Kozika Min

Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim.
Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im.
Ev mala me yê berê ye.
Niha bûye xirabê; kes tê de nejî.
Xencî kavil e; nema pêjna kesî
Me koçê perî gund kir.
Lê dilê me gîşkan hîna jî li vir e.
Dilê malbata me.
Dilê deh neferan malê.
Tewr pirr jî dilê bavê min li vir e.
Yê me gîşkan parçeyek dilê me li vir mabû,
lê bavê min tenê parçeyek dilê xwe bi xwe re bir mala nû.
Ji bo wê tim li vir e, li van deran dihere û tê bavê min.
Yanî hozanê dilê xwe,
hozanê êş û janên xwe,
hozanê xem û elemên xwe,
hozanê derd û kederên xwe,
hozanê xewn û xeyalên xwe.
Çi ma ji wan rojan?
Tiştek nema.
Ûmrê bavê min jî bû xirabe,
eynî nola mala xwe,
eynî nola çîroka xwe, eynî nola denga xwe.
Bîst û pênc sal berê, dîsa ez dizikî dihatim kozika xwe
û min li vira kitêb dixwendin û nivîs dinivîsandin.
Kesî şûna min nedizanî.
Saetan li vira dimam.
Bîst û pênc sal berê, yanî salên 1990an,
yanî çaryek esr berê,
yanî serdapê ûmrek,
li ber vî dîwarî rûdiniştim,
diketim keştiya xewn û xeyalên xwe.
Defterekê min a zerik a rojnivîskê hebû, min li wê defterê dinivîsad.
Piştre min ew defter dirand, rûpelên wê kirin klasorên xwe.
Birîndar im sitranbêjo!
Tu bibêje û ez jî guh bidim te.
Belkî birînên min aş bibin, xweş bibin, qalik bigirin.

Dizikî dihatim vira, Dizeyîyo.
Tenê li vira tenê dimam.
Tenê li vira mîna xwe dibûm.
Siya Ayasofyayê ketibû ser min.
Nizanim min dawe û doza çi dikir, ji xwe yan jî ji yên din.
Lê min hemû xewn û xeyalên xwe, hebûn û tunebûna xwe li Ayasofyayê girêdabû.
Hingê jî bi tenê bûm, niha jî tenê me.
Li vê kozikê, li ber vî dîwarî bi tenê jîyame.

Di qulên dîwer de dinêrim.
Fayiqê hejdeh salî li wî aliyê ye.
Fayiqê mîna xwe,
Fayiqê neşibe kesî,
Fayiqê diçe ku derê,
tenê bi tenêtiya xwe ve dihere.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply