Romanên Kurdî –Rexne, Nirxandin û Analîz- A Lokman Polat

Romanên Kurdî a Lokman Polat hîn nû hatiye weşandin. Pûşpera (Hezîran) 2021an de çap bûye. Pirtûk ji alîyê weşanên Doz/Helwest de derçûye. Romanên Kurdî ji alîyê birêz Lokman Polat ve hatiye nivîsandin.

Pirs basîte: Derdê Lokman Polat çi ye?

Ji bo çi barê rexnegiriyê jî dayê li ser milên xwe?

Birêz Lokman Polat şêşt û pênc salî ye. Xwedê sax û silametîyê bide. Ji Xwedê, ji bo wî ûmrekî bi wêjeya Kurdî têrtijî û dirêj daxwnaz dikim. Çimkî dizanim ku ew tenê ji bo wêjeya Kurdî dijî, bi wêjeya Kurdî li ser lingan dimîne. Dema malnişînîya (teqawîdî) wî ye. Dema kêf û rehetî ye. Lê ew wisa nake. Çimkî ew xembarekî wêjeya Kurdî ye. Daxwazekî wî tenê heye. Ew jî kemilbûn û pêşketinbûna wêjeya Kurdî ye. Ji bo wê jî çi madî û manevî fedakarî lazim dibe, wê dike; qet ji xwe texsir nake, qet xwe nade paş.

 

Birêz Lokman Polat di wêjaya Kurdî de kêmasiya rexnegiriyê ditîye. Dibêje: Ji bo Kurdî jî ji zimanên din paşve namîne, çi ji destê min bê ez ê bikim. Rexnegirî kêm e. Li gorî bîr û bawerîya xwe, li gorî zanîn û talenta xwe ez ê rexnegiriyê bikim. Li gorî min hîn mîna ciwanekî heştdeh salî ye, bî her alî ve li ser xwe ye, zindî ye û karê rexnegiriyê jî gelek baş kiriye/dike. Serkevtinê dixwazim.  Serkevtin: Domandina karê rexnegiriyê ye.

 

Niha mijara me pirtûka Romanên Kurdî ya Lokman Polat e. Romanên Kurdî bi rexne, nirxandin û analîzên Lokman Polat lêgerîne, derî li ber vekirine, rê li ber rastkirine Belînskîyê Kurda ye. Em bawer dikin ku zû-dereng ew Belînskîyê me Kurda dê derkeve û qayîşê bi dinye re bikişîne. Yên wek birêz Lokman Polat ji roja îroyin de wî Belînskîyê Kurda silav dikin. Em di destpêka rexneya wêjeya Kurdî de nin. Tirka bi A. H. Tanpinar, N. Ataç, Jale Parla, Berna Moran, Yildiz Ecevît hwd di nîvasrî de rexneya xwe tekûz kirin. Rexnekarên me yî hêja jî gelek in. Wek Lokman Polat, wek Çorê Arda, wek Şêxo Fîlîk, wek Remezan Alan, wek Abdurrahman Adak, wek Dawid Yeşîlmen, wek Husein Muhammed, wek Cankurd, wek Mahmud Ozçelîk hwd. Bi ked û xebata wêjehezên Kurd bawer dikim ku di deh û bîst salan de rexnegiriya Kurd de tekûz bibe, dê di wêjeya cîhanê de cîhê xwe bigire.

 

Birêz Lokman Polat bi dilekî pola û bêhnekê fireh, bi asoyên bêserûber û bêsînor, bê pêşdarazî û bê kompleks Romanên Kurdî rexne kiriye/dike. Yanî bi duristî û wêrekî karê rexneyê dike. Çi dibîne wê dibêje. Li gorî pîvana romanê, romanan dipîve, analîz dike, qels e yan jî serkevtîye, dibêje. Mîsal bê tereddut pesna romana beşa “Zimanê bavê min” a Bîr’ê ya Nûdem Hezex dide, lê beşên qels a romana Bîr’ê jî rasterast vedibêje.

 

Li vira ez jî dixwazim rexneyek li Romanên Kurdî ya birêz Lokman Polat bikim. Birêz Polat di rûpelên 37-46an de bi navê “Şaşiyên Di Pirtûka Her Du Nivîskaran de” pirtûkê bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin (Kürt Edebiyatinin Sosyo-Politik Analizi) bi deh rûpalan rexne dike. Di pirtûkekê de ewqas hêja de rexneyek deh rûpelî wê pirtûkê neçê bûye, pergalê romanê xira kiriye.

 

Lokman Polat di vê pirtûkê de bîst Romanên Kurdî rexne kiriye, nirxandiye, analîz kiriye. Ew bîst roman: Bîr a Nûdem Hezex, Îstismar a Omer Faruk Baran, Kumsor a Mihdî Perînçek, Perde ya Cîhan Roj û Gerîneka Guernicayê ya Yildiz Çakar, Kaos a Mîr Qasimlo, Aporîa ya H. Kovan Baqî, Tov Di Bin Axê de Namîne ya Abdullah Yilmaz, Ketina Boreqelayê Di Çîrokeke Kevn de û Xewna Mêrikên Îranî yên Mardîn Îbrahîm, Siwarê Ewran a Îsmaîl Dîndar, Cengel a Kovan Sindî, Balîndeyên Li Ber Bê ya Eta Nehayî, Ê Li Dera Hanê ya Mistoyê Heco, Kevirên Şewitî ya Weysî Ulgen, Ez Ne Ez im a Gulgeş Deryaspî, Xeyb a Şener Ozmen, Kendal a Mehmet Akar, Warê Nû ya Yusuf Kaynak, Kêmber a Mihemed Şarman,

 

Di dawîyê vê nivîsarê de jî dixwazim ji pirtûka Romanên Kurdî çend notên balkêş rave bikim.

“Metoda îlmî ya rexnegiriyê ev e ku divê rexnegir berhema edebî bi her awayî binirxîne, wê şîrove bike. Ji naveroka berhemê bigire heta hûnadina bûyeran, tema û naverak, teknîka ku di berhemê de bi kar hatiye, herikandina ziman û bi hevûdu ve girêdana bûyeran bi awayekî zanistî divê bi analîzkirin.” (Rûpel; 19).

“Ew kesên ku bi her awayî ji edebiyatê fêm nakin, nikarin nivîsên rexneyî yên edebî binivîsin.” (Rûpel; 20).

“Kesê rexnegir dema berhemeke edebî binirxîne, ew kes dibe ku nivîskarê berhemê nas bike û jê hez neke.” (Rûpel; 21).

“Bi saya analîzên rexnegirên edebî, mirov berhemên edebî bi her awayî fêm dike. Rexnegir bi nirxandinên xwe xwendevanan teşwîqê xwendina berheman dikin. Performansa rexnegiriyê çiqas pêşve biçe, edebiyat ewqas dewlemend dibe.” (Rûpel; 22).

“Rexneya yekalî na, lê rexneya objektîf rastîyê derdixe holê. Têgihîştina rasteqîn bi saya rexneyê pêk tê û tê zanîn. Rexneya objektîf pesindarî jî nîn e û xerabkar jî nîn e. Heq û rastî çi be wê tîne zimên. Rexnegirî divê ji bo pêşketinê bibe mekanîzmayeke pêwîst, ku mirov jê sûd werbigre, jê feyde bibîne, jê dersan derbixe.” (Rûpel; 23).

“Rexnegir divê di serê xwe de tabûyan çêneke, li hember tabûyan derkeve. Ji bo rexnegir tiştê pîroz rastî ye, objektîfî ye. Rexnegir ji bo ku rexneyên xwe li gorî pîvanên rexnegiriyê û li gorî rêbaz û qaîdeyê rexnegiriyê dike, loma dibe rexnegir.” (Rûpel; 24).

“Rexnegir li gorî pêvendiyên dost û ahbabiyê nikare hareket bike, divê li gorî rastiyê revbigere. Nirxandinên xwe, dîtin û ramanên xwe li gorî berpirsiyariya xwe ya rexnegirî û rewşenbîrî pêşkêş bike.” (Rûpel; 24).

“Rexnegir divê nekeve bin tesîra, anku bandora nivîskar ya îdeolojîk, lê ew divê li hember nivîskar reaksîyonên îdelojîk jî nîşan nede. Helwesta wî li gorî metoda îlmî, zanistî be. Ew bê ku li nivîskarê pirtûkê binêre, heger ew pirtûk berhemeke edebî be û layiqê pesnê be, divê ew bi pesindayina xwe hêjayiya wê berhemê bîne zimên.” (Rûpel; 24),

“Rexnegir ronahiya dema xwe ne.” (Rûpel; 24).

“Loma jî rexnegirî gulîstana zanînê ye. Taybetiya rexnegir ev e ku, têgihîştî ye, şîroveker e, lêkolîner e. Ew wek hunermendên ku wêneyan çêdikin, li berhemê hûr û kûr dinêre û wê dinirxîne, analîz dike.” (Rûpel; 25).

“Rexnegir divê berhemê baş bixwîne, jê baş fêm bike û dema berhemê binirxîne, xwe ji hîsên xwe yên kesayetî bi dûr bixe, fikir û ramanên xwe yên şexsî dernexe pêş, yek alî nebe, objektîf be.” (Rûpel; 26).

“Peywira rexengir ew e ku; ew estetîka spehîtiya ku hatiye afirandin bi xwendevanan bide nasîn.” (Rûpel; 26).

“Edebiyat bi hunera zimên pêk tê û bi kîjan zimanî were nivîsîn aîdê wî zimanî ye. Wêjeya ku bi tirkî, erebî, farisî were nivîsîn aîdê wan e, wêjeya ku bi kurdî were nivîsîn aîdê kurdî ye. “Rûpel; 36).

“Ji ber ku dewleta kurdan tune ye, ji bo hebûna kurdan di destê kurdan de tenê ziman maye. Ziman jî nebe kurd çem û çem diçin û asîmîle dibin. Nasnameya netewa kurd bi ziman ve girêdayî ye.” (Rûpel; 45).

“Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe winda bike, ew bi xwe jî winda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî a neteweyî ye.” (Rûpel; 47).

Faîk Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply