Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Cotmeh, 2021

  • 24 Cotmeh

    Rêwîyê Sipî A Çiyayê Sipî

    Bayê sibê rûyê min dialêse, bi tiliyên nermik û sivik, bi rabirdû û xatiretên berê, bi deng û awazên xemgîn. Bayê sibê xeberê ji deverên dûr ji min re tîne. Aqilê min ne li serê mine; dilê min ketiye dû sitranê xeribîyê. Yanî dîsa xerîb im û bîra çiyayê xwe dikim.   Nizanim çiyayê we heye. Însanên bê çiya çawa …

  • 6 Cotmeh

    Mexlubê Ezelî ya Cîoran: TENÊTÎYA TENÊMAYÎ

    Bi tenêtîyekê tenêmayî hatime rapêçandin. Qerbalixên yên din tu caran nebûn mijara min. Li hawîrdora min tenê tenêtiya yên mîna min hebû; lê tenêtîya min nedişibû tenêtiya yên din. Tenêtiya min dişibû qurşunekê navnîşana xwe yê windakirî. Tenêtîya min dişibû merivekî li ber mirinê lê bê ecel mayî. Tenêtîya min dişibû darekê bi kok û rehên xwe ve riziyayî. Min …

Îlon, 2021

  • 28 Îlon

    Mexlubê Ezelî ya Cîoran

    Jîyana min bi pirsên min ên bêcewab û bersivên din ên bicewab tijî ye. Ne pirsên min, min vediguhêzinin ne jî bersivên yên din dikarin min vegerînin. Jîyana min bi taybetîyên xwe, bi pirs û bersivên xwe sandoqê kilîtkirîye. Jîyan hat bi destên xwe yî nexuyayî, sandoqa kilîrkirî radestî mirinê kir. Mirin li ku ye? Mirin tim bi bersivên yên …

  • 23 Îlon

    Em û Ew Bi Hev Re Ya Mehmet Akar

    Di van demên nêzîk de di ajansan de tim nûçeyên kuştina ajalan derdikevin pêşberî me. Nizanim li kîjan bajarî filan kesî bi îşkenceyan ajal kuştiye. Her ku dem dibihûre hêjmara nûçeyên bi vî şiklî zêde dibin. Gelo sedem çi ye? Ji bo çi hinekên dişibin însanan (lê ne însan!) ajalan bi îşkenceyan dikujin? Bi rastî em ajalan nas dikin? Ajal …

  • 18 Îlon

    Romanên Kurdî –Rexne, Nirxandin û Analîz- A Lokman Polat

    Romanên Kurdî a Lokman Polat hîn nû hatiye weşandin. Pûşpera (Hezîran) 2021an de çap bûye. Pirtûk ji alîyê weşanên Doz/Helwest de derçûye. Romanên Kurdî ji alîyê birêz Lokman Polat ve hatiye nivîsandin. Pirs basîte: Derdê Lokman Polat çi ye? Ji bo çi barê rexnegiriyê jî dayê li ser milên xwe? Birêz Lokman Polat şêşt û pênc salî ye. Xwedê sax …

  • 5 Îlon

    Serxweşê demên berê

    Niha li ser kavilên mala xwe yî 1993ê me. Mala Cin Îbrahîm me çar hevalan kirê kiribû, di nav wan çar hevalan de yek jî birayê min bû. Em çar heval çend meh li vê malê mabûn. Piştre di şevekê de me çend parçeyên kelûpêlên xwe avêtibûn ser milên xwe û me koça malekê din kiribû. Li wê malê jî em çend saetan mabûn, piştre destê sibê me li wira jî koç kiribû. Cahil bûn, bilmez bûn, dîn bûn, lê jîyan çi qes xweş bû.

  • 2 Îlon

    Mîxê xerîbîyê

    Bîst û pênc sal berê, ez û bi hevalekî xwe ve tim dihatin bin vê darê û me bi hev re qalê xewn û xeyalên xwe dikir. Em du hevalên samîmî û nêzîk bûn. Me her tiştê xwe bi hev re digot. Sirdaş bûn. Av di navbera ne de nediçû, lê piştre hemû dinê kete navbera me, çiya li ber …

Tebax, 2021

  • 26 Tebax

    Dilên Dîlê Dilê Xwe

    Nizanim min çend hezar mirin radestî vî bajarî kirin ez ê hîn çend hezar caran din di vî bajarî de bimirim bêkes û bêxwedî can bidim. Di rûpoşa qelîştokên min de gorên bêkêlî cendekên bêserî jîyanên bêavdest û têkçûnên bêdua. Ez ê di gora yekê din de bimirim di girava yekê din de dest bi jîyanê bikim an jî dest …

  • 20 Tebax

    Dara Bitenê

    Ez darekê bi tenê me Çûk difûrîn li jor min, hesp dibezin li jêr min Tim rûyê çûkên min ber bi asîmanan ve ye yê hespên min ber bi axê ve ye Ne dikarin çûkên xwe kaş bikim ne jî dikarim hespên xwe aş bikim Ez darekê bê kes im ne çiqlen min di çavên yên din de xuya dikin …

Hezîran, 2021

  • 17 Hezîran

    Faîk Ocal nivîsand – Îlkay Abla

    Min di dengê Îlkay Akkayayê de hizna me dît û lal bûm. Belkî zimanên me cuda bûn; ez li vi aliyê Kurda bûm, ew li wî aliyê Tirka bû, lê navê hiznê me eynî bû: Kêmasî. Bi kêmasiyên xwe, xwe li ba denga “Îlkay Abla” dibînim. Ji bo wê min ji we re got: Îlkay Abla. Bi dil û can …