ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE

Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye.

Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, serî li sazîyên tenduristîyê bide.

Êş, mijara zanista algolojî ye. Algolojî navekî gelemperî ye. Li gor cî û cureya êşê gelek şaxên algolojîyê hene. Em dikarin çend mînakan wiha rêz bikin:

Arthralgiya (Artraljî): Êşa movikan

Myalgia (Mîyaljî): Êşa masûlkeyan

Ostealgia (Ostealjî): Êşa hestîyan

Nevralgia (Nevraljî): Êşa rehikan/rîşeyan

Psychalgia (Psîkaljî): Êşa derûnî/psîkolojîk

 

Li gor Rêxistina Lêkolînên Êşê ya Navneteweyî (IASP) pênaseya êşê:

Êş; hesteke nexweş a taybetî ye ku ji cîyekî laş çêdibe, ji ber lebatên laş an jî ji ber sedemên derûnî rû dide û bi serpêhatîyên mirov ên derbasbûyî re pêwendîdar e, girêdayî ye.

 

Mirov, ji ber êşê neçar dimînin ji pisporan alîkarîyê bixwazin. Bi vî awayî heke êş ji ber lebat û cîyekî laş be, nexweşî û pirsgirêkên mirov derdikevin holê û çareserî hêsan dibe. Heke sedema êşê derûnî be, bi serpêhatîyên mirov ve girêdayî be bi piştgirîya bijîşkan, derûnnasan û pisporan mirov dikarin li hemberî êşê têbikoşin û li ber xwe bidin.

 

Êş, hesteke taybet e. Ne bi tenê fizîkî ye, herwiha derûnî ye jî û pir caran êşa fizîkî û derûnî dibin sedemên hev.

ACL (girêka pêşîya çongê/çokê/kabokê), di çongê da ji bo hevsengîyê herî girîng e. Dema ev girêk biqete, li gor karên mirovan encamên ji hev cuda derdikevin holê. Heke nexweş, werzîşvanek be wê demekê ji karê xwe dûr be, dibe ku venegere karê xwe jî. Êşa ACLyê, êşeke ji ber lebatan e, bi kurtasî fizîkî ye lê encamên wê piranî derûnî ne. Werzîşvan, dema nikaribe karê xwe bike ji alîyê derûnî ve têk diçe. Herwiha hêdî hêdî pirsgirêkên aborîyê jî rûdidin. Bi vî awayî êş zêde dibe. Divê bijîşk, fîzyoterapîst, derûnnas û malbat bi wayekî hevbeş bixebitin ku ji her alî ve êş têk biçe.

Bêhntengî (stres), pirsgirêkeke derûnî ye. Dibe sedema gelek êşan. Di serî da pêwendîya êşa ji ber bêhntengîyê, bi lebatên laş ra tune ye lê her ku ev pirsgirêk giran bibe gelek nexweşî jî dîyar dibin: Nexweşîyên dil, felc, pirsgirêkên xewê, alzheimer, demans, qelewîya zêde (obezîte) û hwd.

 

Bi hêvîya jîyaneke tendurist, bimînin di qencî û xweşîyê da..

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon.

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply