Li Tirkiyê Antî-Kurdism an jî Kurdophobia û Encamên wê

Li Tirkiyê, roja îro dihê gotin ku kurd welatiyên resen û demazranerê, komara Tirkiyê ne û hîç, cudatiyek di navbera tirk û kurdan da tune. Lê rastî, ne wusa ye û ji bo bîreweriya giştî a tirk, kurd “ên din” in û tiştê ku ji me kurdan dihê xwestin jî, rêzgirtin û pejirandina tirkîtiyê ye. Hest û hîsa dijber a li hemberî kurdayetiyê berbelav e, di tevahiya qada civakî da dikare were dîtin û gelek, nimûneyên wê hene.

Li gor zanînên berdestî, têgiha Kurdophobiaê, cara yekem ji aliyê Gerard Chaliandê fransî ê pisporê stratejî û geopoliticsê ve hatiye bikar hanîn ku peyva hevûdûdanî a geopoliticsê jî, ji peyvên yewnanî ên ax (gê) û politicsê pêk hatiye. Gerard, bêyî ku di bin tesîr û beralîkirina hikumet û dewletan da bimîne, bi helwesteke alînegir xebatên xwe pêk aniye û loma jî, di vî warî da wekî pisporekî xweser û objectîv hatiye nasîn. Têgiha Anti-Kurdish sentiment jî di maneya nîjadperestiya ku jêdera wê hîs û hestên mîna dijminatî, pêşhukmî, kêmdîtin û reşkirina li hemberî hebûn, welat, ziman û çanda gelê kurd, dihên hîskirin e. Ev peyv, carinan bi navê Antî-Kurdism û Kurdophobiaê jî dihê gotin. Antî-Kurdism an jî Kurdophobia, hest û hîsekê nîjadperest e û di nav sînorên Kurdistanê da, gelekî berbelav e ku di tevahiya qada jiyana civakî da, bi rêya pêhatî û qewîmînên berbiçav, gelek caran xwe dide der û dibe sebebê, gelek zilm û zordestiyan.

Bêyî guman ev hîs û hesta dij-kurd û dij-kurdayetiyê, li tevahiya axa Kurdistanê de jî dihê dîtin û xwe bi rêya jenosîd, komkujî, talan, sirgûn û bi tehde û zordestiyên curbecur, nîşan daye û dide. Kurdophobia, li Başurê welêt jenosîda Enfalê ye, komkûjiya Helebceyê (Halabja) ye. Li Rojhilat, dardekirina kurda ye, hepîskirina mamosteya zimanê kurdî Zara Muhammedî ye. Li Rojava, tehde û zordestiya li ser çand û zimanê kurdî û nepejirandina nasnameya kurd e. Li Bakur, komkujiya Dêrsîmê, Newala Qesaba û Robozikê ye. Guhêrandina navê gund, bajarok û bajêrên kurda ye. Rêlibergirtina, perwerdeya kurdî a zarokên kurda ye.

LI SER ÇAVKANIYA TÊGEHA ‘KURDOPHOBIA Û ‘KURDOPHOBE’

Wekî xwiya dike çavkaniya têgiha “Kurdophobia”ê, têgiha “xenophobia” yewnanî ye ku maneya wê jî, “tirsa ji biyaniyan” e, ku bi demê ra vediguhere “dijminatiya biyaniyan”. Phobia (fobî) navê “tirsa dermantiqî, beradayî û bêbingeh a ku li hemberî hinek object, rewş û kesan, dihê hîskirin e.” Di vê çarçoveyê da, maneya etîmolojîk (etymological) a têgiha “Kurdophobia”ê jî, “tirsa ji kurdan û kurdayetiyê” ye û bêyî ku xwe bispêre hinek rastiyan; di şeklê “tirs, dijminatî û reva ji kurdan” da xwe dide der. “Kurdophobia” roja îro, di maneya “pêşhukmî, şîdet, cudakarî, qewirandin, dijminatî û nîjadperestiya ku li hemberî kurd û kurdayetiyê dihê hîskirin” da ye. Kesên ku di hiş û dilê xwe da xwediyê wan hîs û hîsên dijminane ne jî, wekî “Kurdophobe” dihên nasîn. Girêdayî vê xalê, bi awayekî aşkere xwiya dike ku “Kurdophobia” hîs û hesteke bêbingeh e, dermantiqî ye û sebebê wê jî, nenasîn û tirsa ji kurdan û kurdayetiyê ye. Gelo mirovên kurdophobe (dij-kurd), dema dijberî û dijminatiya xwe nîşan didin, xwe dispêrin kîjan hincet û argumentan? Helbet dayina bersiva vê pirsê, ne hêsan e û ji bo meriv bikaribe xwe bigihîne bersivên têr û tije, pêdivî bi lêkolînên psîkolojîk û sosyolojîk, heye. Armanca vê nivîsê jî, bi kurtasî tespîta vê rewşê û destnîşankirina encamên wê, ên hilweşîner e. Lê heke em di çarçoveyekê giştî da bibêjin, em dikarin bibêjin ku zilm û zordestiya li ser ziman, nasname, welat, çand û dîroka kurdan, bûye sebebê gelek berdestî û zanînên şaş û derewîn, ku ji aliyê biyaniyan ve wekî berdestî û zanînên rast hatine pejirandin. Ji ber vê çendê jî, têkoşîna kurdan a li hemberî dewletên asîmîlekar û zordest, wekî xetere û dijminatiyekê hatiye/tê nirxandin û dibe sebebê hîs û hestên dij-kurd û dij-kurdayetiyê. Wate, dibe sebebê Kurdophobiaê. Ne tenê daxwaza mafên neteweyî, daxwazên kurdan ên komelî û takekesî jî, wekî xetere û talûkeyeke mezin dihên dîtin û dibin hincet û sebebê gelek pêhatî û rûdanên dij-kurd û dij-kurdayetiyê.

LI TIRKIYÊ “KURDOPHOBIA” Û ENCAMÊN WÊ

Wekî dihê zanîn rayedarên dewleta tirk, piştî damezrandina komarê nasnameya kurdan înkar kirine. Herçiqasî piştî şerê neteweyî a tirk, di hinek hevdîtin û konferansên navdewletî da, wekî damezranerê komarê behsa kurdan hatibe kirin jî, ti mafê wan ê neteweyî, komelî û ferdî, nehatiye pejirandin. Îdeologya fermî a tirk, tevahiya kurdan wekî tirk hesibandiye û bi rêya rêzikname û qanûnan ziman, nasname û ala kurd, wekî derqanûnî û sûc hatine pejirandin. Heta beriya demekê jî qedexeya li ser herfên Q, W û Xê, berdewam bû ji ber ku di alfabeya tirkî da, ew herf tunen in. Di rabirdûyê da, rêvebirên hikumetê û rayedarên dewleta tirk nîjadperestiya xwe a li dijî kurdan bi laş û gewde kirine û bi rêya theoriyên tewş û derewîn ên mîna “kart-kurt”ê, xwestine ku nîjdaperestiya xwe di bin kirasan da, vebişêrin. Heta Kenan Evrenê serokê derbeya leşkerî a 12 îlonê, dê li meydanan di mîtîngên xwe da bigota ku ne kurd hene û ne jî, bi navê zimanê kurdî, zimanek heye. Ji roja damezrandina komara tirk û heta roja me a îro, tevahiya mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî, bi hinceta ku dê “welêt” perçe bibe, hatine înkarkirin û bi rêzik, rêzikname û qanûnan, rê li ber geşkirina ziman û çanda kurdî, hatiye girtin. Gelek partiyên siyasî ên nîjadperest û rastgir, di kampanyayên xwe da ji bo ku bikaribin dengê (ray) hilbijêran bigrin, bi awayekî sîstematîk xwestine ku tevahiya çand, ziman û dîroka kurdan reş û biçûk bikin û bi vî hawî, dengê hilbijêran bigrin.

Di dîroka 99 salên a komara Tirkiyê da, meriv dikare bibêje ku sîstema perwerdehiya tirk, li ser derewa “li Tirkiyê kurd, tune nin” dimeşe û xwe bi vê bîreweriya derewîn, organîze dike. Salên dawî ew paradîgmeya berê a ku hebûna kurdan red dikir, ji holê rabibe jî, dihê dîtin ku paradîgmeya “em birayên hev ên heman dînî ne” ketiye şûna paradîgmeya berê. Wate, di bîr û raya tirk da, hebûna kurdan hatibe pejirandin jî, mixabin dijberî û xweşnedîtina çand û zimanê kurdî, niha jî li ser kar e û berbelav e. Gelek caran ji ber xebat û nasnameya wan êrîş birine futbolîst, şanogor, hunermend, dengbêj, şaîr, xwendekar û karkirên kurd û di encama wan êrîşan da, gelek mirovên kurd hatine kuştin. Zarokên kurd ên tirkînezan, li dibistanên Tirkiyê wekî zarokên “kêmhiş û kêmaqil” hatine dîtin. Karkerên kurd, ji ber ku li stranên kurdî, guhdarî kirine, hatine kuştin. Dê û bavên kurdîaxêv, ji ber axaftina bi zimanê kurdî, lêdanê xwarine û gelek rûdan û pêhatiyên bi vî rengî, nîşan didin ku asta Kurdofobiaê, li Tirkiyê gelekî bilind e û hin jî, dikare bibe sebebê gelek zilm û zordestiyan.

ARÎŞEYÊN CIVAKÎ, DIVÊ LI GOR ÇARÇOVEYA ETHÎKA ZANISTÎ ÇARESER BIBIN

Çareserî çi ye gelo? Helbet, ne hêsan e. Di encama înkara sed salan da, binehişê welatiyên tirk bûye hêlîna zanînên şaş, tirsên bêmane û pêşhukmiynan. Lê heke em bi kurtî bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku rêya çareseriya arîşeyên civakî, ne temirandin e. Beravajiya vê yekê pejirandina hebûna arîşeyan, xala destpêkî a çareseriyê ye. Rayedarên dewleta Tirkiyê, heke dil bikin û bixwazin, dikarin arîşeyên heyî bi welatiyên xwe bidin nasîn û bi rê û rêbazên zanistî, arîşeyan çareser bikin. Desta ewilî divê di qanûna esasî da, nîjadperestî, dijminatî û her cure zordestiya li ser çand û zimanê kurdî, were qedexekirin û li dibistanan ji bo tevahiya xwendekaran; dersên xweşbînî, nasîna çand û zimanê kurdî werin dayîn. Gotina “em birayên hev in, qedera me yek e, ev welat a me teva ye, ferqa me tune” û hwd. divê bi rê û rêbazên zanistî û aşkere, di civakê da pratîze bibe û bikeve jiyana rojane a tevahiya welatiyan. Wekî din behsa ji biratî, hezkirin û xweşdîtinê, gotinên rûkalkî, bêmane û derewîn in û ji rastiya heyî jî, dûr in. Xweş dihê zanîn ku înkara hebûna kurdan a sedê salan, bûye sebebê kuştina bi mîlyonan mirovên kurd û sirgûna wan a ji welatê xwe. Roja îro, rayedarên dewleta tirk hebûna kurdan bipejirînîn jî, ew vê yekê ji bo aligirên xwe wekî amûrekê siyasetê bikar dihînin û ne jidil in. Di qanûna esasî a Tirkiyê da, qanûnên ku bikaribin mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî, garantî bikin; mixabin niha jî tune nin.

Nepejirandina rastiyên civakî û beravajîkirina wan, asta hîs û hesta dij-kurd û dij-kurdayetiyê gelekî bilind kiriye/dike û dibe sebebê binpêkirina mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî. Roja îro, pejirandina wekheviya tirk û kurdan û bi rê û rêbazên zanistî, danasîna ziman û çanda kurdan, dayîna mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî û çend gavên din ên bi vî rengî, dibe ku rê li ber Antî-Kurdism û Kurdophobiaê bigre. Daw û doza xwebûniyê, ji bo tevahiya mirovan daxwazeke sirûştî ye û kurd jî, dixwazin wekî xwe bin, wekî xwe bijîn û bi xwe bin. Çawa ku ev yek ji bo tirkan û tevahiya endamên miletên din, mafekî rewa be, ji bo kurdan jî mafekî rewa ye û di cih da ye. Înkar û temirandina arîşeyên civakî, di civakê da tovên dijminatiyê diçine û dibe sebebê bûyerên xirab. Heyf e ku tirk û kurd, sed salên xwe ên din jî di ber vê dijberî û dijminatiyê da, xerc bikin. Ji bo jiholêrabûna hîs û hestên dijber û dijminane, pêdivîya me bi perwerdehî, heq, wekhevî û edaletê heye. Sed salên me, di ber oxira înkara hebûna kurdan de wenda bû. Hêvî dikim sed salên me ên din jî, di ber oxira nepejirandina çand û zimanê kurdî da, wenda nebe. Çimkî mirov, heyînên civakî ne û bi çand, ziman, dîrok û hestên, civaka xwe hene û bi wan nirxan, dikarin dijîn û bibin xwe.

 

Jêderên Giştî
1-  https://en.wikipedia.org/wiki/Anti-Kurdish_sentiment
2- https://www.hurriyet.com.tr/gundem/kurtfobia-yaratmayalim-12872394
3- Türkiye’de barış sürecine giden yolda önemli bir durak; Ekopolitik (2) https://www.indyturk.com/
4-  https://www.cafrande.org/hayali-cemaatler-kurtler-ve-milliyetcilik-metin-kaygalak/
5- islamofobi333900.pdf – ‘Batı’da İslamofobi ve Klise’ – Mustafa Arif Ayık. Uludağ Ünv. Yüksek Lisans Tezi. 
6- Lozan Antlaşması, Kürt milletvekilleri ve Hasan Hayri Bey (10)
https://www.indyturk.com/ 
7- Kejê Bêmal: Lêkolîn û Hevpeyvîn
https://www.yuksekovahaber.com.tr/haber/diline-kusen-cocuklar-95877.htm

 

Alî Gurdilî 
aligurdili@gmail.com
24.07.2022
Çavkanî: Rojnameya Duvar’ê

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply