Bi tenêtîyekê tenêmayî hatime rapêçandin. Qerbalixên yên din tu caran nebûn mijara min. Li hawîrdora min tenê tenêtiya yên mîna min hebû; lê tenêtîya min nedişibû tenêtiya yên din. Tenêtiya min dişibû qurşunekê navnîşana xwe yê windakirî. Tenêtîya min dişibû merivekî li ber mirinê lê bê ecel mayî. Tenêtîya min dişibû darekê bi kok û rehên xwe ve riziyayî. Min mala tenêtiya xwe li ser gopalê Silêman Pêxember ava kiribû. Pûç û vala bû jîyana min. Mirin hatibû lê haya min jê tunebû. Teyrê Hudhudê diçû û dihat, lê min nedidît.
Min paytexta tenêtîya xwe di dilê helbestkarên jibîrbûyî de danîbû. Dîsa kes tunebû. Ez bi term û cesedên xwe ve tenê bûm. Herkes û her tişt ji bîr dibû li ber çavên min; wê jî tenêtiya min qewî û xalî dikir.
Di helwetgeha jîyana min de kes tunebû. Ez tenê bi Xwedê re diaxîvim, bi zimanekî şikestî, li zemanekî xeyb. Hemû seyr û silûkên min vala derdiketin. Nedikemilî tenêtiya min, nedikemilî êş û janên min, nedikemilî hesret û hîcranên min.
Min çend hezar sal ber vê Peyvên Tenêtiyê ya Elî Şerîatî xwendibû! Di navberê de çend hezar jîyan û mirin bihûrîn? Çend hezar bihuşt û dojeh tijî û vala bûn? Di hucreya heyata min de her tişt tenê ye. Roj tenê ye, şev tenê ye, stêrk tenê ne, ax û av tenê ne, der û ber tenê ne.
Hemû lehengên min çûn, kes nema li ba min. Niha bi tenê xwe dipê me, gardiyana tenêtiya xwe me. Nikarim razêm; tim şiyar im. Bendewarê tenêtiya xwe me. Di çolên Ebûzer de sirgûnê jîyanê xwe me. Şûna min li ba kesî nîn e; ne kes tehemmula min dike ne jî ez tehemmula kesî dikim. Ne tebatiya min mayê ne jî keştiya min li tu benderan disekîne.
Di çolên Ebûzer de tim eynî helbestên tenêtiyê dixwînim: Ez yê pergalê xwe qetîyayî me.
Tim eynî sitranên tenêtiyê distrêm: Ez penaberê gerdûnê me. Tim eynî pirtûkên tenêtiyê dixwînim: Ji mêj ve soz hebû û soza min li erdê ketibû, soza min bê xwedan mabû, soza min bêkes mabû, soza min bê cîh û war mabû.
Faik Öcal
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…