Vekolîna ‘Bîr’ê

Heke berhem zorê nede sînorên rêzikên cureyan, nirxandina berhemekî di nav sînorên zanista nivîstbêjîyê de heta radeyekî ne karekî ji derderfet e. Lê dema berhem sînor û rêzikên cûreya bide zorê û wan têkilhev bike ev kar wê ne ewqas hêsan be. Her wekî xemxwur û meraqdarên bêjeyê(wêje) jî pê dizanin nivîsbêjîya romanê ji helwesta nivîskaran a li hember rewşa sîyasî, abarî û civakê rengê xwe wergirtîye.ev reng carna bûye klasîzm, carna naturalîzm, carna romantîzm, carna post-modernnîzm û hwd. Nexwe roman jî ji vê ne bêpar e. Ji lewra li gorî her nêrîn û helwesta jîyanê cureyên romanê dabeş bûne. Ezê vê nivîsara xwe de hewl bidim romana birêz Nûdem Hezex a bi navê “Bîr”ê li ser pirsa ‘gelo ev roman dikeve di nav kîjan cureyê de?’ binirxînim.

Dema min berhema birêz Nûdem Hezex a bi navê “Bîr” xwend min ji xwe re got, ji bo têgihîştinê divê ez hê gelek cureyên romana bixwînim. Axir temenê mirov têra hemû berheman nake. Şikir êdî mirov dikare ji bo berhemên kurdî jî vê bêje. Lê qet nebe, heta ji mirov bê, mirov bikarîya hemû berhemên serketî ên kurdî û yên bîyanî bixwenda wê ne xirab ba. Vêca dema bi teybetî mirov bala xwe dide romanê, bê ka di cîhanê de û li welêt roman gihaye kû û ber bi kû ve diçe, hingê hinekî rêka mirov ronîtir dibe. Lê dîsa jî wek  Mîxaîl  Baxtîn dibêje “Roman tekane cureyê bêşveçûna xwe didomîne ye,  yanî hê jî nekemilîye.”1 Eger ev ‘nekemilî’bûn ji bo romana cîhanê were gotin gelo emê ji bo romana kurdî, a li gorî ya cîhanê hêj ya do ne pêr e, çi bibêjin? Elbet em behsa van çarsed salê ji destpêka romana modern Don Kîşot (1605ê de cara ewil hatiye çapkirin) û vir ve derbasbûyî dikin. Her wiha Haşim Ahmedzade di “Romana Kurdî û Nasname”yê de rewşa romana kurdî bi awayekî kurtasî wiha diyar dike: “Di nav romanên çapkirî de, –ji aliyê wêjeyî û hunerî– mirov dikare çend libên serketî bibîne. Lê dema serkeftinên romanên di asta navnetewî re dide ber hevdû, romana kurdî hê rêyek dûr û dirêj li ber e.2

Lê romana Nûdem Hezex “Bîr” dixwaze vê rêya ‘dûr û dirêj’ kurt û nêzîk bike. Dema mirov bi hûrgilî li romanê dinêre mirov ê bibîne nivîskar sînoran, ne ji nezanîn lê ji mexsus, têkilhev dike. Dema beşên romanê ne bi awayê kronolojîk rêz dike û encama romanê dihêle hêvîya xwendeyan ve mirov dizane rêbazên post-modernizmê bikar tîne. Dêna xwe bidinê navên karaktera, tevgerên wa, têkilîya di navbera wan de hemû wek wêneyekî nezelal diherike. Heta roman diqede hingê mirov dibêje, aha, mesele hemû ev bû. Bo nimune di serê romanê de dîyalogek (Belbî ne dîyalog be, monolog be)bi çar hevokan heye, ez hêjî nizanim kî pirsa dike, kî dibersivîne. Ji heman rêbazê hema bêje li her beşî de nimûne hene. Di rûpelê 19, 20, 21,22,26,27,29,30,31,35,38 …welhasil. Di van rûpelên min jimara wan dayî û hin ên din ên min jimareya wan nedayî de vebêjer, an jî lehengekî xwe veşartî, derdikeve û du sê hevokên pirs û bersivan dikeve navbera herka bûyerê.

Dema nivîsbêj çîrokên efsaneyî û serborîyên lehengan têkel vedibêje hingê rêbaza realîzma efsunî bikartîne. Beşa “Cam”ê , çîroka Behlûlê dîn, Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî, çîroka Mah û Zend ev hemû bi vegotinek realîzma efsunî ne. Mirov nikare sînorên van vegotina ji hev veqetîne.

Û dema bikar anîna zimên a, hema bêje tevahî, helbestkî mirov dixwîne mirov dibê qey ji xwe ev ne roman e ev pirtûkeka helbestan e. Her wiha nivîsbêjê me wênesazî û muzîkvanî li zimanê wî yê helbestê dialên û dibin pasajên romanê. Ji xwe çend cîyan de rasterast helbest nivîsîye wek rûpelê 15, 16, 17,18, 44(ev bi tirkî ye), 64, 66, 69, 70, 71, 72-73, 76, 77, 94-95, 96, 98, 99. Lê xwezika nivîsbêjî di rûpelê 28an de hevoka “Zehf tevlîhev vegotibû, teşeya helbestê bû lê ne helbest bû, ne jî çîrok bû” nenivîsîya û tespîta vê rêbazê bihêlaya ji hêvîya xwendeyê romanê re. H.Ahmedzade  dibêje “Zimanên hin romanan pirranî zimanê romansê ye ku berovajîya zimanê romanê, yê romansê bilind, helbestkî û epîk e.3 Em li gorî vê tespîtê li “Bîr”ê binêrin hingê berhem bi vê rêbaza helbestkî zeîf dibe.

Her wiha xewn û xewnerojk û rastî dibin dîyalogên monolog. Çiku em nizanin kî bi kê re diaxive.(r.7,8,9) Ew gelek deverên romanê de bi şayesandinên resen tabloyên surreal li ber çavê mirov dixemilîne. “Piçek xwê û dilopek xwêdan, na, na wele bêtir birûsîna toza stêrkên temirî pê de rijîyayî, dilopeke çilûra qeşaya tava nîvroyê lêdayî.”(r.17) dîsa rûpelê 74 û 75an hema bigre hemû. Nivîskar dema lehengên xwe diafirîne nakeve berbayê romantîzmê, wan li ber çavê me îdealîze nake. Li dijî vê em dibînin nakokîyên bav û kur hene. Kurekî ji çanda xwe dûrketîye û piştî mirina bavê wicdana wî, wî ber bi xebat û welat û hesretên bavê ve dibe.

Roman  strandin bi xwe ye. Ya li xwe digere, ya li xwe divekole û cureyek şêweyên xwe yên cihgirtî li ber çavan dide derbaskirin.”4  Em vê rewşê di “Bîr”ê de bi awayekî zelal dibînin. Çiku hevoksazî û honandina mijara vê berhemê bi xwe lêgerînek e. Ew dixwaze bi hevoksazîyek cuda asoya zimên berfirehtir û kûrtir bike. Hemû hewildana nivîsbêjî, ya dema rêbazan diceribîne û wan nêzîkî hev dike -wek me li jor jî behs kir-  çîrokê nêzîkî helbestê, helbestê nêzîkî dengbêjîyê, efsaneya nêzîkî rastîyê û van jî nêzîkî wênesazî û mûzîkjenîyê  ji ber daxwaza wî ya strandina hevîrê romanê ye. Hem li xwe, li romanê digere, hem jî pirsa şêwe û cureyan ji xwe dike.

Lê ev ceribandinên ne asayî metirsîyekî jî bi xwe re tîne.  “Wek tê dîtin, hewildana berhemdayîna di nav rêzikên dîyarker ên celeban de gelek cara teşebûsek xeternak a berhemên astjêr derdixîne holê ye.”5 Ma kî dikare bêje, karê nivîsbêjan hêsan e! Ew her dem berê xwe didin lûtkeyên herî bilind û rêka wan lûtkeya ne bi gul û rihan e. Wê zeman û asoya xwendeyên bêjeyê biryara vê berhemê bidin bê ka ev berhem di asta bilind de ye an asta jêr de maye.

Eger em bi teybetî behsa hin qusûrên vê berhemê bikin belbî em behsa hin rastnivîsên peyvan bikin. Ew jî ez nizanim wê berê tîra li nivîstbêjî be an li edîtorê weşanxaneyê be. Axir emê nîşeya bigrin êdî ji her du alîya kîjan bigire ser milê xwe. Ezê tenê ji bo mebesta min were fêmkirin hin mînakan bidim. Nexwe mînak zehftir in.

‘telî’(13, 20)  “tilî”(22) “…dur ..” (13), “… durbûn …”(16), “… durtir”(21) an “dûr”(21) “dur”(29), “… bêwalatîya..”(14),  “… kêsên …”(14), “bi hazar qonaxa û bi hezar klaman”(16), “… tene dilopek..”  “.. li hestîyê pişte mabû”(17), “… kete erde..” (19), “…mile dî”(30) “… belê dibinim..”(31) “… bi yek derbi..”(31)

Wek encam: Eger romana cîhanê bi giştî ji qewlê M.Baxtîn ve “nekemilî” be û wek H.Ahmedzade dibêje “hê rêyek dûr û dirêj li ber”  ya kurdî be em dikarin bêjin berhema birêz Nûdem bi awayekî xwezayî li “xwebûna” xwe digere û li kirasekî digere. Lewra bi dîtina min, mirov nikare vê berhemê bi hesab û pîvanên yek rêbazî  tenê wê bipîve û bêxe nava çarçoveya ‘-izm’ekî de.    Ev jî ji bo berhemekî ne tiştekî ji rêzê ye. Bi dîtina min ev berhem çawe jî be wek T.Todorov gotî: “Berhemeha ji cureyê xwe re “Bêîtaetîyê” bike wê berhemê tine nake, berovajî vê mirov dikeve berbayê ramana heyîna wê.”6

 

Nîşe : 1)Hevokên çavkanîyan di eslê xwe de ne îtalîk in, ji bo balkêşîyê min ew êxistine îtalîk.  2) Peyv û hevokên min ji berhemê girtine jî min binê wan xêz kirin û ew îtalîk nivîsandine.

 

Jêrenot:

1-(Mihail Bahtin, Karnavaldan Romana, Ayrıntı Yay. r.155)

2-(Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname, r. 138)

3-(Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname, r. 139)

4-(Mihail Bahtin, Karnavaldan Romana, r.195)

5-( Jale Parla, Don Kişot’tan Bugüne Roman, İletişim Yay., r.32)

6-( Tzvetan Todorov, Edebiyat Kavramı, Sel Yay.,r.27)

 

M.Emînê Botî

Çavkanî: wejexan.blogspot.com

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply