Girê Mirazan /Xirabreşka (000000 – 10 000 beriya Mîladê)

Divê em ji bo têgîhîştina rastiyên dîrokî li belgeyên dîrokî yen nehatine tehrifkirin binêrîn. Di nava van belgeyan de yên herî kevn sembol û rolyefên perestgeha Girê Mirazan (Xirabreşka) ne. Ev cihê pîroz 12, 13 hezar sal beriya roja me hatiye avakirin. Ev perestgeh hemû doktorîn û têgîhîştinên heyî û li gel îdîayên baweriyan tev de ser û bin kir. Herwiha, Newala Çolî, Girê Mezrê yê li Mêrdînê jî, bûne sebep ku dîrokzan, paleantropolog û arkeolog pêvajoya Neolitîk ji nû ve binirxînin. Ev hemî bûne sedema têkçûna hemû îdîa û têgîhîştinên baweriyên Samiyan jî. Ji ber ku di baweriyên Samiyan de (Cihu, xiristiyan û misliman) tê ragihandin ku Adem berê 7 000 salî jiyaye. Lê em dizanin ku ev ji çîroka Enkî ya Sumeran hatiye wergirtin.

 

Stêrka Sîrîusê ji 10 000 salan carekê li asoya ezman xuya dike. Lema arkeolog û astronomê îtalî Giulio Magli wiha dibêje: „Piştî Heyv, Venûs û Jûpîterê, stêrka ku herî zêde şewle dide, stêrka Sîrîusê ye. Mirovan dikanî ji vir 9 300 sal berê li aso stêrka Sîrîusê bibînin. Loma ku dikare ev perestgeha Girê Mirazan jî, li ser xuyana Sîrîusê hatiye avakirin.“

 

Yek ji arkeologên ku ji destpêkê ve li ser girê Mirazan xebitîne, arkeologê Alman Klaus Schmidt derbarê perestgehê de wiha dibêje: „Li dor vê perestgehê mirov kom bi kom civiyane û ev yek wan ji berhevkariyê ber bi niştecîhbûnê ve biriye.“ orjin: (Klaus Schmidt. Sie bauten die ersten Tempel. Das rätselhafte Heiligtum der Steinzeitjäger)

 

Li vir di çalên keviran de vexwarineke wek bîrayê hatiye hilberîn û cara yekem jî genim hatiye ajotin û qewirandin. Ev jî dîtina birêz Schmidt pesend dike. Hêjayê gotinê ye ku piştî K. Schmidt hin rastiyên dîrokî yên li ser girê Mirazan zelal kir û li pey jî xwest hin tiştinan lê zêde bike, bi awayekî gumanbar mir. Îdîayên ku hatiye kuştinê jî hene, lewra termê wî otopsi nekirine.

 

Ta niha çar perestgeh hatine vekirin. Ew bi navê A, B, C, D hatine binavkirin. Îhtîmal e ku ger çar pênc komên mirovan li vir gihîştibin hev, her komek, ji bo koma xwe perestgehekê ava kiribe. Li perestgeha A wêneyê mar, li ya B wêneyê rovî, li ya C wêneyê beraz, li ya D jî wêneyên çivîkan û xwerû jî yê qulingê serdest e. Dibe ev remzên wan koman jî bin.

 

Di tabletên Asûran de peyva „Beth Edin“ derbas dibe. „Eden“ peyveke Sumarî ye û tê wateya deştê, ango erdê rast, erdê bi adan. Jixwe peyva „erd“ û peyva „adan“ yên di kurdî de jî ji wê peyva sumerî Edin tên. Lema lêkolîner ji vir re „baxçê bihuştê“ (baxî Êden) dibêjin. Peyva „adan“ di Kurdî de tê wateya, „zêde berhemdayîn“, „bi bereket“, „ bi xêr û bêr“.

Ji ber ku ev mijar, mijareyeke gelek berfireh e, hêjayê lêkolînên kûr û bingehîn e. Lê dîsa jî, mirov dikane hin tiştan bêje. Em berê xwe bidine hin sembolên weke rolyefên li ser stûnên li Girê Mirazan hatine çikkirinê, da ku em bikanin baweriya wê serdemê têbigîhîjin.

1 – Xuyaye ku baweriya bihuştê ji vir derketiye, Sumeran ji deşta Heranê re „Edin“ gotiye. Yanê Baxçeyê Êdin / bi adan, baxçeye bihuştê.

2 – Li ser stûnên wekî tîpa „T“ hatine çêkirin de, rolyefên heyv û rojê hene. Ev jî xwerû baweriya bi stêrk û rojê tîne bîra mirovan. Hê îro jî ev bawerî, di nava Kurdan de baweriya serdest e. Yek bi pîroziyên Misliman û xiristiyanan sondbixwe Kurd bawer nakin, lê dema mirov „ bi roja xwedê“ bêje, bawer dikin.

3 – Perestgeh weke daîreyê gilover in û di navenda wan de du stûnên mezin ên remza roj û heyvê li ser in hene. Herwiha çemberên tîrêjên li dora heyv û rojê sembolîze dikin, hene. Ku hemû arkeolog û paleantropolog jî rasterast di vê baweriyê de ne.

4 – Tişta herî girîng jî, Girê Mirazan li ser girê herî bilind ê rêzeçayê yê li vê herêmê ye. Pêşiyên Kurdan di her dem û sedeman de jî, ji bo pereestgeh û ziyaretên xwe, girên herî balkêş û bilind  hilbijartine. Ev girêdana bi bilindahiyan ve, di çand û baweriya gelê me de wisa bi kûrahî rûniştiye ku hetanê îro jî, ji wateya xwe tu tiştekî wenda nekiriye.

Em hin mînakên balkêş bidin:

Bi giştî li ba Rêya Heq (Elewî) û heta li ba Kurdên misliman jî, mirov vê kevneşopî û baweriya kevnar dibîne. Ziyaret, bilindahî, zinar û baxir, hin darên xwerû bi taybet jî paçek yan jî bendek pêva girêdan, pîroz tê dîtin.

Taybetiyeka din jî, îqrara dil û niyetê ye. Mînak; Kurdên Dêrsimî yên cih, war û gundên wan ji „Dizgin Bavayî“ dûr in, derdikevin cihekî bilind ku „Dizgin Bava“ ji ser wê xuya dike, Li wir weke mînaka Dizgin Baba, ciyek bi keviran tê amadekirin û jê re „nîşanga Dizgin Baba“ tê gotin û êdî ewder dibe ziyaret.

Ji Pazarcik Elbîstanê bigire hetanî li ser Dêrsimê re digîhîje Qersê li gelek cihan golên bi navê Xizir, Kevirê Xizir, yan jî ziyareta Xizir hene. Ku em dizanin di dema Medan de, ango di dema  Zerdeştiya destpêkê de, ji Xizir re „Ameşa Spenta“ hatiye gotin.

Kurte nirxadinek li ser sembolên Girê mirazan

Mixabin ku lêkolînerên cihanê jî ji ber têkiliyên bi Tirkiye, welatên Ereban û Farisan re, tu carî sembolên dîrokî yên li herêmên Kurdistanê ne, bi baweriya me Kurdan re ne rûberandine, nedane ber hev. Tenê li tiştên ku li ba têgîhîştina dewletên dagirker tên zanîn û şiroveyên hin zanyarên ku xwestine teoriyên xwe derxin pêş rawestiyane. Girê Mirazan, li ser bingehê baweriya gelê heremê yê wê serdemê hatiye avakirin. Divê ev rastî bê zanîn. Hetanê ew sembol bi baweriyên Kurdan ên hê îro jî li wê herêmê bi zindî tê jiyîn re neyê rûberandin, rastiya wê dernekeve. Min bi gelek zimanan nirxandinên li ser sembolan xwendin, bi giranî bi hin rik û tiştên wan keniyam, lewre ji rastiyê dûr in. Çima? Ji ber ku tiştên dîrokî wenda nabin, tim di nava gelên paşmayiyên wê çandê de bi rengê cuda jî be, têne jiyîn. Ez ê jî, hewl bidim di nava vê çarçoveyê de remzên Girê Mirazan bi kurtî di forma rûberandinê de binirxînim.

 

  1. a) Di rolyefên Girê Mirazan de çivîka serdest Quling e. Quling hê jî di çanda me de pîroz e. Kuştin û nêçîra wan gunehê herî mezin e. Mijara pîrê dengbejiya Kurd Evdalê Zeynikê û qulingê jî, ne tesadûf e. Ji ber vê pîroziyê hatiye hilbijartin.

 

  1. b) Rolyefê Rovî: Rovî ajaleke kovî jî be di çanda me de cihekî gelek girîng digire. Ji stranan bigire hetanê şanoyên nava gel tê bikaranîn. Mînak; Ji bo zarokan ev çarek, li her derê ji aliyê dayikan ve tê gotin: „Rovî rovî, roviyê rindik / Rovi daye çindik / çûye mala xalê xalan…“

 

  1. c) Bi taybetî jî marê reş, di çanda me da hê jî semboleke herî pîroz e. Ji bo ji giyanên xirab parastinê tê bikaranîn. Mînakek balkêş; ji bo parastina jina ducanî û dergûşa wê, werîsekî reş ê dişibe marê reş li dora wan tê çerixandin ku dayik û dergûşê ji giyanên xirab biparêzin. Herwiha li ba Kurdên Êzdî jî marê reş sembol e. Marê reş li ser derê avahiya Lalişê jî heye. Li hin cihan dema marê reş xuya bike, li wê cihê tasekî şîr datînin ku marê reş were vexwe.

 

  1. d) Şêr hima bigire di nava hemû gelan de sembola hêz û bêtirsbûnê ye. Xwerû jî di nava gelê me de. Dema em li destana Gilgamêş dinêrin, dibînin ku şêrek wekî berxik kiriye hemêza xwe. Her bav ji kurê xwe re, „şêrê min,“ ji keça xwe re „şepala min“ dibêje. Şêr yek ji sembola Împaratoriya Medan jî bû û bajarê Ekbatanê ji aliyê peykerên du şêran ve dihate parastin ku ew her du peyker jî heya roja me mane.

 

  1. e) Li Girê Mirazan genim li ser agir hatiye qewirandin û hêrandin. Hîna îro jî, di nava gelê me de bi taybetî di rojên pîroz de, genim tê qewirandin û hêran. Li aliyê Serhed û Dêrsimê jê re „qawit“  Di nava Kurdên Êzidî de jî jê re „poxîn“ tê gotin.

 

  1. g) Di rolyefan de wêneyên kesexwiran (sîsolek, sîsyarek) jî heye. Peyva kesexwir di wateya balindeyên kesan dixwin de ye. Ev tê wê wateyê ku, ta wê çaxê jî, mirovên mirî ji kesexwiran re vekirî hiştine. Ev di baweriya Zerdeştî de jî heye. Miriyên xwe datînine ciyekî bilind, ji bo sîsyarek goştê miriyan bixwin. Paşê hestiyên wan miriyan bi rîtuelekê têne parastin.

 

  1. h) Tişta herî girîng jî li girekê wisa hatiye lêkirin, li herêmê tîrêjên rojê berê pêşî li wir dixe. Berê mezinên me baweriya Riya Heq /Elewiyan beriya derketina rojê, ew derdiketin cihên bilind, li hember rojê destên xwe didane ser hev û dua dikirin.

 

  1. i) Rolyefek conega jî li ser heye. Conega di dîroka me de tim sembola pîroziyê û bereketê bûye, hîn jî wisan e. Di nivîsên Sumeran de weneyê „ga“, wek sembol hatiye bikaranin. Ev li ba hemû mîrekiyên ku têkiliya xwe bi kurdan re hene, ga pîroz bûne. Di gelek navên kurdî de jî ev navê ”ga“ heye û rûniştiye. Zerga, Derga, Aştiyaga, Gaumada. Heta navê eşîrekî Kurdan jî Tîrîgan e „GA“.

 

Bi gotineke kurt û kurmancî, em dibînin ku ew sembolên wê serdemê hê jî di baweriya me de weke pîrozî serdest in. Lema mirov dikane bibêje; Girê Mirazan belgeyeke bingehê baweriya gelê me ye. Klaus Schmidt jî bi ser vê rastiyê vebûbû, lê jîyana wî têre nekir(!)

 

Pêşiyên me wê demê jî baweriya xwe bi roj û stêrkan, bi bilindahiyan, bi remzên ezmanî ên weke quling, dibe hin wekî Tawisî jî venivîsîne, anîne. Ev baweriya me ji hebûna baweriya Samiyan (Cihu, xiristiyan, misliman) jî pir pir kevntir e. Yek ji sedema bingehîn a hêzên cîhanî naxwazin hin rastiyên dîrokî aşkere bibin û rê li ber digirin jî, ev e.

 

Anegorî daneyên Tewrat, încîl û çavkaniyên îslamê Adem 7000 sal beriya Mîladê, ji heriyê hatiye afirandin. Lê Girê Miraza 10, 12 000 sal berê Mîladê hatiye avakirin. Di nîvîsên kevin de ev der weke bihuşt hatiye venivîsandin ku di şiroveyên pêş de hene. Lema, bi henekî jî be, mirov dikane bêje; Samiyan Ademê xwe afirandine û şandine ba me ku bibe mirov, lê ji ber ku Adem dizî kiriye, kalên me ew ji bihuşta xwe avêtine.

Fêrgîn Melîk Aykoç-Amidakurd.net

 

 

Hin çavkanî Notên min ên ji nirxandinên cuda

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/2816850

2 K. Schmidt, “Adler und Schlange: „Großbilder“ des Göbekli Tepe und ihre Rezeption Der Anschnitt, Anatolian Metal VI, Bochum 2013, s. 145 – 152; G. Magli, “Sirius and the Project of the Megalithic Enclosures at Gobekli Tepe”, Nexus Network Journal, 18/2, (2013), s. 337-346; Schmidt vd. 2014; M. B. Sweatman, Dimitrios Tsikritsis, Decoding Göbeklıtepe with Archaeoastronomy: What does the Fox say? Mediterranean Archaeology and Archaeometry, 17/1, (2017), s. 233-250; A. Lorenzis, V. Orofino, “New Possible Astronomic Alignments at the Megalithic Site of Göbekli Tepe, Turkey” Archaeological Discovery, 3/1, (2015), s.40-50; H. B. Schatz, “The God Table: A New Origins Theory of Religion and Civilization”, Archaeological Discovery, 10, (2022), s. 215-261.

https://www.kenanyelken.com/gobekli-tepe-figurler-semboller

https://www.gazeteduvar.com.tr/kitap/2020/01/16/gobekli-tepenin-sembolleri

https://www.kosulsuz-sevgi.com/genel/gobekli-tepe-sutunlarindaki-sembollerin-anlami/

https://www.kosulsuz-sevgi.com/genel/gobekli-tepe-sutunlarindaki-sembollerin-anlami/

https://www.urfagazete.com/uzmanlar-gobeklitepe-deki-sembolleri-yazdi/36511/

 

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply