Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min kir. Di nav wan de menzûmeyeke fiqhê ya bi navê Sefînetu’l-Ekrad bi kurmancî û Feraidu’l-Exyara Şêx Eskerî jî bi zimanê erebî, bi awayê destxet hebû. Di vê nivîsê de dê destnivîsa Şêx Eskerî bihê danasîn.

Alîyê Teşeyî yê Destnivîsê

Bergê wê qartonekî stûr ê renghêşînî û renggewrî ye. Ev qarton bi çar kêlên ku bi benekî stûr hatîye dirûtin li dor destxetê hatîye danîn. Pelên wê stûr in û rengê wan spî ye. Hejmara rûpelên wê 23 ye. Li ser rûpelê ewil ê bênivîs û rûpelê duyem ku metin dest pê dike “mor”a wan heye. Xetên wê bi terzê “xetta riqqe”yê ne. Bi qasî ku ji rûpelê dawî dîyar dibe, mustensix, Şêx Eskerî bi xwe ye û navê pirtûkê jî فرائض الاخیار Feraidu’l-Exyar e. Rengê nivîsa wî bi giştî reş e; bes wî bêjeyên “fesl” bi rengê sor nivîsîne. Wî bi rengê qelema sor, dor her rûpelekî destnivîsê xêz kirîye û rûpelê dawî, cihê ku wî navê xwe û tarîxa qedandina destnivîsê dîyar kirîye, bi şeklên rengê sor xemilandîye. Wî bi piranî zêr û ziber û pêş danîne ser herfên xwe. Di her rûpelekî de hejmara rêzan heşt e; bes di rûpelê ewil de 7 e. Wî bi xwe di binê rêzan û kêleka rêzan de hatîye nivîsîne.  

Alîyê Naverokî yê Destnivîsê

Metnê destnivîsê bi bîsmillah û hedîsa “Hînî feraîzî bibin û mirovan hînî wê bikin…” dest pê dike. Peyra behsa piştî mirina muminekî û definkirina wî, çawa malê wî tê paykirin dike. Êdî di berdewamîya metnê de ji her çi kesên eqrebayên wî re çi dikeve, wî yek bi yek dîyar kirine. Di rûpelê dawî de nivîskarî wiha nivîsîye:  

“Temme kitabu el-musemma bi Feraidi’l-Exyar ‘ela yedi’l-feqîr ez-zelîl Muhemmed ‘Eskerî îbn Şeyx ‘Ebdurrehman el-Aqtepî. Qeble’z-zuhri fî …. fî seneti 1329[1].

Ji van agadarîyan dîyar dibe ku ev destnivîs, li ser fiqha Îslamê (hiqûqa Îslamê) ye.

Amadekar: Ayhan MERETOWAR

[1] Di salnameya mîladî/zayînî de 1911

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply