Ev menzûma li ser îlmê ûsûl ul hedîsê hatîye nivîsîn. Di zimanê kurdî de nivîsa
herî ewil e di derbarê ûsûl ul hedîsê de hatîye nivîsîn.
Hemd û senayê pir cuda
Ji bo Ellahê yek xweda
Selat û selam û hem silav
Ser Muhemmedê bê dirav
Ev ‘ilmê hedîs e bizan
Guh nede wanên nezan
Ewil sehîh e ey bira
Guh bide bikim eşkera
Rawî ‘adil û zabit be
Hedîs şaz û ‘îllet nebe
Sened girêdayî bibe
Ew sehîh e şik nebe
Şertê jor bizan hesen e
Ji bilî zebtê tev hene
Heke tunebin van şertan
Ew hedîs ze’îf e bizan
Xelet û xeflet pir bibe
Munker e rawî fasiq be
Mewd’û ew e tu guh bide
Ger rawî derewker be
Şeka derewê ger hebe
Metrûk e ji wan dûr bibe
‘Ezîz e du an sê rawî
Meşhûr zêdeyê sê rawî
Ji neh kesan zêde rawî
Mutewatir bi vî hawî
Kêm kirina rawîyan e
Mu’elleq ev e beyan e
Sehabî kêm be mursel e
Du rawî kêm be m’udel e
Sened girêdayî nebe
Bê şek ew munqet’i dibe
Şêxê xwe bipesinîne
Bi xesletên ne ji wî ne
An jî şêxê xwe kêm bike
Rawiyê pêş wî seh bike
Ew mudelles e bê guman
Merdûd e qet nexwe xeman
Şaz muxalifa ewle ye
Mu’ellel nexweş bi xwe ye
Mu’en’en dibe jê girtin
Rawî ji rawî digirtin
Rawî tiştan zêde bike
Ew mudrec e yeqîn bike
Meqlûb bizan bedlandin e
Musehhef jî guhertin e
Ger rawî muxtelîf bibin
Ew hedîs mudterîb dibin
Bi xweda ve tê girêdan
Hedîsa qudsî tu bizan
Hedîs bispêre pêxember
Bê şek merfû’e ew xeber
Ger bispêre sehabiyan
Bizan mewqûf e ey giyan
Ger bispêre tabi’îyan
Ew meqtû’e ey canê can
Ger sened bighêje nebî
Bizan musned e ey ebî
Bighêje sehab an nebî
Muttesil e xafil nebî
Menzûma Dilbirîn e nav
Ji bo xwendevan pir silav
Dilbirîn Dilo