Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare.
Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney fantazînin, fantazî di aqilê mirovan de dibin hêst û xwastekê jiyana mirovan ji dadê dûr dixîne û dikeve nava helwesta derdestî pêk tînin.
Lewra mirov di şirîgatiya jiyanê de dikevin nava xeteriyên bê tehemûla parve kirinan destkeftiyan û dikevin nava tevnê zerarê bidin mirovan sûçan bikar tînin û bûyerên xeravî pêktînin.
Lewra mirov ji bona ku nikarin aqilê xwe bikin berheva çareseriya pirsgirêkan, hîngê serî têkbirina hevkarê xwe didin û rê ji kujer û kuştinê rê vedikin.
Mafê mirovan nîne azadiya mirovan astengî bikin.
Lewra kesên asteng dibin bi neçarê xeraviyan pêk bînin serî li bûyerên sûçdarî didin.
Jiyan ji bona her kesan û ango her zindiyan rojên hijmarin.
Di jiyana gerdûnî de nîne zindiyek bê mirin.
Bê guman behsa mirana ku bi qilafet tune dibin dikim.
Di rojên hijmarî de mirov bi hêstan û ditîna çevan vîna xwe bikar tînin.
Mirovên ku aqilê xwe dikin xizmeta xwe, di heman demêde feyda wî ji civakê re jî dibe kesek mînak.
Bûyer di wîjdana mirovan de tesîra xwe li aqlê mirovan dike û Mirov bi aqilê kamil dibe perpirsiyarê pêkanînên bûyerên xerav û xeterî û anjî qencî şanaziya jiyana hempar.
Xweda ji bo tu kesî mesûliyata ku jiyana mirovahî re rêya derdest kirinê pêkbînin nadaye.
Lewra ziman ango axaftin û aqil û têgeh, biryar û vîn ji bona ku bikeve xizmeta mirovan e.
Aqil tê digêheje endcama bûyeran û ziman ji bona bi axaftin çareserî pêk bînîne bûyeran tîne ziman û dibe axaftin û ji bona ku aqil têgehan bike hêst û nêrîn bibe endcam û dadê bi vîna azad pêkbîne were bikar anîn.
Dema ji jiyanê seyd neyêt girtin çareserî berhev nabin û seqetî heye, hînga hekem bi aqlê kamil û dîtina çevan qeneata xwe wekî dad bi vîna azad dadê bikar tîne.
Lewra dad ji bo her kesan di heman wateyde hem parin û wek hevî bibe rêzika jiyanê û bikeve xizmeta mirovan dibe dada rast.
Behçet Ateş
30-04-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…