Em û Ew Bi Hev Re Ya Mehmet Akar

Di van demên nêzîk de di ajansan de tim nûçeyên kuştina ajalan derdikevin pêşberî me. Nizanim li kîjan bajarî filan kesî bi îşkenceyan ajal kuştiye. Her ku dem dibihûre hêjmara nûçeyên bi vî şiklî zêde dibin.

Gelo sedem çi ye?

Ji bo çi hinekên dişibin însanan (lê ne însan!) ajalan bi îşkenceyan dikujin?

Bi rastî em ajalan nas dikin?

Ajal çiqas di jîyana me de cî digirin?

Însan bêsedem li heywanan dixin,  bêsedem ajalan dikujin (!).

Bi rastî tiştekî bêsedem heye li vê rûyê zemînê?

Qet bawer nakim. Bi ya min, di navbera hezkirin û kuştina ajalan de negatîf korelasyon heye. Yanî kengî me dest ji hezkirina ajalan kişand, hingê me hêjmara kuştina ajalan zêde bû. Yên ku ji ajalan hez nekin, nikarin însanan hez bikin. Hezkirina ajalan di navbera me însanan de pirekê bêhempaye. Em bi destên xwe yî qîrej û kîret vê pireyê bêhempa dirûxînin. Ew xeletîye, ew çewtîye, ew sûce.

 

Em (însan!)  mecbur in ku ewil ajalan hez bikin, piştre jî ji hevdu hez bikin. Pirtûka birêz Mehmet Akar di avakirina vê pireya bêhempa de pêngavekê girîng û mezine. Di vê pirtûk/ansîklopedîyê de birêz Mehmet Akar du sed û yek ajalî dinasîne, bi çîrok û meselan, bi pêşgotin û biwêjan. Bi vegotinekê dî, pirtûk/ansîklopedîyekê cuda û rengareng li ber destên me ye. Gerek di her mala Kurdan de ev pirtûk/ansîklopedî hebe.

 

Naskirin û hezkirina ajalan bi Kurdî xweş e. Yanî ajal bi zimanê zikmakî bêhtir xweşik û şîrîn dibin li ber çavên meriv. Pirtûk/ansîklopedîya birêz Mehmet Akar jî vê kêmasî û valahîyê dagir dike, du sed û yek ajalî bi Kurdîyekê şîrîn û xweşik, sivik û herîkbar, bi wêneyên balkêş û rindik li ber çavên me rave dike.

 

Gelek sipas Mehmet Akar.

Destên we sax bibin.

Bi hêvîya Kurd û Kurmanc qîymeta vê xebata we bizanin.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply