Nivîsandin an Xwendin?

Nivîs?…

Nivîsandin?…

Xwendin û nivîsandin?… Na!…

Nivîsandin û xwendin.

Belê belê, nivîsandin û xwendin.

Teqez ji beriya xwendinê nivîsandin hebû. Jixwe nivîs tinebe, yê çawa xwendin çêbê? Yê çi bê xwendin? Nivîs û nivîsandin tinebe, yê kê çi bixwîne? Jixwe ji îcatkirina nivîsê re, ewul nivîsandinê despêkir. Teqez divê tiştek hatibê nivîsandin ku bê xwendin.

Bi Kurdî: xwendin û nivîsandin, bi Tirkî: okuma-yazma, bi İnglîsî: reading and writing, bi Erebî: el qeratûl ketebet (القراءة والكتابة)  Ev gotin hemî, di nav axaftinê de weke biwêj û di zimên de weke tegîn tên bikaranîn. Van zimanan tevan de pêşiyê xwendin û paşê nivîsandin tê. Nexwe kengê û ji bo çi xwendin ketiye pêşiya nivîsandinê? Nexwe ji çi re em dibêjin: “xwendin û nivîsandin?” Bi rastî ev mijar, hêjayî lêkolîneke zanistî ya berfireh e, lê ew ji qama min zêdeye. Li vê derê bi tene ez ê çend pirsan bikim û piçekî jî qala giringîya nivîsê û ka ji çi re xwendin ketîye pêşiya nivîsandinê bikim.

Xwendin…

Bixwîne!, İ’qra!, Oku!, Read!, Lire!

Di van zimanan tevan de dibêje “bixwîne!”. Emir dike, ferman dide. Pirtûkên pîroz de jî vê dibêje: “Bixwîne!” ji bo çi? Helbet ji bo zanînê, ji bo nasînê ji bo hinbûnê. Ev rave, ne mijara niqaşaye û her kes û her bawerî û bîrdozî vê dipejirînin û pêşniyar jî dikin û hetta ferman dikin “bixwîne!”. Teqez ji bona têgihiştin û pêşveçûna mirovan jî xwendin kareke jêveneger e.

Bixwîne! Belê ez bixwînim/ em bixwînin. Lê çi bixwînin? Ew nivîsa “fermandar” nivîsandî, anku kesê/n nivîsandî, fermanê dide min/me û dibêje: “Ew tiştên min nivîsandîn bixwîne!” Ji bo çi? Ji bo kesê xwende jî wekê xweyê nivîsê bifikire. Ji bo wî/ wan bipejirîne, ji bo fikr û raman û hestên wan qebûl bike.  Bixwîne!

Madem ji beriya xwendinê nivîsandin hebû; nexwe çawa, kengê û ji bo çi xwendin ketiye pêşiya nivîsandinê ? ji çi re hemî ziman û hemî çandan de, nava hemî milet û hemî dînan de “xwendin” heye lê nivîsandin tineye(vegotinêde)? Ez bawerim bersiva vê pirsê di diroka desthilatiyê de veşartiye. Helbet serdema icadbûna nivîsê de xwende tinebûn. Kesên dinivîsandin xwende jî ew bûn. Anku hem dinivîsandin û hem jî dixwendin. Ji ber wê nivîsandin û xwendin kareke ne ji rêzê bû. Kareke pîroz yê kesên bijarte bû. Piştî giringîya nivîsê ji aliye rêveberên wê serdemê ve hat fêhmkirin, li ser hêza nivîsê sekinin û her dem kesên nivîskar li cem xwe rawestandin û qedrek mezin dan wan. Ew bûn şîretkar û şêwirmendê desthilatdaran yên ewil. Pêşdeçûna demê de, fikr û raman û hest û kiryarên hatîn nivîsandin zêde bûn û ji desthilatdar û giregiran re bû tecrûbeyek bêhemta. Êdî şah û mîr û hakim bûbûn xweyê tecrûbeyek hezarsale. Kengê biryarên xwe de biketana dudilîyekî gazî şêwirmendên xwe yên xwende(nivîskar) dikirin û ji tecrûbeyên berê yên hatîn nivîsadin dersek derdixistin û gelî caran ser jî diketin. Vê yêkê karê wan jî hêsan kiribû, lê hêca jî pirsgirêk hebûn û gelek caran ew pirsgirêk mezin jî dibûn. Aha li vê dere, tilsimeke din ya nivîsê ket dewrê. Divîya bandora nivîsê li ser gel jî bikira. Lê çawa? Di vê pêvajoyê de XWENDİN “hat icatkirin…!”

Dahênandina “xwendinê” re karê deshilatdaran gelekî hêsantir jî bû. Binyata hemî dînên bi rêkûpêk, hîmê hemî bîrdoziyan, di wê serdemê de hat avêtin. Hin kes dihatin bijartin û hinî xwendinê dihatin kirin. Ev kesên xwende, çi nivîs biketa destê wan ew dixwendin. Lê nivisên bi dest wan diketin, ne rasthatin bû. Ew nivîsên wan serdeman tev, bi mebesta rêvebirin û hêdîkirina girseyan hatibûn nivîsandin. Belko hingê weke îro ne berbilav û ne bibandor bû; Lê em dikarin bêjin binyata PROPOGANDA û REKLAMê hêca wan demên zû de hat avêtin.

Helbet nivîsandin û xwendin bû sebebê zanebûn û pêşveçûna mirovan. Fikr û raman û hest û behreyên mirovan xurttir kirin. Lêbelê her û her nivîs, di destê desthilatdaran de weke amûreke şer ya li hemberê gel bû. Vêca ji wan rojan pê ve gav bi gav, kêli bi kêlî dîn û bîrdozî bi riya nivîsê berbelavbûn, bi rêk û pêk bûn û yên nû hatin keşifkirin û afirandin. Bi rêya dibîstanan bi rêkûpektir û sistematize bû. Dibistan bûn cihê “ehlîkirin” û “kedîkirin”a girseya gel û çînan.

Gelî caran ji wan dibîstanan kesên dijîberiya pergalê dikirin jî derdiketin û wan kesan fikrên nû nêrînên cûda ên nehatîn ceribandin keşif dikirin û li dijî nizama heyî disekinin. Lê divê neyê ji bîrkirin ku ev kesên “nelirê” êdî ne xwende lê nivîskarbûn. Anku êdî ji tiştên xwendî bihorîbûn û divîyabû êdî ew, kesan bidin xwendin. Ev kesên li gorî nîzamê avarê bûyîn (ji rê derketîn), gelî caran bedelê avarêbûna xwe jî didan û bi cezayên giran dihatin cezakirin.

Gelo di nav Kurdan de, çi giringiya xwendin û nivîsandinê hebî? Heke em li diroka Kurdan ya ji hezar salan hir ve binerin ez bawerim em ê bersiva vê pirsê bidin. Ji lew re kengê Kurdan xwe bi xwe rêve biribe Nivîsa Kurdî zêde bûye û serdemên Kurd ji desthilatdariyê ketîn jî nivêsên Kurdî kêm bûne, heta nemane. Minak serdema mîrektiyan de berhemên herî xurt û granbûha hatine afirandin. Kesayetên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û yên din berhemên bê emsal afirandine.

Di sedsala 19 an de mirektiya Kurdan ya dawî Mirektiya Cizira Bohtanê hat hilweşandin û Mîrê paşî Mîr Bedîrxan hat sergumkirin. Piştî ji holê rakirina Mîrekan medrese û dibîstanên welêt gelekî qels bûn û heta ku hatin girtin. Di vê serdemê de, li medreseyên welêt êdî xwendin hebû lê nivîsandin tinebû.  Ji wan medreseyan hinekan bi xef û qaçaxî Heta salên 1970 û    80 han jî perwerdehî domand. Di vê qunaxê de bi tenê XWENDİN hebû. Yên xwendin dizanîn gelekbûn lê, yên nivîsandin dizanîn zehf zehf kêmbûn. Ji bo Kurdan xwendin û nivîsandin disa hatibû serê dewra berê. BİXWÎNE, BİXWÎNE û BİXWÎNE!!!

Cihê şanaziyê ye ku îro gelek rewşenbîr û nivîskarê me hene û her roj zêde jî dibin. Lê mixabin hêca jî ew xwendina me didome. Duh Erebî bû lê îro bi Tirkî. Bixwîne! Îqra! Oku!…

Dema xwendevan van rêzikan bixwînin belkî hinek ji wan bibêjin: “Te jî ji me re gotiye BİXWÎNE! Nexwe em ê jî binivîsin. Em ê hest û fikr û daxwazên xwe û bi zimanê xwe binivîsin û belav bikin. Nirxê wê yê edebî çiqasî kêmbê jî nivîsa bi zimanê me hatî nivîsandin ji ya zimanê biyanî ya herî bi serketî bi nirxdar û qîmettir e. Nexwe pêwîste her Kurdek, jiyan û serpêhatiyên xwe binivîse.

Hezirana 2020an

Kurdjan SORÎ

 

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Romana Mehmed Dehsiwar ”ŞOPA  XETERÊ”

Min peyamekî di facebook û twîterê de belav kiribû, gotibû; Maşallah, bê nezer, 7 roman, …

Leave a Reply