Mîxê xerîbîyê

Bîst û pênc sal berê, ez û bi hevalekî xwe ve tim dihatin bin vê darê û me bi hev re qalê xewn û xeyalên xwe dikir. Em du hevalên samîmî û nêzîk bûn. Me her tiştê xwe bi hev re digot. Sirdaş bûn. Av di navbera ne de nediçû, lê piştre hemû dinê kete navbera me, çiya li ber me gir bûn, behr kûr bûn, çîrok vala bûn. Bendav çêbûn di navbera me de; ez li vî alî de dixenîqim, ew li wî alî dixeniqî. Her tişt û her kes kete navbera me. Ew li ber pelên karên dinyayê ketibû, ez bi çîroka xwe ve çûbûm.

Li gund malên me nêzîkê hevdu bûn. Em bi hev re çûbûn mektebê, heta hejdeh salên xwe. Piştre xalanên hevalê min, di dilê hevalê min de mîxê xeribîyê daçikandin. Riyên me ji hevdu qut dibûn. Hevalê min rûyê xwe ber bi Ewropayê kiribû, riya min jî ketibû çolberan Sêwasê.

Di bin vê darê de dîsa me bi hev re deng dikir. Hevalê min gotibû: Ezê herim. Min deng nekiribû. Min nikarî biaxîvim. Di vê bêdengî û lalbûnê de mîxekî xeribîyê di dilê min de jî hatibû daçikandin. Min gotibû: Ser xêre bê û riya te vekirî bê. Oxir û felek di çavkaniyên min de com bûbûn. Oxir çi bû, felek li ku bû? Yê min dizanî, hevalê min diçûbû, ez dîsa bi tenê dimam. Gomlegên nifşan di destên min de mabûn. Min dixwest dest bi meselên din bikim lê nedibû, hevalê min diçûbû. Hevalê min çûbû û mîxê xeribîyê di dilê min de çikandibû. Îro ez hatime vira ku mîxê xeribîyê ya di dilê xwe de derxînim. Dizanim, pirr zorê lê ez mecbûr im ku mîxê di dilê xwe de derxînim.

Darê kirasê zivistanê li xwe kiriye. Ne pelek mayê ne jî heşinahiyek. Tenê helînek li ser çavên darê heye. Bi texmîna min, ew helîna dûvmeqeskê ye. Ew hêvî ye. Ew ronahî ye. Ew dua ye. Bi dest û lingên darê, mîxê di dilê xwe digirim û dikişînim, dikişînim. Xwîn diherîke ji dilê min. Helîna dûvmeqeskê tijî xwîn dibe, çavên min tijî hêsir dibin, lê bele serdikevim, mîxê xeribîyê ji dilê xwe de derdixim. Di şûna mîx de birînekê reştarî dimîne. Hevalo, ev diyarîyê te ye, diyarîyê hejdeh salîya me. Sibê ezê mîxê hejdeh salîya me ji te re bişînim. Tu li rûyê xwe, ez li riya xwe; mala me herduyan jî ava. Nikarim carekê din bi tenê û bêmîx di bin vê darê de rûnim.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply