Sînemaya Kurdî Nasbikin

Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û Kurd-Êzdî di salên 1920’î de (li gor agahdarîya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kişandin û filmên ku bi derhênerîya Emil Ludwing di salên 1930’î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman “Selahaddin”, “Mem û Zîn”, “Xanî Dimdim” û “Siyabendê Selîwan” destanên Kurdî re hatiye avêtin .Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengîyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paş de man.

Di vê navbera dirêj de di qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê “Kilamek Ji Bo Beko” Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.Bi filmên ku piştre hat kişandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir.
Di salên dawî de bi rastî ji pêşketinên erênî pêkhat.Bi taybetî azadîya li Başurê Kurdistanê û mercên ku hat guherandin,pêşketina Medyaya Kurdî,li dar xistina festivalên filmên Kurdî,derketina derhênerên Kurd ku xwedî perspektîf,serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de bidestxistin,bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku bo sinemaya Kurdî pêşerojeke ronal pêşkeş dike û xalên din bo rabûna ser pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin.

Filmên metraja dirêj ku di salên dawîn de hatine kişandin –li Kurdistana Azad,Kurdistana Rojhilat,Kurdistana Bakur û Ewrûpa- wek :
RÊ(YOL) -Yilmaz Güney, MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi, SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok,REWÎTÎYA BÊ DENG (1994) Ibrahim Selman, RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (GÜNEŞE YOLCULUK) (1997) Yeşim Ustaoğlu, BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997) Hiner Saleem, ZAROKÊ NEDIPÊYVÎ (1996), EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz, BA DÊ LI SER ME BIGIRÎ (1999) Abbas Kiarostami, TEXTÊ REŞ (Kurdistana Rojhilat) (2000) Samira Maxalbaf, DENGÊ ERDÎ, DÊMA HÊSPAN SERXWÊŞ (Kurdistana Rojhilat) (2001) Behmen Qubadî, JÎYAN (2001) (Kurdistana Azad) Jano Rojbeyani, FOTOGRAF (2001) (Kurdistana Bakûr) Kazım Oz, AWAZA DAYIKA NIŞTIMAN (2002) (Kurdistana Azad) Behmen Qubadî, QEWDEK GIYA (2003) (Kurdistana Azad) Roland Suso Richter,Kusî Jî Dikarin Bifirin (Kurdistana Azad) (2005) Behmen Qubadî
Filmên metraja kurt ku di salên dawîn de hatine kişandin

HENASEYEK BO TO Mele Resûlî (Kurdistana Azad) (2004), RONAKÎ BO ÊME (Kurdistana Azad), ROJNAME (Kurdistana Azad), SATALAYT (Kurdistana Rojhilat) , TELEFON Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Azad-Kerkûk), ZIRAN,AX (Kurdistana Bakûr) (1999), LEŞKERÊN ŞIKESTÎ Batin Qubadî (Kurdistana Rojhilat),CENG (Kurdistana Rojhilat), XWARINA ÇIYAYÊ SOR

Û bi sedan filmên metraja dirêj û metraja kin(hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn. Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku tê weşandin roj bi roj zêdertir dibe.Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her sal bi dehan filmên metraja kurt tên kişandin.Pêşketina sinemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de pêk hatiye heye.Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi pişgirîya ku Hiku**** Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêde kir.Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek

Bahman Qubadî,Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.

zaningeh.net

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply