Fitiqa Navê-Fzt. Mustafa Önal

Fitiqa Navê (Lumbal Disc Herniation)

Nav an jî navpişta mirov, di stûna piştê da ji 5 movik (vertebra), reh, rehik (rîşe, nervus/nervi) û çend masûlkeyan pêk tê. Di hestîyê piştê da cîyê herî çalak û herwiha herî zêde bandor lê tê kirin devera navê ye. Bi navê zanistî lumbal/lomber e.

Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. Bi navê zanistî columna vertebralis e. Ev jî bi kurmancî dibe “stûna bi movik“.

Hestîyê piştê ne hestîyekî bi tenê ye. Ji stûna bi movik jî dîyar e ku ji movikan (vertebra) pêk tê. 33-34 movikan di nav xwe da dihewîne.  Di nava mirov da jî 5 movik hene û wekî (L1, L2, L3, L4, L5) tên bi nav kirin.

Nav, cîyê herî çalak e. Giranîya laş herî zêde dikeve ser navê. Ji ber vê yekê di navê da gelek nexweşî û pirsgirêk derdikevin. Êş, fitiq, lawazbûn, asêbûna rehikan, eciqandina movikan û hwd. hinek pirsgirêkên berbelav in. Em ê li vir li ser fitiqê rawestin.

Fitiq, di nav gelan da wekî pirsgirêkeke xeternak belav bûye. Gelek pispor jî li gor hişmendîya çewt tevdigerin û ji nexweşan re dibêjin nemeşin, tevnegerin, di nav nivînan da vekevin, hûn emelîyat nebin hûn ê felc bimînin… Çîrok wiha dirêj dibe.

Her pirsgirêkên piştê ne fitiq in û herwiha cureyên fitiqê jî pir in. Heta ku fitiq neteqe û zexta li rehikan û mejîpiştê neke ne xeternak e û bi fîzyoterapîyê (tevger, egzersîz) derbas jî dibe. Li gor lêkolînên zanistî bêtevgerî fitiqê bêtir giran dike û hêvîya başbûnê jî têk dibe. Ji ber vê divê mirov bêtevger nemînin.

Nava mirov ji 5 movikan pêk tê. Di nav van movikan da dîsk (discus intervertebralis) hene. Dîsk, nahêlin movik bigihêjin hev û bi vî awayî parastina movikan dike. Di nav dîskê da dendik (nucleus pulposus) heye. Li dora dendikê jî rûyekî xwe wekî xelekekê (anulus fibrosus) pêçaye. Dema zext û giranî li ser dîskê çêbibin, dendik zext û zorê li rûyê dora xwe dike. Ev rû carina hildide, carina bi alîyê mejîpişt û rehikan ve dibe wekî niçikekî dertê lê naqete, carina jî diqete û dendik dikeve rêka hestîyê piştê.

Cureyên Fitiqê

  • Bulging: Destpêka fitiqê ye. Dîsk, bi alîyê rêka hestîyê piştê ve hinekî hildaye. Bi fîzyoterapîyê derbas dibe.
  • Protrusion: Ji bulgingê girantir e, xelek neqetîyaye lê li ber qetandinê ye. Bi fîzyoterapîyê derbas dibe.
  • Extrusion: Xelek qetîyaye û dendik bi ber alîyê mejîpişt û rehikan ve diçe. Di nav gel da ev cure fitiq, wekî fitiqa teqîyayî nav daye. Dibêjin “ez çûm nexweşxaneyê, emara min girtin û gotin fitiqa te teqîya ye”. Ji bo başkirinê ewil fîzyoterapî tê pejirandin lê heke derbas nebe serî li nişdarîyê/cerrahîyê tê dayîn.
  • Sequestration: Cureya herî kêm derdikeve lê ya herî xeternak ev e. Fitiq teqîyaye û di rêka hestîyê piştê da digere. Heke ev fitiq neyê standin gelek caran mirov felc dibin, nikarin mîza xwe bigirin, lawaz dibin û hwd. Berî her tiştî divê ev fitiq bi rêbaza nişdarîyê bê girtin. Pişt re divê nexweş fîzyoterapîyê bibînin ku xwe biparêzin, xwe xurt bikin û dîsa bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin.

 

Ji bîr nekin;

  • Ketina nav nivînan û veketin êşa navê kêm nakin, fitiqê derbas nakin. Berevajî vê zêde dikin. Pêdivî bi jîyaneke çalak heye. Divê nexweş hêdî hêdî, li gor pêşnîyarîyên fîzyoterapîstan, dest bi egzersîzan bikin.
  • Ev pirsgirêkana di her temenî da derdikevin. Ji ber vê yekê divê mirov bi baldarî tevbigerin lê ne bi tirs! Tirs, li hemberî tevger û çalakîyan asteng e. Divê mirov ji bo parastina xwe her dem çalak bin.

 

JI KEREMA XWE BI FÎZYOTERAPÎSTAN RE BIŞÊWIRIN!

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply