Êdî Çi Ma?

Guh nebihîse, ziman di dev de negere êdî çi ma?

Dema hêvîya me hat birrîn êdî çi ma?

Xwendin tune, nivîs tune, ne jî axaftin

Ji xewn û xeyalan pêvtir ji we re çi ma?

Însan divê huner û zanatîya xwe bi pêş bixe

Berhemên baş li pey xwe nehêle, êdî çi ma?

Em urf û edetan, gotinên vala di cih de bihêlin

Ji dîn û dîyanetê ji bilî şînan êdî çi ma?

Biçûk fêm nakin, mezin jî naaxivin, ez çi bibêjim?

Di derbarê dimilî de ji îro pêve êdî çi ma?

Her qewm li gor layîqê xwe tê îdarekirin

Serokatî ku kete destê nezanan, êdî çi ma?

Kar û barê me yê dinyayê qenc xuya nake

Ger axret jî bi şek şuphe be, êdî çi ma?

“Bira çavê te kor, derê te mor be felek”

Ji bilî qêrîna paş heft çiyayan êdî çi ma?

Merdimîn, serhevde dike li serê lêzimên xwe

Şîret ku paşguh bibe, bi hewcedarîya peyvan êdî çi ma?

Merdimîn

Wergera ji Dimilî: Dilbirîn Dilo

Etîket: Êdî Çi Ma, Helbest, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Edebiyata Berxwedanê Çi ye?

Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle