Ez darekê bi tenê me
Çûk difûrîn li jor min, hesp dibezin li jêr min
Tim rûyê çûkên min ber bi asîmanan ve ye
yê hespên min ber bi axê ve ye
Ne dikarin çûkên xwe kaş bikim
ne jî dikarim hespên xwe aş bikim
Ez darekê bê kes im
ne çiqlen min di çavên yên din de xuya dikin
ne jî rehên min digihîşin termên yên din
Li ser Çîyayê Elemê benda qiyameta xwe me
Ne tilîyên baranê ê ziravik min tesellî dikin
ne jî qesr û qonax dikarin min bihewînin
Ez darekê li derveyî dinê me
Li jor min tofan radibin li jir min erd diqelîşe
ne pelên min dişibin pelên yên din
ne jî bayê min bi bayên din ve divizîne
Bi êşekê bêdawî distrên çûkên min
Bi suwariyên bêmirin ve diçe hespên min
Ez darekê bê moxil im
êr dibarînin çûkên min kevir dixwin hespên min
ne paşerojekê min heye bi bermayîyên xwe ve
ne pêşerojekê min heye bi xewn û xeyalên ve
Tim nameyên bêcewab mohr dikin çûkên min
Tim demsalên bêwext mahr dikin hespên min
Ez darekê bi hesret im li ser kokê xwe mayî
hesretên ku nedişibin tiştekî nedişibin kesekî
Ne bi hêsirên min têr dibin çûkên min
ne bi xwîna min sekin dibin hespên min
Dilê xwe egla dikim bi kanîyên miçiqî
Hişê xwe ditevizînim bi marên jahrî
Faik Öcal