev dike.48Her wiha diyardeyên gelheya niha û berê berawird dike ku pêvajoya zayîn, koçberî û mirinê bi têgihiştineke çêtir şirove bike; ji aliyekî din ve, li gorî rêjeyên berdest dînamîk, qeware û sûdweriya nifûsê jî dinirxîne.49 Mirovnasiya aborî (economic anthropology) derbarê hilberandin, belavkirin, danûstandin û mezaxtina civakekê de zanyariyan berhev dike; liv û tevgera mirovî ya aborî, paşperde û deverên vê aboriyê rave dike. Ev zanist bersivê dide pirsa “civak kereste û karûbarên maddî yên ku jiyanê hêsantir dikin çawan peyda dikin?”50

 

Mirovnasiya siyasî (political anthropology) pêvajoyên civakî-çandî yên li nava hukûmet, dewlet, partî û pergalên din ên siyasî de vedikole; bi lêkolîneke rexneyî ya berawirdkirî hêz, kontrola civakî, desthilatdarî, azadî û wekheviyê di nava civakên seretayî û bajarvaniyê de dinirxîne û şirove dike.51

 

Mirovnasiya hiqûqî (legal anthropology) wate û girîngiya hiqûqê ya li nava civakekê lêkolîn dike; di çarçoveya vê nihêrîna dualî de “civaka ku qanûnan derdixe” û “qanûnên ku teşeyê didin civakê” tên nirxandin. Ev zanist bersivê dide pirsên wekî “qanûn çawan tê afirandin?”, “qanûnên derxistî çawan sazûmanên civakî yên din diparêzin û diguherînin?”, “qanûn çawan tevgerên civakî ava dikin?”.52

 

Îcar mirovnasiya çalakiyan (behavorial anthropology) bi riya nirxandin û pîvandina çalakiyên mirovî hewl dide ku paşperdeya tevgerên mirovî yên kesane şirove bike û encamên lêkolînan ji bo nirxandina tevgerên civakî (yên ku komên mirovan e) bi kar bîne.53

 

Bêguman naskirina mirovan bêyî dîn û ayînên wan ne mumkin e; lewre mirovnasiya dînî (anthropology of religion) hem sazûman, bawerî û sepanên dînê mirovan şirove dike hem jî dîn û ayînên cihêreng bi hev re berawird dike, ji aliyekî din ve rengvedana dîn û ayînan a li ser kes û civakan jî dişopîne.54

 

Hêjayî gotinê ye ku tevahiya pênaseyên jorîn bi kêrî naskirina neteweyekê û taybetmendiyên wê yên cihêreng jî tên; îcar mirovnasiya nijadî (ethno-anthropology) tenê cendekê cureyekî mirovan radixîne ber lêkolînan; lê belê ev zanist 1. hem erdnîgarî, avhewa, xwarin-vexwarin û jîngeha wî dişopîne 2. hem çavdêriyê li ser tevgera wî ya kesane û civakî dike û berhemên wî dinirxîne 3. hem kevneşopî, pêwendî, pergal û rêxistinên wî zelal û nasyar dike 4. hem jî serpêhatiya cureyekî mirovan di dirêjahiya dîrokê de û li nava civakên biyanî dişopîne.

 

Mirovnasiya derûnî (psychological anthropology) derbarê nasnameya kesane, xweserî, serpêhatî, tevger, huner, bîranîn, hişmendî, hest, motîvasyon, zanîn, dînbûn û tenduristiya derûnî ya mirovan de zanyariyên berawirdkirî berhev dike; bi awayekî giştî kesayeta mirovî û şert û mercên jîngeha wî vedikole, bi rêbazên mirovnasiyê derûniya wî ya li nava jiyanê dişopîne.55

 

Mirovnasiya pizîşkî (medical anthropology) şaxek mirovnasiyê ya nû ye ku kes û civakê ji perspektîfên pizîşkî vekolîne; diyardeyên wekî tenduristî, nexweşî û dermankirinê li nava çand, civak û jîngehê dişopîne. Her wiha bersivê dide pirsa “tenduristî û nexweşî di çarçoveya hêzên çandî, dîrokî û siyasî de çawa tên çareserkirin, ceribandin û têgihiştin?”.56

 

 

13.12.2023; 14:42.

 

Mirovnasiya bajaran (urban anthropology) derbarê bajar û şûnwaran de lêkolînan li dar dixe; jiyana bajarî, çand, civak, avahîsazî, guherîn û veguherînan dişopîne. Her wiha sedemên newekheviyan raçav dike; hem dînamîkên çînî, nijadî, zayendî, koçberiyê hem jî nakokiyên malxwe-paleyan, zordestiya siyasî ya desthilatdar û dijraberan vedikole. Polîtîka û tevgerên cudakar, xizanî, koçberkirin, dadweriya li hemberî jîngehê, pêwendiyên kedkar û kedxuran, bazirganî, firoşkariya li kolanan, cihwarkirina welatiyan, rêxistinên civaka sivîl û hevkariyê, çandên hindikjimar û koçberan, rêjeya tundî û tûjiyê jî çendek mijarên vê şaxa zanistê ne.57

 

Mirovnasiya gundan (rural anthropology) derbarê şert û mercên jiyana welatiyên ku li gund, zozan û çolteran dijîn de zanyariyan berhev dike; her wisan hewl dide ku her tiştê nebelgekirî yê derbarê jiyana gund, zozan û çolteran de tomar bike û pireyekê di navbera van deveran û bajaran de ava bike ku xizmetên gelemperî baştir bigihêjin her bihusteke welêt.58

 

Mirovnasiya sepandî/meydanî (applied anthropology) bi zanîn, têgihiştin û rêbazên disîplîna xwe pirsgirêkên civakî, aborî yan jî tenduristiyê yên hemdem çareser dike; bi pêşniyarên erênî arîşeyên civak an jî rêxistinan hêsan dike.59

 

Jîngehnasiya muzîkê (ethnomusicology) di çarçoveyeke civakî û çandî de li ser jîngeha muzîkê dixebite; pisporên vê şaxa zanistê muzîkê wekî pêvajoyeke civakî dinirxînin, derbarê beşdar û guhdarên wê de zanyariyan berhev dikin ku wateya wê muzîkê fêm bikin.60

 

Mirovnasiya hunerî (anthropology of art) derbarê bandora hunerê ya li ser civak, çand û dîrokê de xebatan dike; zengînî û cihêrengiyên hunera mirovî dinirxîne, rengvedana vê hunerê ya li ser pêvajoya jiyanê şirove dike.61

 

Helbestnasiya gelêrî (ethnopoetics) helbestên devkî yên vegotî vediguhêze nivîsê; bi vî awayî bikaranîna herêmî ya zimên di kevneşopiya helbestên gelêrî de dişopîne û ji naveroka wan berheman civakê nas dike.62

 

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply