Serxweşê demên berê

Niha li ser kavilên mala xwe yî 1993ya me. Mala Cin Îbrahîm me çar hevalan kirê kiribû, di nav wan çar hevalan de yek jî birayê min bû. Em çar heval çend meh li vê malê mabûn. Piştre di şevekê de me çend parçeyên kelûpêlên xwe avêtibûn ser milên xwe û me koça malekê din kiribû. Li wê malê jî em çend saetan mabûn, piştre destê sibê me li wira jî koç kiribû. Cahil bûn, bilmez bûn, dîn bûn, lê jîyan çi qes xweş bû.

Ez serxweşê demên berê, dizanim li tu deran şûna min tuneye. Tim kavilan bi xwe re dibim, di bin kavilan de xwe vedişêrim. Pisîkek cegera min dixwe;  ma bixwe, çi bibê ku. Marek bi roviyên min ve hatiye alandin; ma mar ji sona xwe bitirse. Çûkek dilê min nikil dike; bila ma nikil bike, tişt nabe.

Mala Cin Îbrahîm du çavên di bin axê de bûn. Yanî banekî axê bû. Me çar hevalan bi destên hevdu digirt û dadiketin jêr, mîna çîrokan, mîna xewnan. Piştre me di bin axê de, bi destên hevdu gora jîyanên xwe, gora xewn û xeyalên dê û bavên xwe dikola. Ax, çi zeman bû! Ax, çi dewr û dewran bû! Ez panzdeh salî bûm. Min kav diavêtin jêr û di asîmanên reştarî de derdiketin kavê min.

Zimanê jîyana min kurt bû, kincê feqirîyê li ser me xurt bû. Di her kuçeya Besnîyê de azadiya me derdiket pêrgî me. Jîyan parîyek nanê tirsî bû; parçeyek ez bûm, parçeyê din birayê min bû. Jîyan kulmek xwezî bû; alîyek ez bûm, alîyê din birayê min bû. Jîyan destiyek kilam bû; nîvî ez bûm, nîvîyê din birayê min bû.

Tirs! Tirsa Cin Îbrahîm. Çîroka vê nivîsarê jî li ser kavilên vê tirsê ava dibe. Şevekê dîsa me hevdu bi cinên Îbrahîm tirsandibû. Me digot li her derê malê cinên wî hene. Em benda bahaneyekê wisa bûn. Me heman tişt û miştê xwe diavêt ser milên xwe û koça malekê din dikir. Me hez dikir tim koç bikin. Jixwe ji mêj ve em koçber bûn. Koçberîyê kok û rehên xwe berdabûn her derê me. Çi qes xweş bû vediguhêstin û koçkirin. Cinên Îbrahîm, tenê bahane bûn.

Di banê mala nû de mişk hebûn. Berê di banê malên axî de kaxizên naylonî pê dixistin ku ma ax ji jor de neweşe jêr. Lê di kaxizên naylonî de mişk û mar dibûn. Em gelek westiyabûn û me li ser doşekên xwe dirêj kiribû. Me mêze kir, li ser serê me, di kaxizên naylonî de mişk vedilîzin. Me got haho birakno, hevalno û yekê xwe nekin dudu, rabin û em biçin. Heman dîsa me çend parçeyên eşyayên xwe, vediguhêst malekê din. Me çito di şevekê de koça sê malan kir û mal çawa û çito kirê kiribû? Ew jî sira koçberiya me bû.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply