Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Notirvanê Dilên Bêderî

Bi çavên yên din li min nenêre, bi çavên yên din min nevêjîne min nekuje. Bu hêsirên xwe bi xezalên xwe bi kanîyên xwe were li benda min û benê çîroka min biqetîne.   Pira siratê tê vekirin li ber min. Dîsa were û tu wê birûxine. Ezê dîsa li keviyên Bendava Ataturk, bavê xwe bipêm. Bavê minê dîsa bi …

Bêhtir »

Nivîsandin an Xwendin?

Nivîs?… Nivîsandin?… Xwendin û nivîsandin?… Na!… Nivîsandin û xwendin. Belê belê, nivîsandin û xwendin. Teqez ji beriya xwendinê nivîsandin hebû. Jixwe nivîs tinebe, yê çawa xwendin çêbê? Yê çi bê xwendin? Nivîs û nivîsandin tinebe, yê kê çi bixwîne? Jixwe ji îcatkirina nivîsê re, ewul nivîsandinê despêkir. Teqez divê tiştek hatibê nivîsandin ku bê xwendin. Bi Kurdî: xwendin û nivîsandin, …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 28 (Amîn Me’lof)

Girtigeha muhteşem ya deriyên wê vekirî: Li pesarê Yildizê qesreke bi depîn; li kêleka qesra sadrezam de. Xwarin ji aşxaneya qesrê tê. Kesên tên ziyareta wî, qor bi qor di riya bidar de dimeşiyan. Dema dihatin ber sîlanoka dêrî, şekalên xwe derdixistin. Dema diketan hundur, bi dengê ustad yê az, dihat sehkirin ku lanet li Şah û Îranê tê barandin. …

Bêhtir »

Xelata Albatrosê Min

Ji bo Albatrosê xelat e di dilê xwe de hewandina qûrşin û asîmen. Tim rengê qûrşinê reş û yê asîmanê şîn e. Hezkirin çi bû, Nefertîtî kî bû Albatrosê min? Kî sûcdar, kî mafdar bû? Piştre bêdawî kî bû yan jî çi bû? Li her derê bêhna tirsê heye. Bêhna tirsê ketiyê her derê. Ketiye kûrahiya newalan, ketiye navbera nivilan, …

Bêhtir »

Ji hêza (Helbest)

Ji hêza demê re nikarî tiştek bêjî ne dikarî pêr’e birevî ne jî dikarî pê bigrî ne dikeve destan, ne ji dikeve himbêzan divê rastîya demê bê dîtin û li gor wê demjimêra xwe miheng bike wê çaxê ji nerindî,dexesî,ez ezî xudbînîtî û dijbertîyê bireve tu ji çi hezbikî ew jibo te bi nirx û mezine .. nirxê hez û …

Bêhtir »

GERDÛNÎ SAR E

Darên fêkiyan zû ziha dibin. Hincetên nerazîbûyînan her dem amadenin. Rojên xweş zû derbas dibin. Em bûnin koçberê welatê xatir xwastan de.” Li welatê xatirxwestinê de bextewarî tune. Bi beşdarbûna çîroka jiyana xwe, ku hûn dikarin xwe tê de bibînin, Di çîroka xwe de behsa serpêhatiyan bikin. “Divê mirov bextewariyê tevgeran de bibîne. Bextewarî di jiyana hêsantiya ku em dema …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 27 (Amîn Me’lof)

Ez bêjim vê raveya ji nişka ve jiyana min serobino kir, yê ne rast be. Reaksiyona  Rochefort li hêviyê bû, min neda der. Ez gelek şaş bûbûm û zehf jî min mereq kiribû lê biguman bûm. Ez li vî zelamî ne bawerbûm. Pirtûka destê xwe dayiyê û pelê wê zivirandîn, yê ji kû bizanibûya pirtûka Emer ya rastîne? Farisî nedizanîya, …

Bêhtir »

Mirov û Qodê Qedrê

Mirov hebûneke bi qodê wîjdana xwe re dikevin lêpirsînê afiriye. Wekî mînak mirov dema ji malbata xwe kesekî winda dike, ango ew kesa jiyana xwe ji dest da, xizmên wî teze dikevin nav helwestên axîn û ofînê, heyfa wî me qedrê wî nezanîbû. Dû mirinê re teze dikevin nava lêpirsîna wîjdana xwe û ji bona wî/ê kesê miriye teze hêstên …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 26 (Amîn Me’lof)

Ez dawiya havîna sala 1895 ê çûm Parzemîna Kevin. Kalikê min, bûbû heftih û şeş salî, ji min û diya min re nameyên kelogirî dinivîsandin. Ji berî mirinê dixwest careke din min bibînê. Min hemî dersên xwe nîvişkal hiştin û ez ketim rê. Di keştiyê de her tim min xeyal dikir ku ez ê herim li ber çoka wî rûnim, …

Bêhtir »