Hemû Berhemên Şikoyê Hesen Çap bûn

Hemû helbestên Şikoyê Hesen bi Latînî ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin.

Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha nin: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten.

Qalçîçek di sala 1961an de tê çapkirin. Di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha jî Weşanxaneya Nûbiharê hemû berhemên Şikoyê Hesen çap kir.

Hin ji helbestên Şikoyê hesen wek stran hatine xwendin û di nav gel de belav bûne. “Zimanê Kurdî” ku cara pêşî ji hêla Aram Tîgran ve hatî xwendin helbesta wî ya herî zêde tê zanîn e.

Di rûpelên pêşî yên her çar pirtûkan de jî pêşgotina Eskerê Boyîk heye.

Ömer Faruk Feyat ku hemû helbestên Şikoyê Hesen ji Kirîlî veguhestiye Latînî wiha dibêje: “Bi tu şiklî me orjînala helbestan xirab nekir, bi wan neleyîst. Peyvên bilêvkirina herêmî hatine nivîsîn qet nehatine xirabkirin.”

Feyat, di berdewamiyê de derbarê lêzêdekirinên di pirtûkan de wiha got: “Di çar pirtûkên Şikoyê Hesen de gelek helbest cih digirin. Hinek helbestên wî xweyî nav in, lê hinek helbestên wî jî bê nav bûn. Helbestên bê nav di metna orîjînal de bi şeklê “***” hatibûn binavkirin. Ji bo ku helbest hem zû bête dîtin hem jî bênav nebe, me navekî li helbestên bênav kir. Di helbestê de rêzika ewil çi be, me ewê wek nav hilbijart. Li rexê wê jî îşareta “*”danî. Bi vê îşaretê dê bê zanîn ku ev sernav ji hêla me ve hatiye danîn.”

Hêjayê gotinê ye ku cara yekê ye hemû berhemên Şikoyê Hesen bi Latînî tên çapkirin.

Çandname

 

Derheqê Pirtûkan de…

Tembûrê Kurda – Şikoyê Hesen

Kirilçeden Latinize eden: Ömer Faruk Feyat                                                            

Berhevoka Şiko ya duda: “Tembûrê Kurda” sala 1965an hat weşandin. Eva, tev çend berhevokên helbestvanên me ye nû, yên din, wê demê bûn xemla textê xwendevanên Kurd e edebiyethez. Gelek helbestên vê berhevokê paşwextiyê bûn stiranên hezkirî. Bi texmîna min ev berhevok kulîlka poêziya Şikoyê Hesen e. Di wede da, der heqa vê berhevokê da rojnemevan Hesenê Qeşeng gotareke rexnegeriyê nivîsiye. Wê gotarê da Tembûra Kurda tê qîmetkirin çawa destanîneke edebiyeta Kurdên Sovêtê.

Eskerê Boyîk

 

Qalçîçek – Şikoyê Hesen

Kirilçeden Latinize eden: Ömer Faruk Feyat

Berhevoka helbestên wî ya ewilîn: “Qalçîçek” sala 1961ê li Yêrêvanê hate weşandin. Bi vê berhevokê Şiko wek helbestvanekî xweyîşuhret di nav xwendevanan da hate naskirin û hezkirin. Li nav “helbest – lihevanînên” helbestvanên wê demê yê bêtehm-bêreng da, Qalçîçek wek baqek kulîlkên berbiharê yên rengîn di nav helbestên Kurdî da xuliqîbû. Helbestvanekî esil peyayî meydana edebiyeta Kurdê Sovêtê bûbû. Ev xeta hema der heqa wî da ne:

Tu dengbêjê ´erş û ´erda,

Tu dengbêjê baxçê nûr,

Tu mêzîna dilê benda,

Eşq û şaya huba nûr.

Eskerê Boyîk

 

Perweza Weten – Şikoyê Hesen

Kirilçeden Latinize eden: Ömer Faruk Feyat

Jiyana helbestvan kin, di nava tengasiyan, tunebûnê û rewşa tiragîk da derbas bû. Gelek zehmetî, derd û êş para wî ketin. Di nav wê jiyana gewre bêreng da helbestvan bi poêziya xwe ronayîke batinî anî nava edebiyeta Kurdên Sovêtê. Dema berhemên wî dixûnî nayê texmînkirin ku ev helbestên tije ronayî, hizkirin ji ber qelema helbestvanekî li nava tengasiyan, derd û êşan, halê giran derketine. Tê bêjî ku helbestvan ji rewşa dora xwe ҫêbûyî, ji wan qewl qanûnê dewletê, neheqiyên civaka dora xwe gazin nîne? Min tim xwestiye ji xwe ra wê surê vekim, bihesim ҫawa ew rewşa jiyana helbestvan siya xwe neavêtiye ser berhemên wî, baweriya wî, efrandariya wî. Dibe ew ji ruhê wî yî paqij, baweriya wî berbi pêşîrojê, xweşbîniya xeysetê wî yî ronayî tê.

Eskerê Boyîk

 

Meremê Dilê Kurd – Şikoyê Hesen

Kirilçeden Latinize eden: Ömer Faruk Feyat

Sala 1970î berhevoka wî ya helbesta: “Meremê Dilê Kurd”, lê sala 1977an, êdî salek ji pey wefeta wî ra berhevoka “Perweza Weten” çap bûn. Xêncî van her çar berhevokan, gelek efrandinên wî bi wergera zimanê Rûsî, Ermenî û Gurckî neşir bûne. Hinek jî bi destnivîsar li cem qewmê wî mane.

Şikoyê Hesen li nav helbestvanên Kurdê Sovyêtê yê wê demê da yê herî xwendî û zaneyê edebiyetê, ziman û zargotinê bû. Ewî hem zimanê Kurdî, hem edebiyeta cîhanê, hem jî zargotina Kurdî rind zanîbû.

Eskerê Boyîk

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply