Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx dibûn û hey çerx dibûn, li aliyê Kurdistanê, li Mîrektiya Botanê, Mîr Bedirxan ji mêj de hikmê xwe xurt kiribû, xutbe li ser navê xwe dabûn xwendin, sike li ser navê xwe dabûn çêkirin û ji xwe re gotibû Hakimê Kurdistanê.

Van du camêrên ha sala 1846an berê xwe da Botanê û wekî mêvanê Mîr bîst û sê rojan li Kurdistanê geriyan, çavdêriyên xwe nivîsîn. Ev çavdêriyên wan ên navê Gerek li Îran-Kurdistanê digire, piştî mirina wan bi gelek salan, di 1926an de li Munîhê ji aliyê neviyê xulamê Mîr Bedirxan ve hat çapkirin.

Berî ku mesele bê ser serpêhatiya vê kitêbê, çêtir e îqtibasek bê kirin. Wright û hevalê xwe di beşa “Roja Bîst û Duduyan” de behs dikin ka Mîr hê ji roja xwe ya ewil de çawa rê li ber diz û rêbiran girtiye, destê wan jê kiriye, serê wan firandiye û dibêjin, “Ecêba Xwedê, isma diziyê li vir tune ye. Va ye hema bêje mehek e em li vir in lê hê kesî bela xwe di me nedaye. Duh kîsê zêr ê Mîr dabû me wenda bû, îro me ew peyda kir, te yê bigota qey kesî nedidît, di ber re diçûn bes li wê nedinêrîn,” bêyî ku hest pê bikin dê rojtira din destxeta wan bikeve destê kesekî din.

Elî Kemal Barûd ku di 1922yan de bi hevalê xwe Safder, û birayên wî Celadet û Kamiran re tê Almanyayê di zanîngehê de perwerde bibe, dest pê dike li ser destxeta misyoneran a ji bavê wî bo wi mayî dixebite û wê amadeyi weşanê dike. “We rasti bive kale min ne diz bu dibêje Eli Kemal di pêşgotin vê kitêbê de. Kalê wî Barûd Hemo ku ji bav û bapirên xwe ve kulamtiya mala Ezîzan dikirin, pişti tekçûna 1846an a Mir Bedirxan, tevî eyalên xwe pê re sirgûnî Girava Giritê búbú û li wir miribû.

“Ew ne tenê xulamê Mir, lê xulamê zanîn û hunerê jî bû,” Eli Kemal lê zêde dike. Barûd Hemoyê ku di wexta xwe de pir dixwaze Mir wî jî tevî çend ciwanên Cizîrê bişîne Ewropayê ji bo ku perwerde bibe, gava ku mirazê wî nagihije seri dest pê dike, hûrik hûrik qanûn û qayîdeyên Mîr binpê dike. “Lê ev ne binpêkirinên wisa mezin in,” di heman pêşgotinê de tê gotin. Binpêkirinên biçûk, wekî desteserkirina kitêban, ku li gorî wî çênabe ji diziyê bê hesêb.

Barûd Hemo roja bîst û sêyan gava mêvanên Mîr heta ser sînor dibe û wan wexer dike, destê xwe ji wan re dihejîne. Ev du camêrên me di cî de ditevizin: Destxeta xwe di destê wî de dibînin. Ev destxeta ku min ê jî paşê di destê Elî Kemal de bidîta, digel Şerefnameyê, Mappa-mundiyê, Atlas Mînorê, diwana Hafiz û çendek berhemên din, yek ji wan hêjahiyan bû bapîrê wî dest danîbû ser ku piraniya wan ji kitêbxaneya Mir Bedirxan hatibûn girtin. Ew kitêbxaneya ku bermahiya kitêbxaneya bapîrê wî Evdalxan bû ku Melek Ahmed Paşa di 1655an de talan kiribû û derxistibû firotanê, wî jî bi dû şopa wê ketibû û ev kitêbên ji ber talanê mayî berhev kiribûn.

Bapîrê Elî Kemal gava li Girîtê dimire, vê kitêbxaneya biçûk a ji Mîr veşartî dide kurê xwe, bavê wî jî teslîmî wî dike gava tê Ewropayê. Dawiya salên 1940î gava çûm Fransayê û min li wir dest bi xwendinê kir, bi saya hevalê wî Kamiran min ew jî nas kir. Li Parîsê di muzexaneyekê de dixebiti. Serboriya bapîrê xwe ji min re vegot û çend destxet nîşanî min dan. Min xatir jê xwest û ji mala wî derketim. Ji ber ku dinya sar bû, min destê xwe xist berika çaket. Mat mam: Saeta bapîrê min, ne tê de bû!

 

📌Ji pirtûka Heft û Heştên Mirovekê, Rûpel; 65 Înan Eroglu 

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply