Romana Semerqand – 26 (Amîn Me’lof)

Ez dawiya havîna sala 1895 ê çûm Parzemîna Kevin. Kalikê min, bûbû heftih û şeş salî, ji min û diya min re nameyên kelogirî dinivîsandin. Ji berî mirinê dixwest careke din min bibînê. Min hemî dersên xwe nîvişkal hiştin û ez ketim rê. Di keştiyê de her tim min xeyal dikir ku ez ê herim li ber çoka wî rûnim, destên wî yê hêdî hêdî dicemide bigirim û bigihijim gotinên wî yên dawî. Lê ya li benda min tiştek din bû.

Tam dijî wê. Bapîrê min, ji her carê saxlemtir û bi serxwebû. Cherborgê li hêviya min bû. Li keştîgeha Cherborgê, kopalê wî di destê wî de, simbêlên wî yên tûj, meşa bi bejn û bal, çiqas xanimek diborî bi destê xwe şewqa xwe ji wan re hildida. Ev dîmenên wî, niha jî li ber çavê min in. Dema em li Loqenteya Amîraliyê rûniştîn, çengê min girt û şidand. Weke çawa roleke şanoyê bileyize gotibû: “Dostê min, di hundurê min de laweke ciwan şîn bûye û pêdiviya wî bi hevalekî heye.”

Min gotinên wî ji dil nedîtibûn lê ez şaş bûm. Gera me tam bahoz bû. Li Brêbandê, Foyot an Pêre Lathuilêyê me xwaraina xwe xilas kir û nekir; ji bo dîtina Eugênie Bufft, Mirliton Aristide Braunt û Scala Yvette Guilbertî em dibezîn diçûn. Hesko em du birabin, yek simbêl spî û yek sibêl reş. Heman meş û heman şewqeyan ve. Lê dîsa jî jinan ewul li wî dinêriyan. Bi teqîna her şûşeya şampanyayê re min ew dişopand. Ka çawa tevdigerê, çawa dimeşe. Qet sist nedibû. Yek carî radibû, weke min lez dimeşiya. Kopalê wî, bi tenê xemlek bî, ji wî re. Dixwest ku her kulilka vê bihara dereng bêhn bike. Ez pê şanaz dibim ku heta noht û sê salan emir kir. Hingê hêca li pêşiya wî, hevdeh sal hebûn. Hevdeh salên ciwaniya nû…

Êvarekî li meydana Madeleineyê Durandê ez birim şîvê. Li kujîyeke loqenteyê, li dora maseyên danîn rex hev, komek lîstikvanên jin û mêr, rojnamevan û siyasetmedar hebûn. Bapîrê min, bi dengeke nivz ku bi tenê ez seh bikim, hemî yeko yeko li min dan naskirin. Di nîvê maseyan de kursiyek vale hebû. Piştî qasekê zelamek hat, min fêhmkir ku ew cih ji wî re hatiye veqetandin. Hemî li dorê kom bûn. Çiqas peyvek ji devê wî derdiket, an şaşwaziyek an jî tiqtiqek dixist nav wan. Bapîrê min rabû, xwest ku ez wî bişopînim. Got:

-Were da ez pismamê xwe Henrî li te bidim naskirin!

Ez dikişkişandim. Herdu pismaman hev hembêz kirin û paşê berê xwe dan min:

-Va ye neviyê min yê Emerîkî! Zehf dixwest ku te nas bike.

Min ne dikarî ez şaşwaziya xwe veşêrim. Zelam bi guman li min nihêrî û paşê got:

-Bila sibeha yekşemê werê, min bibîne. Dema gera min ya bi trîsikletê biqedê.(*)

Lêbelê piştî ez rûniştîm cihê xwe, nû ez pê hesiyam ku ka ew kî ye. Bapîrê min diviya bi teqez ez wî nas bikim. Ji ber ku ji heman malbatêbûn, her wextî bi quretî behsa wî dikir. Bi rastî, ew pismam li wî alê Atlantîkê zehf nedihat naskirin lê li Firansayê ji Sarah Bernhart jî navdartirbû. Çimko ew kesê qala wî tê kirin, ji Viktor Henrî dê Rochefort-Luçay, bi navê demokrasiyan de tê naskirin Henrî Rocherfort pêştir ne ti kes bû. Esîlek Markî, Komûnvanek dijwar, parlementer û wezîrek kevin û çîlekêşek mehkumê zindanê bû. Piştî Versaîllesiyan

sergumê Qaledonyaya Nû kirîn, 1874 ê bi rêbazên ecêp firar kiribû û ji hemdemên xwe re bûbû malzemeyê xebatê. Edouard Manet jî, wêneyê Reva Rechefort çêkiribû. 1889 an dîsa hatibû sergumkirin. Vê carê, li rex general Boulanger avakirina komployê dihat tewandarkirin. Rêvebirina rojnameya xwe ya bi bandor Întransîgeant, ji Londonê domandibû. Dema ji efûya sala 1895 an kêrdar bû û vegera, du sed hezar Parîsiyan bi coşeke şêtane pêşwazî kirin. Bûbû berdevkê sed cure dozên bi hev re digijgijîn. Alîgirên Blanquî û Boulanger, şoreşgerên çepgir û rastgir, îdealîst û demagogan. Min ev hemî diznîna lê suprîza li benda min bû.

___________________

(*) Trîsiklet: Bisîkleta sê tekel.

 

Roja hatî selmandin, ez çûm qesra li kolana Pergolêseyê. Cara ewul bû ku min pismamê bapîrê xwe yê herî dildar ziyaret dikir. Yê min ji ku bizanibû ya ku ev ziyaret, yê bibe gava min ya ewul ya gera alema rojhilatê?

-Demek tu, kurê Genevîêvêyî delalî? Ew ê navê wî Emer tu yî, ne welê ne?

-Belê Benjamîn Emer.

-Te dizanî ku min tu dayî milê xwe?

Piştî vê gotinê, ji min re gotina “tu” normal bû. Lê ev denglêkirin, yek alî ma.

-Diya min, ji min re gotibû; Piştî revê hûn hatibûn San Fransîscoyê û li Ekspresa Rojhilat siwar bûbûn. Me hûn li New-yorkê li garê pêşwazî kiribûn. Hingê ez du salîbûm.

-Baş tê bîra min. Me behsa te, ya Xeyam û ya Îranê kiribû. Sere jî, min gotibû yê bibe rojhilatnasek mezin.

Ez gelek acizbûm ku min texmîna wî ya neanî cih, baldariya min ya li ser tiştên din, pêtir min berê xwe dayî mijarên aborî, plana min a rêvebirina şirketa deryayî ya babê min ava kirî, jê re vegot. Bi vê biryara min hêviya wî şikestibû. Nitqet dirêj, bi çîrokan xemilandî ji min re vegot. Berhemên Montesqîeu, Nameyên Îranê û Mirov çawa dibe Îranî?, bigrin heta bigihije serhatiya Marîe Petîtê xumarbaz yê ku xwe wek qazidê Louîsê XIV. dayî naskirin û Şahê Îranê qebûl kirî, heta bigihijê pismamê Jean Jacques Rousseau yê salên emrê xwe yên dawî li Isfexanê bi te’mîrkirina saetan borandî, birek çîrok ji min re vegotin. Guhê min, zêde ne li ser gotinê wî bûn. Zehftir min bala xwe dabû wî bi xwe. Min li serê mezin û gulîya pêl bi pêl ya li ser ehniya wî ya tûj de hatî dinêrîya. Zêde pê de nediçû, lê bicoş diaxivî. Ji ber ku min nivîsên wî yê coşdar dizaniyan, min digot qey yê bi hejandina dest û çengên xwe hêzê bide gotinan.

-Min qet nedîtî jî ez zehf hez ji Îranê dikim. Ez ne xwediyê gîyanek gerokim. Heke ez nehatibûma sergumkirin, min lingê xwe navêta derveyî Fransayê. Lê dem û dewran diguhere, buyerên li wî alê cîhanê pêktên, bandorê li me jî dikin. Îro, şûna şêst salî ez bîst salî bûma, min ê bixwesta ku li Rojhilat ez serpêhtiyekî bijîm. Nexasma navê min Emer bûya!

Ez mecbûr mam ku ka ji bo çi min dev ji Emer berdaye. Min ji wî re tinebûna delîlên heyîna rubaiyan rast derêxin û gumanên derheqê Rubaîyatê de vegotin. Dema ez diaxiviyam, çavên wî dibiriqîn lê min wateya wê fêhm nekir. Gotinên min ne welê coşdarbûn. Ji ber ku ez aciz bûbûm û min mereq dikir, min kurt birî. Rochefort bi coşî pirsî:

-Heke tu ji heyîna pirtûka wî ya destnivîs êmin bûyayî, yê Emer dîsa bala te bikişanda?

-Bêguman.

-Heke ez ji te re bêjim, min ew destnivîs bi çavê xwe dîtîye, ne li dûr li vê derê. Li Parîsê min destê xwe daye wê?

 

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply