Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Helbesta Çilesrî

Min Helbesta Çilesrî bi stûnekê şikestî girê da û berda. Niha nema tiştekî aîdê min. Rûyê min tim ber bi rojê bû, bi êş û janên xwe ve dimeşiyam.  Zanayek di serê min de dimir, wêda diçû, piştre vedigeriya vira.  Dudilî bû zanaya min. Dilekî wî tim li wir diavêt, …

Read More »

Tenêtiyên Dûr

Germahiya çola cihê min e. Lihêfa qûmê diavêjim ser xwe. Payî me, berbayî me. Nêzê kesî nabim. Nikarim rûyê xwe ber bi kesî ve bikim. Bi hevokên kin, pêşwaziya têkçûn û mirinan dikim. Bi peyvên dest û ling şikestî, ji bihuşta xwe derdikevim û dikevim dojeha yên din. Ne pêşiya …

Read More »

Hespa Ronahiyê

Qedera min a reş, bûye kulmek ax û kêlîyek axîn, bi gepira min ve girtîye û bernadeye. Li ber çavên min dinya tim reş e, dizanim ew dîyariyê te ye, reşbûna te ye.  Dinya bûye bîzotek agir û ketiye stûya min, qet tebata min nîn e, duayên dayîka min bi …

Read More »

Dîwarê Îlonê

Her dem bişirînek zerik li ser lêva min e û li demsala xwe digere, ji rastîya xwe direve. Dizanim ez mirim şûnde ya şûna min bigire tenê bişirînek zerik e. Pî û baskên dema min şikestine; ez benda mirinekê din im, ez benda têkçûnekê din im, ez benda ketinekê din …

Read More »

Kirkît

Rizqê mala me di wî kirkît de bû. Etika min bi wî kirkîtî xalî û balîf zexm dikirin û bavê min jî ew xalî û balîf difirotin, pê debara mala me dikir. Bazara xalî û balîfan tune bû, lê yên bi firotina xalî û balîfan karê xwe dikirin pirr bûn. …

Read More »

Pîj

Ez Hemê Mihemedê Memê me. Li vê dinê derewîn min xwest ku ji etika xwe Zêwê Husê re pîjekî bistînim. Wî zemanî, yanî sed salî berê em koçer bûn, ji bo pêdiviyên xwe diçûn Meletiyê. Mal û warên me li Çiyayê Spî bûbûn. Em li bakûrê Çiyayê Spî diman, rûyê …

Read More »

Hevaltiyê Kew û Ço û Tizbîyê

Em sê heval bûn. Omerê Mem Çolê, Îmamê Mastê Çuçê û Xalê Keçê. Me çi kir, çi ne kir! 80- 90 sal umir. Me çavên xwe li Çiyayê Qizildaxê vekir, paşê dewr û dewranê li Çiyayê Spî. Gava ku em ji dest û pîyan ketin, em dîsa vegeriyan cîhê destpêka …

Read More »

Kozika Min

Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim. Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im. Ev mala me yê berê ye. Niha bûye xirabê; kes tê de nejî. Xencî kavil e; nema pêjna kesî Me koçê perî gund kir. …

Read More »

Şîr û Şerav

Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît, nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt. Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir. Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû. Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê …

Read More »

Gola Kurikiyê

Li cîhê gola kurikiyê xwe me, li gola kurikiya xwe digerim, lê nabînim. Va çend roj in li golê digerim, na, nabînim. Niha van ristan li tala golê dinivîsim. Gol li van deran, li derekê bû, lê li ku derê bû? Nizanim. Yanî gelek hatine guherandin cîh û warên kurikiyê …

Read More »