Romana Erebê Şemo Hopo

Hopo, romana Erebê Şemo ya dawîyê ye. Erebê Şemo, pêşîya Hopo sê romanên bi navê “Şivanê Kurmanca, “Dimdim” û Jîyana Bextewar” nivîsîne. Romana wî ya bi navê “Hopo” ku mijara vê xebatê ye, di sala 1969an de hatîye weşandin. Di sala 1990î de Weşanên Roja Nûyê ew li Stokholmê çap kirîye. Weşanên Lîsê jî di sala 2007an de li Amedê çap kirîye. Çapa Lîsê ji 264 rûpelan pêk tê.

Erebê Şemo, bi çar romanên xwe, yek ji berhemdartirîn romanûsên Kurd e. Taybetîya wî ya sereke ya weke “nivîskarê yekemîn romana Kurdî” wî ji yên din cihê dike. Şemo, bi çar romanên xwe, dîmenên zindî ji serdemên vegotî datîne ber çavên xwendevanan. Di damezrandina “dinyaya romanê” de serkeftî ye. Bi taybetî Dimdim ji vî alî ve berhema wî ya herî li pêş e. Ew, bi awayekî serkeftî bajar-keleyekê, gundên dora wê, jiyana wê herêmê hevok bi hevok xêz dike. Her wiha têkoşîna li hemberî dagirkerîya Farisan jî gelek serkeftî vedibêje. Romana wî ya bi navê Hopo jî ji alîyê teknîka romanê ve serkeftî ye. Lehengên wê baş hatine teswîr kirin. Di vê romanê de, ji her sê romanên din zêdetir dîyalog hene û Şemo ev dîyalog gelek serkeftî di rûpelên romanê de bi cî kirine. Xwendevan carinan xwe weke ku pirtûkekê dixwîne hîs nake, xwe weke ku fîlmekê temaşe dike hîs dike. Şemo, di romana xwe ya bi navê Jiyana Bextewar de cî daye bi sedan bûyeran. Ji ber ku wî, ev roman bi bûyeran fetisandiye, tam û kalîteya wê kêm bûye. Şemo, bi bûyer û serpêhatîyên Jiyana Bextewarê, dikaribû sê romanan binivîse. Wê demê ew neçar jî nedima ku romanê bi bûyeran tije bike. Şivanê Kurmanca, romana wî ya yekemîn e.  Ji serî heya binî jîyana koçerî û gundîtîyê dihewîne. Şemo, di vir de gelek taybetmendîyên vê jîyanê dane. Kêmahîya herî berbiçav a vê romanê ew e ku Şemo, hinek peyvên Tirkî bi kar anîne. Wî, paşê ev kêmahîya xwe dîtîye û di sê romanên xwe yên peyrevê Şivanê Kurmanca de dêvla van peyvan peyvên Kurdî bi kar anîne. Bi taybetî gotina “min dûşûrmîş kir” bi  gotina “ez fikirîm” guhertîye. Lê dema ku em bi gelemperî li zimanê Erebê Şemo yê ku di romanên xwe de bi kar anîye binêrîn, em ê Kurmancîyeke serkeftî û paqij bibînin. Şemo, bi Kurmancîyeke zelal û nêzî zimanê gel nivîsîye. Di çêkirina lehengan, hûnandin û bi peywendîkirina bûyeran de jî serkeftî ye.

Erebê Şemo, di Hopo de berovajî her sê romanên xwe yên din, jîyaneke aram vegotîye. Di her sê romanên wî yên pêşîn de şer, pevçûn, şoreş, guherînên mezin, hilweşîn û hwd. hene lê di vê romanê de bûyer kêm in. Dîsa li gorî her sê romanên din, di Hopo de gelek dîyalog cî digirin. Şemo, bi awayekî serkeftî roman bi dîyalogan hûnandîye û tama romanbûna wê gelekî zêde kirîye.

Di her sê romanên pêşîn ên Erebê Şemo de civak her tim di nav jinûveavakirinê de ye. Lê di romana Hopo de rewş cuda ye. Şemo, di romanê de jîyana gundekî Kurdan a di dema sosyalîzmê de vedibêje. Li gund, sîstema kolxozvanîyê hatîye avakirin û gundî bi awayekî serfiraz û jidil di karên gund de dişixulin. Zilma beg, axa û şêxan ji holê rabûye. Jixwe serdema desthilatdarîya wan qedîyaye. Şerên mezin jî yên mîna şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê di paş de mane. Civak, di nav aramî û serfirazîyê de ye. Li gel jiholêrabûna desthiladarîya axa û began û hatina sîstema sosyalîzmê, di nav civakê de xwendin belav bûye. Ciwanên gundên Kurdan diçin bajarên weke Rewan, Moskova û Tiflîsê  xwendina bilind diqedînin. Dibin endazyarê çandinîyê û hwd. û vedigerin gundên xwe. Li gundên xwe di xebata kolxozê de dibin rêvebir. Gava ku mirov vê romanê dixwîne, mirov guherîna di nav civakê de bi awayekî berbiçav dibîne. Pergaleke nû ava bûye. Mercên jîyanê hêsan bûne. Gundî bi xwe dikin û bi xwe dixwin. Ji xanîyên bin erdê derketine. Teknîka herî pêşketî di hilberînê de dixebitînin.

Zarok tev dixwînin. Ji bo zarokên  ku hîna naçin dibistanê bexçeyên zarokan hatine avakirin. Her wisa têkilîyên nav malbatê jî guherîne. Jin xwedî maf û raye ne. Lehenga bi navê Zînê mînaka guherîn û pêşveçûna jinê ye. Ew keçeke sêwî ye, xwendîye û bûye endazyara çandinîyê û ji bo pêşveçûna gelê xwe ji dil û can dixebite. Ev guherîn û pêşketina di nav civakê de ji alîyê hemû nûnerên wê ve nayê pejirandin. Li hemberî van guherînan hinek nerazîbûn jî derdikevin holê. Bo nimûne:

“Ez ku niha li cahilan dinihêrim, dibînim cahilên din in, ne mîna wexta me ne. Kê dikaribû turiş bikira, wekî bûk li kêleka xesîya xwe rûnên, devên xwe vekin, nan û kevçî bibe gebola xwe û tevî wê nên bixwe û bi ser de jî pê re xeber bide. Niha êdî eyb hatîye hildanê û kesek ji kesekî şerm nake. Wekî mezinên me ji gorê rabûna û ev yek bidîtana, wê bi dest xwe re ziravqetî bibûna û dîsa têketana gorê.”

Şemo, di romana Hopo de cî daye gelek edetên Kurdan. Xwestîye ku jîyana wan a civakî bide naskirin. Wî di vê romanê de jîyana civakî bi kîtekît vegotîye. Ji rabûn û rûniştinê bigire heta şîn û şahîyan qala her tiştî kirîye. Roj û edetên giring yek bi yek di berhemê de tomar kirine. Bo nimûne, wiha qala mirina Xwedêda ( Xudêda” lehengekî romana Hopo ye. ) dike: “Li Çelayê, gundê Ermenîya, tabût dabûne çêkirinê. Wextê Xwedêda kirine tabûtê bîst û neh gulîyên ku ji serê jinan hatibûn jêkirin, anîn û danîn ser tabûta wî. Xort ketine bin tabûtê û ber bi gorê çûne.” Yên ku van rêzikan bixwînin wê bizanibin ku “kezîkur, porkur, serê (porê) min meqes û dûzan kirino!” ji bo rewşên çawa tên gotin û çima ev peyv ketine nav zimanê me. Ji ber ku Kurd li welatên cihê dijîn û asta wan a civakî cihê cihê ye; mirov dibêje qey niha gelek cudahî ketîye navbera wan. Lê bi qasî ku em ji berhemên Erebê Şemo hîn dibin ne wisa ye.

Mînakeke din ev e: Dema mêvanek tê malekê, cîran, ji bo ku bizanibin ka kî ye ew mêvan, bi hinceta standina xwê, ar û hwd. diçin wê malê.

Şemo, bi romana Hopo wêneyeke jîyana gundên Kurdan ên li dora Çiyayê Elegezê girtîye. Guherîn û pêşketina di civakê de bi awayekî serkeftî vegotîye. Xwezî û daxwaza wî ya jîyaneke bextewar ji bo wî û gelê wî ku di her sê romanên xwe yên pêşîn de digot, di vê romanê de dibe rastî. Gel digihêje azadî û wekhevîyê ku ew mafên gel ên herî xwezayî ne.

Ebubekir GÖREN
Xwendekarê Doktorayê yê Beşa Ziman û Çanda Kurdî.
ebubekirgoren@gmail.com. Orcid ID: 0000-0002-6584-9166

Gören, Ebubekir (2022). Nirxandina Pirtûkan: Hopo, Kurdiname, no. 7, p.199-201

Derbar Rêvebir

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply