Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

Selamûn Eleykûm!

Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin!

Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr hatin!

Mîrata dînî, rewşenbîrî û civaknasî ya Bedîuzeman Seîdê Nursî mixabin têgihîştineke heq kiriye, nedîtiye. Hin lêkolînerên xerabmebest xwestin ku vê mîratê li hember nûjeniya Kemalîzmê wek bertekeke paşverû bidin nîşan. Nêrînên dilpak jî Seîdê Nursî, herî zêde wek têkoşerekî ku li hember veguherîna tevgera modernîteyê û li hember bêexlaqîya ku modernîte bûye sebeb, didin nîşan. (Xebata Şerîf Mardîn jî di nav vê de ye). Heçku, wek teşebuseke xirab û mêtingeriyeke xwebixwe, Kemalîzm hê tune bû, Seîdê Nursî di sala 1911an de, Rîsaleyeke Azadî û Demokrasiyê diweşîne. Ew evî wek peşnûmayeke razber a ku di asteke “bibe, baş dibe” de nefikiriye. Ew evî ji gelê xwe yê ku hê ne amade ne re, di çarçoveya pedegojiya xîretê de, bi zimanekî hezm dikin û bi metaforên ku dewlemendiya wê xwendevanan efsûn dike ve, vedibêje.  Ev pirtûk jî Munazarat e.

Di vî pirtûkê de çi heye?

Ev pirtûk wek qutîkê amûr û hacetan e. Em di zimanê Emrîkî de, ji viya re “toolbox” dibêjin. Di nav de, ji bo qanûneke bingehîn ê demokratîk çi pêwist be heye û dîsa her cûre amûrên têgiyî hene. Him jî meşrûiyeta van tiştan di bin destê otorîteyeke ilmî ya ku bilintirîn e (ango, ji bin destê Bedîuzeman Seîdê Nursî de) derbas bûye.

Ji bo mînak, têkiliya serbestî û evdîtiyê. Azadî xesseyeke îmanê ye. Heta ku mirov azad nebe, mirov nikare îman bike. Ango ji bo kesan azadî pêşiya îmanê tê. Vira pir girîng e: Ji bo civakê, demokrasî li pêşiya îmanê tê. Heke hun nikaribin bê azadî îman bînin, hun bê demokrasî jî nikarin pirsgirêkê xwe bi Îslamê çareser bikin. Em dê paşê bizivirin ser vê mijarê. Di felsefeya serbestîparêz a laîk de jî heman tişt heye. Wek mînak, li gor Kant, ji bo mesûliyetê azadî şert e. Ev distûreke bingehîn e.

Bedîuzeman di munazaratê de qala ji hêla rejîmên desthilatdar û zordestiyên kesane ve, taxrîbatên çi heysiyeta kesan çi civakê û çi jî dînê îslamê ku dînek azadîxwaze de pêk hatîye, dike. Ez dixwazim hinek têgehan jî ji we re parvekim.

A yekem: Îstîbdad.

Çi ye ev îstîbdad?

Îstîbdad, sitemkarî û serwerî ye. Ango di cîhana mirovan de, wan tiştên ku bê pirsa “destûra te heye?” tên kirin e. Dîn jî di nav viya de ye. Ji pirskirina “destûra te heye?”  re em “meşweret”, ew hewza ku destûr dirijin re “şert, şûrût” ku ew şert û şûrûta di têgeha meşrûtiyetê de ye jî ji vir tê û bi vexwarina wê hewzê ve di cîhekê de bi azadî jiyanê re jî “meşrûtiyet (demokrasî)” dibêjin.

Lewma, meşweret ku wateya wê wek “şêwirandin” tê zanîn, ne di wê watê de ye. Girsehêz dewlet li şivanî serê çiya çima bişêwire û bêje “kî bila bibe serokwezîr?” Şivan çi dizan e?” An bijîşk jî, li nexweş çima bişêwire û bêje “derdê te çiye?” Heke zanistî bêjî li cem bijîşk heye. Ji ber vê yekê wateya meşveretê bi wateya xwe ya teng ve ne di wateya şêwirînê de ye. Tirkî dibêjim, wateya meşweretê “beşdarî(katilim)” e.

Wateya wê ya munazaratê beşdarî ye. Heke hun bi balekê baş ve giştikî binhêrin hun dê baş bibînin.

Meşrûtiyet çi ye?  Halê bendeyî û merbûtiyetê ye. Ango mirov kom dibin, li ba hev çakirî dijînê? derheqê viya de hinek distûr û rêzik çêdikin û soz didin hevidû.  Wek mînak, ji bo di malekê de hun bikaribin rûnên, hun ji xweyê malê re kontratekî çêdikin. Di Îngiliziyê de ji qanûna bingehîn re “constîtutîon” tê gotin. Hun peyva enstîtu dizanin, wateya wê sazî ye.  Constîtutîon jî tê wateya anw kesên ku ji aliyê cûrbecûr de, tên û tiştekî sazdikin û li pê wî digrin. Qanûna bingehîn jî, ji ew tişta ku evê pêk tîne ku çi nivîskî çi jî nenivîskî be re, tête gotin. Em ji halek ku curekî qeydî û soz dayîna beramberî re  meşrûtiyet dibêjin.

Hun peyva traktorê dizanin. Dî Îngilizî de ev peyv tê wateya tiştê dikşîne. Ango tract tê wateya tiştê dikşîne. Ew peyva contract(kontrat) jî ji wir tê. Wê tiştê ku du aliya dikşîne re, em kontrat dibêjin. Eqt, wan tiştên ku aliyan zept û rept dike û digrê re tête gotin. Ango em ji otorîteya ku meşrû û pişta xwe dide qanûnan re qanûna bingehînî dibêjin. Heke em Îngilizî bifikirin em ji viya re “constîtutîonal democracy” ango demokrasiya qanûna bingehînî dibêjin.

Meşrûtiyet dibe ku meşrû nebe. Wek mînak, yek şertekî daniye: “Di vî welatê de herkes dê pêşiya min xwar bibe.”  Ev di qanûna bingehîna wan de heye lê meşrû nîne. Dîsa meşrûtiyet bi şer’îtiyê ve jî heman tişt nîne. Ez dibêm qey derbarê ev mijarî de di pêşkeşiya min ê bê de em dê biaxifin.

***

Madem me dema mêtîngeha di dawiya xwe de hîşt, ez dê hinek ji we re zanyariya civakî bikim. Ez dê hinek têgehan ji we re vebêjim. Lê ez dê viya bi ew tarza hanê mustebîdaneye ku bikaranîna çend peyvê biyanî ve, ji destê we ehliyeta we ya muhatabiyê hildide û nezananên me ji îlmên rojavayê re dike dijmin ve nekim. Dîsa ev tişt, di nav me de ên ku xwendine dixe rewşekî mutehakîm û wana dike leyîstokên egoya wan.  Han ji we re têgehekî civaknasî di zimanê Tirkî de ku ew jî FETRET e. Ev têgeh di Dûrkheîm de bi navê ANOMΠwek têgehekî bingehîn derbas dibe. Fetret; dema ku şerîat(qanûn, nomos) li ser ezayên ku jiyana civakî komkiriye de li hêla zapt û reptê fûtûr dît û dem û şertên ku perçeyên mutemmîm serserî man re tê gotin. Dema ku kontrat tuneye fetret e. Wek têkiliya kirêdar û xweyê malê. Ji ber ku di fetretê de mesûliyet tune ye, mirov dizivirin heywaniyetê. An jî li pêş temenê kamiliyê dikevin. Ji ber ku di herdûyan de jî zordarî û teror fitrî ye, ev tişt ne suc in.

Ji we re têgehekî duyemîn jî wergerînim. Ew jî “Kirde/Subject” e. Serê danezana min wek “kirde bûyîn” derbas dibû. Bêguman hun dilşa bûn, “têgehekî zanistî tê, hem jî ji Emerîkayê. Çi xweş!” Ev têgeh di Tirkiya nûjen de wek ozne/kirde û di zanyariyên civakî de jî cihekî navend digire. Îngilizî jî ji viya re subject tê gotin.(di Fransî de sûje tê gotin). Îro ez dê Tikiya ev têgehê jî bidime we, ew jî xelîfe ye. Dema ku me bi zimanê vê heremê ve vegot kirde xelîfe ye. Li halê kirde bûyînê xîlafet tê gotin. Derheqê vê mijarê de axaftina xwe davêjim danezana xwe ya panelê û li vir kurt dibirim. Lê ji ên ku meraq dikin re wek puxte têştekî bêjim.

Di heywanan de exlaq tune. Fitrat heye. Heywan nikare derê dervayê fitrata xwe. Ji bo wê şerîet jî pewist nîne. Nabe mûxatabê îmanê ango ÎNTÎSABÊ. Ji ber ku ne mesûle, nikare soz hilde û bide. Nikare biaxife û eqd bike. Nikare îman bike. Ji ber ku îrada wê tine. Afirandeya fitrata xwe ye û dîlê/hêsîrê wê ye.

Lê di mirovan de fitrat tune. Erê, dizanim ev ji we re xerîb tê. Fitrata mirovan tune. Wîcdana mirov heye. Ango fitrata mirov wîcdanî ye. Fitrat tijî û têr e, lê wîcdan vala û birçî ye. Wek mînak, bi gotina Sartre ve mirov heyîniyeke ademî ye ku xwe ji xwe mesûl e. Felyesof jî di mirovan de fitrat geriyane û digerin, lê nabînin. Ji ber ku hundirê mirov valahiyeke û tu çi bixê ew heye. Di mirovan de wîcdan heye. Wê tiştê ku di mirov de tuneye(fitrat), nexwe ew dê di derva de bê û têkeve hindirê mirov. Wê dê hundirê xwe ew tiştê di derve de hat ve tijî bike. Ji ber vê yekê jî ji mirovan re şerîet teretub dike. Ji vê qasê ji bo mirov exlaq heye. Yek alema fitratê yek jî alema exlaqê heye. Exlaq di dunya xweyê îradan (xweyê wîcdanan) de heye, di dinya xweyê fitratan de tuneye.

Bi rastî dema ku mirov bi balkêşî Rîsale-î Nûr xwend mirov dibîne ku di wir de peresendî/evolutîon heye. Bi kîjan wateyê ve heye? Di gerdûnê de gêhaştin/tekamûl heye. Ev peresendî, ne pêwiste ku bi wateya peresendiya Darwînê be. Han ji we re, teceliya naveke Xwedê bû ji we re xwelî. Yek dudu navê Xweda dîsa dayinin ser han bû kevir. Jiyanê têxine nava wî han jiwe re bû gîha. Hinek dîsa têxinê ji we re bû dar. Tevger û îxtiyarê jî têxine navê bû heywan. Di heywan de bisekinin. Wira gelek tiştekî hêja tê: îrade tê. Îrade cînarê hiş e. Ewana we danî ser heywan dibe mirov. Li wira bend hat qetan û ewana dane destê heywan û bû mirov)

Derketina ji heywanetê, bi hildana îradê ve dest pê dike. Lê întîsab tine be mirov di fetretê de ne. Îrade ket mirov. Divê biryar bigrê, lê bi pirsgirêkeke wek bê biryariyê ve rûbirû dimîne. Tiştekî ku li ba heywanan tune. Dest pê dike û difikire, mereq û xem dîjî. Ev halê fetretê ye. Mirov wê îrade û azadiya ku di destê wî/wê de ye, bi hilbijartina qanûnek ve wê dê bi cihekî ve girê bide. Cîhekî ku ev benda dane destê wî/wê girê bide digere (ango pêdiviya wî/wê şerîetê, qanûnê, eqtê û ketina rê heye). Bi girêdayîna cihekî ve (bi meşrûtiyetê ve) ji fetretê dertê. Tê rewşekî bişert. Tê rewşekî biqeyd bûyî. Ango întîsab dike. Ji ew qanûna ku mirova tîne cihekî re peyvnameya civakî, bi gotina îro ve qanûna bingehîn tê gotin. (hun dikarin puxteya ev danezana min wek tabloya şematîk di dawiya vî nivîsê de bibînin. Br. Îlawe)

Çawa ku dîndarên cahil, demokrasiyê ji dîn dijraber/muxayîr dibînin, her wisa ewên gotinê de laîkin ku cahilên laîkanin jî şerîetê dijraberê demokrasiyê dibînin. Di demokrasiya rastî de gel serwer/hakim e. Ev gel çi qas misilman be ew qas misilman e. Bi gotina Bedîuzeman ve “nexwe îslam serwer e.” Ango gel çi qas misilman be nimînêrên/temsîlkar wan jî dê ew qas bixawên/bifazîlet û misilman bin. Ango şerîet jixwe heye û her rewşê û awertê de jî heye. Misilman çiqas bikaribin hebin ew qas hene. Gel çi qas qayîl be ew dê ew qas nerît/tatbîq bibe. Di wiya şûn de îstîbdad e. Ji ên ku ne dîndar in û dîn nepejirandine re nerît kirina şerîetê îstîbdad e.

Erê, ên ku munazaratê xwendine ew dê kêmtirîn di sê astan de mûxataban bibînin. Kurd, Tirkiye û alema Îslamê. Binêrin delîla ev tişta di cihê “îfade-î meram” de jî derbas dibe. Di wir de ji bo ev berhemê wek ebaya Ereban îqtîsa, şalê Tirkan xwekirî û Kurdekî bi kum hatiye ravekirin. Kum tê wateya heşê Kurdan hate serê wan. Ango Kurd hatine hemdê xwe. (Dema Bedîuzeman bangê Kurdên sed sal ewil dikir ewan hemû barkêş/hemal bûn. Ji ber vî yekê Bedîuzeman gotibû, Turk heşê me û em jî beden û laşê wan in. Lê edî pir dereng e. Kurd jî xweyê heş in. ji vê qasê em dê heşê xwe jî, bedenê xwe jî parvekin.)

Erê, kum tê wateya heşê Kurdan hat serê wan, ango bûn kirde/subject. Wateya şalê/pantorê Tirkan jî, êdî Tirkên jî bikaribin ji ruha Kemalîzm a rûxarî/sathî û sexte xilas bibin û di rêya pêşveçûyînê de bi gavên xwe yên bibawer ve bimeşin. Wateya eba Erab îqtîsa jî, ew îstîbdada polîtîk ku li ser bedena Ereban e biqelişe û di binê wî de derketina gel e. Ji bo viya şahid qada/meydana Tahrîrê ye û înşalah Sûrî ye.

Ev berhema hanê awha ecêb e. Niha çi pirsgirika Kurd ku di hindir de ye çi bihara Ereban ku di der ve ye û çi jî li Enqerê fikrên Tirkiyekî nû de ye, em di xalekî fetretê de ne. Mislimanên di dema modern de ye, hem bedeviyên demokrasiyênin û hem jî avamê îslamê nin. Ev reçeta bangê van mislimana dike. Ev mislimanên ku pêdiwiya wan ev reçetê heye qasê ku em dizanin pirtir e.

Ez dixwazim ji we re nûçeyek baş bidim: ji bo munazaratê wergerînin Îngilizî, em demekiye dixebitin. Heke nesîb bibe, vî havînê wergera wê dê xilas bibe û bi pêşgotinekê fireh ve em dê çapxanekê li Emerîkayê çap bikin. Wergera munazaratê li zimanê Îngilizî heman demê de tê wî wateyê ku munazarat pêşkeşê civata rewşenbîr a navneteweyî dibe. Muhatapê xebatekî awha jî herî kêm sê heb in:

·         1- Ji bo ew azadiya ku pey xewrabûna misilmanan ku pê re Bihara Ereban tê gotin hat dest pê kirin sazbibe azadîxwazên misilmanan şaş man û ew dê bimînin. Ji bo van azadîxwazan ew dê munazarat bibe rêber.

·         2- Ev behrem, ji bo misilmanên ku di demokrasiyên rojava de wek hindike dijîn re, ew dê bibe nokta-î îstînadekî ku pir pêwendî pê heye. Mislimanên ku li rojavayê dijîn di nav ew meşrûtiyeta ku ustad qal dikê de dijîn lê hişê wan hê jî wek hişê gundiyên ku di munazaratê de ustad qal dikê tevlihev e. Ev berhem, ew dê bibe noqta-î îstînadekê girîng ji bo rewşenbîrên misilman ên Ewrupayê ku Tariq Ramadan minakekî ji wan e.

·         3- Herî kêm qasê van her du girseyan girîng girsekî din jî heye ku ew jî ev in; ew akademîsyen û xwedî ramanên ku felsefa siyaseta Îslamî an jî di mijara teoriyên polîtîk yên Îslamî de dixebitin roj bi roj pir dibin henin. Ev çîna rewşenbîr dema ev berhemê kişf kir, înşalah ev berhem dê bibe çavkanîkî ku heyran lê tê mayîn.

Li rojavayê têkiliya Îslamê û demokrasiyê hê di halekî sabavetê de ye. Dema ku mirov viya tîne ber çavan, îlaweyên ku Bedîuzemanî bike gelek giring e. Bedîuzeman alimekî misilmana ye ku bi kesayetiya xwe ve dîrok çêkirîye û berhem daye( ev berhem tenê ne li aliyê berhem bûyîna xwe ve, aliyê bandor û cemeetê ve jî girîng e). Di ev metinê de Bedîuzeman, ew rêgezên/qaîdeyên azadiyê ku bi rastî di ruhê Îslamê de derketiye bi anînberçevekî/tasavûrekî nû ve tîne berhev û ew dê gelekî bal bikşîne. (ji ber ku hê jî lîteratura mewcûd wek teoriya serweriyê/hakîmyetê ya Seyîd Qûtûb tiştên banegehî/sathî û tiştên asta bertekî de ev mijar dinirxîne.)

Ji alîyê kişandina şertên Îslamê li îro ve, em wek mislimanên nûjen, nikarin bêjin ku em Kurdên ku Bedîuzeman di munazaratê de ji wan re axiftiyê pêştatir in.

Erê, wek Ahmet Yildiz jî vegotiye: Munazarat xweyê taybetiyek berhemekî kilasîke ku pir aliyên xwe ve wek felsefeyekê siyasetê û teoriyekê dewletê, hilanîna ber çav heq dike. Ji ber orjînaliya belaxata wê û dewlemendiya zimanê wê yê metaforîk berhemên wek viya bê nêrîna qabîliyeta xwendevana, ji her xwendevanê re misafirperwerî dike. Ji ber vî yekî kûrîtî û dewlemendiya di zimanê wê de bi heqî teqdîr nabe. Li gor min, munazarat berhemekê wiha ye. Di vî behremê de rêzan îçtîhadên felsefî û Îslamî hene û ewana di asta şoreşekî de ne.

Wek mînak, di civatên misilmanan de pîvanên meşrûiyeta deshilatiya/otorîteya dînî û polîtîk dide. Li gor wî, pêwiste çi deshilatiya siyasî(axatî û seltenet) çi jî deshilatîya dînî(şêxtî) biguhere. Demokratîkbûyîna deshilatiyêwek çûyînekî mîsoger têxwiyanê. Rêvebirê dewletê rewşa kesek deshilatdar û bilind derdixê û wek rêvebirek xizmetkarê gêlê ku berpirsyarê wî ye rave dike. Hun dikarin bêjin ku di viya de çi heye? Lê ev guherînekî pir girîng e. “Hukûmat fermandar nîne karmend e, karmend serwer nîne karker e.” Ango dewletê di navgîna desthilatdariyê û sitemkariyê derdixe û diguherîne cîhazekî xizmetê. (divê ez di vêderê de kevanekî vekim û li ser deshilatiyê biaxifim. Ango li saziya serweriyê derbasbûyîna saziya reveberiya bîrûbawerî/îdarî zîhniyet ku Foucault ji vîya re dibêje governmentalîty, divê ez qala ev çîrokê bikim. Ev di vîdeoyê de derbas dibe.)

Xizmetkarbûyîna dewletê guherînekî pir girîng e. Em ji rêvebirîna gel xwe ji xwe re demokrasî dibêjin. (Ango gel hem dibe bendegan hem jî dibe siltan). Bedîuzeman viya pir girîng digire. Ji ber ku ev saw guheriye pirî pratîkên ku di kevneşopa Îslamî de ne maruzê îstîhalê dibe. Mînaka wîya ya sihêmtirîn mesela zimîtiyê ye. Bedîuzeman bi wateyekî ve zimîtiyê laxv dike.

Nêrîna derheqê têkiliyên mislîm û xeyr-î misliman de jî dîmenekê girîng ê munazaratê heye. Bedîuzeman dibê ku dema zimîtiyê ku perçeyekê wexta melîkiyet û seweriyêye xilas bûye. Û dibê ku, ji ber ku me pêdiwiyekê Îslamê ku dadiye/edelete tetbîq nekir, hevwelatiyên me yên xeyr-î mislim ku zimîne di xastina dadiyê de mafdarin. Di dema demokrasiyê de êdî zimî dê bibin zimiyê mûahîd (vira gelek girîng e). Ango hindike dê werên rewşa hevwelatiyên wekhev ku mafên wan ê demokratîk bi qanûna bingehîn ve hatiye bin ewleyiyê.

Ji rewşa ku di dema berê de hebû ku zimî li destê serweran de wek sparte/emanet dihat dîtin (ango pediwiya îradeya wan nînû) de em niha dikevin rewşekî nû. Azadî û wekhevî ça tebeeya misilmanan dike padîşah wek wîxeyr-î misliman jî dike padîşah. Ev padîşahtiya mîkro re em dibêjin hevwelatî. Ango ew dê bibe kirde, xelîfe. Li gor vî xeyr-î mislim dikarin bibin parêzger/walî û wezîr. Bedîuzeman ew qas di paşiya(dahatû) dema xwe de bû ku, hişê Kemalîst ê metîngeh, xîlafeta (statuya kirdetiyê) herkesî laxv dikir, lê Saîd Nûrsî mafê xîlafetê dida hindikeya jî. Hindikeya xeyr-î mislim ew dê nebiya dîlê piraniya misilmanan, ew dê di civatetekî demokratîk de bibiya grûbekê hundirî an binî ku bi ferdên ku paraf havêtiye binê sazîya mafan ve muteşekîl e. (Heke Adnan Menderes şehîdekî demokrasiyê be, divê Hrant Dînk jî wek şehîdekî demokrasîyê giram/hurmet bibîne.)

**

Erê, îro dema metîngehiya Kemalîzmê bi hemû sîqal û qontaxa xwe ve hildişe û di lîsta mûzeya dîrokê de wek sazûmanên zordar û wek mînakekê serketî cihê xwe digirê. Ez mîsogere bibêjim ku civata Tirkiyê bi taybetî yên dîndar, qalibên bîrûbaweriyên xwe yên dema kemalîzmê bi taybetî mijara neteweperweriyê de hê jî xilas nebûne û ew xûyê xwe yên berê azad nebûne.

Ez di ev beşa dawî ya axaftina xwe de bi haletekî rûhî ku wek ê bedîuzeman ve bangê we dikim. Ez wek civaknasekî Kurd ku tecrûba azadîyê yê Emerîkayê ji serê xwe re kiriye kum, şalê nûjeniya Tirkan ku tevheviya şalvar û blûcîne xwe kiriye û di nimêjê de kulavê Ereban îqtîsa kiriye ji we re biaxifim. An ez dê wek ecêbekî ku ruhê wî Kurdî, zimanê wî Tirkî û heşê wî ro bi ro Emerîkî dixebite we re biaxifim.

Dibe ku gotinên min ji we re ecêb bê. Wek Bedîuzeman gotiye, hê fêkî negihîştibûn min ewan qetand. Heke  ji we re tel werê, rûyê xwe neqûrçimînin û abus-û qamterîr nebin. Nexwe em dest pê bikin û henek jiberên xwe jêpirsin.

(1) Di mijara neteweperweriyê de belbeleyekê biwêjî yê girîng heye: Fikra netewê her dem xerab e? Û neteweperwerîya erênî/musbet birastî erênî ye? Anaxtara evana ev e. Netew fitrî ye. Di kesî de beramberê ezîtiyê/ene ye. Ezîtî fitriye, perça mirov e, lê ezperestî/enaniyet nerind e. Fikra netew erêniye û fitriye lê neteweperwerî neyîniye/menfî û nebaş e.

·         Ezîtî = ene = netew = li gor îslamiyetê fitriye

·         Ezperestî = enaniyet = neteweperwerî = li gor îslamiyetê nayê pejirandin.

Mixabin mirov wextekî dirêj fikra netew a erênî û fitrî bi fikra neteweperweriyê ku neyînî û şeytanî ve tevlihev kirin. Fikra neteweperwerî ku neyîniye wek erînî pêşkeş kirin. Ezîtî erîniye û fitriye. Ezperestî neyînî ye. Netew erênî ye, fitrî ye. Lê neteweperwerî neyînî ye, mirov dike zalim.

Hê jî hinek şîroveker ên ku narkozê ranebûne di navbera neteweperwerî û nijadperestî de cudahî çêdikin. Ji ew neteweperweriya ku ên wan e ku qey dibêjin erêniye re dibêjin erênî ye. Wek mînak neteweperweriya Tirkan her dem “erênî” ye. Neteweperweriya Kurdan dema tê gotin nizanim çima ye lê tiştê tê hiş “nijadperestî” ye. Çi tesaduf? Ji neteweperweriya xelkê re jî dibêjin nijadperestî. Ji vir de dibêjim: navbera neteweperwerî û nijadperestî de tu cudahî nîne. Dema ku tu dikî, ji neteweperweriyê re dibêjî erênî, dema xelk dike ji neteweperweriyê re dibêjî neyînî an nijadperestî. Ji bo zilma xwe hincet/bahane heke te rengê tena mirovê hilbijartiye tu nijadperestî û heke te cudahiya zimanê wî/wê hilbijartiye dîsa nijadperestî. Di me de ji viya re dibêjin neteweperwerî. Heman tiştin. Ji ber ku li ba me biwêjekî wek nijad tune. Heke tune ew tiştê heye nijadperestî nîne. Neteweperwerî û nijadperestî heman tiştin. Civaka xwe ya bixeyal çi bixwazî dadimezirînî ser wê. Dikarî bipesirînî ziman, dîn, nijad. Tiştê ku te dike neteweperwer daqultana ên din e. Li Tirkiyê tiştekî wek nijadperestiya Kurd tune, tiştekî wek neteweperweriya Kurd an Tirk heye. Hemû neteweperwerî bi daqultana ên din ve û dijminiya ên din ve xweyî dibin.

Biwêja netewê erêniye û divê di hindir de be. Biwêja netewê tişta ku ruhê ciwatê çêdike ye û ruhê şaxs-i manewî ye. Hezkirina ezê an emê fitriye û erênî ye. Biwêjekê bingehîn heye ku Seîdê Nursî biheter ser disekine: sexs-î manewî(ango ezîtiya kolektîf). Ev ew qas bingehîne ku di mijarên wî yên ku derveyê siyasetê û ûxrevî bigrê heta doza wî ya polîtîk a firehtirîn, di her cihê de dertê rastê me. Han ji we re, heta îroj kesê we Rîsala Îxlasêawha xwendibû nizam, lê Rîsala Îxlasê reçeteyeke avakirina neteweke manewî ye. Netew mirovî ye. Wek cihê fabrîqê ye. Bi rastî dema hun bixwînin ustad di wir de Adam Smîthî xwendiye. Ew mînak û çekûyên/îbare ku Bedîuzeman bikaraniye di pirtûka Adam Smîthî de jî derbas dibe: The Welth of Natîons (ango Zengîniya Netewan an Heyiya/Serweta Miletan). Ango Seîd Nursî hema yekê ku qala axiretê dike û dunyayê û rojavayê nizane nîne.

Fikra Îtîhada Îslamê doza Bedîuzeman e ku ew ev dozê ciwaniya xwe heta dawiya emrê xwe bi xiroş xweyî derketiye. Ev fikra Îtîhada Îslamê jî projeyekê avakirina netewekî ye. Lê herdû jî ji bo fikra netew a erînî re mînak e û ev ji neteweperweriya erênî re mînak nîne. Ango tu dikarî cemeeta xwe hez bikî lê tu nikarî cemeetçîtî(neteweperwerî) bikî. Tu hezkirina cemeeta xwe de azadî. Ji ew aîdiyeta ku li ser dijminiya xelkê dameziriye re em dibêjin neteweperwerî.

Ji ber ku fikra neteweperweriyê neyîniye divê li derve bê gerîn. Daqultana ên dinê ve ango dijminiya ên dinê ve xweyî dibe. Di nav Tirkan de tu nikarî neteweperweriya Tirkan bibînî. Wiya tu tixûbê Grekîstanê, çiyayê Kurdan, deştên Ereban an jî şekirê Şamê de divê tu bigerî. Ji ber ku biwêja neteweperweriya neyînî negatîfe û taybetiyekî wî yê neyfkirinê heye. Ango mişextî dike, şerîn/înkar dike, mala xwe terk dike û diçe mala xwelkê xerakirinê re û bi xelkê xistinê ve mijûl dibe. Ji ber vî dema hêzên ewlehiyê yên wîcdanê diçe û cih dipêdîne/tespît dike neteweperwerê di mala wî de nabîne. Nexwe wek, “yekê wisa tune” qeyd bike, xelet dike. Ji ber ku neteweperwer nikare di mala xwe de bisekine. Ji bo kerha/nefreta xwe li der bikarbîne, li der e. Bi cînarê xwe re qehbik, Ermenî, heywan, bipoçik gotinê ve mijûl e.

(2) Em welatekî wusanin ku “bi sedî nod û neh misilman bûyînê ve” tên besn danînê. Rastiya wê binhêrî divê em bi viya ve şermezar bibin. Me çawa di bûyîna welatekî sedî nod û neh misilman de serkeftî bûye? Me an xeyr-î misliman kuştiye an jî mişexte kiriye. Di piraniya alema Îslamê de her dem hebûne û hê jî hene. Tenê cihên ku bi neteweperweriya misilmaniyê ve paxişiya netewan bûye de sedî nod û neh misilman mane. Xêncî Pakîstanê ku di eksena misilmaniyê de hatiye qet kirin, di her cihê alema Îslamê de xeyr-î mislim hene. Tirkiyê tune. Çi şoraxiyeke mezin , çi sedemek rehavetekê mezin û sedema bafikekî/mazeretekî zordariyê. Em gişt misilmanin gotin û misilmanan qetl kirin.

(3) Pirî carna ji alî dindaran tê bihîstin ku ji dewletê re bang tê kirin û dibêjin: “Dewlet bila destê xwe yê dilovaniyê dirêjê Başura Rojhilatê bike.” Niha ez dê wek hevwelatiyekî bersiv bidime ev bangê: Destê dewletê ya dilovaniyê bişkê. Erê. Destê dewletê ya dilovaniyê bişkê ji ber ku dewlet nikare dilovaniyê bike. Di dewletên demokratîk de divê hêz di qanûnê de be. Qanûn dilovaniyê nake. Li gor heqê tevdigere/hereket dike. Heq heq e, piçûktî û mezindtiya wî nayê nêrîn. Heke dad/hûqûq serwer be di wir de cih li dilovaniyê û kerhê re tunene. Gotina, ez ber we dikevim ji bo viya ez dê we re mûemeleya mirovan bikim, ji mirovtiyê re heqeret e. Dewlet destê xwe yê dilovaniyê dirêj dike û ji bo pîrekên bilaçik biçin dibistanê destûr dide. Na, destê dewletê ya dilovaniyê bişkê. Laçik heq e, nabe mijara dilovaniyê, sedeqê an minetê. Heq tu car ji bo hêrsketinekî an ji bo li ber ketinekî gorî nabe. Heke serwer qanûn be, sewer tu car nikare ew biryara ku daye bi kêfxweşî an bi li ber ketinê ve bide. Destê dewletê yê dilovaniyê bişkê. Ji ber ku, dema Hz. Emer di şerîetê ango qanûnê de tiştekî re hêrsket an tiştekî hezkir an jî ber tiştek ket(dilovaniya Xweda pirtir dilovanî kir), serxwebûnek demokratîkekî wisa hebû ku digotin em dê bi şûrên xwe te rast bikin. Bi wan destên ku xatirê heqê bilind digirt ve destê dewletê yê dilovaniyê bişkê. Heke hê jî em ji dewletê ji bo Kurdan destê xwe yê dilovaniyê dirêjkirinê dixwezin, Kurda bi darazê/mehkûmê kindê/zîletê kirinê ve heqeretê li wan dikin. Ji qederê re jî bo Kurd bibin teror fetwa didin.

(4) Wekî din mafê dîndaran tune ku ji Kurdan re bêjin bibin dîndar. Dîsa mafê dîndara tune ku ji Kurdên neteweperwer ku ketine nav laîkiya ku Kemalîzm zerkiriye re bêjin hun ne Kurd in ji ber ku Kurd dîndar in. Laîk û Tirkperwerên vî welatî ça Tirktiya xwe de tu tişt hinda nakin û li gor demokrasiyê parastina mafê/heqê van hevwelatiyan de ça pirsgirik çê nabe, her wusa jî ji Kurdên ku kesatiya xwe yê dîndarî hunda kiriye û ketiye nava neteweperweriyekî laîk re ji bo tundê/şîdetê berdin dersa Îslamiyetê dayîn, hem demokratîk nîne hem jî ji îslamê re bê rêzî/hurmetî ye. Niha dîndar bûyînê, ji bo beqa dewletê û ji bo yekîtî û bi hevreyiya netewê ji Kurdan xestin,dînê ji dewletê re alav kirin e.

Serokwezîrê me ku di başura Afrîqayê dersa laîkiyê da divê ku wî dersê di pirsgirika Kurd de bidaba. Ango pirsgirik, pirsgirikeke dunyewî ye. Me di serî de gotibû ku heke azadî tune be îman nabe. Demokrasî nebe, nikarî bi navê Îslamê jî biaxifî. Te mêrik kiriye heywan û ji ser de jî benda ferasetê yî. Mîsogere mafên Kurd ku dixazê dîndar bin dixaze laîk bin bê dayîn. Hebûna PKKyê pêwisti û bi lêziya wî rawe dike. Ji PKKyê re dayîna mafên ku bi şert, tê wateya hanê ku gelê Kurd, pirtir bibin PKKyî.

Heta ku mafên Kurda yên bingehîn neyê dayîn, benda feraseta demokratîk mayîn bicav/bi mantiq nîne. Ev nêrîn salên 80î û 90î de gotinekî qeleş tîne bîra min. Gotin wiha bu: “Tirk û Kurd birane, yê ku cihêtî bike qeleşe!” Qey ji mirov re napirsin, ji bo du mirov bibin bira divê pêşyê hebin û cihê bin. Birayê mezin, milê xwe li histiyê birayê biçûk girêdaye û dibê werê birayê min ê rindik. Ya rastî birayê biçûk nikare bêhn bistîne. Ji bo Kurd bi Tirk re bibe bira, divê pêşiyê wek Kurd bikaribe hebe. Tiştê ku tuneye nikare bibe bira. Minet û zordariyê ve jî biratî dizivire xeyîdaninê. Kurd û Tirk serî ji wan kesên ku ji qetla bira re destûr didan re daneynîn, helbet ew dê alîkarê wan kesan nebin ku ew kes dixwazin dewra fetretê ku di navbera birayan de şer heye bidome. Înşalah.

**

Ê çi bibe? Ça me bi hev re ew şoraxiya ku laîkî û neteweperweriya Tirkan sedem bibû tolere kir û niha em bo çakkirina/temîrkirina wî dixebitin, her wekê wî ew dê bo Kurd jî bibe. Bo wextekî ew şoraxî û hindakirina qereqterê, ew dê kûr bibe. Neteweperweriya sekuler çawa di nav Tirkan de serkeft, di nav Kurdan de jî niha serdikeve. Îlaca yekta ku serxweşiya neteweperweriyê li holê radike û Kurdan xewradike niha demokrasî ye. Ev azadî ye. Tiştê ku pewiste îada mafan û restora heysiyetê ye. Çi qas dereng bimîne ew dê Kurd ew qas bê hunda kirin. Îslamîyet ji bo hezkirin û biratiyê gencîneyekî/xezîneyekî naqede ye lê şûna demokrasiyê nagirê. Demokrasî ji bo herkesî ye, Îslamiyet ji bo ên dixwaze ye. Azadiya herkesî bidê. Peyra mafê te yê qala jêpara hevparê yê Îslamîyetê kirinê dertê û ji bo xwe û wan bîranîna dada biratiyê dertê.

Hukûmat wek bijîşk e. Kurd nexweşin. Nexweş derdê xwe dibêje lê bijîşk ji ber ku Kudî wek zimanekî medenî nabîne, ji nexweşîkî ku nas nake re îlacekî bêpîvan ku narkoza yekîtî û bi hevreyiya netewî an jî asîda ewlehiya netewê pê lê dike û pê lê dike.

Erka dewletê ku li pêşiya wê ye gelek eşkere ye: Bê naz û çiz tu dê mafên bingehîn ên Kurdan îadê bikî. Paşê dikarî ji PKKyê re bêjî asê. Pey wî herba tu bikî meşrû dibe. Paşê dikarî ji Kurdan re yaw em birayên misilmanin bêjî. Heta mafên Kurdan ên bingehîn ku pêwistiya meşrûtiyê û eqlê ye ango nûtqa garantiya mirovtiya wan e(ango qabîlyeta xîtaba wan e, ji viya re di Grekî de dibêjin logos. Ev hem wateya matiq hem jî wateya axaftinê da ye) nedin, ji Kurdan benda muemeleyek mirovî û benda mantiqî bûyîna wan mayîn ne maqûl e. Mirovekî ku destê wî de nûtqa wî hatîye hildan, ew mirov zorê bûye heywan. Rewşa iztirarê de berpirsyarî nîne.

Ji ber vî yekî, di çareserkirina pirsgirika Kurd de çaresera hêztirîn kûrkirna demokrasiyê ango ew mafên ku zorê hatêye hildan ne wek minet û îxsan dayîne.

Di serê meşrûtiyetê de dema Kurd şêlotiya li Stenbolê û negihîştina başiyên meşrûtiyetê li Kurdan Bedîuzeman pirsîn, wek bersiva Bedîuzeman dabû wan, siyaseta Kurd jî dê di serî de şêlû û biûfûnet bikişe. PKKî bikşe, neteweperwer bikşe û vederkirinî bikşe. Lê bawer bin ew dê safî be û biratiya Îslamê dê binê wî de werê xanê.

Kî dizane, dibe ku qedera Xwedê, bi destê neteweperweriya Kurd ve neteweperweriya Tirk bişkêne. Ji bo dewlet dabeş nebe, ji vî welatî nexweşiya Tirkperweriyê dê werê havêtin. Çiqas wekheviya Tirk û Kurd çê bibe ewqas ruhê netewa me Îslamiyet “heqîqî, nîsbî û îzafî” dê bibriqe.

Ango Kurd hem hîn bûn bibin Kurd û hem jî Tirkan fehm kirin. Lê Tirk tenê Tirk bûyînê hîn bûn. Kurdan nas nekirin û fehm nekirin. Îro di nimêja înê de pey nimêja înê, dema carekî dinê milet rabû û bû cemeet hevalekî misafir ku pêşîtirîn hatibû li Mêrdînê bişaş pirsî: çi dibe li vira? Min dê bigota: “ tû xêr hatî Kurdistanê” lê min go: “xêr hatî Komara Şafiyan! Ferza nimêja nîvrojê bi cemeetê dikin.” Mêrik şaş û metel ma. Cara pêşîtirîn rast lê tê. Tirkiyeyî bûyîn ewa ye ha. Ango Henifiyên dê Şafiyan hîn bibin. Û Kurdî ji bo Tirkan dê bibe dersa jibarte û Ew dê Kurdan nas bikin. Ew dem em dê gişt bi hev re Kurd û Tirk bibine Tirkiyeyî.

Erê, birayê Tirko, bi taybetî tu bala xwe bidê, çi dem te Tirktiyê bingeh hilda, te Îslaman qir kir. Te xwe kir zordar û ji birayê xwe yê nêzîktirîn re zulm kir û ew birayên te yên din ku pey te tên te wan sêwî hîşt. Çi dem tu Îslamiyetê û pêdiwiya wê azadiya demokratîk bingeh bigrê û Tirkîtiyê berdî – ango bi qanûnekî bingehîn ve tobe ji bo gunê xwe yên berê bikî- wek kekê mezin tu dê rêzê bibînî. Kurd înşallah ji mezinan re bêhurmetî nakin. Hem gohê asêyê xwe jî baş dizane bikşîne. Lê divê em bizanibin ku Kurd dê xatirê heqê jî qurbana tu xatirê nake.

We hemûyan re sipas dikim.

·         Prof. Dr. Mücahit Bilici

·         Cîty Unîversîty of New York, Profesorê Civaknasiyê.

·        Werger, ji zimanê Tirkî: Mehmedê Çepê / kurtik.net

ÎLAWE:

Di munazaratê de kirde bûyîna Kurdan: Heywanîtî, Mirovtî, Meşrutîyet

HEYWANTÎ MİROVTÎ  

MESRÛTIYET

KIRDE  

Fitrat

 

Fetret

 

Şerîat

“halê fitrî”
(derveyê medeniyetê, halê bêihtilatî, wehşed)
Xerabiya medenî
(civil war)
Peyvnameya civakî
(eqta medenî)
Îrada wî tune, teklîf tune, mesûl nîne Îrade heye, teklîf tune, mesûliyet tune Mûhatabê teklîfê, Mesuliyed heye.
KURD  

Halê berê

 

Îzmîhlal

 

Halê nû

Îstîbdad, esaret
(bê berpirsyarî)
Xewrabûn, fetret
(bêmûhatabî)
Qerar, sukûn
(berpirsyarî)
Bê zimanî, lê hay tunebûn. PKK, vêkêşandinî, xerabîya medenî Tirkiyeyî / Kurdistan
Naskirin û hurmet
Agatî, Kemalizm Neteweperwerî Qanûna bingehîna nû

Min di textê de bo biwêjên Tirkî di Kurdî de awha bikaranî.

Fîkrî mîllîyet Fikra netew
Mîllîyetçîlîk Neteweperwerî
Irkçilik Nijadperestî


  • Weger: Mehmedê Çepo / kurtik.net
  • [1] Nivîskar, ev hevokê Kurdî nivîsiye.
  • [2] Binê wê min xêz kir

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply