Dilopên Şîrê

Dilop,
Dilopên çavan dijwar in.
Dilopên şîrê jî bi tahm in.
Dilopên şîrê dilopên jiyanê nin,
Şîr axx şîr
Jidayikbûna mirovahiyê ye şîr,

Çav,
Hêstirên çavan…
Mirina mirovahîyê bi hestîran destpêkir,
Hêstirên dayikên ku bi dilopên şîrê tahmê didin jîyînê,
Bi hêstirên zarokan mir mirovahî,
Zarokên ku ji bo pêsirên mirî digirîn,
Bi dilopên çavên wan mir mirovahî.

Şîr destpêka jiyînê ye,
Dilopên çavan car caran dijwar dibin,
Dilopên dijwar mirin in.

Dilopên çavên bavan dijwar in,
Bav digirî,
Zarok digirî,
Mirovahî digirî,

Şîr diherike ji pêsîrên mirî,
Pêsîr jî êdî digirîn
Ji ber mirina mirovahîyê
Şîr dilop dilop diherike,
Pêsîr, jiyan bû,

Şîr, mirovahî…

Dayik li erde dirêjbûyî,
Bav digirî,
Zarok digirî,
Pêsîr digirî,
Şîr digirî…

Vildan Pertav (Helbest)

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply