Romana Semerqand – 28 (Amîn Me’lof)

Girtigeha muhteşem ya deriyên wê vekirî: Li pesarê Yildizê qesreke bi depîn; li kêleka qesra sadrezam de. Xwarin ji aşxaneya qesrê tê. Kesên tên ziyareta wî, qor bi qor di riya bidar de dimeşiyan. Dema dihatin ber sîlanoka dêrî, şekalên xwe derdixistin. Dema diketan hundur, bi dengê ustad yê az, dihat sehkirin ku lanet li Şah û Îranê tê barandin.

Ez, şewqeya min ya xerîp, meşa min ya xerîp… Ji Parîsê bi gumanên min yê xerîp ve axa sê împaratoriyan borîm û piştî heftih û du saetan hatim Stenbolê. Ez yê Emerîkiyê xerîp, ji bo destxistina pirtûkeke destnivîs-Pirtûkek helbestan ya kevin- ketim nava aloziya Rojhilatî!

Xulamek hat cem min. Li gorî usûla temennaya Osmanî, du peyvên Fransizî û bê pirs! Jixwe herkes ji bo heman sedemê dihate vir: Ji bo dîtina û guhdarîkirina Ustad. Xwestin ku ez di eywana mezin de bisekinim.

Dema ez ketim hundur, dîtina jinekî li ber çavên min ket. Bivê nevê min serê xwe tewand. Min dizaniya ku li gorî adetên vî welatî, bi rûyeke dev biken, mo naçe destê jinan. Min milmiland û pê hemdê xwe silav dayê. Nîzingê dera lê rûniştî, koltuxek vale li ber çavê min ket. Min berê xwe da wê derê. Çavên min li mehfûra li erdê rayêxistî bû. Paşê çavên min li skarpîna wê, dewa wê ya şîn, kabên wê, singên wê, gerdena wê û heta berûka wê ket. Lê tişta xerîp, şûna ez berûkê bibînim, min rûyek vekirî û çavên li min dinêrin dîtin. Û rûyek bi ken… Min çavên xwe jê dan alîkî li xaliyê nihêrî. Xemlandina guldankeke çînî ket ber çavê min û çavê min man li ser wî nexşî. Paşê hêdî hêdî çawa kidadikek derkeve ser avê, serê min hilket û awirên min berê xwe dan wê. Kemikek ji hevrîşim li ser serê wê bû. Heke li pêşberê wê de kesek biyanî hebûya diviya rûyê xwe binixumanda lêbelê vaye kesek biyanî li pêşberê wê bû xêliya wê jî vekirî bû.

Vê carê awirên wê li dûr dinêriyan. Ji min re jî temaşekirina bejn û bala wê ya zirav û rûyê wê yê zelal mabû. Heke navek yê şêrîniyê hebûya yê ew nav li bejna wê bihate kirin. Navek yê razê hebûya yê li wê bikiran. Hinarkên min de xwêhdan diherikî û destên min cemidîbûn. Ji şadiyê rayên stûyê min dijenîyan.

Xwedao, dimena Rojhilat ya ewul çiqas delalbû! Jinikek ji aliyê hozanên çolê ve werê pesindan: Rûyê wê roj, pora wê sih, çavên wê kanî, bejna wê rihan, kenê wê leylan!

Axaftina bi wê re? Li vê derê? Li vê jûra, deng weke xwe olan didin? Rabûn? Ba li wê ve çûyîn? Rûniştina nîzingê wê û ji nîzing ve nêrîna beşişandina wê? Mirov xetereya bi berûkê nixumandina rûyê wê yê weke girtina dergehê zindanekî bide ber çavê xwe? Hesko tesadûf be, çavên me dîsa li hev ketin, lê awirên xwe guherandin. Bi hatina xulam re, ev hevdîtinên kurt jî qediyan. Bi hatina ewul ji bo pêşkêşkirina ça û çixareyê, ya dudoyan jî, ji bo çend gotinên bi Tirkî bû. Piştî vê rabû ser xwe, ruyê xwe nixumand, kîsikek çermîn da zelêm. Zelam ber bi deriyê derketinê ve bezî û jinikê da pey.

Bi derketinê re ji bo zelam dûr bikeve sekinî û li min fitilî. Bi Fransiyek ji ya min zehf baştir got:

-Xwedê zane! Belko em careke din jî liqayî hev bibin.

Gelo ev gotin, nezaket bû? an wehdek? Di ber axaftina xwe re, bi yaranî dibeşişiya. Helwesta wê, ji min re weke qebqebekî an jî weke sîtemeke dilgirtî hat. Ez biperîşan ji kultoxê xwe rabûm û min xwe dida hev. Ew li pêşberê min, wek çawa henekê xwe li min bikê sekinîbû. Min nekarî, ez yek gotinê jî bibêjim. Bi vê gêjiya min re, ji nişka ve winda bû.

Li ber pencerê sekinîbûm û li nav daran û faytonan re min ew dişopand.Dengekî ez ji van xeyalan hişyarkir im:

-Li min bibore, ji bo tu mayî li benda min.

Xwediyê gotinan Cemaleddin bû. di destê wî yê çepê de puroyek tefandî hebû. Destê xwe yê rastê da min û dilgermî destê min girt. Bi nerm lê dostanî şidand… Min got:

-Navê min Benjamîn Lesage ye. Ez ji cem Henrî Rochefort têm.

Min nameya rochefort pêşkêşî wî kir. Name venekir û êxist berîka xwe de. Çengê xwe vekirin, bi dilgermî ez hembêz kirim û ehniya min maçî kir.

-Dostên Rechefort, dostên min in. Ez her wextî, bi wan re eşkere diaxivim.

Bi milê min girt û ez ber bi derînckên depîn ve kişkişandim.

-Hêvîdarim hevalê min Henrî baş e. Ez pê hesiyam ku bi serkeftineke mezin ji sergumê vegeraye. Her hal dema Parîsî bi qêrîna navê wî, ber re meşiyayîn, gelek şad bûye. Tiştên qewimîn, min di Întransîngeatê de xwendin. Ew ji min re dewamî rojnameyê dişînê. Li Parîsê çi diqewimê, ez bi wê agahdar dibim.

Cemaleddîn bi îhtimam, Fransiziyek tekûz diaxiviya. Carna ji bo werê bîra wî, li peyvekî digeriya, min jî hêdîka jê re digot û dianî bîra wî. Heke min rast gotibê, spas dikir, ne rastbûya hişê xwe kontrol dikir.

-Ez li parîsê, di jûrek tarî de jiyam. Lê deriyê jûra min, vedibû ya cîhaneke fireh. Ji vê malê hezar qet piçûktirbû lê li wê derê ez evqas aciz nedibûyam. Bi hezaran kîlometroyan ez ji gelê xwe dûrbûm. Lê welê jî, ji bo qenciya wan ji vê derê an jî ji Îranê rehetir dixebitiyam. Dengê min digihat heta Cezayîrê. Lê îro bi tenê dengê min digihije wan kesên bi serdanê min şanaz dikin. Deriyê min her wextî ji wan re vekirî ye. Bi teybetî heke ji Parîsê werin…

-Ez ne li Parîsê dijîm. Diya min Fransiz e, navê min dişihubê yê Fransiyan lê ez Emerîkî me. Ez li Marylandê rûdinim.

Wek çawa henekan bike, welê bû:

-Dema sala 1882 yan ez ji Hindistanê hatîm qewirandin, ez di Emerîkayê re borîm. Heta belko tu bawer nekî, hindik mabû ez bibim hemwelatiyê Emerîkan. Tu dikenî! Yê hemdînên min hemû dîn bibûna! Seyîd Cemaleddîn, hewariyê Ronesansa İslamê, ji neslê pêxember, bibê hemwelatiyê welatek Xiristiyan! Lê ez şerm nakim, heta min destûr da ku dostê min Wîlfrîed Blunt, vê yekê di bîranînê xwe de binivîse jî. Sedemê wê berbiçav e. Li ser xaka İslamê, yek quncikek tine ku ez xwe ji zulmê piparêzim. Li Îranê gerdîşî destnedana hinek tirban heye. Kesên li wê derê, ti kes destê xwe nadê wan. Min jî xwe sipart tirbek ji wan. Leşkerên fermanrewan ketin hundur û li ber çavên sedan ziyaretvanan ez girtim û derêxistim derve. Ji yek kesî pêştir, ti kesî av li xwe şêlo nekir. Ti kesî wêrekiya dijderketinê nîşan neda. Ji bo parastina ji zaliman, ne medreseyek hebû, ne tirbek û holikek!

Destê xwe yê direcifiya, li ser dinyaya depîn ya di ser mase de anî.

-Tirkiya ji wê jî xerabtir e. Ma ez ne mêhvanê fermî yê Siltan û Xelîfe Abdulhemîd im? Eynî weke şah, ji ber ku ez li welatê kafiran dijiyam, ma wî jî nameyên bi gazind ji min re neşandin? Xwezî min ji wî re bersiva “Heke we welatê me yê delal nekiribûya girtîgeh, pêwîst nedibûya ku ez xwe li Ewropiyan bigirim.” dabû ya. Lê min kêmasî kir, ez hatim xapandin, ez hatim Stenbolê û rewş berbiçave! Vî zelamê nîvdîn, qaîdeyên mêhvanperweriyê dan aliyekî û ez hepis kirim. Cara paşî, min ev gotin jê re rêkir: “Ma ez ne vexwestiyê we me? Min berdin da ez herim! Heke ez girtiyê we bim, prangayê li lingê min bidin û min bavêjin zindanê!” Lê wî, qene bersiv jî neda. Ez hemwelatiyê Emerîkayê, yê Fransayê, yê Awusturya-Macarîstanê, heta yê Rûsya an yê Îngilîstanê bûma, yê balyozê min bê destûr derketa meqamê sadrezêm û nîv saetê de ez bidam berdan. Anko, em misilmanên vê sedsalê, weke sêwiyan in. Bêhna wî çikiyabû. bi hêzeke dawî got:

-Tu dikarî tiştên min gotîn hemiya binivîsî. Bi tenê nebêje, ji Evdilhemîd re gotiye; nîvdîn e. Min divê, ez ji vê rikeha zêrîn rizgar bibim. Min navê, ez wî şansê xwe ji binî winda bikim. Heke tu binivîsî jî yê ne rast be, ji lew re ev zelam ne nîvdîn, temamî dîn e. Wêdetir kujerek bi xeternake jî. Merazoyiye û xwe teslîmê mûneccîman kiriye.

-Qet xemê nexwin. Ez ti wan ji van nanivîsim.

Ji bo fêhmkirinên çewt çênebin, min ji vê navbirdayîna axaftina wî sûd wergirt û got:

-Ez ne Rojnameger im. Henrî Rochefort, pismamê bapîrê min e û wî xwest ku ez te bibînim. Lê armanca min, ne ew e ku ez derheqê te an jî yê  Îranê de binivîsim.

Min ji wî re, behsa destnivîsa Xayam kir. Ka çiqas ez merq dikim ku wê pirtûkê bigrim destê xwe, rûpelên wê biqulibînîm, bikevim nava kurahiya wê, bi baldarî li naveroka wê vekolim, min hemî ji wî re vegot. Bi baldarî û dildarî guhê xwe da min. Pey re got:

-Ji bo bêhnekî be jî, ji ber ku te ez ji kul û xemênên min qasekî dûr xistim, ji te re spas dikim. Ew tişta tu behsê dikî, her wextî heyecanê dide min. Di nivîsa M. Nîcolas ya danasîna Rubaîyatê de çîroka sê hevalan, ya Nîzamulmûlk, Hesen Sebah û Emer Xeyam, te xwendî ye? Ew her sê kes, ji hev cudabûn lê her yekî ji wan, aliyek yê Îranê yê nemir temsîl dikê. Carna ez dibêjim, qey ez hersêkim. Eynî weke Nîzamulmûlk, avakirina dewleteke Islamê ya mezin xeyal dikim. Hesko bila ji alê siltanek Tirk yê qehra wî nayê kişandin ve bê rêvebirin! Eynî weke Hesen Sebah, ez tovê xirabûna li nava hemû welatên islamê direşînim. Ez murîdên heta mirinê li pey min bin diafirînim.

Bêhnekî sekinî, fikirî, xwe da hev û beşişî:

-Weke Xayam, carna zewqa wê tam dikim û li ser meyê, meyxaneyê û xoşewîstê helbestan dinivîsim. Eynî weke wî, ji ber oldarên sextekar direvim. Hinek çarînan de, dema behsa xwe dike, carna ez dibêjim qey qala min kiriye:

 

Zelamek digere, li vê cîhana rengîn

Ne zindiq û ne mûmîn, ne feqîr û ne zengîn,

Ji ti rastiyan re nake melaqiyan

Ev zelamê nas nake ti zagonan

Di vê cîhana gevoz de kî ye, wêrek û xemgîn?

 

Bi vê gotinê re, çixareyek pê xist û ket mitaleyan. Kitrûskek beyî ser riha wî, riha xwe weşand û domand:

-Hêca di zarokiya xwe de, ez heyranê Xeyam bûm. Helbestvan, lê bi teybetî feylosof, Xayamê raman azad! Derengbê jî ji bo Emerîka û Ewrûpa ew, keşif kirin e, ez pê şanaz im. Tu dizanî dema rûbaiyata Xayam bi destê xwe nivîsandî, ket destê min ez çiqas pê keyfxweş bûm?

-Kengê ket destê te?

-Ji berî çardeh salan li Hindistanê. Ciwanek Ecem yê ji bo dîtina min hatî, ew ji min re anî. Xwe halê dabû naskirin: “Mîrza Riza, ji Kirmanê, xulamê te be bezirganek kevin ji sûka Tehranê!”  Beşişîbû û min jî jê pirsî bû ku ka çima dibêje bezirganê kevin. Li ser vê gotinê, wî jî çîroka xwe ji min re vegot. Dikaneka wî ya qerpalên kevin hebûye. Rojekî, kurek yê şah, şalan û kurkan jê dikire û bi ser hezar û sed tumanan, ango hezar dolaran li hev dikin. Roja din, Mîrza Riza ji bo diravên xwe bistîne diçe cem kurê şah. Şûna diravan, gefên kuştinê lê tên kirin û têr lêdanê jî dixwe. Piştî vê buyerê biryar dide û tê ba min. Hingê min li Kalkûta ders didan. Pey re jî got: “Min fêhmkir ku di welatek bi keyfî bê rêvebirin de, mo nikare bi namûsa xwe pereyan kar bike. Ma yê, ji Îranê re makezagonek û parlementoyek pêwîste, nivîsî ne tu bûyî? Ji îro pê ve murîdê te yê herî sadiq yê ez bim. Ji bo ez bikaribim li rex te werim, min dikana xwe girt û dev ji jina xwe jî berda! Bi tenê tu ferman bike!”

Dema ev zelam dihat bîra wî di rûyê wî de dixweya ku dilê wî dişewite:

-Ez ketibîm tengasiyek mezin de û kelecanê ez girtibûm. Ez feylosofek gerokbûm. Ne cih û ne warê min hebû. Ji bo ez nekevim bin barê wan de ez nezewicîbûm. Min nediviya  ev zelam gav bi gav min bişopîne, hesko ez Mesîh, Rizgarker an jî Mehdî bim. Min ji wî re got: “Ji bo karek gemar yê pereyan, ma hêcaye tu dev ji dikanê, malê û malbatê berdî?” Rûyê xwe qermiçand, bersiv neda û derket. Piştî şeş heyvan dîsa hat. Ji bin cubbeyê xwe qotîyek zêr ya bi kevirên giranbûha hatî xemilandin derxist. Qotî vekir û  raberî min kir: “Li vê pirtûkê binêre. Tu bêjî çiqas dirav dike?” Dema min rûpelê wê diqulibandin û dixwend, ji kelecanê dilerizîm. “Ev pirtûka Xeyam ya rastîn e! Ev wêne û ev xeml! bê buha ne. Got: “ji hezar û sed tumanan zehftir dike?” min got “zehf zêdetir.” Got: “Nexwe bila ji te re be. Ez bîra we bînim ku Mîrza ne ji bo pereyên xwe bistîne, ji bo rûmeta xwe bistîne hatî ye.”

Cemaleddîn domand û got:

-Bi vî awayî destnivîs bû ya min. Êdî ez jê veneqetam. Min li rex xwe bir Emerîkayê, Ingilîstanê, Fransayê, Elmanyayê, û Rûsyayê. Paşê jî min bi xwe re bir Îranê. Dema ez li ser tirba Şêx Evdilezîm jî li rex min bû. Min ew li wir, li ser wê tirbê winda kir.

-Tu niha texmîn dikî ka li kû ye?

-Min ji te re gotibû. Dema bi xurtî ez ji wê derê derêxistîm bi dehf û kişkişandinê, bi tenê yek zelam, dijî leşkerên şah derketibû. Ew jî Mîrza Riza bû. Rabû bû ser xwe, qêriyabû, girîyabû, leşker û kesên li wê derê bi nemerdiyê tewanbar kiribûn. Ew girtin, êşkence lê kirin û çar salan hiştin di zîndanê de. Piştî berdayîn hat Stenbûlê ba min. Zehf nexweş bû. Min rakir nexweşxaneya Fransizan ya li bajêr. Heta heyva sermawaza bihorî jî li wir bû. Ji bo piştî vegerê, da dîsa neyê girtin, min nexwest ez zehftir wî li vir bihêlim! Lêbelê wî qebûl nekir. Dixwest ku dîsa destnivîsa Hayyam bistîne.  Ji bilî wê ti tiştî ew pêwendîdar nedikir. Hinek zelam hene ku ji hingofekî derdikevin û dikevîn nav yekî din.

-Li gorî te, destnivîs hêca dimîne?

-Bi tenê Mîrza Riza dikare vê bêje. Dema ez hatîm girtin, leşkerekî ew ji destê min derêxistibû. Bawer dikir ku wî leşkerî bibîne. Dixwest ku here wî bibîne û pirtûkê jê bikirê. Xwedê zanê ka çiqasî?

Bi kelecan min got:

-Heke mesele kirîna wê bê, dirav ne pirsgirêkin!

Cemaleddîn li min nihêrî, awir ji min vedan, nîzingtirê min bû û got:

-Zena min de, weke wî rebenê Mîrza, kula te jî bûye ew destnivîs! Nexwe yek rêya wê heye: çûyîna Tehranê! Ez nabêjim yê tu ileh wê destnivîsê bi dest bixî lê, heke tu bizanibî bibînî, tu yê ji bilî wê hinek şopên Xeyam yên din jî bibînî!

-Heke ez bikaribim vîzeyê bistînim ez ê sibe derkevim.

-Ew ne pirsgirêk e. Ez ê nameyekî bidim balyozê Îranê yê Bakûyê. Çi pêwîstbê yê bikê, yê te heta Enzeliyê jî rêkê. Herhal di rûyê min de gumanek dît ku kenî û got:

-Herhal tu dibêjî kesek wek vî, çawa çêdibê ku tewsiyeyan li karmendeke dewleta Îranê dike? Bizanibe li her derî mûrîdên min hene. Li her bajarî, heta ji kesên li rex tenişta fermanrewan jî! Ji beriya çar salan, dema ez li Londonê, bi hevalek Ermenî re me rojnameyek derdixist û rojname bi xef li Îranê belav dibû. Şah diqilqile, gazî wezîrê posteyê dike û fermana: “Divê teqez  dawî li belavkirina wê bê!” dide. Wezîr jî, ji gumrikvanan xwestibû ku her cûreyên weşanên tevdanê neyêxin hundur û ji nişkave şûn ve vegerînin.

Cemaleddîn nefesek ji puroya xwe kişand û paşê bû tiqtiqa wî:

-Tişta Şah nedizaniya, wezîrê posteyê zelamê min yê herî dilsozbû û belavkirina rojnameyê jî girtibû ser milê xwe.

Dema sê zelamên kum sor li serê wan hatîn hundur, hêca jî Cemaleddîn dikeniya. Rabû ji piya xêrhatin da wan, cih nîşa wan kir û bi çent peyvên Erebî bi wan re axivî. Min texmîn kir ku behsa min kir û qasek destûr xwest. Dîsa hat cem min:

-Heke hûn ji çûyîna Tehranê re bi biryarbin, Ez ê çend nameyan bidim we. Sibê werin û netirsin. Nayê hişê ti kesî ku li ser tixûb li keseke Emerîkî bigerê.

Roja din, sê zerfên rengtarî li benda min bûn. Yek ji balyozê Bakûyê re, yek ji Mîrza Riza re, hatibû nivîsandin. Dema ya sisiyan da min got:

-Divê ez te hişyar bikim. Ev zelameke bê aheng û ji rêderketî ye. Ji pêwîstiyê pêştir têkil wî nebe. Ez zehf hez ji wî dikim, ji dil û dilsoz e. Nav mûrîdên min de yê herî baş e lê her dînîtî pê re heye.

Keserek kişand û destê xwe xist kûrika fireh ya şalê xwe yê fireh ê di bin kirasê xwe yê spî de:

-Va ye ji te re deh zêr. Ser navê min bide wî. Ti tiştê wî tine. Dibê ku birçîbe jî lê ewqas bi rûmete ku qet parsê jî nakê.

-Ez ê çawa wî bibînim?

-Ez qet nizanim. Ne mala wî, ne malbata wî, ne cih û ne jî warê wî heye. Ji derekî diçê dereke din û digerê. Ji lew re min nameya sisiyan li ser navê xorteke din nivîsand. Ev yekî dine! Kurê zelamê Tehranê yê herî dewlemend e. Hêca bîst saliye lê ew agirê ketî dilê me de ketîye dilê wî jî. Ne kesek cirguhêr e. Fikrên xwe yên herî şoreşgerî, weke kenê zorekekî têr dibêjê. Ez carna wî, tewanbar dikim û dibêjim: “Tu ne Rojhilatiyî!” Tu yê bibînî, di nav cilên Ecem de hestsariya İngilîzî, mantiqê Fransizî. Bi wî re, ji Clêmenceaû pêtir dij-ruhbantî heye. Navê wî Fazil e. Kesê te bibê ba Mîrza Riza ew e. Min rica jê kiribû ku hay ji Mîrza hebê. Ez nebawerim ku bikaribê ji dînîtiyê bidê alî, lê dizanê li kû ye.

Ez ji bo çûyînê rabûm ser xwe. Di ber oxurkirina dilgermî re destê min girt û:

-Rochefort di nameya xwe de, navê we Benjamîn Omer Nivîsandî ye. Li Îranê, bi tenê navê Benjamîn karbînîn. Qet behsa navê Emer nekin.

-Lêbelê navê Xeyam e!

-Ji sedsala şazdehê ve piştî Ecem bûyîn şiî, ev nav hatiye qedexekirin. Dibê ku serê te biêşîne. Şûna tu bêjî ez giham Rojhilata xwe, dibê ku tu xwe di nava pêvçûnan de bibînî.

-Di rûyê wî de xemgîniyek, dilmîniyek, bê çaretiyekî xuya kir. Min ji bo şîreta wî spas kir.

Derketinê re ez sekinandim:

-Tiştek din jî… Duh li vê derê tu tûşî ciwanekê hatî. Tu wê re axivî?

-Nexêr, firset çênebû.

-Ew, neviya şah, Şahbanû Şêrîn e. Heke tu zehf bikevî tengî, ji wê re xeberekî bişîne û bîra wê bîne ku tu di mala min de tûşî wê hatî. Bi yek gotina wê, hemî derî vedibin.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply