Tag Archives: Helbest

Hezîran, 2022

  • 24 Hezîran

    Seba B.B’yê Xizan

    Ez Bertolt Brecht im, yê ji rêlên reş. Anîme bajêr ca min ez di zikê xwe de. Lê hetta ku lênexim û neherrim ji vê dinê wê neşikê pûka rêlan ji hinavê min.   II. Fena ku li mala xwe bim li bajarê şoza. Min serhevdeya xwe hilaniye bi dêlindêza talî ya pîroz: Bi rojnameyê, bi şeravê, bi tûtinê, Ji-xwe-nebawer, …

  • 13 Hezîran

    Vê carê

    negre deriyê xwe vê carê ez ê tunebûna te bi tilî û pêçiyên xwe bikolim li ser dîwarên şevên bêdeng ez ê di bin şewqa hîvronê de santîm bi santîm kêl bikim birînên xwe bi tayên hisreta te jan bide jî hestên min guh nadim zarînên dilê xwe yên nazenîn negre deriyê xwe vê carê baskên min ên jar wê …

  • 12 Hezîran

    Bar

    Hemû çivîkên li ber pencerê ji bo şahidbûnekê re di çîviyan. bi lez û bez çivîk rakir in Ji bo kesên ku bi wijdanê xwe nehatine hevîr kirin Ji hemû xirbeyên ku kew lê radibin Bi heybeta kurdekî çiyayî bi hewaya derwêşekî sedsala 19'an meşiyam Demek ku dem li ber çavê min şepirze bû Mîna hemû kesên kal û pîr …

  • 12 Hezîran

    Mirîstan

    Asîman bi rengê derewan hatiye xemilandin Dîsa wê mirin bibare bi ser cihanê de Dîsa wê bêhna mirinê tev li bêhna sêvan bibe Hîroşîma Nagazakî Helepçe Rûyê mirovan bi rengê mirinê hatiye şûştin Dîsa wê xîyanet xwe ji şevên reng bi heyv bide der Wê laşê jinan bi ruhê zilamên zalim ji pakîyê bê paqij kirin Rojava Rojhilat Rojhilata navîn …

  • 6 Hezîran

    Sê Daxwaz

    a niha vê esra dereng ferişteyek bihata asaya xwe ya bisêhr ji nişkê ve li erdê bixista dûxaneke zêrînî qiloz bûya van ramanên xirtoşe van welatên windayî û geremoliya sibetiran bela belayî bûya mesela bipirsiya sê daxwaz ji min pirs bikira miradê min min ê bigota bibe teyreke baz min bifirîne ji ser çemên zîvîn çiyayên rewnaq darên mewûjan qefle …

  • 4 Hezîran

    Merheba Nalan

    Merheba Nalan Merheba ferişteha xemgîn Merheba Nalan Merheba kulîlka xeyîdî Merheba Nalan Merheba buhoka peçiqîn Merheba Nalan Merheba rastiya hezîn Merheba Nalan Ev tu yî? An jî ez dibêjim qey tu yî Bila yek qurmiçikek li min de Ka were ronahîyê ez te bibînim Wan çavên te yên ji derewan jî derwîn Yên min yeknesak dikin Merheba Nalan Ma tu …

  • 1 Hezîran

    Yek Ji Tenga Min Çû

    Yek ji tenga min çû yek ji te.. kevokek ji dilê min revandin konê bêbextîyê vedan li warê min dilê min bê dilê te hiştîn revoke ew kevoke  her difire li zozanên bîyan hat pişaftin dilê minê bê war xemgînîyê xwe raçavkir li asîmanên dil yek ji tenga min çû yek ji te li warê xeyalan difirim kanîyên dilê te …

Gulan, 2022

  • 26 Gulan

    Dengvedana Heyamekê (Helbest)

    di leylana hişê min de zarokek dimeşe li Gulhaneyê li bin siya çinarên ku dirêjî mezinahiyê dibin li ser rêyeke ko herdu aliyê wê bi beybûnên biharê, bi binevşên narîn, bi şilêrên rengîn û bi gulên cur bi cur xemilandî.. bi avzêlekî re diherikin xeyalên jeng girtî xeyalên tehma şekirên pambî didan dengê bavê min ko ji mûsîkaya tirkî olan …

  • 26 Gulan

    Hacî Qadirê Koyî: Damezirîner Û Kesê Duyem ê Kanona Edebîyata Neteweyî Ya Kurdî

    HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ Zülküf ERGÜN Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkiyeyê Beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, zxweshevi@gmail.com, https://orcid.org/0000-0001-8784-56-36 Pel: 111-126, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1 https://doi.org/10.26791/sarkiat.1052484 KURTE Kanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya …

  • 26 Gulan

    Jîyana Mîr Îmadedînê Hekarî ya Sîyasî û Edebî û Belgeyeke Nû Derbarê AqIbeta Wî

    JÎYANA MÎR ÎMADEDÎNÊ HEKARÎ YA SÎYASÎ Û EDEBÎ Û BELGEYEKE NÛ DERBARÊ AQIBETA WÎ, Yaşar KAPLAN Hakkâri Üniversitesi, İlahiyat Fakültesi, Dinler Tarihi Bölümü, yasarkaplan111@gmail.com, https://orcid.org/0000-0002-3960-0221 Pel: 127-143, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1 https://doi.org/10.26791/sarkiat.1068377 Kurte Mîr Îmadedînê Hekarî, hem wekî mîrekî xurt û bi hêz ê serdema xwe û hem jî wekî helbestvanekî jîr tête nasîn. Her çend heta berî çend …