Paşeroja fêrkirina zimanê kurdî li Rojavaya Kurdistanê

-Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn-

Pêşek

Bêguman ji aliyê dîtbariyê ve şaristanî li ser hêma (sembol), alfabe û jimareyan ava dibin; lewre pergala fêrkirina her zimanî neçar e ku van her sê hêmanan bi hev re bi kar bîne. Zimanê kurdî yê ku xîmê avahiya kurdan e, hertim di dibistan û saziyên perwerdehiyê yên kurdan û biyaniyan de hatiye xebitandin û hîn jî li kar e. Hemû tevgerên kurdan ên azadîxwaz ji destpêka sedsala 20an û pê ve daxwaza perwerdekariya kurdî kiriye; ji bo nîşandana rijdî û cidiyeta xwe jî xwe spartiye riyên siyasî-dîplomatîk, serhildan û şoreşan. Alfabeyên latînî yên Bedirxaniyan û Erebê Şemo-Marogulovî du dibistanên sereke yên vê destpêşxêriyê ne ku li du deverên cuda hatine pêşvebirin: Aran û Botan. Ekola Aranê di salên 30î yên sedsala bihurtî de pergala sovyetî ya dibistanan wergerandibû kurdî; pirtûkên dersê yên vê pergalê di dibistanên Kurdistana Sor de hatibûn bikaranîn, lê Ekola Botanê derfet nedîtibû ku pergaleke giştî ya dibistanan iava bike. Xebatên pêşîn ên amadekirina pirtûkên dersê yên bi alfabeya bediraniyan li Kampa Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatibûn destpêkirin; lê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a li Rojavaya Kurdistanê (Rêveberiya Xweser a li bakur û rojhilata Sûriyê) pergaleke kurdî ya giştî hate amadekirin û di dibistanan de hate fêrkirin. Her çiqas nimûneyên pergala sovyetî pir kêm û ne berdest bin jî, Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser tevahiya pirtûkên xwe yên amadekirî daye ser malpera xwe ya înternetî û li her dera cîhanê tê şopandin.[1] Di vê gotarê de em ê balê bikêşin ser pergala fêrkirina zimanê kurdî ya li Rojavaya Kurdistanê; vê pergalê bi çend pergalên kurdî û biyanî re berawird bikin, li gorî zanistên perwerdekariyê dagirtina naveroka pirtûkên dersê binirxînin û ligel rexneyeke çaksaziyê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

1. Geşteke meydanî li nava pergalên cînaran

Ji bo ku em bibînin bê ka cînarên me çawan zimanên xwe yên fermî hînî zarokên xwe dikin, divê em derketana geşteke meydanî û ji bo vê yekê me pirtûkên çend dewletan tesele kirin: DYA, Rûsya, Tirkiya, Îran û Misir. Hevpariya hemû pergalên wan ên nûjen ew bû ku tîpên alfabeyan û jimare bi wêneyan dihatin hînkirin; lê belê ji ber cihêrengiya malbatên zimanî û alfabeyan her yekî rêbazeke taybet bi kar aniye. Ji aliyekî din ve hemû pergalan bi du astan zimanê fermî fêrî zarokan dikir: di asta yekem de (nîvê yekem ê sala perwerdehiyê) alfabe, jimare û kîtekirin (bilêvkirin) dihate temamkirin. Di asta duyem de (nîvê duyem ê sala perwerdehiyê) jî zarok bi tekstên hêsa dikete nava çemê xwendin-nivîsandinê û ji bo sala duyem amade dibû. Îcar piştî vê geştê em vegeriyan nava baxçeyê kurdan; me di destpêkê de pirtûkên hînkirina alfabeyê yên her du ekolên kurdî Botan û Aranê berawirdkirin. Piştre me pirtûkên nûjen ên bakurê Kurdistanê, diyasporaya kurd û yên Herêma Kurdistanê yên fermî kontrol kirin. Bi vî awayî ji me re hinek qinaet çêbûn ku em ê di nava gotarê de wekî pêşniyaran pêşkêş bikin.

2. Bi kurtî serpêhatiya alfabeyên Aran û Botanê heta roja îroyîn

Alfabeya dibistana Aranê (ya ku wekî “alfabeya Erebê Şemo û Îshaq Marogûlovî” tê naskirin) yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ye û sala 1928an bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenistanê hatiye amadekirin. Di sala 1929an de bi vê alfabeyê pirtûka yekemîn hatiye çapkirin ku li cihanê bi sernavê “Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi” (“Xwe-xwe hînbûna xwendina nivîsara kurmancî”) tê naskirin.[2] Di vê alfabeyê de ji bo 38 dengan tîp hatibûn afirandin ku hinekên wan ne dengên kurdî bûn, lê ji aliyê kurdan ve dihatin bilêvkirin; her wiha hinek ji van tîpan ji kîrîlî û alfabene din hatibûn wergirtin. Serdemekê ev alfabe hate betalkirin û li tevahiya Sovyetê alfabeya kîrîlî hate ferzkirin; bi vê biryara giştî re êpêcek pirtûkên kurdî jî bi alfabeya kîrîlî hatin weşandin. Piştre ev biryara sovyetî jî hate sistkirin û hilweşandin; lê kurdên sovyetî venegeriyan alfabeya pêşîn a Şemo-Marûgulovî û alfabeyeke nêzikî ya bedirxaniyan bi kar anî. Divê bê gotin ku di vê alfabeya guhastî de jî hem tîpên /ç/, /k/, /p/, /t/yên hişk-stûr hem jî dengên /eyn/ û /he/yê yên erebî hatin parastin. Îro -digel serhişkiya hinek kurdên Aranê yên temenmezin- piraniya kurdên Sovyeta berê jî alfabeya Botanê bi kar tînin.

Alfabeya Botanê ya ku ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li Botanê hate afirandin, amadekirina wê vedigere salên 1919an; lê cara pêşîn di sala 1932an de wekî pirtûk û kovar derkete ber ronahiyê. Divê bê gotin ev alfabe jî rastî guhertineke biçûk hat; di destpêkê de tîpên /q/ û /k/yê berevajî bikaranîna îroyîn hatibûn danîn, wekî mînak peyva “Kurdistan”ê wekî “Qurdistan”ê dihate nivîsandin û piştre alfabeya îro ya berbelav derkete holê.

Bêguman pirsgirêka kurdan a alfabeyan bi vê yekê neqediya; kurdên Behdînanê ji mêj ve alfabeya erebî bi kar dianîn û ji vê kevneşopiyê raneqetiyan; her wiha hinek kurd hewl didin ku alfabeya latînî ya kurdî bişibihînin alfabeya latînî ya tirkî û hinek jî dixwazin alfabeya kurdî ya erebî nêzikî alfabeya farsî bikin.

Hêjayî gotinê ye ku roja îroyîn du alfabeyên serdest di medyaya kurdî de li kar in: alfabeya Botanê ya bedirxaniyan û alfabeya Behdînanê ya erebî.

3. Bi kurtî serpêhatiya pergalên perwerdekariya fermî ya kurdên kurmancîaxêv

Wekî ku berê jî hate gotin, pergala perwerdekariya fermî ya kurdên kurmancîaxêv cara pêşîn li Kurdistana Sor a heyama Sovyeta berê hate sepandin; di destpêkê de pergala rûsî ji bo kurmancî hate wergerandin û piştre ji bo vê mebestê Dibistana Bilind a Mamostegihandinê li bajarê Şûşayê hate vekirin. Mixabin vê rewşê zêde berdewam nekir û di serdema Stalînî de hate hilweşandin; niha tenê nimûneyeke dersa bîrkariyê (Arîfmetîka ji bo dersxana V û VIa) û çend nimûneyên hîndekariya kurmancî û wêjeya wê (ji bo çend polên xwendinê) li ser înternetê peyda dibin. Ew mîrateya amadekirî ya giranbiha ji aliyê kurdên sovyetî ve bi awayekî dîjîtal nehatiye parastin; haya kesî jê tuneye bê ka nimûneyên arşîvî yên fermî li kîjan pirtûkxaneyê ne.

Di pêngava duyem de hinek xebatên destpêkî li Herêma Kurdistanê û Kampa Mexmûrê hatin ceribandin; lê belê kurd piştî damezrandina Herêma Kurdistanê, kurdîkirina pergala perwerdehiyê û amadekirina pirtûkên dersê yên bi kurdiya soranî zêdetir şareza bûn. Lewre Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya pergala soranî (ya ji aliyê pisporên perwerdekar ve amadekirî) wergerande kurmanciya behdînanî û vê yekê derfet da kurdên bakurî yên penaber jî li Kampa Mexmûrê dest bi amadekirina pergala xwe bikin.

Di pêngava sêyem de berpirsên Rêveberiya Xweser li ser bingehê xebatên Kampa Mexmûrê xîmê pergaleke giştî ji bo dibistanên xwe avêt; taybetmendiya vê pergalê ew bû ku devoka devereke kurdî wekî pîvane nehate tercîhkirin, lê belê li ser rêça Hawarê ya naskirî û navdar xebateke berfireh hate meşandin.

4. Bi kurtî berawirdkirina pergalên perwerdekariya fermî ya kurdên kurmancîaxêv

Pergala Aranê (Kurdistana Sor), pergala Behdînanê (Herêma Kurdistanê) û Pergala Botanê (Rojavaya Kurdistanê) -hem ji aliyê naverokê ve hem ji aliyê mebestên amadekirinê ve- sê pergalên cuda ne.

Divê bê gotin ku pergala Aranê -her çiqas bi kurdî hatibe amadekirin jî- ne pergaleke kurdperwer e; li ser bingehê berjewendiyên Sovyetê û ji bo entegrekirina gelên hindikjimar hatiye amadekirin. Ji nimûneyên hêma, navên bajaran û şêwazê rêzkirina agehiyan bîrdoziya komunîzma sovyetî difûre; bi kurtî kurd bi ziman û ramanên xwe vedigerin kêrtikeke çerxa sovyetê û bi dilrehetî xwe dibexşînin berjewendiyên cemawerî yên dewleta desthilatdar. Ligel vê yekê jî, ev pergal mîrateyeke çandî-zimanî ya giring e ku divê ji bo pêşxistina ziman û zanyariyên kurdan bên xebitandin, jê sûd bê wergirtin û ji bo xebatên pêştir bê parastin.

Her çi ku pergala Behdînanê ya Herêma Kurdistanê ye, -her çiqas bi kalîteyeke zanistî-hunerî hatibe amadekirin jî- ne pergaleke kurdî ya gelemperî ye; li ser bingehê parastina devoka Behdînanê ya kurmancî li hemberî kurdiya soranî ya fermî hatiye amadekirin. Hinek kêmasiyên pirtûka dersê ya refa yekem nîşan didin ku bi lez û bez hatiye nivîsandin, -wekî ku pizîşkek carinan keresteyên nojdariyê di cendêk de ji bîr dike- nimûneyên soranî bi temamî nehatine kurmancîkirin. Ji aliyekî din ve axaftina rojane ya gelê deverê (pirî caran sormanciya Duhokê) wekî pîvane hatiye tercîhkirin û çarçoveya hevpar a rêzimana kurdî hatiye paşguhkirin; tu dibêjî hinekan nexwestiye ku kurmanciya Behdînanê nêzikî kurmanciya bakurî be û qe nebe ji aliyê bingehên rêzimanî ve bigihêje standardeke berendamtiyê. Lê her çawan hebe, bîrdoziya li pişt pergala Behdînanê hest û ramanên neteweperwer dihewîne; wekî mînak: bi awayekî sîstematîk xwedî li kelepora kurdî ya giştî, erdnîgariya tevahiya Kurdistanê û destkeftiyên kurdan derdikeve. Hêjayî gotinê ye ku hêmayên sazûmanî yên siyasî-civakî hertim tên dubarekirin; gelekî berbiçav e ku hişmendiya komîteya amadekar ji asta dewletxwaziyê derbasî asta dewletsaziyê bûye.

Îcar pergala Botanê di rewşeke gelekî aloz a nexweşiya kujer (Covid-19) û şerê tuneker de hatiye amadekirin: ji aliyekî ve nexweşiya Koronayê, pêwistiya perwerdehiya dûreke û dema kurt pêkutî li xebatan kiriye; ji aliyê din ve rewşa şerê piralî yê li dijî hebûna kurdan, kêmasiya kadroyên pîşekar-zimannas, kêmasiya derfetên teknolojîk-hunerî û boykotkirina beşeke kurdên deverê ji bo berjewendiya hêzên dagirker bandor li kalîteya berheman kiriye. Di encamê de pirtûkên dersê yên ji aliyê hûnaka zimanî ve xurt û ji aliyê keresteyê zanistî ve qels derketine holê ku gelek caran ji aliyê pisporan ve hatine rexnekirin.

5. Dersên refa yekem a seretayî di pergalên perwerdekariya kurmancîaxêvan de

Derbarê dersên perwerdekirî yên li Kurdistana Sor de agehiyên berdest peyda nabin; lê di wê serdemê de ligel çend dersên bi zimanê rûsî dersa xwendin-nivîsandinê ya bi zimanê xwecihî hebûye, bîrkarî û zanist jî geh bi zimanê xwecihî û geh bi rûsî hertim hatine hînkirin.

Di pergala perwedehiyê ya Herêma Kurdistanê de dersên sereke yên zarokan: zimanê kurdî, bîrkarî, zanist, dersa dînî (li gorî bawermendên îslamê û êzidîtiyê cuda ne) û ingilîzî ne. Divê bê gotin ku hemû dersên kurdî bi alfabeya erebî ne û tenê dersa ingilîzî bi alfabeya xwe ya latînî ye. Îcar dersa zimanê kurdî li ser du astan hatiye dabeşkirin: di asta yekem de zarok hînî xwendin û nivîsandina alfabe û kîteyan dibe û di asta duyem de jî hînî peyv û hevokan dibe, her wiha tekstên hêsa dixwîne û dinivîsîne.

Di pergala perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser de bi tevahî pênc ders hene: zimanê kurdî, bîrkarî, werziş, muzîk, wênesazî. Divê bê gotin ku dersên dînî ji bo tevahiya astan nehatine amadekirin û pergala kurdî bi alfabeya latînî ye. Bi rastî ev valahiyeke mezin e, kendalekî xeternak e; ji ber ku welatiyên Rêveberiya Xweser her gav û du gav rastî êrişên dîndarên firofahşo tên, li hemberî raman û tevgerên wan ên dijmirovahî û dijxwedayî têkoşîneke lehengî didin. Lewre divê her dînekî wê civakê li gorî tekstên resen ên wî dînî bên hînkirin; ji ber ku ev çekeke xwezayî ya sereke ye û rê li ber derketina/derxistina gelek aloziyan-fitneyan digire.

6. Li Rojavaya Kurdistanê pergala fêrkirina zimanê kurdî ji bo refa yekem a seretayî

Gava mirov bi çavekî zanistî li pirtûka dersê ya “Zimanê Kurdî 1”ê binihêre, xuya dibe ku li Rojavaya Kurdistanê berhemeke bêkalîte ya perwerdehiyê hatiye amadekirin; ji ber ku ev berhem hem ji aliyê dîtbarî û hişmendiyê ve hem jî ji aliyê zanistên perwerdekariyê (pedagojiyê) ve gelek şaşî û kêmasiyan dihewîne. Ji ber ku di hemû pirtûkên hîndekariyê de çi bê hînkirin, ew tişt ji xwendekarî tê xwestin û ev rêbaz di pirtûkê de hatiye paşguhkirin.

6.1. Kêmasiyên pedagojîk ên pirtûka dersê “Zimanê Kurdî 1”

Gava em ji bo asta yekem a payîzî li pirtûkên dersê yên dewletên din dinihêrin, pêşiyê xêzkirin û piştre xwendina hêmaya xêzkirî tê fêrkirin; ji bo vê yekê jî wêne û grafîkekî guncayî tê hilbijartin ku xwendekarê zarok bi awayekî wêneyî (fotografîk) hêmaya hînkirî di hişê xwe de digire û wê bi qelema xwe teqlîd dike. Wekî mînak: di pirtûkên hîndekariya farsî de ji bo tîpa “sîn”ê (S) pêlên avê hatine nîşandan û yên tirkî de ji bo tîpa /e/yê serê masiyekî hatiye nîgarkirin. Zarok pênûsa xwe li ser xalan digerîne û hînî nivîsandinê dibe; piştî ku xêzkirin temam kir jî berhema xwe bi nav dike û navê tîpê dibêje. Ev aliyê pedagojîk ji aliyê alfabeya Aranê ya sala 1929an ve jî hatiye paşguhkirin;[3] lê di alfabeya Ronayî yê sala 1931an de ev şaşî heta radeyeke bilind hatiye sererastkirin.[4] Gava mirov li alfabeyên kurdan ên erebî dinêre, pirtûka dersê ya Herêma Kurdistanê jî heman kêmasiyê dihewîne.[5] Ji vî aliyî ve alfabeya Botanê ya sala 1932an hem li gorî heyama xwe hem jî li gorî pirtûka dersê ya Rêveberiya Xweser bêhtir serkeftî û pedagojîk e. [6] Heke mirov bi nimûneyan mijarê zelal bike:

a. Di waneya yekem a pirtûka dersê ya Rêveberiya Xweser (Zimanê Kurdî Seretayî 1) hatiye gotin: “Tîpên ku em dê di vê beşê de fêr bibin: a, k, r, e, i, b.” Îcar tê dîtin ku di fêrkirina vê tîpê de tîpeke navnegotî jî hatiye nîşandan û tîpa /Aa/yê bi /v/yê hatiye hînkirin /a/ û /v/ bi “av”ê hatine nîgarkirin. Şaşî û kêmasiyên bi vî awayî gelek in. Her wiha fêrkirina alfabeyê li tevahiya salê hatiye dabeşkirin û pirtûka dersê bi hînkirina xwendin-nivîsandina tîpa /z/yê diqede û metnên xwendin-nivîsandinê gelekî kêm in. Bi kurtasî, li gorî pirtûkê zarok di asta duyem de derbasî xwendin û nivîsandina rewan nabe; ev ast ji bo sala duyem tê hiştin.

b. Di waneya yekem a alfabeya Aranê de (Ronaî, 1932) tîpên /n/ û /a/yê hatine pêşkêşkirin û hemû peyv bi van tîpan hatine afirandin: “na”, “nan”. Piştre gava tîpên /o/, /e/ û /î/yê hatine nîşandan, peyvên bi tîpên bihurtî jî hatine bikaranîn: “Neno nan anî.”

c. Di waneya yekem a alfabeya Botanê de (Rûpeline Alfabeyê, 1932) sê tîp di destpêkê de hatine nîşandan, her wiha jimareya “1/yek”ê jî hatiye nasandin:

/Aa/, /Dd/, /Rr/

da, ra, a, ar, da

DA, RA, A, AR, DA

RA, AR, A, DA, AD

ra, ar, a, da, ad

Adar

Dar, ad, ar, da, ra, a, ar, da

Dar, rada, dada, adar, ar

Aa, Dd, Rr

1

Divê bê gotin ku ji aliyê derûnînasî û civaknasiyê ve pirtûka dersê ya Rêveberiya Xweser desthilatdariyê dide mamosteyî û berpirsiyariyê dike stûyê xwendekarî; divê mamoste pirî caran derkeve derveyî naveroka pirtûkê û ji bo fêrkirina xwendekaran hinek rêbazên kesane biafirîne ku zarokî hînî xwendin û nivîsandinê bike. Êdî mamosteyê jêhatî ew kes e ku xwendekarên xwe bi şêwazên xwe yên taybet perwerde kirine; xwendekarê jîr jî ew zarok e ku ji dorhêla xwe ya xwenda sûd wergirtiye û li dûrî çarçoveya pirtûkê zanyariyên xwe bi pêş xistine.

Hêjayî gotinê ye ku pirtûkên dersê yên Behdînanê hertim mamoste, malbat û xwendekarî bi hev re gazî berpirsiyariyê dikin. Wekî mînak di pêvajoya fêrkirinê de hertim nîşeyên ji bo dê-bavan û mamosteyan hene; perwerdehiya xwendekarê seretayî encameke rênîşandana her du aliyan e û ev taybetmendî di pirtûkên dersê yên Rêveberiya Xweser de hatiye paşguhkirin.

6.2. Kêmasiyên rastnivîs û rêzimanê yên “Zimanê Kurdî 1”

Her çiqas di pirtûka dersê de gelek şaşî û kêmasiyên rastnivîs û rêzimanê hebin jî, bi me çareserkirina wan di nava dersê de pêkan e; lê şaşiyên metodolojîk pir xeternak in û divê demildest bên sererastkirin. Mirov di xwendina pirtûkê de gelek caran dibîne ku kêmasiyên rastnivîsê vedigerin şert û mercên amadekirina pirtûkan. Bêguman tevahiya pirtûkên pergala perwerdehiyê di heyama şerekî tuneker î berdewam de hatiye amadekirin, berhevkirin û çapkirin; lewre ev şaşî û kêmasî -bi me- ewqasî ne jiyanî ne, bi destwerdana mamosteyî hema li cih tên paqijkirin. Gelekî asayî ye ku bilindekên tîpên dengdêr (ê, î, û) hatibin paşguhkirin, tîp şaş hatibin nivîsandin, hinek peyv bi şaşî hatibin bikaranîn, peyvsazî û hevoksaziyên şaş hatibin pêşkêşkirin; îcar kar û bar dikeve ser milên mamosteyan û malbatan ku bi hemahengiyê van birîn-pirsgirêkan derman bikin.

Encam

Mixabin rewşa zarok û xwendekarên kurd naşibihe tu welat û neteweyî; di destpêka pêşîn a sedsala demokrasî û mafê mirovan de kurd tenê ji bo kurdbûna xwe êş û azaran dikêşin, ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî bedelên giran didin û ji bo ku xizmeta axa xwe nekin ji welatên xwe tên qewartin. Bêguman li Rojavaya Kurdistanê zarokê kurd li gorî çarçoveyên pêşketî yên cîhanê nikare perwerdehiyeke dadwer wergire û ev bêparî vedigere xemsariya (carinan dijminatiya) pergala cîhanê ya li hemberî pirsgirêkên kurdan. Wekî mînak li nava dewletên Yekîtiya Ewropayê xwendekar tê teşwîqkirin ku heft zimanên biyanî hîn bibe[7], lê kurd têkoşîneke dijwar dimeşînin ku bikaribin ligel zimanekî biyanî zimanê xwe yê neteweyî jî hîn bibin, ji bo kurdan yekzimanîbûn hema hema qedexe ye; ji ber ku kurdbûn, kurdmayîn û kurdistanîtî wekî zêdegaviyekê yan jî sûcekî tê pejirandin. Ji aliyekî din ve raportên UNICEFa Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku gelek welat polîtîkayên zimanê zikmakî bi pêş dixin; lê gava pratîkên li dibistanan ji polîtîkayên neteweyî cihê dibin, li şûna zimanê zikmakî alîkariyê ji zimanên navneteweyî (yek ji wan îngilîzî ye) werdigirin. Ji ber ku dê û bav û perwerdekar dixwazin ku zarokên wan bigihêjin karên navneteweyî û di refên şirketên pirneteweyî de beşdarî aboriya cîhanî bibin.[8] Lê mixabin gava kurd bi alîkariya zimanekî biyanî zimanê xwe yê neteweyî bi pêş dixin, rasterast dibin hedefên meşrû ji bo dagirkerên Kurdistanê. Lewre bilindkirina asta perwerdehiya Rojavaya Kurdistanê erkeke neteweyî ye ku divê tevahiya kurdên pispor bi zanyarî û aboriya xwe vê proje û berxwedanê bervepêş bikin û wê bigihêjinîn asteke pêşketîtir.

Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)-umiddemirhan.wordpress.com

Nîşeyên gotarê:

[1] Malpera fermî ya Saziya Minhacan ji bo pirtûkên dersê (0-12): https://pirtukenrebaz.xyz/index.php/ku-m/; dema gihiştinê: 10.09.2023; 00:06.

[2] Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Alfabeya_Şemo-Marogûlov; dema gihiştinê: 10.09.2023; 01:16.

[3] Ji bo alfabeya Erebê Şemo-Îshaq Marûgulovî, Xwe xwe hînbûna nivîsara kurmancî, 1929. Ji bo nusxeya înternetî binêre: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/F6VLJ93ATS.pdf; dema gihiştinê:10.09.2023; 15:58.

[4] Î. Marogûlov & R. Drambyan (1931), Ronaî: ktêba elifbaya kurmancî, Neşîreta Hukmetê: Rewan. Ji bo nusxeya înternetî binêre: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/82XDGC4UK6.pdf; dema gihiştinê:10.09.2023; 16:17.

[5] Wezareta Perwerdeyê û Xwendina Bala ya Herêma Kurdistanê (2015), Xwendina kurdî: pola êkê bineret – werzê êkê, Hewlêr.

[6] Mîr Celadet Alî Bedirxan (1932), Rûpeline Alfabeyê, Kitêbxana Hawarê-Çapxaneya Tereqî: Şam; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/72A9XUKYVC.pdf; dema gihiştinê:10.09.2023; 16:31.

[7] Schola Europaea / Office of the Secretary-General Pedagogical Development Unit, Language Policy of the European Schools Approved by the Board of Governors at its meeting of 6th, 7th and 8th of December 2022 – Brussels (Hybrid), ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.eursc.eu/BasicTexts/2019-01-D-35-en-4.pdf; dema gihiştinê:10.09.2023; 18:36.

[8] Barbara Trudell (2016), The impact of language policy and practice on children’s learning: Evidence from Eastern and Southern Africa, United Nations Children’s Fund (UNICEF); ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://www.unicef.org/esa/sites/unicef.org.esa/files/2018-09/UNICEF-2016-Language-and-Learning-Executive-Summary.pdf; dema gihiştinê:10.09.2023; 21:18.

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply