Helbest Çi Ye ?

Helbest çi ye û ew kî ye?
Tu nê bivî dildarê yarekê
Pê serbilind bimînî
Bi rengê bilbilekê dil dikeve kulîlkekê
Stranek tê gotin li ber awaza sazekî
Çemeke diherike li ser axa kevnar
Helbestek ji ez ezîtîyê pê ve tiştek nayê gotin
An yek hez bike ji welatekê
Helbest çi ye û ew kî ye?
Divê ku tu çi bikî ji bo tu helbestê nas bikî ?
Helbest çawa ye?
Gotinek e tê gotin?
Çend ling û pî û ser e?
Xwedî çend dil e?
Min guhdar dikir li stranekê hatîye gotin li ber awaza sazekê
Lê hirsa dilê min ji serê sedî sed ranake
Hîn jî dixwazim bigerim
Helbestê bi kesayetî nas bikim
Min dî bilbil bêbuhar sala xwe derbas nake
Difire
Bar dike
Diçe

Hîn jî dixwazeli welatê xwe digere
Min xewnek dîye helbestek tê de derbas bûye
Ez im
Qehreman im
Mertal im

Barûd im
Bombe me bombe!
Diteqim
Dikujim
Dişewitînim
Ter û hişk im
Ba û baran im
Tav û birûsk im
Hîn jî min ew nas nekirîye û lê digerim
Carina dibînim helbestê di çavê yara xwe de
Û car caran ez dibînim;
Dilek e lê dide
Û çavek e dibîne
Guhek e guhdar dike
Lê ez kûr û dûr dihizirim
Dibînim helbest ji vana mezintir e
Gelo helbest ew e?
Hîn jî ez digerim
Ev tenê têhna dilê min naşkîne
Bi rê ketim, çûm
Li çol û çepelan der ketim
Min pirsî ji kalekî zemanan
Min got;
Helbest çi ye û ew kî ye?
Got;
Hestekî bi êş e
Temenekî dirêj e
Laşekî bi hêz e
Ezmanekî sar e
Çîyakî bi dar e
Zevîyeke bi bar e

Dehleke rengê wê çar e
Bav e, yadê ye
Xûşk e bira ye
Ji te re heval e
Tu nikarî pê re bilîzî
Rastîyê tu nê bibêjî
Got;
Hîn jî here bigere
Ne ev bi tenê ye
Helbest;
Ji deryayekê mezintir e
Dilek xemxwar e
Ji herkesî re mal e
Min pirsî ji şalûl û bilbilan
Helbest çi ye û ew kî ye
Gotin;
Bihareke rind e
Havîneke germ e
Payîzeke hişk e
Zivistaneke har e
Weke tîloreke difire bi bar e
Nakeve zeftê bi carek
Min pirsî ji çîya
Min got helbest çi ye?
Got;
Merxeke azad e
Berfîneke şîn e
Tîlorê buhuştê ye
Min pirsî ji yara xwe
Ji hevalên xwe
Ji helbesta xwe min pirsî

Min pirsî ji pênûs û deftera xwe
Ti kes û ti tişt nema min jê nepirsîye
Tu dibê dergehek e kilîta wê wenda bûye
Tu dibê zimaneke hatîye jêkirin
Çavek e hatîye rijandin
Guhek e hatîye kerr kirin
Tu dibê serdemek e û hezar împaratorî tê de derbas bûne
Tu dibê pirsa min zindanek e li benda bersivê ye wê daqurtîne
Tu dibê volkanek e dike biteqe der dorê bişewitîne
Ez digerim
Dikim bersiva xwe bibînim
Qêrînek ji dûr dikeve guhê min
Bêhemdî zimanê min digere
Çavê min ji dûr dibîne
Dergehek e!
Ji pişt wê dergehê çend gotinan dikşînim
Te qey hîn bi helbestê nebihîstîye kalo!
Te qet hîn bi helbestê nebihîstîye kalo!
Ez im li her derê me
Ez im jîyan im
Ez im stran im
Ez im ji despêka dîrokê de ez im
Ti der nema min tevneda
Gerîyam li gelek bajar û gundan
Bi rê ketim, çûm ser kanîyan
Dil pîr bû û nas nekir helbest çi ye!
Ez te dibînim xewn
Tu tê ber her çavî
Ez te dibînim dayîk
Tu dilorînî her kurikî
Ez te dibînim ronahî

Tu rohnî dikî her welatî
Ez te dibînim evîn
Tu dikevî her dilî
Lê min bawer nekir tu dibî mirin û dikujî herkesî
Lê min nedî tu dibî mirin û dikujî herkesî

Hozan Hiso

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply