Darekê din li ber çavên min hilweşiya. Darekê 90 salî. Vê carê navê darê Selwa bû. Rûyê min ber bi roja diçe ava, pişta min li dara gewijê ye. Li alîyê min a rastê de dara Selwa yê hildiweşe, li alîyê min a çepê riya gundên bêmahr dimînin. Guh didim …
Read More »Bargiran
Niha tam li ser çamira kurikiyê xwe me. Sî û sê sal ber vê dîsa kurik bûm. Min bi van destên xwe fîgûrên cûr be cûr çêdikirin bi çamirê. Bi axê sor, bi axê reş, bi axê şîn. Min bi van destan afirand kurikiya xwe, bi van destan afirand dinekê …
Read More »Dîwarê Dawî
Belkî hemû ûmrê min di navbera çar dîwarên kevn de derbas bû. Ewil ez çûm, piştre sê dîwarên din. Niha ji min de tenê dîwarekî kevn û kevzgirtî maye. Ez li gora xwe mêze dikim, dîwar jî li valahiyê dinê mêze dike. Gava ku ez kut bûm, ez xistim …
Read More »Secadeya Şîn
Her ku dem dibe esir, ez xwe li ser secadeyê kekê xwe dibînim. Kekê min, yanî bapîra min, bavê bavê min, lê malbata me her kesî jê re digot Keko. Çimkî ew kekê me her kesî bû, ji her kesî re kektî dikir. Ew serê malbata me bû. Navê wî …
Read More »Govenda Sî û Çar Miriyên Roboskîyê
Her ku 28ê Berfenbarê dibe, dilê min bi êşa Roboskîyê radiwesta, siziyên sar canê min radipêçin. Bombe dibarin di ser min de. Gerê erdê dibim bêziman. Di bin bombeyan de, di bin berfê de, di bin tarîyê şevê de hîn bêkes dibim, hîn feqîr dibim, hîn bêxwedan dimînim. Her …
Read More »MAYÎNA DI HEFT SALÎ DE
Bêwext û bêxeber tu çûyî daye Her tişt di çavên min de ma wê gavê Di kaniyên çavên min de miçiqî rehma te Tu çûyî daye şikestin hemû mayînên te di bîbikên çavên min de Serdanpê bêmana bû dinya Ez bûm birînekê girêknegirtî Ez bûm xewnerojkekê çavvekirî Ez bûm têkçûnekê …
Read More »Deriyek bi xêr
Min pir ber xwe da, lê nebû. Dibêjin qedere te ye, rizqê te tê de tune ye. Rizqê min li ku ye, di çi da ye? De wê jî bibêjin! Lê dizanim hûn nikarin bibêjin. Hûn ji ber xwe de deng dikin. Min umrê xwe di vê riyê de da, …
Read More »Xezal û Delîl
Kormê kuçika bi stûya min ve bû; ji vê şûnde nikarim li rûyê kesî mêze kim. Paşgotina min ne çiya hîştin ne jî Ewrupa, li her derê belav bûye. Her kes behsa min dike. Dibêjin: Xortê bekar çûye tûşê jinebîyekê bûye, malik li xwe şewitandiye. Kes pê nizane, lê min …
Read More »Min Kilîta Deriyên Jîyana Xwe Winda Kiribû
Tenê hevokek li dû min ma: Bi naskirina te ve hemû xewn û xeyalên min têkçûbûn, dawîya hemû rê û behrên min hatibû. Te giyanê min şewitand. Xwedê jî mala te bişewitîne. Bi naskirina te ve zimanê min hînî nifiran bû, jixwe li ber naskirina te tim li ser …
Read More »Xwenasîn
Tim têgeha xwenasinê derdikeve pêşberî me. Ji Platonê Yewnanî bigire heta Celadet Eliyê Kurdan hemû mirovên aqilmend behsa xwenasinê kirine û gotine: Merivno! Ewil xwe binasin. Yên xwe nenasin tiştekî bi dest nexin. Dibêjin: Li ser deriyê akademîya Platon “xwe binase” hatiye nivîsin. Jixwe me bixwe di kovara Hawarê de …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…