ŞANEYA XWÎNÊ

Laşê mirov gelek cureyên şane li xwe digire, lê ji vana, şaneya xwîn yekane şaneyê ku şile ye. Xaneyên xwînê di nav plazmaya şile de cih digirin, ango derdora xaneyên xwînê ji madeyek şile pêk tê, loma, şaneya xwîn ne req e lê şilemenî ye.

Karên sereke yên xwînê;

-Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane û xaneyên laş.

-Ji xaneyan, karbondîoksîde ber bi pişikan ve diguhêzîne.

-Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc

-Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, glîserol, vîtamîn û mîneralan ji ruviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin.

-Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan.

-Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê li xwe digire.

-Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germiya laş pêk tîne.
-Madeyên jehrîn(toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin.

-Ji boy çalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rek dixe.

-Xwîn hin mîneral û proteînan li xwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe.

Laşê mirovên gihîştî bi qasî 5-6 lître xwîn li xwe digire. Şaneya xwîn ji du beşan pêk tê, xaneyên xwînê û plazma. %45 ê xwînê ji xaneyan ,% 55ê qabareya xwînê jî ji plazmayê çêbûyî ye.

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply