Çemê Xemê (Helbest)

Agirê dilê min geş bû îşev

Tariyek rûnişt li rexê min

Ez nabim mirov dizanim

Rebenekî bin baran im

Êşek heye li ser serê min

Tu hekîm, tu derman nas nake

Caran jiyanek nêzikê destê min

Tarî piştê tavê şev li pey rojê

Cilê’m çirikî dil û ziman jî

Zehf caran min ditirsîne bi qestî

Bi rûyê xwe yê reş mirin jî

Jiyana ku min xwast, bawerim xeyal bî

Ez sotandim agirê nava dilê min

Tariyek winda kir nava xwe de min

Ez nabim mirov êdî ez fêhm kirim

Ez bêxwediyek bin baran im

Bêrû

Etîket: Helbest, keder, Polylang KMR, xem

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle