Helbest Ji Bo Zarokan

HELBEST JI BO ZAROKAN*
Morag. S. (2023). Helbest ji bo Zarokan, Wer. Dilan Tayçur, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…

Morag Styles
Prof. Dr., Homerton College-University of Cambridge, Education Department, Emeritus Fellow.

Wergêran: Dilan Tayçur
Xwendekara Masterê, Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî, dilantaycurr@gmail.com ORCID: 0009-0009-2664-9557

Helbesta Gundewarî yan ‘Lihevanînok’[1]: Helbesta ji bo Zarokan çi ye?[2]

Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.

Helbet, ji helbestvanên ku bi taybetî ji bo zarokan nivîsîne; hinekan tercîh kiriye ku wexta xwe di navbera xwînerên xwe yên muxtelif de dabeş bikin; hinek jî di helbesta zarokan de bûne pispor. Lêbelê, grûba paşîn, ji hêla edîtorên bitesîr ên berê û niha ve hatiye marjînalkirin. Coventry Patmore, di nivîsa xwe ya bi sernavê “From the best poets” (ji helbestvanên herî baş) ya di The Children’s Garlandê (Berhevoka Zarokan) (1862) de, bi israr dibêje: “Min nêzî hemû helbestên ku bi eşkereyî ji bo zarokan; û piraniya helbestên ku bi xema mezinan li ser zarokan hatine nivîsîn, li derveyî xebatê hiştine.” Dîsa Neil Philip (1990) dibêje: “Ez her tim baldar bûm ji bo helbestên ku bi taybetî ji bo zarokan hatine nivîsîn û li ser tevahiya berhemê bêyî hesta axaftin û nivîsandinê, xwe ji xwînerê nûciwan re pêşkêş dikin.” (15).

Nêrînên wiha ne kêm in. Helbestên Shakespeare, Wordsworth û Tennyson yên ku qet ji bo zarokan nehatine nivîsîn, di antolojiyên biprestîj ên sedsalên dawî de ji berhemên Stevenson, Lear yan jî Rossetti pirtir hatine berhevkirin. Li antolojiyên giştî yên helbestan ên navdar ên sedsala 19an û 20an binêrin û îhmalkariyên di wan de bibînin. Helbestvanên ji bo zarokan dinivîsin li ku ne? Jin li ku ne? Piraniya antolojiyên raboriyê û yên niha, tercîhên komên elît ên zilamên akademîsyen nîşanî me didin. Helbestên jinan, yên karkeran, yên mînorîteyên etnîkî û yên ku di nivîsîna helbesta nûciwanan de pispor in, bi gelemperî wekî çîna duyemîn tên hesibandin. Beşeke mezin a helbestê ku bi rastî ji hêla zarokan ve hatiye pejirandin, ji hêla antolojînûsan ve hatiye paşguhkirin. Arezûyên pêşketî yên mezinan û tiştên ku zarok ji bo xwendinê hildibijêrin di navbera xwe de her tim xwedî tansiyonekê ne û ev tansiyon li tu cihî bi zelalî xuya nake ji bilî di antolojiyên helbestên ji bo nûciwanan de.

Hin ji van helbestên mezinan, ji hêla zarokan bi xwe ve hatine pejirandin; ew meyleke rasteqîn e û nîşan dide ku xwînerên nûciwan ji bo şekildana edebiyata xwe xwedî xwestineke bihêz in. Dîwana bi navê I Like This Poem (Ez ji vê Helbestê Hez Dikim) a Kaye Webbê koleksiyonek e ku zarokan pir jê hez kiriye (lê bêguman, komeke zarokên xwedî îmtiyaz); û ew gelek tiştên ku berî sedsala 20an hatine nivîsîn, dihewîne. Lê ne hewce ye ku tradîsyonalîst telaş bikin: bi tenê, kêfa zarokan îro ji xwendineke cihêreng re tê.

Hin temayên herî populer ên ji bo zarokan, daîmî dimînin -xweza, sêhr, behr, hewa, jiyana dibistan û malbatê, serpêhatî û her tiştê ku wan dikenîne.- Mijareke herî bihêz jî keşifkirina zarokatiyê bixwe ye. Gelek helbestvan ji bo zarokan dinivîsin, ji ber ku ew dixwazin (pirî caran bê hemdî xwe) “zarokê di hundirê xwe de” fehm bikin. Aliyê vê yekê yê xirab, dibe ku ev bibe xwebînî û nostaljî; ji aliyê baş ve jî, ew dikare bigihîje kubariya Rosetti, venêrîna nerm a Stevenson yan jî çîrokên Rosen yên mitewazî û ecêb yên li ser jiyana rojane. Mezin dê her tim bi “lensên berevajîker” ên xewn, hêvî, bîranîn û pêşdaraziyên xwe li zarokan binêrin: ev yek bûye sedema nivîsîna hin helbestên herî karîger û dilzîz ku heta niha hatine nivîsîn.

Heta nîvê sedsala 18an, piraniya helbestên ji bo zarokan ên di ders, fabl (helbet yên exlaqî) û îlahiyan de pêşkêşkirî dîdaktîk û pir hişk bûn. Ji bo kesên ku dikarî wan bi dest bixin, divê helbestên di chapbookên[3] marjînal de bi wan re tezadeke mezin çêkiribe, ji ber ku yên di chapbookan de bêteşe, xav û dramatîk bûn. Hejmareke giring a helbestvanên ku di destpêka sedsala 19an de ji bo zarokan dinivîsî, ji perwerdekirina xwînerên nûciwan bêtir dixwestin ku zewqekê bidin wan. Çîrokên hişk ên exlaqî yên di helbestan de, veguherîn fantazyayên helbestên perwerdeker[4]; helbestên bikêf yên li ser tevgerên xeyalî yên heywanan bûn populer; lorîk û vegêranên kubar ên hezkirinê yên di navbera zarok û dê û bavan de êdî di helbestên ji bo nûciwanan de hatin veguhastin. Di Serdema Vîktoryen[5] de jî hin mîzahbêjên baş derketin holê û helbestên absurd ji bo menûya xwendinê ya zarokan bûn beşeke bingehîn. Heta wê demê formên berbelav: lîmerîk[6], helbestên vegêranî, balad, stran û zûgotinok bûn. Hema hema hemû bi qafiye û bi pîvaneke birêkûpêk bûn; helbesta serbest heta nîvê dawî yê sedsala 20an serdest nebû. Antolojiyên ku ji helbestvanên cuda pêk dihatin, ji vê serdemê pê ve bi koleksiyonên yekhelbestvanî re kete nava reqabetê: Burns, Clare, Cowper, Goldsmith, Keats, Pope, Shelley û Scott bi awayekî domdar li van antolojiyan tên daxilkirin.

Guherîna mezin di sala 1970yî de pêk hat, wexta ku bajar bû mijara helbestên ji bo zarokan. Lîrîzma berê ya xeyalperest û pirî caran gundewar, veguherî tiştekî zêdetir dunyewî, yan jî awayekî din, belkî veguherî mustehceniya di chapbookan de. Helbestên vê serdemê bêtir nêzîkî “dinyaya real” in ku -ne bi tenê zarokên çîna navîn- gelek zarok dikarin wan tecrûbe bikin. Bi piranî teswîrên dibistanên paqij, helbestên pastoral û gundewarî, hêmayên şîrîn êdî di raboriyê de man. Dibe ku xweza hîn jî navend bû, lê bi îhtîmaleke mezin ew di şiklê helbestên tund yên derbarê heywanan de bû -ku ji hêla nivîskarên mîna Ted Hughes ve hatine nivîsin-; yan jî teswîrên êrîşker nîşan didan ka mirov hawirdorê çawa wêran dike. Mîzah berbelav bû, lê mijarên ciddî jî nedihatin paşguhkirin.

Derbarê naverokê de, hin tişt hene ku nebûne mijara axaftinê. Helwesta dawiya sedsala bîstan bi şêweyekî nûjen bû, ji ber ku zarokatiya di helbestê de bihêz e -ji bo hinekan gelekî zêde. Lêkolîna dawî ya Iona Opie ya li ser “tevgerên zarokan bêyî hebûna mezinan”, The People in the Playground (Opie 1992) (Mirovên li Parkê), dibe ku şîrovekerên diltenik qanih bike ku zarok bi gelemperî bihêz û qahîm in; û pêdiviya wan bi lîteratûrekê heye ku bihêzbûna wan eşkere bike.

Herwiha helbesta hemdem a ji bo zarokan zimanê xwecih tercîh dike û di meyla şêwaza serbest û bêteşebûnê de ye. Hemû formên populer ên berê hîn jî xuya ne; lê di helbesta zarokan de rap, stranên lîrîk, helbesta dubê[7], haîkû[8], helbesta konkret, helbesta zaravayî, monologên dramatîk û helbestên sohbetê yên realîst jî hene. Zemanekî, xwendina helbestên xweş gelekî bi qîmet bû; êdî îcraya devkî ya helbestê dibe ku bibe rap a ku di paşxaneyê de bi rejî yan jî bi zûgotinokekê tê gotin; weku “The Daffodils (Nêrgiz)”ê[9]. Pêşveçûneke din a vê dawiyê jî, naskirina zarokan a wek helbestvan e; zarok êdî bi rehetî dikarin bigihêjin helbesta hevdem; û mamoste, helbestvan û pêşbaziyên salane wan teşwîq dikin ku ew bi xwe helbestan binivîsin. Weşandina van helbestan, standartên bilind destnîşan dikin ku mimkun e bên bidestxistin.

Wê demê, helbesta ji bo zarokan, li gor serdeman tê pênasekirin: helbesta hevdem li ser pêwîstiya hezkirin, qîmetdan, dilxweşkirin û parastina mirovên biçûk disekine û li hember mîzaha wan a taybetî xwedî toleranseke lîberal e; helbesta serdema Pûrîtan[10], wisa bawer dikir ku fonksiyona wê; xelaskirina giyanê zarokan e bi şîretkirina exlaqê, bi xwedaperestiyê û îteatkirinê. Weku John Bunyan di sala 1686an de nivîsiye:

Min ew kir da ku nîşan bidim çawa hemû lihevanînok

Ên ku ew li ser gêj dibin, ruhê wan dipêçikîne

 

I do’t to show them how each Fingle-fangle,

On which they doating are, their Souls entangle.

“Zimanên Kevnar û Aqilmend”: Helbest ji bo Zarokan heta 1900î

Berî sedsala 18an piraniya helbestên ku ji bo nûciwanan hatine weşandin, derheqê zarokan yan jî başiya zarokan de ne; ne ji bo kêfxweşkirin yan jî pêşxistina xeyalên wan in. Li gel wê hin lorîkên nûwaze hene, belkî ecêb e lê ji hêla mêran ve hatine nivîsandin. Lorîka Thomas Dekker (1570? – 1632) nazik û dilovan e:

Xewnên zêrîn çavên te maç dikin                       Golden slumbers kiss your eyes

Ramûsanên nerm te hişyar dikin         Smiles awake you when you rise

Herwiha A Rocking Hymn’a (Îlahiyeke Hejhejok) (1588-1667) George Wither:

Şîrîna min, edî dev ji girînê berde      Sweet baby, then, forbear to weep

Ha berxika min, şîrîna min, rakeve.                   Be still my babe; sweet baby, sleep

Ev helbest îstisnayên serdemekê ne ku di wê serdemê de edebiyata zarokan di meyleke tund, dîdaktîk û exlaqî de bû. Çanda populer a ku di forma chapbookan de bû, ji bo zarok û dê-bavên wan, xwendineke xurttir ya bi qafiye, henek, ballad, gelek serpêhatiyên lehengî û jêgirtinên bijare ji literatûra hevdem peyda kir.

Yek ji nimûneyên helbesta ji bo zarokan ya herî kevin ya John Bunyan e (1628-1688) ku xwedî sernavên curbicur e weku Country Rhimes for Children (Helbestên Gundewarî ji bo Zarokan) yan jî A Book for Boys and Girls (Pirtûkek ji bo Keç û Kuran) yan jî Divine Emblems (Sembolên Xwedayî) (1686). Zachary Leader, Bunyan û nivîskarên din ên vê serdemê ji bo nûciwanan şirove dike: “Di dilê helwesta Pûrîtan a ji bo zarokatiyê de, baweriyeke hişk a gunehê eslî heye.” (Leader 1981: 6). Lê Bunyan, di pêşgotina pirtûka xwe ya Divine Emblems de nîşan da ku wî dizanî ger zarok dermanekî bixwin divê ji tehma wî jî hez bikin:

Loma, Xwînerê baş, ê ku qîmet pê didim,

Ez niha tev li lîstika wan a ehmeq bûm

Û ji ber ku, bi qurretî lome kir wan

Min rêya xwe veşart li paş deviyan

Wek gêj sekinîm, dest li pêlîstokên wan digerînim

Û hemû ji bo nîşan bidim ku ew keç û kur in

 

Wherefore good Reader, that I save them may,

I now with them, the very Dottrill play.

And since at Gravity they make a Tush

My very Beard I cast behind the Bush.

And like a Fool start fing’ring of their Toys,

And all to show them they are Girls and Boys.

Dîsa jî ew tiştekî hişk e. Hema hema di eynî serdemê de, Abraham Cheare (m.1668) bi dilovanî xîtabî xwînerên helbesta xwe dikir: bi “Sweet John (Johnê Şîrîn)”, “My Pretty Child (Zaroka min a Xweşik)”ê, lê berhema bi navê A Looking Glass for Children (1672) (Mirêkek ji bo Zarokan) îro jî bêdilnazikî tê xwendin:

Ma Xwedê qenciyeke wisa nîşan daye             Hath God such comliness display’d

Û li ser min bi cih kiriye?                                    And on me made to dwell?

Çi heyf e, keçikeke wisa xweşik                         ’Tis pity, such a pretty Maid

A wek min, divê biçe cehnemê?                        As I, should go to Hell.

Helbesta ji bo zarokan, ji wê demê heta destpêka sedsala 19an bi giranî nivîsên derbarê îbadetê, lorîk, fabl yan jî dersên menzûm de bûn. Şikur ku hin ilahînûs jî hebûn xweş dinivîsîn.

Isaac Watts (1674-1748), nivîskarê Îlahiyên naskirî yên weku “Roj li ku be, Îsa dê li wir hukum bike”, di sala 1715yan de Divine Songs Attempted in Easy Language for the Use of Children (Stranên Xwedayî yên ku ji bo Bikaranîna Zarokan bi Zimanekî Hêsan Hatine Ceribandin) çap kir. Weku Pafford ku edîtorê çapeke dawî ya vê kitebê ye, wiha zelal dike: “Nivîsîna wî ya helbestê ya ji bo zarokan, hewldaneke berbiçav û berî dema xwe bû ku zewqek dida zarokan lê di heman demê de jî ew teşwîqî rêyên fezîletê dikirin.” (Pafford 1715/ 1971:1). Watts di perwerdeyê de qîmet da qenciyê û di hînbûnê de hêza helbestê fehm kir: “tiştê ku mirov di helbestan de hîn dibe, di bîra mirov de wexteke dirêjtir dimîne û zû tê bîra mirov… ev ê bibe weku mobîlyayeke emirdirêj.” Her çend ew îro hindik bê xwendin jî, Watts di jiyana xwe de û piştî mirina xwe ji sedsalekê zêdetir pir populer bû: Di sala 1918an de hejmara çapa Divine Songs gihîşt 550yî. Yek ji helbestên wî yên herî navdar, bi taybetî ji hêla Lewis Carroll ve parodiya wê hat nivîsîn:

“Mêşa piçûk a bilez çawa çêdike                       How doth the little busy bee

Hemû dema xwe pir baş bi kar tîne                   Im prove each shining hour

Û tevahiya rojê, hingiv kom dike                       And gather honey all the day

Ji her kulîlka ku dibişkive                                    From every opening flower

Charles Wesley (1707–1788) birayê John Wesleyê evancelîst, bi nivîsîna hin îlahiyên herî xweş ên bi zimanê îngilîzî, yên wek “Hark! the herald-angels sing (Guhdar bike! Melayiketên mizgînber distirên)” li dû heman tradîsyonê çû. Pirtûka wî ya Hymns for Children (Îlahiyên ji bo Zarokan) di sala 1763yan de derket.

Nivîskarekî din ê jêhatî yê îlahiyan Christopher Smart (1722- 771) bû û belkî herî pir bi helbesta “My Cat Jeoffrey” (Pisîka Min Jeoffrey) (ji nav Jubilate Agnoyê) tê bibîranîn. Dema ji ber deynekî di girtîgehê de bû Hymns for The Amusement of Children (1771) (Îlahiyên ji bo Şahiya Zarokan) nivîsî:

Hêlîna têtiyekê, weku hevala te ya lîstikê digirî              A lark’s nest, then your playmate begs

Dilê te bi wê û hêkên belek dişewite                                  You’d spare herself and speckled eggs;

Di nêz de bilind be û bistirê ew ê                                      Soon she shall ascend and sing

Pesnên te ji Melîkê ebedî re                                                 Your praises to the eternal King.

“Hymn for Saturday”

Helbesta Smart her çiqasî ji pesnê Xwedê dûr nekeve jî, humanîstî û kubariyekê nîşan dide ku li tu cihî nayê dîtin. Anna Barbauld (1743-1825) ji nivîskarên herî baş bû ji bo zarokên sedsala 18an. Karê wê li gorî standardên roja wê bûn: wê her tiştê ku pir xeyalî bûn, çewisandin û çîrokên exlaqî hêza wê bûn. Digel vê, di Lessons for Children (1778) (Dersên ji bo Zarokan) de helwesteke nû ji bo hînkirina xwendinê nîşan da û ew bi Hymns in Prose (1781) (Îlahiyên Mensûr) navdar bû:

“Werin, em biçin nav zeviyan; Em bibînin kulîlk çawa vedibin; werin em guh bidin wîçewîça çûkan û li ser giyayê teze bilîzin. Zivistan qediya û çû, kulîlk dixuyên li ser daran, kulîlkên sor ên şeftalû û nektaran dixuyên û pelên kesk zîl didin.”

 

“Come, let us go forth into the fields; let us see how the flowers spring; let us listen to the warbling of birds, and sport ourselves upon the new grass. The winter is over and gone, the buds come out upon the trees, the crimson blossoms of the peach and the nectarine are seen, and the green leaves sprout.”

Divê em biçin nîvê sedsala 19an da ku em li ser îlahînûsa giring a dawî Cecil Frances Alexanderê (1818–1895) bisekinin ku ew bi Serpîskoposê Armagh re zewicîbû. Ew digel ku di malbateke qelebalix û jiyaneke gundewar de bû jî, gelek helbest ji bo zarokan nivîsîn. Hin stranên wê yên weku “Once in Royal David’s City” (Carekê li Bajarê Davidê Esîl) û “All Things Bright and Beautiful” (Hemû Tiştên Birqonek û Bedew) li seranserê cîhanê populer in. Prensîba wê ya ji bo nivîsîna Îlahiyan basît bû û ji hêla mêrê wê ve wiha hatiye neqilkirin: “Divê ew strankî be; divê ew pesin be; divê ew ji bo Xwedê be” (Alexander 1896: xxv). Berhemên wê yên weku Hymns for little Children (Îlahiyên ji bo Zarokên Piçûk) (1848) û Moral Songs (1849) (Stranên Exlaqî) jî hene.

Çawa ku me dît, xema piraniya nivîskarên sereke yên sedsala 18an, ji bo zarokan dîdaktîzm bû. Şîretên Nathaniel Cotton (1705–1788) yên di Visions in Verse (Tesewirên di Helbestê de) (1751) de, dilê mirov pir xweş nakin; ne jî di Puerilia ya (1753) John Marchant (fl. 1751) de zewqek hebû, ku çarîneyek jê wiha ye:

Divê ez li nivîsa xwe binêrim bi layiqî             I must eye my Copy duely

Tam qut bikim xêzên xwe                                   And exactly cut my Strokes

Her herf tev lê bibe bi rastî                                 Ev’ry Letter joining truely

Bo nivîsa min xweştir xuya bike                        So my Writing better looks

Berhema bi navê Poems on Various Subjects for the Amusement of Youth (1785) (Helbestên li ser Mijarên Cihêreng ji bo Şahiya Nûciwanan) a Dorothy Kilnerê (1755–1836), li gel hinek kêfê di heman demê de li ser wê yekê dîrektîfan dide bê ka zarokekî ku ji Xwedê ditirse divê çawa tevbigere; û ew nûnereke pêşîn a nêzîkî helbesta perwerdeker e.

Bi devê tijî û mirçemirç çawa dixwaze hemûyan tehm bike

Piç û pariya dawî ya biqîmet jî naxwaze ziyan bike

Lê Efendîno! Çawa behsa dewama wê bikim?

Yan jî ji we re bibejim ey Xwedîhêzno! ku wî tepsika xwe rakir

Û dibe ku çi Lord Chesterfield bêzar kiribe,

Çima wî bi zimanê xwe bermayî alastine.

 

How with smacks he each mouthful seem’d eager to taste,

And the last precious drop was unwilling to waste.

But ye Graces! how can I the sequel relate?

Or tell you, ye powers! that he lifted his plate?

And what must have made a Lord Chesterfield sick,

Why his tongue he applied the remainder to lick.

“Bersiv ji Hosta Richard re”

Heya wê serdemê yekemîn helbestvanê jêhatî yê ku ji bo zarokan nivîsiye William Blake (1757-1827) bû. Mirov dikare bibêje ku ew bêtir eleqedarî nivîsîna derbarê zarokan de bû da ku nîşanî mezinan bide ku wî li dijî îdeolojiya serdest a roja xwe serî rakiriye. Herwiha dema ku mirov çav li helbesta wî ya “Songs of Innocence” (Stranên Bêgunehiyê) bigerîne, dê kifş bibe tiştê din ê ku Blake dixwest di helbesta xwe de bi dest bixe her çi be jî, ew di heman demê de dilxwaz bû ku bi nûciwanan re di peywendiyê de be: “Min stranên xwe yên şad nivîsîn / Ku kêfa her zarokî ji guhdarîkirina wan re bê.” Mijara helbesta Blake, bi ya nivîskarên din ên zarokan ên roja wî re lihev bû: helbestên mîna Îlahiyan ku bi rêya xwezayê pesnê Xwedê didin, lorîk, lîstikên zarokan, çûk û heywanan, heta şiroveyên civakî. Lê weku Heather Glen di Vision and Disenchantment (Bînahî û Pûçbûna Efsûnê) (1983) de nîşan dide; tiştê ku Blake di van helbestan de kir, derxistina nîqaşeke li ser exlaqê sedsala 18an bû. Ew li dû mebestên dîdaktîk ên hevdemên xwe neçû û helbestên wî, wê têgihiştinê pûç dike ku li gor wê “divê xeteke exlaqî ya zelal ji zarokan re bê pêşkêşkirin”. Helbestên Blake bi awayekî ecêb hêsan in, hunera îroniyê jê paqij dikin û hêviyên xwîneran gelek caran bi vî rengî tên serûbinkirin.  Bo nimûne zarok di “The Voice of the Ancient Bard (Dengê Hozanê Qedîm)” de pêşengiya mezinan dikin û di “The Shepherd (Şivan)” de jî pez, pêşengiya şivan dikin; di “Nurse’s Song (Strana Dadikê)” de mezin, serî li ber daxwaza azadî û macerayê ya nûciwanan ditewînin û di “the School boy (Kurê Dibistanê)” de zarok dibistanê weku dûrketineke zordar a ji kêfên xwezayê dibînin:

Lê çûyina dibistanê sibeheke havînê                But to go to school in a summer morn

Ooof! ew hemû şahiya mirov dikuje.                O! it drives all joy away.

Berevajî hemû edebiyata zarokan a vê serdemê, dengekî otorîter yê nivîskar tuneye ku ji xwîneran re bibêje divê ew li çi bifikirin.

Mirov dikare Songs of Innocence (1789) û Songs of Experience (Stranên Tecrûbeyê) (1794) weku helbestên canbaziyê li dijî serdestiya mezinan binirxîne û di şûna wê de zanyariya masûmiyetê û fitrata zarokatiyê bi cih bike ku ew di hişê Blake de wesfên rewşa zarokatiyê ne [nêrîneke bi heman rengî ji hêla Wordsworth û Coleridge ve di Lyrical Ballads (Balladên Lîrîk) (1798) de hat dîtin] û her çiqas temenê wî ciwan bû jî ramanên wî yên ronakbîr pir pêşketî bûn û vê yekê di gel xebatên wî tesîreke mezin li helbesta zarokan kir.

Ne bi lezûbez be jî nêrîna vîzyonî û humanîst ya Tevgera Romantîk, tesîreke mezin li nivîsîna ji bo zarokan kir. Pareke diyar a Wordsworth û hevalên wî jî di guhertinên nêrînên li ser zarokatiyê de hebû:

Demek hebû ku mêrg, çol û robar

Erd û her çemekî hevpar

Ji min ve xuya bû

Wek ronahiya ezman-lixwekirî

Wek şanazî û dilfirehiya xewnekê…

 

There was a time when meadow, grove and stream

The earth and every common stream

To me did seem

Apparelled in celestial light

The glory and the freshness of a dream…

Pirseke ku hîn jî nehatiye bersivandin ew e ka gelo ruhê romantîkan rasterast tesîr li ser nivîskarên helbestên nûciwanan ên di destpêka sedsala 19an de kiriye yan na? Ji aliyekî ve di helbesta nûciwanan de hinek lîberalîzm hebû. The Butterfly’s Ball and Grasshopper’s Feast (Baloya Perperikan û Cejna Kuliyan) (1807) a William Roscoe (1753-1831) û heşt teqlîdên wê ku di heman salê de weşiyan, bi tevahî ji nirxên exlaqî dûr bûn.  Catherine Ann Dorsetê (1750–1817) yek ji van teqlîdan nivîsî bi navê The Peacock at Home (Tawusa li Malê) (1808) ku her çend ji ya William Roscoe çêtir bû jî îro hindik kes bi navê wê dizanin:

Kurm û beqên qelandî ji bo çivîkên ling-perde

Û mişkekî biraştî hat amadekirin, ew ji bo kund e;

Gûz, dexl, fêkî û masî, ziyafeteke xweş ji bo her devî,

Û giyazerêle û giyayê çûçikê di salatê de servîskirî

 

Worms and frogs en friture for the web-footed fowl,

And a barbecued mouse was prepar’d for the Owl;

Nuts, grain, fruit and fish, to regale every palate,

And groundsel and chickweed serv’d up in a sallad.

Roscoe û Dorsetê di nav salekê de 40,000 kopyayên du pirtûkên xwe firotin. Ann Taylor (1782-1866) û Jane Taylor (1783-1824) ên ku herî zêde bi Original Poems for Infant Minds (Helbestên Orîjînal ji bo Hişên Biçûkan) (1804) tên nasîn, ligel nivîskarên din ên wek Adelaide O’Keefe, di helbestê de ji bo zarokan mizgîniya kubariyeke dilovan destnîşan kirin. Çawa ku ev jêgirtina ji “Evening”ê (Êvar) diyar dike:

Heyv dê bi dilşadî binêre di ber perdeyên te re;

Tîrêjên wê yên zîvîn dê raweste li ser çavên te

Û bayê hênik ê êvarê dê te biwezîne xewê

Heta ku roniya sibehê te hişyar bike

 

The moon through your curtains shall cheerfully peep;

Her silver beams rest on your eyes

And mild evening breezes shall fan you to sleep

Till bright morning bid you arise.

Helbestên herî navdar ên Tayloran belkî “My Mother” (Dayika Min)a ji Original Poems û “The Star” (Stêrk)[11] a ji Rhymes for the Nursery (Helbestên ji bo Bexçeyên Zarokan) (1806) bûn. Weku Percy Muir destnîşan kiriye: “bêguman her çend bi erêkirina mezinan be jî, hin pirtûk hebûn ku zarokan bi awayekî jixwebawer, ji bo xwe hilbijartibûn” (Muir 1954:91).

Taylor dilxwaz bûn ku dev ji şîretên li ser tevgerên exlaqî yên zarokan berdin, lê reseniya wan ne ji ber vê yekê bû; bi rastî Taylor, helbestvanên esil bûn ku çîroka exlaqî ya di helbestê de bi pêş xistin; û helbesta wan, ligel hemû nermahiya xwe ya nû, hîn jî baweriyeke exlaqî ya qayîm nîşan dida. Mirov dikare bibêje ku di destpêka sedsala 19an de, cureyên helbestên ku ji bo zarokan hatine nivîsandin, ji hêla helbestvanên romantîk bêtir ji hêla şêwaz û naveroka Original Poems û xelefên wê ve hatine domînekirin. Lucy Aikinê, helbestên Wordsworth tev li çapa duyemîn a antolojiya xwe ya Poetry for Children (Helbestên ji bo Zarokan) (1825) kirin; piştî wê, helbesta romantîk bi rêkûpêkî di antolojiyan de cih girt û ev yek hîn jî berdewam e. The Rime of the Ancient Mariner (Helbesta Deryavanê Qedîm) a Coleridge, ji demeke dirêj ve bûye beşeke ji kanona helbesta zarokan.

Bêguman, gelekan ceriband ku bi şêwaza Tayloran binivîsin. Elizabeth Turner (1775-1846) di dîwana The Daisy (Beybûn) (1807) de bi sernavê “Or, Cautionary Stories in Verse…” (Yan, di Helbestê de Çîrokên Perwerdeker) nivîsî. Weku nimûneyeke karakterîstîk ji “The giddy girl who will go near the well (Keça gêj a ku dê nêzîkî bîrê bibe)”:

Sibehekê, ka çavekî lê xim gotibû,     One morning, intending to take but a peep,

Lingê wê ji erdê şemitî;                        Her foot slipt away from the ground;

Bextê reş! av kûr bû,                             Unhappy misfortune! the water was deep,

Û Helen Xanima gêj xeniqî                 And giddy Miss Helen was drown’d!

Nimûneyên din ên serketî yên vê serdemê ev in: The Comic Adventures of Old Mother Hubbard and her Dog (Macerayên Komîk ên Dayika Pîr Hubbard û Kûçikê wê) (1805) ya Sarah Martinê (1768–1826), û Poetry for Children (Helbest ji bo Zarokan) (1809) a Charles Lamb (1775–1834) û Mary Lambê (1764–1847).

Dorothy Wordsworthê (1771–1855) ji bo zarokan helbest nivîsîn, lê ew bi tenê ji bo xwendina di nav malbatê de bûn û ew jî di jiyana wê de nehatine çapkirin. Ew henekbazî û sadebûneke şîrîn pêşkêş dike, çawa ku helbesta wê ya “The Cottager to her Infant” (Ji Jinika Gundî Bo Pitika Wê) vê yekê nîşan dide:

Pişîk li ber şomîneyê razayî ye,                         The kitten sleeps upon the hearth,

Çirçirkan ji zû de şahiya xwe sekinandiye;      The crickets long have ceased their mirth;

Di malê de leq nakeve bi tiştekî                         There’s nothing stirring in the house

Ji xeynî mişkekî kojer ê piçûk û birçî,               Save one wee, hungry, nibbling mouse,

Nexwe çima ewqas mijûl î tu?                            Then why so busy thou?

Berhevoka Roger Lonsdale ya helbestên sedsala 18an eşkere dike ku gelek nivîskarên jêhatî hebûn, bi gelemperî ew jin bûn, lê karê wan qet bala gel nekişandiye (Lonsdale 1989). Dorothy Wordsworth ji bo vê yekê nimûneyeke sereke ye.

Mary Howittê (1799–1888) ku digel hevserê xwe William çîrokên Hans Christian Andersen wergerandibûn, ji bo zarokan bi dehan pirtûk nivîsîn. Di nav wan de Hymns and Fireside Verses (Îlahî û Helbestên li ber Şomîneyê) (1839), Tales in Verse for the Young (Çîrokên Menzûm ji bo Nûciwanan) (1836) û Sketches of Natural History (Reşnivîsên Dîroka Xwezayî) (1834) hene ku di berhema dawî de ev helbesta navdar heye: “Will you come into my parlour, said the Spider to the Fly” (Pîrhevokê ji Mêşê re got, ma tu yê bêyî mala min). Weku din Jane Euphemia Browne (1811–1898) hebû û weku Meta Effie ya kêfxweş dihat nasîn ku wê dîwaneke bi navê Aunt Effie’s Rhymes for Little Children (Helbestên Meta Effie ji bo Zarokên Piçûk) (1852) nivîsî û ew pir hatibû ecibandin:

Ooy, hûn ji ku derê tên                         Oh, where do you come from

Hûn dilopên piçûk ên baranê              You little drops of rain

Tiptip, tiptip, tiptip                                Pitter patter, pitter patter

Ji bin cama şibakê?                              Down the window pane?

Elizabeth Hart (1822-1888) di 1868yan de hîn jî bi vê şêwazê dinivîsî. Wê dîwana bi navê Poems Written for a Child (Helbestên ku ji bo Zarokekê Hatine Nivîsîn) bi hevkariya jinbiraya xwe, Menella Bute Smedley (1820-1877) nivîsî.

Charlotte Smith (1749-1806) ku li gorî her standardê helbestvaneke hêja ye, berhemeke bi navê Conversations Introducing Poetry to Children Chiefly on the Subject of Natural History (Axaftinên Giştî yên li ser Dîroka Sirûştî ku Danasîna Helbestê ji Zarokan re Dikin) (1804) nivîsî; li wir dayîkek di gel kur û keça xwe li ser helbest, dîroka siruştî û adetên xwe nîqaş dikin. Ji bo xwînerên zehmet e, lê hin kêliyên helbesta gewre hene ku ev di “The Humble Bee (Mêşhingiva Dilnizm)” de tên dîtin:

Cihê ku xaşxaşkan serên xwe yên giran tewandine,

Yan jî cihê ku gulberojka spehî lê belav bûye

Nivînên wê yên zêrîn û xemilandî, ji bo te ne!

Li ser deşta wê ya berfireh.

Jiyîn li ser baskên boyaxkirî yên sermestiyê,

Xwarin ji hemû fêkiyên biharê,

Dibe ku tiştekî pir xweş be,

Ger bigihîşta dawiyê!

 

Where poppies hang their heavy heads,

Or where the gorgeous sun-flower spreads

For you her luscious golden beds,

On her broad disk.

To live on pleasure’s painted wing,

To feed on all the sweets of spring,

Must be a mighty pleasant thing,

If it would last.

Felicia Hemans (1793-1835) bi kêmbûna populerîteya helbestên weku “Casabianca”yê xemgîn bûye, her çend gelek helbestên kêmtir neteweyî mabin jî ew helbest demekê bi destpêka xwe ya navdar dihat zanîn: “The boy stood on the burning deck (Kurik li ser guverteya şewitî sekinî)” Bi rastî, Felicia Hemans yek ji helbestvanên herî berhemdar, populer û rêzdar a roja xwe bû. Hymns for Childhood (Îlahiyên ji bo Zarokatiyê) (1833) pirtûka wê ya herî naskirî ya ji bo zarokan bû. Pênc kurên wê hebûn, piştî ku hevserê wê dev jê berda, wê bi tena serê xwe ew mezin kirin. Herwiha dema hevserê wê ew ber bi wêranbûnê ve birin, Charlotte Smithê jî bi nivîsînê piştgirî da dozdeh zarokên xwe: wê pirtûka xwe ya herî navdar a helbestan, Elegiac Sonnets (Soneyên Şînê) (1784) di girtîgeha deyndaran de nivîsî. Ev tenê du nimûne ne ji bo jinên ku ligel astengiyan jî bûne nivîskarên serkeftî û xebata wan îro heq dike ku bê nasîn.

Sara Coleridge (1802-1852) piraniya jiyana xwe ji bo xebata bavê xwe yê navdar, Samuel Taylor Coleridge terxan kir, lê wê ji bo zarokan jî pirtûk nivîsîn. Yek ji wan berhevoka helbestan a bi navê Pretty Lessons in Verse for Good Children (Dersên Xweşik ên Menzûm ji bo Zarokên Baş) (1834) e ku di nav de helbesta şîrîn a bi navê “Months of the year” (Mehên salê) heye: “January brings the snow/Makes our feet and fingers glow. (Çile berfê tîne/Tilî û pêçiyên me dicemidîne.)” Sernavê vê berhemê di nav pirtûkên zarokan yên wê serdemê de, meyla berdewam a dîdaktîzmê temsîl dike: heta, keça helbestvanekî romantîk hê jî qala “dersên… ji bo zarokên baş” dikir, digel ku ew bi gotina “dersên xweşik!” hatibe nermkirin jî.

Tesîra Tayloran li ser xebata helbestvaneke paşê, Christina Rossettiyê (1842-1897) jî diyar e. Sing-Song (Stran-Gotin) (1872), bincureyê helbestê yê herî baş e ku dilovaniya di navbera dayîk û zarokên piçûk de bi nermî tê de tê vegotin:

Milên dayikê di bin te de                                     Mother’s arms under you,

Çavên wê li ser te                                                  Her eyes above you

Bilind dilorîne, nizim dilorîne                            Sing it high, sing it low

Hez bike ji min, -Ez hez dikim ji te.                  Love me, -I love you.

Walter de la Mare bi heyranî li ser “rastiya xeyalî” ya Rossettiyê nivîsî, digel ku wî paşê ev heyraniya xwe ji nav bir, dîsa jî got “Weku jinekê dahîbûna Christian Rossettiyê hê jî tiştekî nadir bû” (de la Mare 1930: x). Goblin Market (Marketa Goblîn[12]) (1862); helbesteke vegêranî ya herî orîjînal, hestyar û dirêj e ku her çiqas ji bo nûciwanan nehatibe amadekirin jî pirî caran ji bo wan hatiye wênekirin û di nav antolojiyên zarokan de hatiye bazarkirin. Nûserê jînenîgariya Rossettiyê wê helbestê weku “kombînasyona grotesk, çîrok, erotîk û exlaqê” bi nav dike (Jones 1991: 91). Ma zarokan bi rastî ji vê helbestê hez kir, yan ji ber ku ew bi goblînan tijî bû, ji bo wan minasib hat dîtin? Hevalê Christinayê, Jean Ingelow (1830-1897) jî helbest nivîsîn ku ew helbest bi rêkûpêkî ketin nav antolojiyan.

Kate Greenaway (1846-1901) bi îlustrasyonên xwe yên balkêş tê nasîn, lê wê helbestên wek Under the Window (Li bin Şibakê) (1879) û Marigold Garden (Bexçeyê Nergizan) (1885) jî nivîsîn. Edith Nesbit (1858-1924) nivîskareke pir baştir e û bi çîrokên xwe navdar e, lê helbestên wê yên ji bo zarokan, Songs of Two Seasons (Stranên Du Demsalan) (1891), Flowers Bring and Songs Sing (Kulîlk Tînin û Stran Dibêjin) (1893) hatine jibîrkirin. Helbestên pastoral ên nazik hêza wê bûn ku ev helbesta bi navê “The way of the wood (Rêya Daristanê)” a ji kitêba A Pomander of Verse (Kîseke Bêhn-xweş a Helbestê) (1895) vê yekê diyar dike:

Darberûyên şîrîn pelên xwe yên dirêj û tûjikî diweşînin

Ji kokên darên lihevalandî, bikevz û qehweyî,

Li dora wê, ku dihûne gulehingivîn

Taca xwe ya bêhnxweş a ji dar û deviyên zerî.

 

Sweet chestnuts droop their long, sharp leaves

By knotted tree roots, mossed and brown,

Round which the honeysuckle weaves

Its scented golden wild-wood crown.

Di heman serdemê de li Amerîkayê, Eliza Follen (1787-1860), abolitionisteke[13] navdar û edîtora kovara Child’s Friend (Hevalê Zarokan) bû. Herwiha berhemên bi navê New Nursery Songs for all Good Children (Stranên Nû yên Bexçeyê Zarokan ji bo Hemû Zarokên Baş) (1832), Little Songs (Stranên Piçûk) (1833), û The Lark and the Linnet (Têtî û Beytik) (1884) nivîsîn. Di heman demê de akademîsyenekî îbranî Clement Clarke Moore (1779–1863) di dîrokê de bi weşandina A Visit from St Nicholas (Serdanek ji Ezîz Nicholas) ku bi piranî weku The Night Before Christmas (Şeva Berî Kirîsmisê) tê zanîn, di sala 1823an de cihê xwe girt. Yek ji wan jinên ku ji bo zarokan nivîsî Sara Hale (1788- 1879) bû, lê ew jî nayê nasîn. Hale rojnamevanek e ku ji bo kovarên cihêreng nivîsiye û di salên 1830î de ji bo Boston Ladies’ Magazine (Kovara Jinên Bostonê) û The Juvenile Miscellany[14] (Koleksiyona Zarokatiyê) edîtorî kiriye. Ew nivîskara vê helbesta popûler “Mary’s Lamb” (Berxika Maryyê) û xwediya dîwana Poems for Our Children (Helbest ji bo Zarokên Me) (1830) bû. Eugene Field (1850- 1895), qunciknivîsekî edebiyatê bû li Şîkagoyê û derbarê serkeftinên mitewazî de helbest nivîsîn ku gelek ji wan îro jî di nav antolojiyan de cih digirin. Berhevokên wî yên herî naskirî A Little Book of Western Verse (Pirtûkeke Piçûk a Helbesta Rojavayî) (1889) û With Trumpet and Drum (Bi Trampet û Daholê) (1892) in; lêbelê ew helbesta wî ya bi navê “Wynken, Blynken û Nod” bû ku di gelek versiyonên pirtûkên resimkirî de hat weşandin:

Wynken, Blynken û Nod şevekê                        Wynken, Blynken, and Nod one night

Bi rê ketin di nav pêlaveke darîn de                 Sailed off in a wooden shoe

Herikîn di nav ronahiya bimij a robarekê de    Sailed on a river of misty light

Ber bi deryayeke xunavî ve                                Into a sea of dew

The Song of Hiawatha (Strana Hiawatha) (1885) ya Henry Wadsworth Longfellow (1807-1882) piştî sedsalekê hîn jî zarokên li Brîtanya û Amerîkayê cezb dike.

“The Pied Piper of Hamelin (Bilûrvanê Gundê bi Mişk)” a Robert Browning (1812-1889) yekem car di Dramatic Lyrics (Lîrîkên Dramatîk) (1842) de xuya kir û yekser ji hêla bazara nûciwanan ve hat pejirandin. Elizabeth Barrett Browningê, helbesta bi navê “The Cry of the Children (Qêrîna Zarokan)” ya hestyar lê jibîrkirî nivîsî ku ev helbest bi edîtoriya F.G Kenyon di çapa 1896an a The Brownings for the Young (Browningên ji bo Nûciwanan) de iyhat weşandin.  Lê di “navbera 1865 û 1875an de îstiqameta helbesta nûciwanan ji hêla du nivîskarên ciwan ve bi tevahî hat guhertin lê ji bilî xemsariyeke zarokane û hezkirina ji zarokên xelkê bêtir hevpariyeke wan tunebû.” (Shaw 1962: 431); 1846 bi rastî ew sal bû ku Edward Lear (1812-1888) pirtûka A Book of Nonsense (Pirtûkeke Bêwatetiyê) çap kir: ciwanê din, bêguman, Lewis Carroll (1832–1898) bû.

Lear, berî her tiştî hunermend bû û ew di tevahiya jiyana xwe de têkoşiya da ku weku wênesazekî pispor ê dîmenan bi dû jiyaneke bêteşqele bikeve. Ev helbestên wî yên absurd, weku penagehekê, ji nav derd û aciziyên jiyana wî -epîlepsî, feqîrî, kesayetiyeke ecêb û nobetên tund ên depresyonê- derketine. Lear jî xwe hinekî biyanî û ji civakê dûr hîs kir mîna gelek kesên ku piştî wî nivîsîn û tercîh kirin ku şêwaza ‘absurd’ ji xwe re bikin esas. Şirovekirina tinazker a li ser cîhana kevneşopî û daxwaza azadbûnê ji sînorên wê, di vê helbestê de diyar e: “My life is a bore in this nasty pond/ And I long to go out in the world beyond. (Jiyana min di vê gola gemar de aciziyek e /Û arezûya min ew e ku ez derkevim dinyaya wêdetir.)” Hevaltiya bi zarokan re û nivîsandina ji bo wan demeke xweş bexşande wî ku ji pirsgirêkên xwe dûr bikeve. Her çiqasî formlîmerîkê, bi rastî çend sal berî wî bi Anecdotes and Adventures of Fifteen Gentlemen a Richard Scrafton Sharpe (1775–1852) dest pê kiribe jî, Lear weku pêşengê lîmerîkê hat dîtin. Di çanda Chapbookan de helbesta absurd jixwe formeke pêşketî bû û berî Lear, mîzahîbêjên jêhatî û xwedî qabiliyetên devkî hebûn, mîna Thomas Hood (1799-1845):

Ben Battle leşkerekî wêrek bû                            Ben Battle was a soldier bold

Û hînî dengê dahola şer bû                                  And used to war’s alarms

Lê gulleyekê lingên wî firandin                         But a cannonball took off his legs

Loma wî destên xwe rakirin So he laid down his arms

Mîzaha bihêz a Hood, di parodiya wî ya li ser helbesta Taylor Ann ya bi navê “My Mother (Dêya Min)” a xweşik û dilzîz de baş hatiye neqişandin. Orîjînala wê ew e:

Kê ez ji pêsîrên xwe yên narîn mêjandim        Who fed me from her gentle breast

Û ez di hemêza xwe de aram kirim                    And hushed me in her arms to rest

Û maçên şîrîn li ser gepên min danîn And on my cheek sweet kisses prest

Dêya min                                                                 My Mother

Versiyona Hood jî ew e:

Kê ez birçî hiştim, ji bo şeraba xwe bikire

Heta hemû hestiyên min bi çermê min ve zeliqîn

Paşê gazî min kir: Şeytana piçûk û kirêt!

Dêya min

 

Who let me starve, to buy her gin

Till all my bones came through my skin

Then called me ugly little sin

My Mother

Hood mîzahbêjekî populer ê roja xwe bû û xwedî şiûreke civakî ya gelekî pêşketî bû (ew hevalê Dickens bû). Piştî mirina wî, zarokên wî helbestên wî ji bo nûciwanan di Fairy Land (Welatê Periyan) (1861) de berhev kirin. Ew herî zêde bi berhema xwe ya Comic Annual (Salnameya Wêneçîrokê) (1830-1839) û bi helbesta “I remember, I remember” (Tê Bîra Min) a di Friendship’s Offering (Pêşniyara Hevaltiyê) (1826) de tê nasîn.

Lê ji bo ku helbesta absurd bigihîje lûtkeya xwe û îmkanên wê bi afirînerî û henekbaziyeke bitesîr bên keşfkirin, hewcedarî bi reseniya helbestvaniya Lear hebû. Belkî ji bilî wî bi tenê Lewîs Carroll dikarî wê yekê pêk bîne. Lear di heman demê de mûzîkjenekî jêhatî bû (wî hin helbestên hevalê xwe yê baş Tennyson, beste kirin) û guhê wî yê ji bo muzîkê yek ji wan sedeman e ku helbestên wî ewqas baş in. Wî di heman demê de wêneyên gelekî balkêş xêz kirin ku li gelek helbestên wî dihatin.

Nonsense Songs (Stranên Bêwate) a Lear di 1871ê de hat weşandin. Di heman salê de helbestên Lewis Carroll ên bi navê “Jabberwocky (Gevezetî)” û “The Walrus and the Carpenter (Mors û Necar)” di Alice Through the Looking Glass (Alice ji Çavê Mirêkê ve) de derketin. Harvey Darton derheqê vê pirtûkê de wiha dibêje: “volkana manewî ya pirtûkên zarokan… yekemîn pirtûka lêborînnexwaz…. a ku heya niha weşiyaye…. Azadiya fikir û ramanan a di pirtûkên zarokan de” (Darton 1932/1982: 260). Carroll di heman demê de parodîstekî jêhatî bû: ew bi helbesta Watts û bi “Twinkle, twinkle, little star” a Jane Taylor bi hostatî dilîze: “Twinkle twinkle little bat/How I wonder what you’re at (Biçûrise, biçûrise şevşevoka piçûk/Ez wisa meraq dikim tu çi dikî).” Piraniya helbestên Carroll yên herî baş, di du romanên wî yên Alice’ê de cih digirin: ecêb e lê berhevoka wî ya helbestê Rhyme? and Reason? (Helbest û Hiş) hinekî acizker e.

Yek ji parodîstên paşê Hilaire Belloc (1870-1953) di sala 1896an de The Bad Child’s Book of Beasts (Pirtûka Cinawiran a Zarokê Xirab) nivîsî ku ew pirtûkeke wisa bûku çapa wê ya yekem di çar rojan de hat firotin. Ev yek nîşan dide ku zarok her tim zû ferq dikin ka kêfa wan ji çi re tê; û Belloc ji wê çaxê ve di refên odeya wan de her tim cih digire. Xwerûbûn, henekbazî, tinazkerî û qalîteya berbiçav a helbestê, wê pirtir cazîb dike. Her çend ew ji Belloc şûmtir be jî Harry Graham (1874–1936) bi heman terzê, di pirtûkên mîna Ruthless Rhymes for Heartless Homes (Helbestên Bêmerhemet ji bo Malên Dilreq) (1899) de helbestên bi vî rengî dinivîse:

Qêrîna zarokên xwe bihîst bavî

Loma wî ew avêtin çemî

Digot, wexta yê sisiyan dixeniqand wî

“Divê zarok bên dîtin, neyên bihîstin!”

 

Father heard his children Scream

So he threw them in the stream

Saying as he drowned the third

“Children should be seen, not heard!”

When Grandmama Fell off the Boat (Dema Dapîr ji Keştiyê Ket) (1986), berhevokeke nû ya herî baş a Harry Graham e. Hostayê paşîn ê vê hunerê, weku di Parents Keep Outê (Bila Dê û Bav Dûr Bisekinin) (1951) de diyar dibe, mîzahînivîsê Amerîkî Ogden Nash (1902–1971) e. Her sê jî deyndarên helbestvanên mîna Jane û Ann Taylor in ku wan di sala 1804an de hin îmkanên vê şêwazê derxistin pêş.

Her ku sedsal ber bi dawiyê ve çû sê zilam derketin pêş: William Brighty Rands, William Allingham û Robert Louis Stevenson. William Brighty Rands (1823- 1882) herî baş bi berhemên Lilliput Levee (Qelaçeya Lilliputê) (1869) û Lilliput Lyrics (Stranên Lilliputê) (1868) tê zanîn: li gor min zêde behsa xweşikbûn û ramûsanên keçikên piçûk dike, lê helbest zindî û xweş e. Rhymes for the Young Folk (Helbest ji bo Ciwanan) (1886) a William Allingham (1824–1889) pir balkêş e:

 

Çile                                                          January

Gelekî tehl e                                           Bitter very

Sibat pir şil e, Ezbenî                           February damp, Sir

Adarê ba tê                                             March blows

Li ser pozê Avrêlê                                 On April’s nose

Firk avêtiye Gulanê, Ezbenî.               May has caught the cramp, Sir

The Fairies (Perî) di 1883yan de derket û pirtûka resimkirî ya bi navê In Fairyland (Li Diyarê Periyan) ku xwedî resimên gelekî serkeftî bû, ji hêla Richard Doyle ve di sala 1870yî de hat resimkirin.

Robert Louis Stevenson (1850-1894) belkî ji bo nûciwanan helbestvanê yekem bû ku “ji devê zarokekê bi zimanê kesê yekem” bi hostatî nivîsî. A Child’s Garden of Verses (Bexçeyê Helbestan ê Zarokekê) (1887) yekem car bi navê Penny Whistles (Tûtûk) di 1885an de hat belavkirin. John Rowe Townsend pênaseyeke wiha dike: “perspektîfeke guherbar ku ew di navbera nivîskarê weku zarok û nivîskarê weku mezin de ye” (Townsend 1987: 122). Bi rastî, eşkere ye ku Stevenson bi xwe jî, ji vê yekê haydar bû û ji Edmund Gosse re qala qabîliyeta xwe ya balkêş kir ka ji bo wî zarokbûn hesteke çawa ye:

Êvarê gava çira vêxistî ye,                                                  At evening when the lamp is lit,

Li dora agir, dê û bavê min rûniştî ne;                              Around the fire my parents sit;

Ew li malê rûdinin û dipeyivin û stranan dibêjin,           They sit at home and talk and sing,

Û qaşo bi tu tiştekî re mijûl nabin.                                    And do not play at anything.

“The Land of Story Books”

Dibe ku Stevenson ji ber zarokatiya xwe ya li Edinburghê xwedî empatiyeke wisa bû ji bo zarokan. Ji ber ku zarokatiya wî ya li wir bi pirsgirêkên tenduristiyê, li malê û di nav nivînan de bi girtîmayînê derbas bû; wî ji jiyaneke tenê ya ku ji çalakiyên civakî qutkirî gelekî êş kişand. Helbestên wî, bi hêmayên xwe yên bîrewer, bi rîtmên xwe yên balkêş û bi vegêraneke xwemal, îro jî zarokan mest dikin. Ya ku herî pir tesîrî mezinan dike, helbesta wî ya “To any Reader (Ji bo Her Xwînerî)” e. Ew derheqê pêvajoya zarokatî û mezinbûnê de ye ka mezin çi wenda dikin û çawa hewl didin ku dîsa wê bi dest bixin:

Tu dikarî bibînî, eger tu mêze bikî lê                 So you may see, if you will look

Ji paceyên vê pirtûkê                                            Through the windows of this book

Dûr, pir dûr, zarokeke din                                   Another child, far, far away

Û li baxçeyekî din, lîstikeke din.                        And in another garden, play.

Stevenson xwe tu caran wek helbestvanekî bi pêş nexistiye û wisa gotiye: “Ev qafiye, tenê çingînî ne; mebesta min ne ebedîbûn e” (Stevenson 1883: 285). Lê ew şaş bû.

“Rîtuelên Asayî yên Jiyanê”: Helbest ji bo Zarokan di Sedsala Bîstan de

Ji bo zarokan, pirtûka yekem a helbestan ya Walter de la Mare (1873–1956) ya bi navê Songs of Childhood (Stranên Zarokatiyê) di sala 1902yan de hat weşandin.  Li dû wê, gelek pirtûkên din çap bûn; ji wan ya herî populer belkî Peacock Pie (Pasteya Teyrê Tawis) (1913) bû. Piraniya xebatên wî yên ji bo zarokan di Collected Rhymes and Verses (Sercema Helbest û Risteyan) (1944) de tên dîtin. Ji bilî vê, ew bi Come Hither (Were Pêş) (1923) navdar e ku yek ji antolojiyên herî xweş ên “ji bo ciwanên her temenî” ye. Qabîliyeta wî ew bû ku wî bi çavekî baldar hûrgilî nîşan dan û giringiya ‘taybetîbûn’ê destnîşan kir. Mîna Blake û Romantîkan, de la Mare jî li ser bedewiya cîhanê xwedî meraqekê bû; lê di rewşa wî de, wî kêm caran xwest ku bi aliyê dijwar yan jî yê nexweş ê jiyanê re mijûl bibe. Helbesta wî, her çend niha zêde balê nekişîne jî bi dem û serdemekê re sînorkirî nîne: Ma ji “The Listeners” (Guhdar) ê çêtir helbesteke vegêranî heye?

Rêwî pirsî: “Kesek li wir heye?”

Li deriyê heyveronê xist;

Û hespê wî çêrî di nav bêdengiyê de

Giyayên zemîna daristanê:

Û çûkek ji bircê firî,

Li ser serê Rêwî:

Û wî cara duduyan dîsa li derî xist;

“Gelo kes li wir heye?”

 

‘Is there anybody there?’ said the Traveller,

Knocking on the moonlit door;

And his horse in the silence champed the grasses

Of the forest’s ferny floor:

And a bird flew up out of the turret,

Above the Traveller’s head:

And he smote upon the door again a second time;

‘Is there anybody there?’ he said.

Rudyard Kipling pirtir wekî romannivîs tê nasîn lê hin helbestên wî yên weku “If” (Heke) ên di Puck of Pook’s Hillê (Cinê li Girê Pook) (1906) û Rewards and Fairiesê (Xelat û Perî) (1910) de parçeyekî ji çanda me ne. Lê divê ew bê zanîn: prensîbên xurt yên karakter ku di vê helbestê de hatine rêzkirin, bi tenê ji bo “lawikan” in! “The Children’s Song” (Strana Zarokan) a ji kitêba Puckê, pirtir wekî îlahî tê zanîn:

Bavê ezmanan yê ku ji hemûyan hez dike,

Ax, gava gazî te dikin, aliyê zarokên wan bike;

Ji bo ku ew nifş bi nifş ava bikin,

Mîrateke pak û parastî.

 

Father in heaven who lovest all,

Oh, help thy children when they call;

That they may build from age to age,

An undefiléd heritage.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, helbesta sivik[15] populer bû. Gelek pirtûkên Rose Fyleman (1877-1957) yên periyan ên weku Fairies and Chimneys (Perî û Kulek) (1918) hene.  Lê ecêb e, her çiqas helbestên wê bi rengekî acizker “şîrîn” bin jî; hîn jî helbestên wê dikevin nav antolojiyan. Helbestvaneke pir çêtir Eleanor Farjeon (1881-1965) e ku berhevoka wê ya yekem, Nursery Rhymes of London Town (Zûgotinokên Bajarê Londonê), di 1916an de derket. The Children’s Bells (Zengilên Zarokan) (1957) koleksiyona wê ya helbestan e. Wê bixwe, ji nav pirtûkên ku xwe yên ji bo nûciwanan nivîsandî, ew helbest wergirtine; û Anne Harveyê, vê dawiyê hin helbestên wê yên kêmnas di Something I Rememberê (Tişta ku Tê Bîra Min) (1987) de berhev kirin.

Nêzîkî çil sal piştî A Child’s Garden of Versesê, A.A. Milne (1882–1956) berhemên bi navê When We Were Very Young (Dema Em Gelekî Ciwan Bûn) (1924) û Now We Are Six (Niha Em Şeş Salî ne) (1927) weşandin. Bêguman, teswîra Milne a li ser zarokatiyê, ji bo gelek zarokan pir bi kêf e. Herwiha qurnazî, hestyarî û qurretiya mezinan jî tê de heye. Stevenson li ser kêliyên zarokatiya xwe sekinî -ku vegotina vê ya bi durustî ji bo mezinekî çiqas mimkun be- û hêza helbesta wî ew bû, lê hêza Milne ji çavkaniyeke cudatir dihat. Her weku kurê wî Christopher Milne gotiye:

Têkiliya hinekan bi zarokan re baş e. Ya hinekan ne baş e. Ew diyarî ye. Tu xwediyê wê yî yan jî nînî. Ew bi bavê min re tunebû- yanî… Bavê min nivîskarekî behremend bû û tam jî ji ber vê yekê ku nekarî bi kurê xwe yê piçûk re bilîze, hesreta xwe li dereke din derbas kir û têr bû. Di şûna wê de, wî li ser xwe nivîsî… Hesta herî kûr a bavê min nostaljiya ji zaroktiya wî ya bextewer bû. (Milne 1974:36)

Tiştê ku nayê înkarkirin ew e ku Milne bi demê re jî populerîteya xwe wenda nekir, ji ber ku helbestên wî baş in. Milne bi salan, ji bo kovara Punchê nivîsî û wê tecrûbeyê fersendek da wî ku qabîliyeteke rafîne ya nivîsîna helbestê bi dest bixe. Milne, ew tecrûbeya xwe bi serfirazî, bi nêrînên xwe yên baş ên li ser zarokatiyê kombîne kirin. Hinekî îronîk e, Milne xwe bi piranî weku nivîskarekî ji bo mezinan dihesiband. Herwiha T.S. Eliot jî wisa bû, lê wî pirtûkeke ecêb bi navê Old Possum’s Book of Practical Catsê (Pirtûka Pisîkên Xebatkar ya Possumê Pîr) (1939) ji bo zarokan nivîsî.

Di nav helbestvanên nû de, James Reeves (1909-1978) bi berhevokên xwe yên weku The Wandering Moon (Heyva Gerok) (1950) û The Blackbird in the Lilacê (Çûka Reş a li ser Leylakê) (1952) navdar bû; xebatên wî di cildekî de, bi navê Complete Poems for Childrenê (Hemû Helbest ji bo Zarokan) (1973) hatine berhevkirin. Hevdemên Leonard Clark (1905-1981) Near and Far (Nêzîk û Dûr) (1968), ên ku di 1960î de weku Clark ji bo zarokan dinivîsîn, êdî bi piranî nayên çapkirin û balê nakêşin, ev in: Robert Graves (1895–1985) (The Penny Fiddle (Kemana Piçûk) (1960); E.V.Rieu (1887-1972) The Flattered Flying Fish and Other Poems (Masiya Pozbilind a ku Difire û Helbestên Din) (1962); Ian Serraillier (1912-1995) Happily Ever After (Kêfxweş Heta Dawiyê) (1963); Edward Thomas (1878-1917) The Green Road (Rêya Kesk); Poems for Young Readers (Helbest ji bo Xwînerên Ciwan) (1965); John Walsh (1911-1972) The Roundabout by the Sea (Xaçerêya li Ber Behrê) (1960); û Russell Hoban (1925) The Pedalling Man (Zilamê ku Pêdelan Digerîne) (1968).

Di nav helbestvanên navdar ên amerîkî yên vê sedsalê de Laura Richards (1850-1943) jî heye; ku Tirra Lirrayê (1913) ji berhevokên wê gelekî sûd wergirtiye. Hin helbestvanên ku nivîsên wan bi piranî ji bo mezinan in, ev in; Elizabeth Coatsworth, E.E. Cummings, Emily Dickinson, Rachel Field, Robert Frost, Langston Hughes, Myra Cohn Living-stone, Edna St Vincent Millay, Carl Sandburg, Theodore Roethke, May Swenson, John Updike û William Carlos Williams e. Lê belkî, ew ji bo nûciwanan helbestên ku herî zêde ketine nav antolojiyan û yên cihêreng dixin nav lîteraturê. Frost û Sandburg ji bo zarokan, ji helbestên xwe bijarteyên mîna You Come Too (Tu jî Were) (1959) û Wind Song (Strana Bayî) (1960) amade kirin. Di heman demê de bijarteyên Emily Dickinson A Letter to the World (Nameyek ji Cîhanê re) (1968) û Langston Hughes, Don’t You Turn Back (Bi Şûnde Venegere) (1969) di van demên dawî de hatin weşandin. Li Brîtanyayê helbestên Edmund Blunden, W.H. Davies, Thomas Hardy, John Masefield, Elizabeth Jennings û R.S. Thomas pirî caran ji bo zarokan hatin hilbijartin û hîn jî tên hilbijartin.

Berî guhertinên bingehîn ên ku di nîvê sala 1970yî de pêk hatin, du helbestvanên pir resen berhevokên xwe yên yekem ji bo zarokan amade kirin: Ted Hughes Meet My Folks! (Malbata Min Nas Bikin!) (1961) û Charles Causley Figgie Hobbin (1970) amade kir.

Di destpêka salên 1970yî de cureyekî nû yê helbestê bi dengekî bilind derket piyaseyê û ew form ya Michael Rosen bû: Mind Your Own Business (Tu li Karê Xwe Binêre) di sala 1974an de derket û yekser serkeftî bû. Dibe ku îro, ji bo zarokan helbestvanê ku herî zêde kitêbên wî tên firotin Rosen e, lê xebata wî di nav gelek rexnegiran de bûye sedema tevliheviyê. Bi rastî ew helbest e? Ew formeke nezma serbest a nêzîkî rîtmên axaftinê bi kar tîne. Ma ew hilweşanger e? Gelo mirov dikare wê ji bo nûciwanan weku wêjeyeke biqalîte bihesibîne? Rosen tinazên xwe dike bi kesên ku karê wî piçûk dibînin: “Ew helbest e? Çîrok e? Ma ew fîlm e? Ma ew mûz e?” (Styles 1988: 89). Bêguman, helbesta wî ji rabirdûyê qutbûnek e û li ser tecrûbeyên rojane yên zarokan radiweste, carinan jî bi zimanekî mubalaxayî û asayî hatine nivîsîn; bi henek, heqaret û argoyê. Ew bê şerm e, carinan jî hov e, pirî caran dev diavêje toreya mezinan. Piraniya rexnegiran guh neda aliyê ciddî yê Rosen ku her gav bi mîzahê ve girêdayî ye. Rosen nivîskarekî berhemdar û antolojînûs e: You Can’t Catch Me (Tu Nikarî Min Biqefêlî) (1981), The Hypnotiser (Hîpnotîst) (1988), Mind the Gap (Baldar Be ji bo Çalê) (1992) bi tenê hin nimûneyên piçûk in ji nav gelek berhevokên wî yên ji bo zarokan.

John Rowe Townsend jê re dibêje “risteyên şûmker”[16] û wisa pênase dike: “li vir jiyana malbatê xav, bi sohbetên pûç, bi hêrs û tevliheviyên xwe; û li şûna daristan û mêrgan xetên trênê ên ku nayên bikaranîn, cihên şantiyeyan û sergoyên xurdeyan hene” (Townsend 1987: 303). Bi tenê xwendina sernavan yên salên 1970 û 1980î nîşan dide ka helbest çiqas guheriye: ew rêznezan, nefermî, biîdia û kuçeyî (street-wise) bû. Komeke helbestvanên jêhatî, bi awayekî kelecan pêleke berhevkirinê derxist holê. Wan mijarên mîna yên Rosen bi kar anîn û li dû şopa pirtûka wî ya Mind Your Own Business çûn. Lê paşxane, perspektîfa li ser zarokatiyê, şêwaza nivîsînê û formên hilbijartî yên vê komê cuda û cihêreng bûn.

Kit Wright bi karîkaturîst Posy Simmonds re hevkarî kir da ku di Rabbiting Onê (Galegal) (1978) de helbestên zindî û zarok-dost binivîse; lê ew jixwe helbestvanekî mezin bû, helbestên wî xwedî şêwazekê bûn û bi baldarî hatibûn nivîsîn. Wendy Cope ku helbestvanekî qerfok û pirfiroş/bestseller bû ji bo mezinan, ji bo piçûkan di Twiddling Your Thumbsê (Lîstika Bi Tiliyên Xwe) (1987) de helbestên xwe yên bikêf parve kirin. Berî ku ew ji bo zarokan The Clever Potatoyê (Kartolê Zîrek) (1988) çap bike; helbestên Vernon Scannell, bi salan di dibistanan de hatin xwendin. John Mole, Boo to a Goose (Kişkiş Qazê) (1987) û Libby Houston All Aboard (De Siwar Bin)[17] (1993) her du jî helbestvanên xwedî weşan bûn berî ku berê xwe bidin zarokan.

Roger McGough ji tradîsyona performansî ya helbestvanên radîkal ên Liverpoolê yên salên 1960an tê. Bi heman şeklî Adrian Henri, The Phantom Lollipop Lady (Lolîpop Leydî ya Xeyalet) (1986) û Brian Patten Gargling With Jelly (Xulxulekirina bi Pûdîngê) (1985) jî wisa. Her sê jî mîzahê gelekî bi kar tînin; lê em dikarin êş û dilovaniya ku bi karên mezinan re eleqedar in û rexneyê jî tê da bibînin. Xeyalên resen û bikaranîna peyvan a şareza a McGough di You Tell Meyê (Tu ji Min re Bibêje) (1979) de ya ku bi Michael Rosen re nivîsî û di Sky in the Pieyê (Ezmanê di nav Pasteyê de) (1983) de bi tevahî tê nîşandan: Adrian Mitchell li derdora tradîsyona performansê jî baş tê zanîn: kombînasyona wî ya şefqet, xema civakî û mîzahê weku di Nothingmas Dayê (Roja Tu Tuneyî) (1984) de jî tê dîtin, helbestên jibîrneçûyî diafirîne. Gareth Owen, bi jiyana kolanê ya zarokên Salford Roadê (Rêya Salfordê) (1979) û Song of the Cityyê (Strana Bajêr) (1985) re eleqedar bû, lê îlhama wî ji xebata wî ya di perwerdekariyê de dihat. Bi heman awayî di Swings and Roundaboutsê (Hêlekan û Hespik) (1981) de Mick Gowar jî wisa bû. Allan Ahlberg, mamosteyekî berê bû û jiyana dibistanê ya hemdem di Please Mrs Butlerê (Ji Kerema Xwe Xanima Butler) (1983) û Heard it in the Playgroundê (Li Parkê Ew Bihîst) (1990) de bi kar anî, her weku Judith Nichollsê di Magic Mirrorê (Eynika Efsûnî) (1985) de bi kar anî.

Pêşveçûneke din a balkêş ji salên 1980yî vir ve populerbûna nivîskarên Brîtanî yên Karayîbî ne. John Agard di sala 1983an de I Din Do Nuttin’ (Min Tu Tiştek Kir) nivîsî; di Say It Again (Dîsa Bibêje) û Granny (Dapîr) (1986) de gotinên pêşiyan ên Karayîbiyan weku bingehek ji bo helbestên xwe yên bi mîzahî û jîrane bi kar tîne. Grace Nichols di sala 1988an de berhevoka xwe ya yekem a ji bo zarokan Come on into my Tropical Garden (Were Baxçeyê Min ê Tropîkal) çap kir:

Dêya min dide dû çêleka har               Me mudder chase bad-cow

Bi “hoho”yekê                                       With one “Shoo”

Bêrikê dikişîne ber bi jêrî çem            She paddle down river

Di qeyîka wê de                                     In she own canoe

Tu tiştek tuneye                                     Ain’t have nothing

Ku ji destê dêya min nayê                   Dat me mudder can’t do

When I Dance (Dema ku ez direqisim) (1988) a karîger a James Berry; nivîsîneke baş, empatiyeke li hemberî hestên nûciwanan û hesteke zindî ya şahiyê nîşan da. Herwiha wî hem bi zaravayî û hem jî bi îngilîziya standard nivîsî. Van her sê helbestvanan antolojiyên gelekî resen jî berhev kirine ku bi taybetî bi xwînerên nûciwan helbestên çandên din didin nasîn. Berhema resen Two’s Company (Civata Duyan) a Jackie Kay û dengên din ên jêhatî yên mîna Valerie Bloom, Faustin Charles û Benjamin Zephaniah nîşan didin ka helbesta zarokan ya hemdem çawa di warê ziman, form û temayan de ber bi qonaxeke eksperîmental ve diçe.

Zarok heta niha ewqas bi şanş nebûne ji aliyê xwegihandina helbesta mewcûd, bikêf û mustehcen ve; lê ew şans her tim ne wisa dilşa bûye. Li cem McGough pirî caran toneke tarî heye ku ew wê weku “Siya li quncikê”[18] bi nav dike û ew amade ye ku di helbesta xwe de behsa destdirêjiya li zarokan, depresyonê û mirinê jî bike. Qabiliyet, helwest e ku mirov li ser mijarên xedar bi awayekî hessas û di heman demê de rastgoyî bisekine. Wright di heman demê de hîs dike ku zarok “dikarin hin mijarên zehmet ragirin” û handîkapên zêhnî, hovîtiyên nêçîrê û şînan di nav kenê de bi dilovanî dineqişîne. Agard, Berry û Kay di helbestên xwe de li ser nijadperestiyê radiwestin. Rosen û Mitchell bi zordestî, zayendperestî, redkirin û windakirinê re têdikoşin. Henri li ser zarokatiya dema şer; û Patten jî li ser encamên şerekî nukleer difikire. Owen, helbestê weku amûreke ku bîranînan diparêze, dinivîse û fêrî me dike ku em ji bîr nekin: “Ez her tim hêvî dikim ku di quncikê hişê min de giyaneke din hebe ku dê bibêje ‘eynî wisa bû… ji bo min jî’” (Styles and Triggs 1988: 89). Ew teqez ne rast e ku mirov helbesta hevdem a ji bo zarokan bi tenê weku mîzahî û sivik bi nav bike. Ew ji hin aliyan ve qet ewqas bihêz nebûbû.

Hemû helbestvanên vê serdemê li gor xwe, ji dil û can “bi zarokatiyê re eleqedar bûn”; li gor min ligel hemû tevliheviya zarokatiyê ew rewşa wan, rêzdarî û nasîna wan a derbarê xwînerên nûciwan de nîşan dide. Sedemeke vê ew e ku ew bi rêya serdanên dibistanan û pêşangehên xwendekaran bi zarokan re têkiliyeke birêkûpêk saz dikin. Piraniya wan helbestvanan dizanin zarok ji çi kêfxweş dibin û nêzîkî xwînerên xwe ne, dema xwe di navbera nivîsîna ji bo mezinan û zarokan de parve dikin; ev dibe tiştekî ku di vê qadê de ne berbelav e bê guman. Gelekan ji wan, ji bo zarokan antolojiyên giring jî amade kirine. Wan hemûyan, di salên 1990î de bi weşana berhevokên nû yên populer dewam kir.

Hin hevkarên wan ên amerîkî John Ciardi, Eloise Greenfield, Mary Ann Hoberman, David McCord, Eve Merriam, Jack Prelutsky, Nancy Willard û Charlotte Zolotow in. Helbesta wan ji ya helbestvanên brîtanî bêdengtir û kêmtir realîst e, ji bilî van sê helbestvanan: Shel Silverstein A Light in the Attic (Ronahiyek di nav Kêranan de) (1982), Karla Kuskin Any Me I Want To Be (Eza ku Dixwazim Bibim) (1972), û her çiqas helbesta wî netirs be û rûnerm nebe jî Nikki Giovanni Spin a Soft Black Song (Straneke Reş a Nermik Veke) (1971). Balkêş e lê ji “risteyên şûmker”, weku Townsend pênase dike, li Brîtanyayê nimûneyên ewqas baş derketine holê, lê li Amerîkayê gelekî hindik tê zanîn.

Komeke mîzahbêjan heye ku li her du aliyên Atlantîkê jî berhemên wan baş tên firotin: weku nimûne, William Cole Oh Such Foolishness (Ax Bêaqiliyeke Wisa) (1980), Roald Dahl Revolting Rhymes (Helbestên Serhildêr) (1982), Spike Milligan Unspun Socks from a Chicken’s Laundry (Goreyên Hirî ji Cilşoxaneya Mirîşkan) (1981), Colin McNaughton There’s an Awful Lot of Weirdos in our Neighbourhood (Li Taxa Me Gelek Kesên Ecêb Hene) (1987), Colin West A Step in the Wrong Direction (Gavek di Rêya Çewt de ) (1984) û Dr Seuss Green Eggs and Ham (Hêkên Kesk û Jambon) (1960). Lêbelê ne kesek ne jî ew bixwe ji xwe re dibêjin “helbestvan”, lê helbesta wan ji hêla zarokan ve gelekî tê pejirandin.

Dawiya sedsala 20an, şahidiya deqên biresim ên gelekî serkeftî yên mîna versiyona The Highwayman (Rêbir) a Charles Keeping yan jî A Child’s Garden of Verses (1985) a Michael Foreman kir. Tiştekî din ê balkêş jî hevkariya di navbera helbestvan û îllûstratorên wek Michael Rosen û Quentin Blake, yan jî Ted Hughes û Leonard Baskin de bû ku hevkarên navdar ên raboriyê yên weku Rossetti û Hughes yan Milne û Shepard tîne bîra me.

Îqlima populerkirina helbestê dibe ku bibe sedema komeke xwîneran a berfireh: her çiqas ku gelek berhem hebin jî, dîsa bi tenê kêmîneyeke piçûk dixwîne, dinivîse û dikire. Di heman demê de, her çend helbesta ji bo zarokan ji rêyeke dûr û dirêj derbas bûbe jî, tercîhên “qaşo” dilpak ên mezinan, hîn jî çiqasî li ser zarokan tên empozekirin?

Helbesta Navneteweyî

Nîqaş heta niha li ser helbesta ji bo zarokan a li Îngilîstanê ligel ya Amerîka, Kanada (helbestvanên mîna Anne Corbett û Dennis Lee) û Awistralyayê (Max Fachen, Norman Lindsay, Doug MacLeod) bû ku wan di vê sedsalê de rêçên hema hema paralel şopandine. Divê mirov bibêje ku helbesta ji bo zarokan, li derveyî Brîtanyayê ne ewqas berbelav e: û li piraniya welatan, tradîsyoneke xwecih a helbestên zarokan ên çapkirî tuneye. Xwînerên ciwan ên bi helbestê re eleqedar, ji berhemên mezinan ên berdest deyn werdigirin. Du sê antolojî hene ku bi taybetî bi helbesta navneteweyî re eleqedar in: weku nimûne, Can I Buy a Slice of the Sky (Ez Dikarim Pariyekî Ezman Bikirim) ji hêla Grace Nicholsê ve hat amadekirin (1991), I Like That Stuff (Ez ji Wan Tiştan Hez Dikim) ji hêla Morag Stylesê ve hat amadekirin (1984), û Poetry World (Dunyaya Helbestê) (1985) ji hêla Geoffrey Summerfield ve hat amadekirin. Bi rastî, gelek edîtorên baş ên pir hatine nasîn ên weku Charles Causley bi pirtûka xwe ya The Sun, Dancing (Dema Tav Dans Dike) (1984) yan jî Naomi Lewisê bi A Footprint in the Air (Rêçek li Hewayê) (1983) wisa ne. Di piraniya çandan de gelek caran eleqeyeke zêdetir ji bo helbesta kêmîneyên etnîkî heye, lê hîn rêyeke dirêj li pêşiya me heye ku em bi hemû dengên wê, bigihîjin perspektîfeke rastîn a navneteweyî yan jî nûnertiya helbestê.

Çavkanî

Alexander, W. (ed.) (1896) Poems of Cecil Frances Alexander, London: Macmillan.

Darton, H. (1932/1982) Children’s Books in England. Three Centuries of Social Life, 3rd edn, rev.

  1. Alderson, Cambridge: Cambridge University Press. de la Mare, W. (ed.) (1930) Christina Rossetti: Poems, Newtown: Gregynog Press.

Glen, H. (1983) Vision and Disenchantment, Cambridge: Cambridge University Press.

Jones, K. (1991) Learning not to be First: the life of Christina Rossetti, Oxford: Oxford University Press.

Leader, Z. (1981) Reading Blake’s Songs, London: Routledge.

Lonsdale, Roger (ed.) (1989) Eighteenth Century Women Poets, Oxford: Oxford University Press.

Milne, C. (1974) The Enchanted Places, London: Methuen.

Muir, P. (1954) English Children’s Books 1600 to 1900, London: Batsford.

Opie, I. (1992) The People in the Playground, Oxford: Oxford University Press.

Pafford, J.H. (ed.) (1971) Divine Songs Attempted in Easy Language for the Use of Children by Isaac Watts [facsimile of 1715 edn], London: Oxford University Press.

Milne, C. (1974) The Enchanted Places, London: Methuen.

Patmore, C. (1862) The Children’s Garland, London: Macmillan.

Philip, N. (ed.) (1990) A New Treasury of Poetry, London: Blackie.

Shaw, J.M. (1962) Childhood in Poetry, Detroit: Gale Research.

Townsend, J.R. (1897) Written for Children, 3rd edn, London: Penguin.

Webb, K. (ed.) (1979) I Like This Poem, Harmondsworth: Penguin.

Çavkaniyên Pêşniyaz Bo Xwendinê

Hall, D. (1985) The Oxford Book of Children’s Verse in America, Oxford: Oxford University Press.

Morse, B. (1992) Poetry Books For Children, A Signal Bookguide, South Woodchester: Thimble Press.

Opie, I. and Opie, P. (1973) The Oxford Book of Children’s Verse, Oxford: Oxford University Press.

——(1977) Three Centuries of Nursery Rhymes and Poetry for Children, Oxford: Oxford University Press.

St John, J. (1975) Osborne Collection of Early Children’s Books, Toronto: Toronto Public Library.

Shaw, J.M. (1962) Childhood in Poetry, vols 1–5, Detroit: Gale Research Company.

Styles, M. (1990) ‘Lost from the nursery: women writing poetry for children 1800–1850’, Signal 63: 177–205.

——and Cook, H. (eds) (1988) There’s a Poet Behind You, London: A. and C. Black.

——and Triggs, P. (1988) The Books For Keeps Guide to Poetry 0–16, London: Books For Keeps.

* Morag, Syles. “Poetry For Children”. P. Hunt (Ed.), di nava pirtûka International Companion Encyclopedia of Children’s Literature de (r. 187-202). (London: Routledge, 1996).


[1] Fingle-fangles: Helbestên jirêzê yan jî helbestên weku lihevanînokan in (wergêr).

[2] Edîtorî û xwendina dawî ya vê wergêranê ji hêla Dr. Kenan Subaşı ve hat kirin.

[3] Pirtûkên ku berê ji firoşkarên kolanan dihatin kirîn û çîrok, qafiye û vegotinên cihêreng dihewandin (wergêr).

[4] Cautionary Verse.

[5] Ev serdem di navbera salên 1837-1901an de li Brîtanyayê serdema pêşketina şoreşa senayiyê ye (wergêr).

[6] Formeke helbestê ya bi 5 risteyan e ku bi gelemperî xwedî qafiyeya AABBAyê ye. Di sedsala 18an de li Îngilîstanê derketiye holê û di sedsala 19an de bi Edward Lear populer bûye (wergêr).

[7] Helbesta Dub formeke helbesta performansê ya Hindistana Rojavayî ye ku ji muzîka dubê derketiye holê û di salên 1970yî de li welatên mîna Jamaica, Îngilîstan û Kanadayê bi pêş ve çûye (wergêr).

[8] Haiku formeke helbestê ya ji çanda Japonî ye. Haiku form, naverok û zimên bi şeklekî watadar, di heman demê de jî kompakt bi hev re kombîne dike (wergêr).

[9] Helbesta William Wordsworth

[10] Tevegereke Protestan ya di sedsalên 16 û 17an de ye (wergêr).

[11] A ku bi “Twinkle Twinkle…”  dest pê dike (wergêr).

[12] Heyberên Derasayî yên weku cin û pêriyan (wergêr).

[13] Kesê ku li hemberî koletiyê ye (wergêr).

[14]Kovareke jinan e ku cara yekem di 1828an de li Bostonê hat weşandin. Tê gotin ku ew kovara yekem e ku jinekê edîtoriya wê kiriye (wergêr).

[15] Light Poetry: Cureyekî helbestê ye ku hewl dide mîzahî be. Helbestên sivik bi gelemperî kurt in, çêdibe li ser mijarên bêwate yan jî ciddî bin. Ev helbest lîstika bi peyvan, alîterasyon, cînas û hwd. dihewîne (wergêr).

[16] “Urchin Verse”

[17] Dibe ku ew “All Change” be (wergêr).

[18] “The shadow round the corner”

Derbar Rêvebir

Check Also

Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdan

Dîroknas, zimannas, mirovnas û kurdnasê navdar ê nemsayî (awistiryayî) Ferdinand Hennerbichler di lêkolîna xwe ya …

Leave a Reply