Rêwîyê Sipî A Çiyayê Sipî

Bayê sibê rûyê min dialêse, bi tiliyên nermik û sivik, bi rabirdû û xatiretên berê, bi deng û awazên xemgîn. Bayê sibê xeberê ji deverên dûr ji min re tîne. Aqilê min ne li serê mine; dilê min ketiye dû sitranê xeribîyê. Yanî dîsa xerîb im û bîra çiyayê xwe dikim.

 

Nizanim çiyayê we heye. Însanên bê çiya çawa dijîn? Însan bê çiya dikane bijî? Wê nekeve serê min. Dayîka min tim digot: Aqilê serî kete derî. Gelo ji bo rojên wiha û tiştên wisa gotiyê rebena min? Mijarê vê nivîsarê çiya ne. Çiyayek min heye. Navê çiyayê min, Çiyayê Sipî ye. Sipîye, mîna rihê kal û pîran; lewra tim berf li ser lûtke û keviyên we ne.

 

Ewil ez çiyayê xwe binasînim. Lewra çiyayê min navenda hemû hebûn û ûmrê min e. Belkî min hemû hebûn û tunebûnê xwe, li ser Çiyayê Sipî ava kiriyê. Nizanim çiyayê min tunebûya, min ê çi bikira, çi xwelî li serê xwe kiriya? Çiyayê min di navbera Melêti û Semsûrê de ye. Di navbera Melêtî û Semsûrê de rêzeçiyayên Torosên Kurdan hene. Çiyayê min di navenda rêzeçiyayên Torosên Kurdan de ye.

 

Min, kal û pîrên min, nizanim çend nivşên eşîra min a li ber min, çavên xwe di cîh û warên Çiyayê Sipî de vekirin. Yanî Çiyayê Sipî zozanê me bû. Gava ku dibû havîn, eşîra Kosa bi tevahî xwe ve dikişîya Çiyayê Sipî. Cîh û warê her mal û malbatê hebû. Her sal herkes diçû warên xwe yî berê. Navê hin waran bi navê giregirên eşîrê hatibû diyar kirin. Mîsal: Warê Hesê, Warê Hamikê hwd.

 

Çiyayê min çîrok û hikayet ji min re digotin. Çîrokên berê û hikayetên nû. Niha gelek bîra wan çîrok û hikayetan dikim. Di destpêka salên 1980’an de ez li çiyayê xwe bûm, heta dawîyê salên 1990’an. Piştre lingên min ji çiyayê min qut bûn. Bu qutbûnê lingên min re per û baskên min şikestin. Niha bê per û bê bask im. Heps in. Esîr im. Axê di bin lingên min de reş, avê di li ber destên min genî, hewayê li hawîrdorê min vala bûye.

 

Gelo Mem li Bîriko dîn bû? Bavê min li kîjan meydanê salixdana karê kal û pîrên xwe kiribû? Emer li ku derê kilamê “Neherim mala!” gotibû? Çirûskê evînê li kîjan warî bi dilê min ketibû? Kewê apê Elî li ku derê dixwend? Bi kîjan meqamî dixwend? Ji bo çi dilê min wisa zîz e, mêjûya min reşbelek e?

 

Dizanim çiyayek min heye û li wir e û benda min e. Kengî bixwazim ez ê herim ba çiyayê xwe. Dîsa ew ê ji min re çîrokên berê û hikayetên nû vebêje, sitran û kilamên bistrê.

 

Însan bi çiyayên xwe ve însan e û serbilind e, ferqê wî heye bi çîrok û hikeyatê. Çiqas şukirê xwe ji Xwedê re bikim, kêm e; çimkî Wî çiyayek da min, jîyanê min bi çiyayekî xemiland, rûyê min bi çiyayekî sipî kir. Belkî ew xelata jîyana min a hêrî bi qîymet bû. Belkî ez niha per û besk şikesti me, esîr û hepis im; lê bele ez qet ne bê hêvî me; lewra çiyayê min li benda min e û di navbera min û çiyayê min de ne kes heye ne jî tu tişt maye.

 

Çiyayê Sipî çi da min? Tiştek tenê da min, çiyayê min. Ew jî koçberbûn e. Yanî bê cîhûwarbûn. Dayîka min navika min avêtibû quntarên Çiyayê Sipî. Ji wê şûnde hîsa ne aîdbûnê li min peyda bû. Xeyrî ne aîdê derekî yan jî kesekî bûm. Ez koçber bûm, tim li ser riyên xerîb. Ji xwe diçûm û ji yên din vediqetiyam. Çûyîn û hatin du xêz bûn, li ser eniya min hatibû xêz kirin. Qet sekin ji min re tunebû. Ez haymatlosekî modern û koçberekî kevnar bûm. Li tu cîhan şûna min tune bû.

 

Min mala xwe li ser pênc stûnên kona jîyanê xwe ava kiribû. Pênc stûn: Yek, li vê dinyayê derewîn niştecîhbûn nabe. Didû, girêdayî kesekî yan jî tiştekî na karê eqile. Sisê, tenê xwe binase, xwe bizane, xwe pêşda bixîne. Çar, li vê dinye huzur û rehetî tuneye. Pênc, ez rêwîyekî sipî me, li hember Xwedeyê xwe rûyê xwe reş meke.

 

Tê bîra min. Li quntarê Çiyayê Sipî ez bi bavê xwe ve heft şevan li heft cihên cuda bûbûn mêvan, em herdu li heft cîhên cuda raza bûn. Her şevekê li derekê bûbûm mêvan, her şevekê li derekê raza bûm. Bavê min ji min re gotibû: Lawo! Koçberî vayê! Em demekê dirêj, li ser hev nikarin derekê bimînin; derekê heft şev û hef rojan li ser hev me bihewîne, nîn e. Vê bizane û li gorî vê rastîyê bijî. Hingê tu dîl û esîr nabî…

 

Bavo! Tu dizanî va heft sal in ez li eynî bajarî dijîm. Va heft sal in ez li eynî bajarî dîl û esîr im. Va heft sal in siya Çiyayê Sipî porê min bêhtir sipî dike.

 

Di hemû rêwîtiyên min de siya Çiyayê Sipî li ser min bû. Kes nizane, kes nabîne, lê bes min dizanî, min dibînî. Min dizanî cîh û warekî min î bêlî heye. Ez herim ku derê, ez î dîsa vegerim çiyayê xwe. Çiyayê min bi henûnî hembêza xwe ji min re vekiriye.

 

Niha dema li bajaran guhdayîna xwe ye. Wî alî min çi dibû û çi hebû? Ez hîn dibûm, piştre ez ê vegerim vî alî xwe, yanî li çiyayê xwe. Pêwîst bû: Bi çavên bajaran li xwe nêrîn, bi dilê bajaran li xwe mukir hatin, bi aqilê bajaran li xwe rexne kirin.

Piştre ez ê vegerim çiyayê xwe, bi safîtiya zarokatiya xwe, bi kelecana hêjdeh salîya xwe, bi hişmendiya pîrbûna xwe. Navê çiyayê min Çiyayê Sipî bû û ez jî rêwîyek sipî bûm.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply