Qefesa sîngê

Qefesa sîngê beşek ji tewerepeyker a koendama peykerê ye. Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê. Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşiya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê serekî ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye. Qefesa sîngê destek dide hestiyên piştêna sîngê. Herwisa ji bo navpençik, masûlkeyên piştê, yên sîngê, yên stû û milan bingeha girêdanê ye.
Ji ber şêweyê rêza parsûyan û hebûna kirkirkan, gehên qefesa sîngê gehên lîvoka sinordar in. Loma qebereya qefesa sîngê sabît nîn e. Qebareya qefesa sîngê ji ber girjbûn û xavbûna navpençikê û masûlkeyên navbera parsûyan, diguhere. Guherîna qebareya qefesa singê, ango kêmbûn û zêdebûna qebareya wê, derfet dide bo girtin û dayina henaseyê.
Hestiyê sîngê
Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşîya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire. Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyên pirika mil yên pelelpeykerê bi manubriyumê ve girêdayî ne. Herwisa kirkirkên cota parsûyên yekem jî bi manubriyumê ve girêdan ava dikin. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê singê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Ten bi beşa jêrê manubriyumê ve girêdayî ye. Ji xeynî parsûyên serbest (parsûyên 11. û 12.) parsûyên duhem heta dehem bi beşa ten a hestiyê sîngê ve bi navbeynkariya kirkirkên parsûyan giradayî ne. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd ( xiphoid) tê navkirin.. Niçika zîfoîd heta dawiya temenê 40 saliyê, wekî kirkirk e, paşê hestîbûna wî rû dide. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê singê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye.
Parsû
Parsû hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in. Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Ango dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê. Parsû kelêna singê (singekelên) ava dike. Kêlena singê jî pişik, dil, borrrihewa, soriçik û piraniya kezebê diparêze. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e. Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne.
Parsû li gor birrbireyên sîngê tên navkirin. Ango parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be navê vî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên singê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. Ango cota parsûya yekem bi birrbirreya sîngê ya yekem (T1) ve, cota duyem bi birrbirreya duyem (T2) ve,….cota parsûya 12mîn jî bi bi birbirreya 12mîn (T12) ve girêdayî ye. Piraniya parsûyan li aliyê pêşiya sîngê de bi navbeynkariya kirkirkên parsû, bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan, ango sê coten zirparsû yek bi yek, rasterast bi hestiyê sîngê ve girê nabin.
Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn.
Çavkanî: biyolojiyabikurdi.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply