Faîk Ocal nivîsand – Îlkay Abla

Min di dengê Îlkay Akkayayê de hizna me dît û lal bûm.
Belkî zimanên me cuda bûn; ez li vi aliyê Kurda bûm, ew li wî aliyê Tirka bû,
lê navê hiznê me eynî bû: Kêmasî.
Bi kêmasiyên xwe, xwe li ba denga “Îlkay Abla” dibînim.
Ji bo wê min ji we re got: Îlkay Abla.
Bi dil û can heta niha min ji kesî re negotiya “Abla.”
Ew him Ablayê min a malbatê bû, him Ablayê min a wêjeyê bû, him jî Ablaya min a mûzikê
bû.
Di axê min de jî, di peyvên min de jî, di denga min de jî para Îlkay Ablayê geleke.
Yanî Îlkay Akkaya yekane Ablaya min bû.
Di navbera de çeryek asir derbas bûye;
lê deng û renga hiznê Îlkay Ablayê eynî ye, wek mîna berê ye.
Min di ûmrê xwe de tenê carekê xwest herim konserekê, ew jî ya Îlkay Ablayê bû.
Bîst sal ber vê, konser li Entabê bû, ez jî li Entabê bûm;
lê îşê min li Sêwasê hebû, mecbûr bûm biçim Sêwasê.
Ew êşa neçûna konserê hîn jî di dilê min de ye.
Ji bîr nakim.
Ji bîr nabe.
Min bi sitranên Îlkkay Ablayê jiyan û mirin, evîn û şoreş, heq û edalet, însaniyet û merhamet
nasî.
Min bi sitranên Îlkay Ablayê, xwe nas kir, ketim dûy xwe, yan jî ji qerbalixên bêhiş û bêfehm
qetîyam, li heqîqetê însên gerîyam.
Min bi sitranên Îlkay Ablayê, “yên din” ditîn û nasîn.
Min bi sitranên Îlkay Ablayê feqîr û belengaz nasîn.
Nizanim ez çend caran bi sitranên Îlkay Ablayê re girîyam.
Nizanim çend caran bi sitranên Îlkay Ablayê re parçe parçe bûm.
Nizanim ez çend caran bi sitranên Îlkay Ablayê re çûm û venagerîyam.
Dilê xwe didim ber xwe, dîsa bi hesretekê çeryek salan guh didim sitranên Îlkay Ablayê.
Peyvên Îlkay Ablayê, cot bi cot ji ber min de derbas dibin:
Tenêtî û xeribî, xem û hizn, jiyan û mirin, hesret û bîrkirin, hêvî û azadî,
xwezî û xwelî, êş û keder, evîn û hezkirin, çûyînên bêmayî û mayînên bêçûyîn…
Piştre em li êşa Roboskîyê pêrgî hev hatin.
Min got: Tu li vir çi digerî Îlkay Abla?
We got: Ez tim li vir bûm.
Ez tim li van deran im.
Tu hêj nizanî: Êş li ku ye, Ablaya te li wir e.
Êş bû welatê min.
Êş bû hebûna min.
Êş bû zimanê min.
Êş bû nasnameya min.
Êş bû hemû gerdûna min.
Çima tim parçeyên termên me winda ne, Abla!
Çima em mîna xelkê nemirin, dinê neterikînin!
Çima êşa me neşîbe êşên yên din!

Guneha me çi bû Abla!
Me çi guneh kir ku tim top û bombeyên dinê di ser me de dibarin?
Tu bi zimanê “dayîkên kendala”, bi zimanê “dayîkên şemîyê”,
bi zimanê “dayîkên qurbatê” diaxivî û min teselî dikî.
Lê ez teselî nabim.
Parçeyên terman di ser min de dibarin, ez nikarim denga xwe bikim.
Abla tu sitranên xwe bistrê.
Tu dîsa bi ew denga xwe ya xembar û esfûnkar me êşkêşên dinyayê teselî bike.
Belkî rojekê di bin asîmanekê tijî aştî û evîn de em ê werin ba hevdu.
Xencî Xwedê, kî dizane siberojê çi bibe.
Belkî xeyalekî gelek zore, lê însan bê hêvî nikare bijî Abla, tu wê ji min baştir dizanî.
Însan bi hêvîyên xwe însan e.
Însan bi hêvîyên xwe dibe însan.
Û di hêvîyên me de jî tim êş û azarên yên din hene.
Belkî jî hêvî bi êş û azarên yên din xweş e.
Abla, em dizanin dê dîsa zarokên me li ber çavên me bikujin; em ê ji bo zarokên pêşerojê
bitêkoşin.
Abla, em dizanin dê dîsa malên me bişewetînin; em ê ji bo bihuştên nû berxwe bidin.
Abla, em dizanin dê dîsa sitranên me qedexe bikin; em ê ji bo rojên azad bijîn.
Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply