Dilên Dîlê Dilê Xwe

Nizanim min çend hezar mirin radestî vî bajarî kirin
ez ê hîn çend hezar caran din di vî bajarî de bimirim
bêkes û bêxwedî can bidim.
Di rûpoşa qelîştokên min de gorên bêkêlî
cendekên bêserî
jîyanên bêavdest
û têkçûnên bêdua.
Ez ê di gora yekê din de bimirim
di girava yekê din de dest bi jîyanê bikim
an jî dest ji jîyanê berdim
qet ferq nake.

Darbest li ser milan dimeşin
hêvî di bin lingan de diherîkin.
Bajar bi rûçikan canê xwe dikeve
bajar muptelaya xewnên bêtabîr dibe
bajar li ber bayê dîstopîk dikeve.
Ka Gilgamêş û Uruk?
Ka Îbrahîm û Qabe?
Ka Konstantîn û Konstantînpolos?
Ka Selahaddîn û Qudûs?
Ka Mihemed û Medîne?
Her kes bi bajarê xwe ve çû û carekê din jî venagerîya.
Uruk di dilê Gilgamêş de hate xware.
Qabe di ser Îbrahîm de hilweşiya.
Konstantînpolos li Konstantîn xeyidî.
Qudûs di bin nalên hespa Selahaddîn de com bû.
Mihemed bi navê Xwedê hîn di navberê Yesrîb û Medînê de diçe û tê
hîcreta xwe ya bêdawî didomîne.

Her ku hejmara mirîyên min zêde dibin
ez û bajar ji hevdu dûr dikevin.
Sînor dikevin navbera me;
ez li alîyekî sînor dimînim, bajar li alîyê din dimîne.
Mesafe di navberê me de mezin dibin;
di destekî mesafeyan de ez têm dalîqandî, di yê din de bajar hilawestîye.
Tofan diqewimînin di ser me de;
ez serî bi xwelî dibim, bajar hîn xalî dibe.

Min bi çavên xwe dît ku vî bajarî bi destên xwe
însanên bêzaroktî û zarokên bêpî radestî axê kirin.
Kefenên bêasîman vegirtibûn li ser mirîyan.
Dilên li semta hezkirinê neketibûn
dibarîyan di ser vî bajarî de.
Dilên dîlê hebûna xwe
dilên dîlê ezîtîya xwe
dilên dîlê dilê xwe.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply