Dor Bi Dor

Rojekê di bin lehîya baranê derewîn de
Min derî li xwe vekir û bûma mêvanê xwe
Dêrî hat daran û em tenê man

Ne meyzênin ku ez bêjim em
Mehvan jî ez bûm û Malvan jî ez

Em rûniştin
Serê civatê de, me biryar li ser dinyayê da
Nîvê civatê de me pesnê hev da
Dawiya civatê de me hevdû pîs dikir

Di Serê civatê de,
ne tu camêrî ya îskender ma
Ne jî tu mêraniya wî
Nîvê civatê de em tenê li ser camêrî ya xwe man
Min digo te xwe tu camêrî
wî digote min tu ji camêrî ya xwe di bêje

Min gotibû ya.
ne meyzenin ku ez bêjim ez û ew
Mehvan jî ez bûm Malvan jî ez

Dawiya civatê de em bûna neyarê hev
ne ez jî ser gotinê xwe hatim xwarê
ne jî ew
tenê me pîsîtiyê hev li rûyê hev xistin
û em bûn neyarê hev.

Min gotibû ya
ne meyzenin ku ez bêjim ez û ew
Mehvan jî ez bûm Malvan jî ez

Mirad Arik

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply