Mexlubê Ezelî ya Cîoran

Jîyana min bi pirsên min ên bêcewab û bersivên din ên bicewab tijî ye. Ne pirsên min, min vediguhêzinin ne jî bersivên yên din dikarin min vegerînin. Jîyana min bi taybetîyên xwe, bi pirs û bersivên xwe sandoqê kilîtkirîye. Jîyan hat bi destên xwe yî nexuyayî, sandoqa kilîrkirî radestî mirinê kir. Mirin li ku ye? Mirin tim bi bersivên yên din ve diçe. Nikare vegere mirin. Belkî jî nexwaze. Nikarim derîyê sandoqê vekim.

 

Ez marekî bê cîhûwar im, tenê dikarim bi kevirê felsefeyê çermê giyanê xwe biguherînim. Kevirê felsefeyê ne li vire, ew li wire, dûr e.

 

Bi rastî kes kesî nas nake. Min kalê xwe çiqas nas kir? Tenê çend xatireyên bênasname, xatireyên ne aîd tu deran, tu dem û dewranan. Kalê min jî di bîrekê jibîrbûnê de bîr bû û çû. Dizanim qedera min jî wisa ye. Bîrên jibîrbûnê hukumdara dinê ne. Adem li ku ye? Hewwa di kîjan bîrê jibîrbûnê de jibîr bû? Min bi destên xwe kolan bîrên jibîrbûnê. Di bêdengiya şevê de, di alozîyên navrojê de, di çavkaniya kujeran de, di şecereya malbatan de. Min çavên xwe di bîrên jibîrbûnê de vekirin kes tunebû li ba min. Dizanim ez ê dîsa çavên xwe bigirim di bîrên jibîrbûnê de, kes nabe li ba min. Qedera herkesî wek hev bû. Bîrên jibîrbûnê paytexta jîyana herkesi bûn. Herkes bi çîrokekê dihat, bi hezar paşgotinan diçû. Qîymeta çi hebû! Însên bi sûc û gunehan bîrên jibîrbûnê tijî dikirin. Piştre baranek dibarîya, her der bi avê tijî dibû. Tofan radibin di bin bîrên jibîrbûnê de. Lê piştre di bîrên jibîrbûnê de Kabîlên nû derdiketin. Bîrbûnê lîbasê xwe diavêt li ser rûyê zemînê. Herkes diket xewê jibîrbûnê.

 

Dinê û bedenê ji wan re berde. Ma ewan hevdu bixapînin bi derew û buxtanan. Ma bi fen û fûtan malên hevdu birûxînin, jîyanên hevdu talan bikin. Ewan ne denga quxuyê dibihîzin ne jî temenê daran dizanin. Ewan mehkumê bedena xwe, bindestê dinyayê ne.

 

Şûna te ne li ba wane.  Şûna te li jor e, li ezmana ne. Te hemû zarokên xwe li ber fezayê gir kirin. Te ronîya çavên xwe ji rojê hilgirt. Te îlhama berhema xwe ji bêdengiya gerdûnê wergirt. Kanatên te hene. Kanatên metafîzîk, kanatên nexuyayî, kanatên giyanî. Tu nikarî bi kanatên dunyevî, kanatên xuyayî, kanatên bedenî bifirî di asîmanên xwe de. Tenê ji xwe re dibêjim: “ Ewil xwe binase, piştre bi kanatên matefîzîk/nexuyayî/gîyanî bifire. Ji bîr meke; Alîyekê wan kanatan mirin e, yê din jî jîyan e. Mirin û jîyanê bi hevdu re bikêlijîne û dest bi firîna xwe bike. Lê binêre rêhevalên te, yên mîna Unamuno, Saînt Exupery, Sylvîa Plath, Eugene Ionesco û André Gîde çawa kirine?”

 

Herkes wergeriye li ser “dînê xebatê” ya Unamuno. Kes serê xwe li ser karê xwe ranake; herkes li ber destarekî ketiye, tê herandin. Unamuno bi hezar dilî mir, niha herkes bê dil tê jîyanê û bê can ber bi mirinê ve dimeşe. Însan hindikê û xebat pire. Herkes ziyanê ûmrê xwe ye, herkes têkçûna helwestên xwe ye, herkes girêdayî xwestekên xwe ye.

 

Di balafîra Exupery de me, nizanim di dojehê ke de winda bûm, nizanim hewceyê bihuşta ke me? Lê belê diçim bi xêr û gunehên xwe ve, bi tirs û hêvîyên xwe ve, bi xatire û xeyalên xwe ve. Dizanim balafîra Exuperyê di valahîyekê de înfilak bibe û ez ê dîsa bi bihuşta xwe yî lal û dojeha xwe yî har ve vegerim jîyana xwe yî belengaz.

 

Diherim ku derê denga Sylvîa Plathê bi xwe re dibim. Denga Sylvîa Plathê tim eynî tiştî dibêje: Zû biçe, dizanî tu qet nikarî biçî; çimkî derekê tu biçî tuneye. Tu ne aîdê virî. Hemû jîyan û mirina te, hebûn û tunebûna te di peyva bêdawîbûnê de kêlîyeke, lahzayeke. Sekin ji te re heram e. Nikarî rawestî. Di her qonaxa jîyana te de darek heye. Kêliyekê di bin sîyê darê de radiwestî, piştre radibî û diçî. Bi denga Sylvîa Plathê şîrazeyê jîyana min qetîya. Niha her hebekê tizbîyê ûmrê min li derekê ye. Kes nikare wan heban berhev bike. Ez ne dikarim wan heban top kim ne jî dixwazim bi karekî wusa re mijul bibim. Denga Sylvîa Plathê her tişt ji min re vegot. Ewil min guh da sitrana valahîyê, piştre jî guh da sitrana hîçbûnê.

 

Şûra mirinê ya Eugene Ionesco tim li ser min bû. Tim mirin hebû, jîyan kêm bû. Tim hemû jîyana min bermayîyê mirinê bû. Gava ku radizim şûra mirinê ya Ionesco di bin balîfa me de bû. Şiyar dibûm, şûra mirinê bi tovên rojê dibiriqî. Piştre min hemû rêwîtiyên xwe bi şûra mirinê diyar kiribûn, hemû helbestên xwe bi şûra mirinê nivîsandibûn. Min nedizanî dawîya rêwîtiya min a çi bibûya, lê her lahza dimirîyam. Min bi şûra mirinê tirbek dikola di sîng û berê xwe de. Her ku dem diherikî tirb diperçivî, bêhna min teng dibû, tenhabûna min giran dibû. Her ku sermiyana ûmrê min kêm dibû şûra mirinê qalind dibû, bi hêz dibû, tûj dibû û jîyana min hûr û pûr dibû. Bi jîyana min re hemû hebûna min jî hûr û pûr dibû.

 

Hemû ûmrê min ji Derî(yên) Teng a Andrê Gîde de bihûrî. Bi Deri(yên) Teng dihatim, bi Deri(yên) Teng diçûm. Nizanim sêva zarokatiya min di kîjan çolê de winda bû. Ka li ku derê ne rêhevalên xortaniyê min? Gênciya min bi Çûka Bûka Zer ve firîya û çû. Derî zor vedibûn li ber min, lê qolay dihatin girtin di ser min de. Zindan pir dibin di hundirê min de. Zindan di hundirê zindanan de, ez jî di hundirê hemû zindanan de. Deri(yên) Teng a Andrê Gîde zêde dibûn li ber min, lê dema min kêm dibû. Min nedizanî kîjan derî vekim. Bi rastî jî hemû derî eynî bûn: “Teng. Mîn kîjan vekira qet ferq nedikir. Bêhna min teng dibû, ez jî mîna Cîoran Mexlubekî Ezelî bûm.”

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply