Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Dara Bitenê

Ez darekê bi tenê me Çûk difûrîn li jor min, hesp dibezin li jêr min Tim rûyê çûkên min ber bi asîmanan ve ye yê hespên min ber bi axê ve ye Ne dikarin çûkên xwe kaş bikim ne jî dikarim hespên xwe aş bikim Ez darekê bê kes im …

Read More »

Faîk Ocal nivîsand – Îlkay Abla

Min di dengê Îlkay Akkayayê de hizna me dît û lal bûm. Belkî zimanên me cuda bûn; ez li vi aliyê Kurda bûm, ew li wî aliyê Tirka bû, lê navê hiznê me eynî bû: Kêmasî. Bi kêmasiyên xwe, xwe li ba denga “Îlkay Abla” dibînim. Ji bo wê min …

Read More »

Paradîs A Lokman Polat

Edebiyata kurdî û romana fantastik. Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî. Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela. Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike. Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, …

Read More »

Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, …

Read More »

DÎPLOMASÎ

Heta çil salîya xwe, min heq dida Georg Wîlhelm Frîedrîch Hegel. Struktualîtiya jor (îde, fikir, raman, razber hwd.), struktualîtiya jêr (madde, materyal, hereket, şênber hwd.)   belî/tayîn dike.  Yanî diyalektîk îdealîzma Hegel, li ser diyalektîk materyalîzma Karl Marks tayînker bû. Lê çil salî şûnde bi hizrên kûr û dûr, bi fikrên …

Read More »

Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê

Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne. Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, …

Read More »

BENDNAME –li ser ruhê edebiyatekê- Ya Remezan Alan

Dema ku min Bendname’ya Remezan Alan xwend, serwext bûm ku pişta asimilasyona qirêj û kirêt a li ser me Kurdan şikestiye. Rast e: Bi pirtûkeke pişta asîmîlasyonê ne şikandin, lê ev pirtûk dewlemdî û girîngiya wî zimanî diyar dike, hingê rewş tê guhertin. Bendname ziyafeta edebiyata Kurdî ye di vê …

Read More »